
Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner
Dema peyva QURBANê tê gotin, her kes dizane ku wateya wê ev e: Serjêkirina sewalekê di roja cejnê de.
Yanî, ez roja cejnê sewalek serjê dikim û goştê wê didim jar û belengazan, da Xweda min ji agirê dojehê biparêze û bişîne behêştê.
QURBAN, ji bapîrê me yê peyamber Berhîm Xelîl dest pê bûye, dema wî xwestiye kurê xwe Smayil serjê bike, lê bi fermana Xwedê Cebrailî jê re beranek aniye û kurê wî ji serjêkirinê felat bûye.
Dema dayik dibêje zarûka xwe: Ez bi qurban!
Yanî dibêje: Ez ji bo te bimrin, lê tu bijî.
Dema xortek bêje evîndara xwe: Ez qurbana te bim!
Yanî dibêje: Ez ji bo te bimrin, lê tu bijî…
Dema yek roja cejnê sewalek serjê dike, bi xûta ku belkî Xweda wî/wê ji bo vê sewalê, ji agirê dojehê rizgar bike.
Wateya peyva QURBANê ya ferhengî ev e:
Qurban ji QURBê hatiye.
Qurb ji QERÎBê ye.
Wateya Qerîbê ya kurdî, NÊZÎk e. Yanî nêzbûna hevûdu…
Îcar dema meriv xirêk dide, ango sewalekê ji bo Xwedê serjê dike û goştê wê dide jar û belengazan, ew jar û belengaz jî têr dibin, xwediyê wî goştî dibe xwediyê xêreke mezin û nêzê Xwedê dibe.
Wekî din, di erebî de jê re navekî din nehatiye dîtin.
Lê dema peyva QURBANê tê gotin, wateya NÊZbûnê nayê bîra çu kesî…
Riataza