Gotinên pêşiyan ên kelhurî

Gotinên pêşiyan ên kelhurî

Amadekirin û lêanîna kurmancî: Jiyar Cehanferd

Sererastkirin: Umîd Demîrhan

 

Agir bikefêdew terr û hişk weli yeka sisinê. / Agir pêkeve ter û hişkan pev re dişewitîne.

Aw birşinê. / Avê dikelîne (wate: belengaz, xizan û bêpere ye).

Aw le sersiraw lîxin bûd. / Av ji çavkaniyê şêlî dibe.

Aw we mili agira kirdin. / Av bi ser êgir de kirin.

Aw xwardêye û rengi mi le nawê diye. / Av vexwariye û wêneyê min di navê de dîtiye.

Aw zûrdar srew ban çûd. / Ava deshilatdaran ber bi jorê diçe.

Awêg rişya girdew nyewd. / Ava ku birije nayê komkirin.

Ayem gêya, şiwalê le der qingew dirryey. / Mirovê belengaz şelwarê wî di ber qûnê de didire.

Ayem meger le xak têr bixweyd. / Ma mirov ê ji axê têr bixwe.

Balli pyag yey gez e, düet keydey hizar gez. / Milê zilam gazek e (mêtroyek e), keçik dike hezar gazî.

Bawg mirdê kamêd, aş û gûştxwer nyekamê. / Bavmirî tiştekî nabêje, birinc û goştxur nasekine. (di şînan de)

Bawg, kwirri xwey nasêd. / Bav, kurê xwe nas dike

Bawgi bê bira, amûzay fire. / Bavê bê bira, pismamên wî zêde ne.

Bawgi gûşt mexwer, kwirri qesaw xeydew. / Bavê goşt nexwer, kur qesabiyê dike.

Bê bira şimşêrê kwill e. / Bê bira şûrê wî kurt e.

Beheyşt û dûzex ha le ê dinya. / Buhişt û dojeh/cehneme tenê li vê dinyayê ne.

Benî bene zü azad bû/ benî bene zü reha dû. / Girtiyê/bendîkiriyê bendeyê Xwedê zû azad/rizgar dibe.

Beye le aw biweyded, neye le ban pyelli namerd. / Xwe bide ber avê, bila te bi xwe re bibê, lê bi ser pireya nemerdan re neçe.

Biçûde ser kyenî, kyenî hişk key/dû. / Biçe ser kaniyê, kanî ziwa dibe.

Bilûr irra ga jenîn. / Bilûr ji bo gayî lê xistin.

Bilûr le lay bijen le xewa nyetê. / Bilûrê li ba wî lê xî jî ji xewê ranabe.

Bilûr li güey ga jenê. / Bilûrê li ber guhê gayî dijene.

Bini dinya dür e. / Binê dinyayê dûr e.

Bira çû pişti biras. / Bira çovê/darê pişta birayî ye.

Birayeged biwe ew bindiris, ewsa mîrat bitwa. / Biratiya xwe îsbat bike, îcar daxwaza mîrateyê bike.

Birayg le xwisey birayga çil men xwa xward. / Birayek ji ber qehra birayekî din çil men (120 kîlo) xwê xwar.

Birayiman biray, kîseman ciyay. / Bira bira ye, kîsê/berîka wan cuda ye.

Bizan çi dallig azayg, desi xwey weşaniye. / Bizanibe kîjan dayîkê destê xwe weşandiye ew jêhatî ye.

Bizin le hür gyan, qesaw le hewlli piye. / Bizin li heyra canê xwe ye, qesab li hewla bezê wê ye.

Bizinêgîş we pa jêri xwey pakew key. / Bizinek jî bi lingan binê xwe paqij dike.

Bûde püş û bikefêde çewim nyedrarimey. / Bibe pûş û bikeve çavê min, ez ê dernexim.

Bûe tigê aw û çê we zeüya. / Bû dilopek av û di erdê de çû.

Büe we denik hinar. / Bûye bi dendikê hinarê (henikê henaran).

Bûwe we gay siyeyg le wer çewim. / Li ber çavên min bûye gayekî reş.

Cacigê dizî. / Benîştê wî dizî (bûye aşiq).

Çew siye, hewece we rejîn neyrê. / Çavên reş, ne hewceyê kilî ne.

Cî le kesêg tengew nyewd./ Cih li kesekî teng nabe.

Cî qewri bawgi xwey neyrêd. / Cihê gora bavê wî tuneye.

Cî zami şimşêr xesew bûd, cî zami ziwan xasew nyewd. / Cihê birîna şûrî pak dibe, cihê birîna zimên pak nabe.

Çil çeqû bisazê, yekê lê mîştê neyrê. / Çil kêran çêke, bila ji wan destika yekê tunebe.

Çiraxêg we mallxawen rewas, we mecid herame. / Çirayekê ji malxweyî rewa ye, ji mizgeftê heram e.

Çiştêg ha jêri killawê. / Tiştek di bin komê de heye.

Çiştêg le malli mîr fire s, nam û piyaz e. / Tiştekî ku li malê mîrî zêde ye nan û pîwaz e.

Dallig gîrfan erray nenaye. / Dayîk bêrîk jê re çênekiriye.

Dallig yekêg lê hawrdiye. / Dayîkê tenê yek jê aniye.

Dallige desim bürin le kîse ta xerrig nexwem. / Dayê, destê min bi kîs ve bidirû ku heriyê nexwim.

Darêg yey sall ber nigrê nyewrriney. / Darek salekê ber negire, nayê birrîn.

Daye bün û dite bixwaz, ta nekefî welngewaz. / Dayê bibîne û dotê/keçê bixwaze, da ku belengaz nebî.

Deng dêwil le dürew xweş e./ Dengê deholê ji dûr ve xweş e.

Dengid le cî germêgew tê. / Dengê te ji cihekî germ ve tê.

Derya (delya) we demi seg çepell nyewd. / Zerya bi devê segî/kûçikî pîs nabe.

Des bigre mili killaw xweda. / Dest dayne ser koma xwe.

Des û demi bêkar birüe û bijang xwey taşê. / Dest û devê bêkar, birû û bijangên xwe ditaşe/teraş dike.

Desi kes erra demi kes nyeçû. / Destê kesî naçe devê kesekî din.

Desi kes erra demi kes nyeçû. / Destê kesî naçe devê kesî.

Desi merdim, mare pê girin. / Bi destê xelkê, marî digirin.

Dinanê/diganê êşiya, kîşiya. / Diranê ku biêşe, tê kişandin.

Dinya milki kesêg niye. / Dinya ne milkê kesî ye.

Dixwest çilma wî (xilîtka pozê wî) paqij bike, çavê wî deran.

Dür biçû, diris biçû. / Dûr biçe, dirist biçe.

Dürî û dûsî. / Dûr be û ezîz be.

Ê penc kilige wek yek niyin. / Ev pênc tilî ne wekî hev in.

Eger bûm we weü, zanim çün çûpî bikîşim. / Heke ez ê bibim bi bûk, dizanim çawa dîlanê bigirim.

Eger keyn gwinûj ajinim, her we pîm büşin keyxwida jinim. / Heke şûjinê bidin destê min, dê her ji min re bibêjin ku çi keyxuda jin im.

Eger tu diz büd tyerîke şew fire s. / Heke tu diz bî, tariyên şevê pir in.

Esp irra mayni xas hîlinê. / Hespî ji bo mehîna baş bihêle.

Espê le nû sala talîmê beyd irra meydani qiyamet xas e. / Hespê ku li di neh salan de hîn bibe, ji bo meydana qiyametê baş e.

Espi merdim zü pa lê tyerinew. / Ji hespa xelkê zû peya dibin.

Ew xwirma tu xwardîde, min we qincigegey bazî kirdime. / Ew xurmeya ku te xwariye, min bi dindika wê lîstiye.

Firexwer (tîkezil) xwey hüç pê nyetê, refîqê xecalet mînê. / Pirxur (zêdexwer) tu tişt pê nayê, hevalê wî fedî dike.

Ga mired, kyerd we des fire bûd. / Ga dimire, kêr li destan zêde dibin.

Geni xwem, le xas merdim xastir e. / Geniyê min bi xwe, ji başê xelkê baştir e.

Giya le bani rîşê xwey sewz key. / Giya li ser reh û rişeya xwe şîn dibe.

Gûşt her pelewerêg nyexwirê. / Goştê her çivîkê nayê xwarin.

Gwirg nyepirsê, qatir qîmetê giran e. / Gur napirse ku buhayê qantirê giran e.

Gwirg pîr bûd, miye we ser dey le lê. / Gur pîr dibe, mî bi ser (strûyan) lê dide.

Heft şêt birad bûd, ne yey ewmerres hawsad bû. / Bila heft dîn birayên te bin, ne ku nezanek cîranê te be.

Hem le türe lewerrê, hem le axwirr. / Hem ji cuhur diçêre hem ji tewleyê.

Heqi bizin hil we lay şaxdarew nyemînê. / Heqê bizina kol (bê qiloç) ji ya biqiloç re namîne.

Her agirê germ bû, des girêde piya. / Her agirekî gur be, destên xwe li ber germ dike.

Her kes le her ku bixwey, we ew laya çûpî kîşê. / Her kes li her ku xwarinê bixwe, govendê bi wî aliyî de digerîne.

Her kes tûrya, beşê xwirya. / Her kesê ku beşa wî hat xwarin qehirî.

Her rûjêg hellis, ewelli dinya s. / Her rojeke ku hiltê, destpêka dinyayê ye.

Hewece, pyag û napyag le yekew key. / Hewce (ihtiyac), mêr û nemêrî ji hev cuda dike.

Hewecey desi ras ew desi çep nyekefê. / Hewceya destê rastê bi destê çepê nakeve.

Hisareyg hilay, cî mang û xwer tengew nyewd. / Stêrek hiltê, cihê heyv û xawerê (tavê) teng nabe.

Îsa newd û Mûsa newd, Xwida her xwidayerî xwey key. / Îsa nebe û Mûsa nebe jî, Xwedê her xwedatiya xwe dike.

Jêrê zewî ye û bane asiman. / Jêra wî erd e û jora wî esman.

Jijû weçgey xwey girte bawişew wet: ye çenê nerm e. / Jûjiyê têjika hembêz kir û got: çiqasî nerm e.

Jin bene jin mired. / Jinê bidine jinmiriyî.

Jin pêllay tengê niye, rûjêg bikeydey pa û firrey beyd. / Jin ne pêlavek e ku rojekê li pê bikî û biavêjî.

Jin xün we pê bexşin. / Xwîn li jinê tê bexşîn.

Kallik xwerî ya bûsan şarûderî. / Tu kalan (negihiştiyan) bixwî yan tiştên ji ber bostên mayî.

Kes we dû xwey neüşê tirş. / Kes ji dewê xwe re nabêje tirş e.

Kiştûkall û jin xwazîn we diziyew nyewd. / Çandin û jinxwestin bi dizîka (veşartî) nabe.

Küe we küe nyerresê, ayem we ayem resê. / Çiya nagihêje çiyayî, mirov digihêje mirovî.

Le agir xwelekû kefêdew. / Ji êgir, xwelî peyda dibe.

Le ciyêg nyexefê, aw biçûde jêrê. / Li cihekî wisa ranaze ku av here binî.

Le delak bipirs û êcar ser bixîsin. / Li berberî bipirse îcar serê xwe şil bike.

Le ê xew çêye ew xewa. / Ji vê xewê çûye wê xewê.

Le fire fire çûd û le kem kem. / Ji piran pir diçe û ji hindikan hindik.

Le naw meclis nîştin asan e, hellisanê giran e. /  Li nava meclisê (civatê) rûniştin hêsan e, jê rabûn giran e.

Maçid nyexwazim, çillm û lyerit bxe la. / Wê maça te naxwazim ku çilm (xilîtk) û gilêza te tev be.

Mang we çew düniney, we kilig işare pê ken. / Heyv bi çavan tê dîtin, bi tiliyan tê nîşandan.

Min çe üşim û temürem çe jenê. / Ez çi dibêjim û tenbûra min çi lê dixe (dijene).

Min üşim nêr e, ti üşî bidûşey. / Ez dibêjim nêr e, tu dibêjî bidoşe.

Myerê malhawsa we şew keney mil. / Mûriya cîranî bi şev dikine milan (jê sûd werdigirin).

Nan irra xwida birdied. / Te nan ji bo Xwedê biriye.

Nanê kefte naw rün. / Nanê wî ketiye nava rûn.

Nanêg let bü, dî yek nyegrê. / Gava nanek parçe bû, êdî bi hev ve nagire.

Nanêg û gayg le lay yekêge. / Nanek û gayek li ba wî yek in.

Nani minet, zigi ayem dirrêd. / Nanê minetê, zikê mirovî didirîne.

Nêrexer we gwinew nasê. / Nêreker gunê nas dike.

Pare bnerey ban zigi mirdêyew, zînêyew key. / Pereyan li ser zikê miriyî dayne, dê wî zîndî bike.

Pay ew jêrê nyetê. / Pêyê wî nayê ber wî/ li cihekî nasekîne.

Pijmaniye û le tik lütiyew keftiye. / Bêhnijiye û ji pozê wî ketiye.

Pirti kew le dillê niye. / Pirtepirta kewê ne bi dilê wê ye (Kew bêyî hemdê xwe ditirse).

Pişî şûr kirdin. / Pisîk şor kirin/bi lezgînî şûştin.

Piyage xweşê le jne nehat, wet wextê ard wijê, qing leqinê. / Mêrikî ji jina xwe hez nekir, got: gava êrd bêjing dike qûna xwe dihejîne.

Piyey bê arî saye le xwey. / Donê bêarîyê (bênamûsîyê) li xwe daye.

Qillayg irray şewêg saziney. / Kelehekê ji bo şevekê çêdikin.

Qisyey ras ya le minall ya le şêt uejnew. / Gotina rast an ji zarokan an ji dîn û şêtan bibihîze.

Rê diz yekêge, rê xawenmall hizar. / Rêya diz yek e, rêyên malxweyî hezar in.

Rêwar le ser rê gilew dey. / Rêwiyan ji ser rê vedigerîne.

Ruwî demê we encîr nerresî, wet: kerre s. / Devê roviyî negihişt hêjîrê, got: kerre ye (hêjîra ku nayê xwarin).

Ruwî we kwinawe neçî, gizigê (hejellê) besa dü xweyew. / Rovî bi qulê nediçû, gizikek (hejek) bi dêla xwe ve dibest/girêdida.

Sallan kamiyame, mangan le banê. / Min bi salan sebir kiriye, meh jî dane ser.

Seri bê gwina çûde pay dar, ew ban dar nyeçû. / Serê bêguneh diçe binê (sê)darê, lê dernakeve ser dare.

Silay mêwan ha we xawenmall. / Destûra mêvên li malxwe ye.

Sillami kurd bê teme niye. / Silava kurdan bê tembîh nabe.

Siwar ta nerrmêd, siwarê hûkare nyewd. / Heta ku siwar nekeve, siwariyê hîn nabe.

Şikayeti gwirg beyde lay pelling. / Şikayeta gurgî dibe ba pilingî.

Şimşêri xas le qillaf nyewsê. / Şûrê baş di kalên de nasekîne.

Ta berzêg nerrmê, çallêg pirrew nyewd. / Heta bilindahiyek hilneweşe çalek tijî nabe.

Ta minall negîrêd, memig le demê nyenen. / Heta zarok negirî, memikî nakine devê wî.

Ta mirdin kirdin. / Heta mirinê kirin e.

Ta rûwî qewalle da ew des, qewzi riwê kirdin. / Heta ku roviyî belge pêşkêş kir, qebza ruhê wî kirin (pirr lêdan xwar).

Ta tüenism nezanism, êrnge zanm imcar nyetüenim. / Dema ku min karibû min nizanibû, niha dizanim îcar nikarim.

Tancî îme, ruwî tu nyegrêd. / Tajiya me, roviyê te nagire.

Tanciyêg we zûr biweney raw, riyey we dar û bincga. / Tajiyê bi zorê (nerazî) bibin rawê/neçîrê, li dar û deviyan mêze dike.

Tenyay irra Xwida xwey xas e. / Tenêtî tenê ji bo Xwedê baş e.

Têr, xewer le wires neyrê. / Têr xeber/ haya wî ji birçiyî tuneye.

Têrêg le wirsigêg firetr xwey. / Têrek ji birçiyekî zêdetir dixwe.

Tîr xen û kewan ewşarin. / Tîrê diavêjin û kevanê vedişêrin.

Tîrêg le xwem ney, le mallhawsa bey, çimay le hûrr key dey. / Tîrekê (guleyekê) li min nedî, li cîranî bidî, wekî ku li telîsê kayê bidî.

Weli gwirga dü xwey, weli miyeya şîn key. / Bi guran re dûv dixwe, bi miyan re şînê dike.

Wetin: jin xwazîde, wet: xwem û dallig û bawgim razî yîm, meniye düete û bawg û dalligê. / Gotin “te jin xwestiye?” got: ez bi xwe û dê û bavê min razî ne, lê maye keçik û dê û bavê wê razî bin.

Wetne esrig/qatir: naw bawgid çes?, wet: naw dalligim mayne./ Gotine hêstirê/qantirê: nave bavê te çi ye?, got: navê diya min mehîn e.

Wextê pes nexweş bû,  kyerd we des firewe bû. / Gava pez dikeve, kêr bi destan zehf dibin.

Xallû wirew xwar aw birdey, xwarza wirew jüer mineyê kird. / Avê xalo ber bi xwarê biriye, xwarza ber bi jorê li dû wî geriya.

Xer bare tifeng bûd, gwirg xweydey. / Barê kerê tifing be jî, gur ê wî bixwe.

Xeri bawgi xwey aw nyey. / Kerê bavê xwe av nade.

Xün we xün pakew bû. / Xwîn bi xwînê paqij dibe.

Xwast çillmê bisirrê, çemê dirawrd.

Xwazê siwarî we bani xeri çerçiyew hûkare bû. / Dixwaze li ser pişta kerê çerçiyî hînî siwariyê bibe.

Xwazî delakî we bani seri keçelli minew hûkare büd. / Dixwazî berberiyê li ser serê min î keçel hîn bibî.

Yekêg agir çê le malê, yekêg melüçig pê birşan. / Yekî agir ket mala wî, yekî din çivîk li serê (wî agirî) birijand.

Yekêg agir çê le mallê, yekê melüçig pê birşan. / Agir bi mala yekî ket, yekî jî çivîk li ser biraştin.

Yekêg gay le naw gayl neü, her du pay wefir bird. / Kesê gayê wî li nava gayan nebû, berfê her du pêyên wî birin.

Zewî sext e, ga le ga nallinêd. / Erd hişk e, ga li gayî dinale.

Zigi wirsî, xün key. / Zikê birçî, xwîn dibe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev