Quranê bi zimanê xwe bixwîne, da ku jê fêm bikî

Quranê bi zimanê xwe bixwîne, da ku jê fêm bikî

Bawer Agirî

 

Heke hûn dixwazin misliman hezar û pênc sed salên din jî paş da nemînin, wan teşwîqê xwendina meala Quranê bikin. Heta ku ji destê we tê, meala Quranê bistînin dîyarî wan bikin. Bi kurdî, bi tirkî, bi almanî, bi îngilîzî… Bi kîjan zimanî dibe bila bibe ferq nake. Bi tenê hewl bidin ku meala Quranê bi wan bidin xwendin.

 

We heta niha qet dîtîye şêxekî, melayekî yan jî terîqetekê meala Quranê dîyarî yekî kirîye? Hûn qet difikirin gelo çima meala Quranê dîyarî kesî nayê kirin? Ji bo fêm nekin…

 

Ez çima dixwazim misliman meala Quranê bixwînin?

 

1- Mislimanê ku meala Quranê bixwîne, zû bi zû ji alîyê terîqetan ve nayê xapandin.

2- Mislimanê ku meala Quranê bixwîne, dê bizane ku çi Quranê da hatîye nivîsîn.

3- Mislimanê ku meala Quranê bixwîne, ji Xwedê xwedêtir, ji pêxember pêxembertir, ji şêxan şêxtir hereket nake.

4- Mislimanê ku meala Quran bixwîne, dê nekare bibêje ”dermanên hemû nexweşîyan Quranê da hene”.

5- Mislimanê ku meala Quranê bixwîne, dê bawerîya xwe bi yên ku niviştan çêdikin û yên ku bi efsûnê ra mijûl dibin neîne.

6- Mislimanê ku meala Quranê bixwîne, tevlî rêxistinên terorîst nabe.

7- Misilmanên ku meala Quranê bixwînin, dewlet dê nekare wan li hemberî me bi kar biîne.

 

Bi kurtahî, heke hûn dixwazin misliman xwe da guhartinê çêkin, bi tundî neçin ser wan, wan hemêz bikin, gotinên derveyî ehlaqê ji wan ra nebêjin û rastîyê ji wan ra bibêjin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev