Zindan

Zindan

Lezgînê Çalî

 

Rast e ko Şamlo heyameka kurt kevt zindanê, û ev helbest jî her di zindanê da nivîsî;

lê ew behsa rewşa mirovan bi giştî dike.

Rast e ew sekûlar e, lê di bin-hişê wî da heye ko “Dinya zindana îmandaran e”.

Vêca, ev jî helbesteka dî ya wî:

 

Siza

Li vêderê çar zindan in.
Li her zindanekê du-hind nefeq, di her nefeqekê da çend hucre, di her hucreyekê da çend mêr di zincîrê.

Ji van zincîrîyan, kesekî, jina xwe di taya tarî ya buxtanekê da bi dirba xencerekê kuştîye.
Ji van mêran, yekî, li tehreya havîna bi-şewat, nanê zaroyên xwe, li serê kolanê, bi xwîna nanfiroşê reqê destmiçok pîs kirîye.

Ji van, çend kes, di tenêtîya rojeka terr ji baranê da li ser rêya rîbaxwerekî rûniştine,
Hindek kesan di bêdengîya kolanê da ji dîwarekî baz daye ser dîwarekî,
Hindekan nîva şevê, di gorrên taze da, didanên zêrrîn yên mirîyan şkandine.

Lê min çi kesek di şeveka tarî û tofanî da
nekuştîye.
Lê min, rê li ber mêrekê rîbaxwer negirtîye.
Lê min nîva şevan, ji banekî baz nedaye banekî.

 

***
Li vêderê çar zindan in.
Li her zindanekê du-hind nefeq û di her nefeqekê da çend hucre, di her hucreyekê da çend mêr di zincîrê …

Di nav van zincîrîyan da hene mêrên ko ji mirarên jinan hez dikin.
Di van zincîrîyan da hene mêrên ko di xewnên wan da her şev jinek ji safa mirinê ji nîva dilê xwe dike hawar,

Lê ez, di jinana da çi nabînim- ger wê hevzaya xwe rojekê ji nişkê ve bibînim, bêdeng-
Lê ez, di dilê xewnên xwe yên çîyayî da,
ji dengvedana sar ya newaya ne bi lez ya van gîyayên çolistanî yên ko şîn dibin û dirrizin û hişik dibin û diwerîyên pêvetir, tiştekî nabihîsim.
Ji min ra ger ev bend nebûya, dibû ko spêdeyekê, fenanî yadeka dûr û tehisok, min bazdaba ji asta axa nizim a sar….

Sûç ev e!
Sûç ev e!

Ehmedê Şamlo, 1957, Zindana Demkî

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev