Parlamenterê Kurdê Êzidî madelyeya rêzgirtinê ya Rûsyayê wergirt

Parlamenterê Kurdê Êzidî madelyeya rêzgirtinê ya Rûsyayê wergirt

Pîroz be, Zelîmxanê Eliko Mutsoev!

 

PeyamaKurd – Parlamenterê Kurd ê Êzidî li Parlemetoya Federal a Rûsyayê Zelîmxan Mutsoev, li Koşka Kremlîn a Rûsyayê, madelyaya rêzgirtinê ya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin wergirt.

Zelîmxan Mutsoev ku Kurdekî Êzidî yê niştecihê Moskowê ye, heta niha 5 caran ser hev di hilbijartinên parlementoyê de bi piraniya dengan hatiye hilbijartin.

Mutsoev di hilbijartinên 18ê Îlona 2016an de jî bi piraniya dengan li herêma Uralskê ya Rûsyaya Federal bû endamê Parlementoya Rûsyayê.

Mutsoev yekane kes e ku li Rûsyayê pênc caran ser hev dibe endamê parlementoyê û piraniya dengan bi dest dixe.

Zelîmxan Mutsoev di demên dijwar de jî li kêleka gelê Kurd sekiniye û di dema êrîşên DAIŞê yên ser Herêma Kurdistanê de, bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî pêşkêşî mexdûrên terora DAIŞê kirine.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev