MIŞK ÇAWA PISÎK FETISAND?

MIŞK ÇAWA PISÎK FETISAND?

Abdurrahman Benek

 

Min ji kalemêrekî 105 salî guhdarî kir. Her tiştek li ber çavên wî diqewime.

1940 û wan salana, nan, hele nanê genim pirr bi qiymet e. Çimkî salên xelayê ne. Yanê tunebûn e. Birçîbûn e. Xizanî û malwêranî ye. Wê wextê nanê genim tu bigirî bibî bidî zêrker, wê nanê te bigire, gramek zêr bide te. Ewqas di hukmê zêr de ye. Gellek malbat berê xwe didine binxetê, alîyê Sûrîyê.

 

Herkes zor bela nanê garis bidest dixe. Ew jî sade ne nanê garis. Pirr tiştan tevê dikin, dihêrin, pê nan çêdikin ku li mal zar û zêçê birçî zikê xwe têr dikin.

 

Li gundekî nav ne lazim, bi navê Mihemed belengazek hebûye. Ew, jina xwe û heft-heyşt jî zarok, bi hev re malbatek bûne.

 

Li ser darê dinê, zevîyekî biçûk yê Mihemed hebûye. Belengaz radibe garis diçîne. Hêvîya xwe li Xwedê û wî garisî ye.

 

Garis bejn dide û tê li ber seridandinê disekine. Yanê êdî malê xwarinê ye. Camêr her roj diçe, qontrol dike û sebra xwe pê tîne. Heta li cîrana hinek nan û xwêya dinê deyn dike, li ser hesabê garisê xwe.

 

Rojekê diçe nav zevîya xwe, dibîne ku hinek garisê wî xwarine. Dîn û har dibe. Hemû hêvîya xwe ew garis e ku komke, bihêre, bike nan û malbata xwe ji birçîtîyê xilas bike. Heta ku derîyekî xêrê bi wan re vedibe.

 

Roja din tê, dîsa heman tiştî dibîne. Hinekî din garisê wî xwarine. Naçe malê. Xwe li çimekî zevîyê vedişêre. Heta wextekê xwe dide ber. Û dibîne ku mişkek hat, mişkekî gir, dest bi xwarina garisê wî kir. Ew garis ku rizqê zar û zêçan e. Hêvîya salekê ye. Gellekî bi hêrs dibe.

 

Radibe dide dû mişk. Mişk direve dikeve qulika xwe. Mihemedê reben, darekî di qulika mişk da dikute. Em dirêj nekin, çi dike nake, welhasil mişk digire.

 

Naxwaze hema mişk bikuje. Dixwaze bi awakî din mişk ceza bike. Çimkî mişkê heram çav berdaye nanê wî. Ev jî di wan rojên teng de nayê qebûl kirin.

 

Mişk dike telîsekî û dibe gundê xwe. Gundî li serê wî dicivin. Dibêje, “gelî gundîya, pisîkê we kê heye?” Hesen, Husên, Elî, Welî, Evdila, Sadûla û çend gundîyê din dibêjin “pisîka me heye.” “Baş e” dibêje. “Hûn kî bi pisîka xwe înane ku wê karibe mişkê heram bifetisîne.”

 

Herkes dibêje pisîka min. Ma mişk çî ye ku bi pisîkê kanibe. Ma kê dîtiye û bihîstiye ku mişk pisîk kuştîye. Qula mişkê bo pisîkê nîne ku, li ber pisîkê bireve, têkeve qulika xwe, canê xwe bifilitîne. Ma kê dîtiye û bihîstiye ku berxê gur kuştîye, ku em îna bikin mirina pisîkê bi destê mişk be.

 

Gundî, pisîka herî xurt, gir û ciwan hildibijêrin. Mihemed zembîleke mezin tîne. Li ber çavên gundîyan, pisîk û mişk dixe bin zembîlê û kevirekî gran dide ser zembîla xwe. Ew deqe di bin zembîlê de qiyamet radibe. Teq û req û beq û gurpegurp. Ma mişk û pisîk, qet li kêleka hev dikarin bimînin. Kê dîtiye û bihîstiye ku berx û gur li kêleka hev sekinîne. Carê mişk ketîye ber lepê pisîkê, ma qet efû dike.

 

Ji ser kêf û coşa Mihemed re jî tu kêf û coş tune. “Kero” dibêje, “tu garisê min dixwî ha, de here te bela xwe dî.”

 

Neh deh deqa şunda, teq û reqa bin zembîlê disekine. Gundî dibêjin “Mihemed, çavê te ronî. Te mişkê heram ceza kir û tu jê xelas bûyî.”

 

Dibînin ku xwîn di bin zembîlê de diherike. Gundîyek dibêje, “xwîna vî mişkî mirdar çiqas reş bûye.” Yekî din dibêje, “erê wele, herhal pirr garisê Mihemed xwarîye.”

 

Mihemed kevirê ser zembîlê radike. Gundîyek jî zembîlê hildide. Gundî bi çavên xwe îna nakin. Herkes şaş û metal dimîne. Ew jî çî ye? Mişk li ser xwe ye. Pisîka reben, di nav xwînê de bêcan li erdê ye.

 

Mişkê heram pisîka reben di nav xwînê de hîştîye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev