
Em carek din helbestvanê xwe yê mezin bîr bînin
Amadekar: Ömer Faruk Feyat
¤¤¤
Na, ez hiz nakim soqaqa ker-lal,
Soqaqa mîna tendûra sik-sar,
Soqaqa mîna zenglê bê ziman,
Mîna çyaê rût bê çayîr-çîman…
Ew çi soqaq e, lê neê qûjîn,
Avto, maşîne lê nekin gujîn…
Û tê da neê dengê tifalê,
Dayîk nebeze û neçe balê…
Ew çi soqaq e, ku dar ker-lal bin,
Û dar, û kevir tê da pîr-kal bin…
Na… Ez hiz nakim soqaqa ker-lal,
Soqaqa mîna tendûra sik-sar.
Û bira kanî wir bike lîlîn,
Bira biqûje baê har û dîn,
Bira tê da bê qûjîna zurnê,
Bira bigere govenda dinê,
Bira bikenin wir bûk û zava,
T’eva muhbetê lê neçe ava…
Tê da bê dengê çivîka seme[1],
Kanî bibriqe mînanî qeme.
Darê dor xwe ra bikin galegal,
Û ew bibihên çîrokê delal…
Û ro birêse teşîya xwe zêrîn
Li ser sûretê kanînga zîvîn.
Lingê xwe bişon darê dêmhêşîn,
Û gulîê dara ba bigre bikşîn,
Û dar biwestin li devê cewê,
Şîrin û şîrin bikevin xewê,
Û bengîê wan be taê rihanê,
Û dinê hilde bîna piltanê…
Dar bivîn xewnê hikyat û zêrîn,
Û ji şabûna ew bikin qîrîn.
[1] seme: gêj, gêjik
TU MIN HIZKE…
Te hizdikim, te hizdikim, qîza qenc,
Ezî xortim, ez cahilim, ezî-genc.
Tu, ku têî, dimilmilî, dimeşî,
Sîûsê gulî, nav milê te, tîş-tîşî.
Tev bedewya dêmê nazik, xevxevê
Gerdenîê te diteîsin ber t’evê.
Tu çi kêfî, tu çi eşqî, tu-çi şa,
Dihingêvî, dihelînî dilhişa.
Gerden gazî, gula nazî, gula-nûr,
Ez nexweşim, ez serxweşim huba kûr.
Dêmê gulav, huba alav, huba dil
Ewqas şayîr, ewqas dengbêj û bilbil,
Hîştin sefîl, hîştin m’erûm, hîştin jar,
Birne gorê qîz û xortê bê pergal,
Çiqa bilbil, çiqa şarûr û dengbêj,
Ku bên-herin û derbaz bin, bibin kêş;
Tu yek wana, tu yek wana nikare,
Bi kilamê huba dinê xilaske:
Hub, ku heye, him okîane, him b’ere,
Ka sobekar, b’er-okîana meqeske?
Tu min hizke, tu min hizke, qîza qenc,
Ezî xortim, ez cahilim, ezî-genc;
Serî hube, serî dile, ez û tu,
Ku em şabin, bextewarbin tev hevdu…
Riataza