Dengê Pepûkê Haîkûyên Îlona Nû hat belavkirin

Dengê Pepûkê Haîkûyên Îlona Nû hat belavkirin

Pirtûkeke delal ji weşanxaneya NA

 

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka nivîskarê Kurd Ulku Bîngol a bi navê Dengê Pepûkê (Haîkûyên Îlona Nû) ji weşanên « Na”yê hate weşandin.

Sê pirtûkên helbestê û romanek nivîskar berê hatibû weşandin. Ji bo zarokan jî di van rojên nexweşiyê de gelek çîrokên xwe li ser kanala youtube xwendibû. Lê vê carê nivîskar berê xwe daye Haîkûyan.

Haîkû helbesta herî kin û sê risteyî ye û Çavkaniya vê cureya helbestê jî bêjeya japonî ye.

Ulku Bîngol di vê pirtûka xwe de bi xwînerê Kurdî re bûyê rêwîyê zeman û heyaman. Li payîzên qonaxên vala, li Îlona Başûr, li siya darên Kehrîbar, li berêvarên Qesra Îshakpaşa, li şopa gakûvîyên ber bi Xelatê, li Amîd guhdarîya aşê avê, li şopa Alan Kurdî û Kolberan bi peyvan wêneyên lîrîk pêşkeşî xwînerên Kurdî dike.

 

Haîkuyeek ji pirtûka Dengê Pepûkê;

 

Îlona Ba-şûr

Kêr kiş’ya ji kalanê

Dengê Pepûkê

 

Ba dilorîne

Siya darên Kehrîbar

Bajbala, xembar

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev