Serketina Mamostayekî êzdî li Festîvala “Gelavêj”ê

Serketina Mamostayekî êzdî li Festîvala “Gelavêj”ê

Jêhat Qadir bû xelatgirê di hêla lêkolîneke wêjeyî da

Dilêr K Ahmedmamostayê Zankoya Zaxoyê

 

Eva 23 sal e Festîvala Gelavêj ya wêjeyê li Silêmanîyê, li Herêma Kurdistanê tê derbazkirin. Festîval a navdewletî ye, mêvan ji seranserî dinyayê tên û pişkdarî lê dikin.

 

Di Festîvalê da sê beşên cuda ne hene : -helbest, çîrok û lêkolîn. Li ser astê Badînan jî licneke taybet heye, ji Akrê, ji Zaxoyê, ji Dihokê, ji Amêdîyê, ji Sêmêlê û herwiha ji cî û warên badînîaxêv berhem tên û gorî kalîteya wan têne qîmetkirinê. Ango, ev licne helsengandina berheman dike.

 

Mamostayê pişka zimanê kurdîyê li Zankoya Zaxoyê Jêhat Qadir, yekem xortê kurdê êzdî ye di van 23 salan da ku pişikdarî li pêşbirka Festîvalê dike û yekem car jî xelatê bi dest tîne.

 

Navûnîşanêd lêkolîna wî jî ev e: ”Prosesa nûkirina naveroka helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê”. Lêkolîn gelek serketî  û bi malûmatîyên zanyarî va dagirtî hatiye kirin.

 

Serketina wî serbilindî ye him bo Êzdîxanê, him bo Zankoya Zaxo, ku ew û çend êzdîyên din li vir mamosta ne û li welatê xwe zarên miletê xwe fêrî zanebûnan dikin.

 

Di wêne da: 

Jêhat Qadir – Xelata yekê bi vekolîna li ser asta Badînan.

Dîyar Ebdilezîz – Xelata yekê bi helbesta li ser asta Badînan.

Enmar Selah – Xelata yekê bi çîroka li ser asta Badînan.

Mela Bextyar – Serperiştê giştî yê Festîvala Gelavêj (bi çaketê zîvîn)

Ebdilrehman Bamernî – Serperiştê Festîvala Gelavêj li Badînan (bedilê reş û qemîsê spî).

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev