Șemoyê Hemo Têmûrov (1898-1966)

Șemoyê Hemo Têmûrov (1898-1966)

Eskerê Boyîk

 

Salên 1914-1920 î ji bo Êzdîyên Serhedê dema here dijwer bû. Șerê cihanê yê ewlin dinya tev li hev kiribû, herêma Serhedê bûbû meydana șer û dewên xezeb. Roma reș, wek lêya zulmê berbi Kovkasê dikșîya û li ser rêya xwe ҫi hebû wêran dikir. Salên ji alîyê Tirka va komkujîya Ermenîya û Kurden Êzdî bû. Êzdîyên Serhedê li ber pirsa hebûn-nebûnê sekinî bûn. Cînar jî wan hatibûn xezebê. Erd li bin lingê wan da dișewitî. Cihanê da kes haj tragêdîya Êzdîyan nîbû. Heta medîya Ermenîya jî derheqa hevkarên xwe yê Êzdî da nedinivîsîn. Tu piștgirî, alîkarîya madî û moralî wan ra tune bû. Xelkê milk û mal, gund û warê xwe hîștibûn, bo serê xwe û nefera xilaz bikin direvîyan Ermenistanê û Gurcistanê. Xelayê, nexweșîyan wek șûrê dudev gel dibirî. Hêzên Êzdîyan jî tevî Ermenîyan dijî Tirkan șer dikirin, lê qewat ew nîbû, ku ber wê xezebê bigrin.

Rûsîyayê da, ku berê ew herem bin perê wê da bû, Șorișa Komûnîsta/Bolșêvîka ser ketibû, șerê bajarvanîyê bû, Rûsan mecbûr hêzê xwe ji wê heremê kișandibûn. Ҫiqas jî Rûsîyayê da hal xirab bû, lê di nava hukumdarîya Komûnîsta, ya nû da tevgerek ji bo ҫareserkirna pirsên miletîyê, ҫaranûsa gelên bindest û kêmjimar rojevê da bû.

Wê demê gelek sîyasîyetmeder, rewșenbîr, șorișvan, pêșîkêșên gelên Kovkasê ҫaranûsa gelê xwe Rûsîyayê û hukumdarîya komûnîsta va girê didan. Ji wan yek jî Șemoyê Hemo Têmûrov bû. Șorișvanê, ku hela hê 20 salî jî nîbû, xwe avîtibû nava wê tevgerê. Bûbû șorișvan, sîyasetmedar, serleșker û berdevkekî wê sîyasetê.

 

***

Șemo Têmûrov, sala 1898 a, li gundê Eslanlûyê, qeza Surmelîyê ji dayîk bûyê. Wê demê dewleta Rûs, li gundê Êzdîyan, Zorê da, bo zarokên Kurdan dibistana zimanê rûsî vekiribû (1904). Șemo dibe șagirtê wê dibistanê. Derheqa xwendin, jêhatin û zîrekya wî da, kurapê wî, șagirtê wê dibistanê Feyzo Beg1, bîr tanî ku Șemo di nav șagirtên dibistanê da, bi xwendina xwe berbiҫav diket, li nav gêncên heremê da sîyar û nîșandarekî weke wî tune bû, culet û bê tirs bû. Dersdarên dibistanê, xazma rêvebirê mektebê yê ewlin Bagrat Xarîbcanyan2, guhdarîke mezin datanî ser șagirtê jêhatî. Bagrat Xarîbcanyan wê demê șoreșger-komûnîstekî naskirî bû. Șemo zarotîyê da, wî va tê girêdan, dikeve nava wê tevgerê. Şorișvan, sosyalîst, evdên wê demê yê eyan ra dibe nas, tevî șerê Serderabadê dibe. Wî șerî da bi mêrxasîya xwe berbiҫav dikeve. Wura ew Hovhanês Baxramyan 3 (pașê Marșalê Yekîtîya Sovêtê) û gelekên din ra dibe nas. Bi aktîvî tevî șerkarîya damezirandina qeydê Sovêtê li komarên Gurcistanê û Ermenistanê dibe 4.

Sala 1921 ê desteya sîyarên Kurdan (êskadiron), bi fermandarîya Șemo Têmûrov tê damezirandin. Êskadiron tevî Ordîya Sor dibe, jibo altindarîya qeydê sovêtê komarên Kovkasê da bi mêrxasî șerkarîyê dike. Ji wê demê da Șemo Têmûrov wek fermandarekî jêhatî tê naskirin5.

Sala 1922 a dibe berendem, lê 1924 dibe endemê partîya Komûnîstyê. Wek kadirekî wê demêyî zane û aktîv tê naskirin. Komîtêya Navendî ya Partîya Komûnîstyê ya Pișkovkazê (Wê demê rêspûblîkên Pișkovkazê ji wê merkezê dihatin rêvabirin) wî dișînine Ermenistanê ku nava Kurden wê rêspûblîkayê da xebatê bike. Berê wek înspêktorê qeza Gumuryê (Lênînakanê) yê partîya komûnîstîyê, pașê înspêktorê Komîtêya Navendî Partîya Komûnîstîyê yê komara Emenistanê dixebite, zûtirekê wî kivș dikin katibê ewlin yê partîya Komûnîstîyê yê nehîya Hecîxelîlê, kîderê 12 gundên Kurdên Êzdî hebûn6.

Wan sala, hema li wê nehîyê û zozanên ҫîyayê Elegezê (Dîsa ew nehî ye) ҫend caran Konfêransên Kurdan, yên dîrokî tên organîzekirin. Kê, pirî hindikî haj xebata serokatîya nehîyên weletê Sovêtê heye, dizane di organîzakirna ҫalakyên wusa da rola serokatîya nehîyê, xazma katibê ewlin ҫiqas mezin e.

Van xebata da ew her tișt dike ji bo gundên rêspûblîkayê, bi tebyetî yên kurda da vekirina mekteba, kilûba, hildana nexwendîtîyê, șerkarî dijî edetên kevne ziyandar, parastina mafê jinan, ҫêkirina gundên nû, xweșkirina halê binelîyan.

Ședê wê dimê ji bîr tanîn, ku Șemo Têmûrov li hemû gundê Kurdan yê li Ermenistanê digeriya, dijwerîyan dihisya, hewl dide ҫiqas kare alî wan bike. Guhdarîke mezin datanî li ser pirsgirêkên jinan. Bîr tînin, sala 1926 a 11 meha Adarê șêwrdarîya aktîva gundê Camûșvana mezin da /Elegeza niha/ bi xeberdan pêșda tê, guhdarîya hazira dikșîne ser parastina mafê jinan, di nav wan da hildana nexwendîtiyê7.

Sala 1928 a meha hezîranê biryar tê standin elfeba zimanê Kurdî li ser girafîka latînî bê demezirandin, ji bo wê xebatê komîsyonek tê sazkirin. Navê wê komîsyona cabdar, tevî wezîrê ronkayê yê Komara Ermenistanê Askanaz Miravyan, nivîskarê Kurd Erebê Șemo wusa jî Șemo Têmûrov bû 8.

Wan sala ew tê bijartin wek dêlêgatê Hemcivîna Komîtêya Navendî ya Partîya Komûnîstyê /Bolșêvîkyê/ Ermenistanê û Pișkovkazê. Salên 1925-1928 a endemê Komêya Navendî Partîya Komûnîstê Ermenistanê bûye 9.

Hukumdarîya Welatê Sovêtê guhdarya mezin datanîli li ser pirsên parastina welêt, di cêrgên Leșkerên sovêtê da hazirkirin perwerdkirina leșkeran ji gelên kêmjimar. Bi wî meremî, sala 1929a, di nava alaya (dîvîzîya) Ermenîya da desteya (vașta) Kurda tê organîzakirin. Fermandarê kîjanê Șemo Têmûrov bû. Bi saya fermandar, demeke kin da, Bêlûka kurdan, ne tenê nava wê alayê da berbiҫav dikeve, lê nava temamîya leșkerên herêma Pișkovkazê da dibe koma here serketî.

Sala 1932 a rojnema „Karmîr Zînvor“ (Leșkerê Sor) derheqa wan da dinivîse: „Îsal payîzê di cêribandinê hazirîya leșkera ya salê da, hevalê Têmûrov bi bêlûka xwe va berbiҫav ket. Ji bo wê pêșketinê leșkerên temamya bêlûkê hêjayî sipasnema serokatyê û 500 rûb dîyaryê bûn“10.

Sala 1934 a Bêlûka wî dîsa hêjayî qîmetê herî bilind û pesindayînê dibe. Wan sala li Moskivayê kûrsê fermandarîyê, debas dibe, serokatîyê hêzên sînotxweyîkiryê dike. Tevî herba cihanî ya duda (șerê Wetanîyê) dibe. Sala 1945 a dibe komêndatê bajarê Almanîyayê Baytênê11.

Ji bîranînên dost, heval û ședên wê demê, em pê hisyan ku fermandarê jêhatî bi fanatîkî îdayên komûnîstyê û sîyaseta deshilatdarîya Moskivayê bawar dikir, xwe bi temamî diyarî parastina wê îdîologîyayê kiribû. Dema herba navbera Naziyê Almanîya û Dewleta Sovêtê da dest pê dibe ew lawê xweyî 17- 18 salî, bi rezadilî dișîne meydana șêr. „Șemo dixwest lawê me bibe fermandarekî mezin,- pîreka wî, xalojina Haykûș bi keser bîr tanî,-Arabҫîkê me zû șihîd ket. Ji wê caba reș debeke giran Șemo ket, ew zilamê wek ҫiya șikest…“

Ji pey șêr ra Șemo Têmûrov karên leșkeyê ye cuda dike, bajarê Lênînakanê (Gumurîyê) da, kîderê malê va dijît, wek serokê deșîxaneke avtotransportê dixebite. Bi aktîvî tevî karê bajêrî civakî dibe.

Sala 1966 a, li bajarê Gumuriyê /Lênînakanê wefet dibe. Gilî dikin ku ji bo wefata wî, ji gelek serokfermandarên welatê Sovêtê yê bi nav û deng, wusa jî Marșalê dinêeyan Hovanês Baxramyan têlêgramê serxweșîyê hatibûn șandin… Di wan têlêgirama da karê ewledê gelê me yê hêja bilind dihate nirxandin, qImetekî hêja didan xazma mêrxwesî û șûreta wî ya fermandaryê.

Heyf derheqa kar û jîyana wî da tu lêkolîneke pirî-hindikî hêja nehatîye kirin.

Ҫi jî hebe êmekê fermandarê Kurd ji alîyê Partiya Komûnîstyê û welatê Sovêtê da bilind hatîye qîmetkirin. Hêjayî rewayê welêt yê here bilind: ordênên Stêrka Sor, Ala Sor ya Komara Armenistanê û gelek mêdal û rewayê din bûye 12.

***

Ez û Ahmedê Gogê, kutxatîyê xwe timê diҫûn e gundê Șamîranê. Șamîran gundê mala bavê Ahmed û yê malxalanê min bû. Kurxatiyê min rêdaksya Radîoya Yêrêvanê para axaftinê Kurdî da dixebitî, pașê bû serokê wê parê. Ji pey komkujî û reva salên 1914- 1920 î Êzdîyên Surmelîyê, êla Hesinîya, hatibûn gund û qiclên Ermenistanê yê pala ҫiyayê Elegezêye vala da binecî bûbûn. Binelîyê gundê Eslanlûyê gundê Șamîrana vala, sala 1920 î, ji xwera bi seroketya Ȗsiv Beg ava kiribûn. Mirovatîya rehmetîyê Șemo Têmûrov jî hîmlî vî gundî da bûn. Gelek bîranînê min bi vî gundî va girêdayî hene, lê ev nivîsara min li ser Șemo Têmûrov e. Min û kurxatîyê xwe dixwest derheqa Șemo da agahdarîyên berfire berev bikin, da ku pașê lêkolînekê binivîsin. Wura kurap, hevalê wî yê mekteba Zorê, mirovê nêzîkî malbeta wan hê zêndî bûn. Rehmetyê Feyzo beg, ku dibistana Zorê da xwendibû û rind rûsî diaxivî, ҫîroka wê dibistanê û derheqa Șemo da qenc zanibû. Ew û Șemo him kurap bûn, him jî hevalê zarotîyê û dibistanê. Bi gotina Feyzo begê, hesabê șagirtê dibistanê digihîște nêzkaya 60 zarî. Șagirt Kurdên êzdî û musulman bûn. Xwendin heta Koma 5 a bû. Șagirt dibistanê da diman: dixwendin, xwerin, radizan-rabûna wan gișk li wur bû. Sala 1914 dema Rûsyayê da tevlihevî ҫê dibe, dibistan bela dibe. Xalê Feyzo begê navê hinek xwendevanê dibistanê bîr tanî: Elîxanê Ȗsiv begê, Mecît begê Esed axa, Feyzoyê Emer axa, Elîyê Ȗsivê Xwedo, Egîtê Elî, Mistoyê Pîr Abasê, Ahmedê Simo, Șêx Silo, Gogêyê Ûsivê Xwedo, xortên mala Kosa, Memedê Elî begê, Keremê Hemîd begê (Șamșadînov), Elîyê Biҫûk û gelekên din.

Wê demê cwamêrên maqûl di Șamîranê da gelek bûn. Wan teva dema dbistana Zorê bîr tanîn, berê ewlin navê Șemo digotin.

-Sala 1914 a dema dest bi qir-birê bû Șemo wunda bû, me nizanbû li ku ye. Ji pey șerê Serderebê ra navê Șemo hate meydanê. Me bihîst Șemo tev komên Ermenîya, wî șerî da mêrxwesîya ecêb kirye,-Feyzo beg digot,- dostanîke xurt navbera wî û Marșal Baxramyan da ҫê bûbû. Hemin dema Sovêtê Șemo karê bilind dikir. Du zarê wî hebûn. Lawek û keҫek. Navê Lawik Ereb bû, jêra șîrnayî digotin Erebҫîk. Xortê wusa bedew, aqil, bejin û bal tune bû. Nû mekteb xilaz kiribû. Ҫawa șerê wetaniyê dest pê bû Șemo bi rezadilî kur șande șêr. Kur ҫû û nehet…

-Sala 1914 da, Șemo ҫûbû gihîștibû eskerê Rûsa, komûnîsta. Salê Sovêtê yê ewlin, derge-dîwana da xêncî Șemo ji Êzdîyan kes tune bû, yê herî kivș Șemo bû,- Xalê Gogê bîr tanî,- dema sala 1966 Șemo ҫû rehma Xwedê Marșalê welatê sovêtê Baxramyan têlêgirameke gelekî xemxur șandibû.

-Șemo, vê dewyê zû dihate gund,- Keremê Ereb digot,- Mirovekî pir dilsax, helal, komûnîstekî pir amin bû. Sonda wî serê Lênîn û Stalîn bû, heta kurê xwe jî da wê rihînê. Lê kirina wî pak mehate șêkirandin.

Hesenê Egît begê, Esedê Pîr Ȗsiv, Letîfê Eso, Hesenê Pîr Efo, Mecîtê Elîxanê Ȗsiv begê, Ȗsîk Ҫerkez, Zurbeyê Șemo, Șașîkê Ahmed û gelek-gelek maqûl û cwamêrê Șamîranê dora me digirtin, rehma Xwedê wan be. Ew pirtûka dîroka Êzdiyan ya zêndî bûn. Sed heyf bîranînên wan nehatine nivîsar…

***
Me dixwest têlêgirama Marșal Baxramyan ku ji bo wefata Șemo Têmûrov șandibû bidîta. Rojeke payîzê ez û Ahmedê Kurxatiyê xwe rabûn û ҫûnê bajarê Lênînakanê (Gumurîyê) mala rehmetîyê Șemo.

Pîreka Șemo Ermenî bû. Navê wê Haykûș bû. Ahmed rind xalojinê ra nas bû. Xalojn gelekî bi ҫûyîna me kêfxweș bû. Dihate texmînkirin ҫûyîn-hatina wê li Șamîranê, malbavanên Șemo ra hebû. Derheqa teva yek-yek dipirsi. Ji mera ҫay danî. Pașê em hatin ser me’niya ҫûyîna xwe.

-Dostanîya wî û Îvan13 gelekî kevin bû. Ew dostanî, șerê dijî Tirkan, salên demezirandina qeydê sovêtê yê ewlin da dihat. Komûnîstê kevn bûn. Tev dijî dijminê Sovêtê șer kiribûn. De Îvan Baxramyan bûbû mirovekî gelekî mezin û eyan. Wî Șemo ji bîr nedikir. Vê dewyê dema dihate Ermenistanê, temya me timê dida serokên Ermenistanê. Xeysetê Șemo bû tu tișt ji kesî hîvî nedikir. Wextê Șemo mir, Marșal pê hesaya bû, têlêgirama serxwesyê șand…

-Jin xal gelo ew têlêgieam we xweyî kirye? -Ahmed jê pirsî,- dibe li nav kaxazê xalê Șemo da maye?

– Na ji pey mirina Șemo ra, xêncî van kaxaza tiștek ne maye,- Xalojinê hinek kaxaz anî, danî ser texte, ber me.

– Hûn kaxaza binhêrin heta ez karê xwe azpêjxanê dadikim.

Di nav kaxaza da dokûmênteke bi daktîloyê, bi zimanê ermenî nivîsar hebû. Weke 5-6 pera bû. Bîografîya Șemo bû û pir hewaskar bû. Derheqa jiyana wî da her tișt bi kurtî têda hebûn. Kaxazê din bêkêr bûn.

-Eva jî hema ji mera pêwîst e,- Ahmed got, kenîya.- Kurxatî em nekine ҫeltê xwe. Xalojin qet tê jî dernaxe…

-Na bira, ew dibe weke dizîyê. Wekî em jê bixwezin, xalojinê ҫi bêjê? Em dikarin kopîya wê ҫêkin û pajda bișînin.

Hema wê drmê jin û zilamek, hatine hundur. Keҫa Șemo û zilamê wê bûn. Herd jî serxweș, nikaribûn xwe li ser piya bigrin. Ne silav, ne tișt, bi șer hatine me.

-Hûn dixwezin ser navê bavê me pera bixebitin, xwe mezin bikin…

Kaxaz ji ber me top kirin, birin. Haykûșa feqîr kete navbera me.

-Lêna, evan mirovên mene, xerib nînin…

Lêna û zilamê xwe serwext nebûn…

Me hîșt derketin. Ҫi derketin, wana em ji malê derxistin.

Ahmed bi ken minra got:

-Eva jî helalya te kurxatî…

Wusa jî ew dokûmênta giranbiha, ji rûyê „dilsaxî û helalya“ min, ji destê me ҫû.

Êdî lingê me li Gumrîyê neket.

***
Despêka sala 1970 î min û kurxatîyê xwe, ser navê min fermandarê mezin, Marșalê Walatê Sovêtê Hovhanês Baxramyan ra neme nivîsî. Min nivîsî, ku ez xarzîyê Șemo Têmûrov im, nivîskar im, dixwezim derheqa Șemo Têmûrov da pirtûkekê binivîsim. Min bihîstîye ku hûn xalê min nas dikin, hîvî dikim, eger zehmet nîbe, fikra xwe derheqa wî da ji min ra binivîsin.

Sala 1970 î 6-meha Adarê, bersîveke gelekî bi serecem û delal min ji Marșal stend.

Wusa jî ji min ra lihev nehat derheqa wê nemê û Șemo Têmûrov da tiștekî binivîsim. Nema me șandî jî, bersîv jî cem Ahmed bûn. Ahmed dixwest di werê pêdagogyê xebata doktorîyê binivîsya, dixwest derheqa dibistana Zorê, Șemo Têmêrov da ji binivîsya. Gotareke wî bi zimanê Ermenî, Kovara „Sovêtakan Mankavarj“ (Dersdarê Sovêtê) derket, kopîya bersîva nema me, ya me ji Marșal standibû têda bû. Ahmed ji wê Kovarê yek da min. Dema ez destguhestî Ewropayê bûm, tevî gelek kitêb û belgeyê arșîva min, ew kovar jî wunda bû. Min û Ahmed jî êdî hev nedît. Min dûrva bihîst ku Kurxatîyê min, birayê minî hizkirî sala 2003 a, li Yêrêvanê ҫûye rehma Xwedê…

Ahmedê Gogê, pirtûka xwe ya bi navê „Dengê Kal bavê me„ da derheqa wê nemê da wa bîr tîne:

„Șemoyê Hemo hê berbiҫaev bû, xazma wextê êskerîyêda qulix dikir. Derheqa vê dereca șûxulkirina wîda xweș gotîye Marșalê Tifaqa Sovêtîê, serekqumandarê dinê eyan Baxramyan nava nema xweda, ku ser navê șayîrê hizkirî, ulmdar Eskerê Boyîk nivîsîye“.

„Ew wê nema xweda dide kivșê: „… Salêd berî testîqbûna qeydê sovêtîyêye ҫetinda Șemo Têmûrov alaya ermenîyaye sîyaraye ewlinda bi mêranî șer kirye miqabilî ordiya Tirkyayê û nava teșkîla alayê da hurmeta mezin dest anîye…“

„Baxramyan derheqa efatîya Șemo Têmûrove șerê wetaniyêyî mezin da dîsa wê nema xweda wa dinivîse: „… Șemo Têmûrov xwexwa nava cêrga șerkarên ewlin da bû bona azadî û serbestîya welêt. Ew bi qulixkirina pirsaleye temizva layîqî navê podpolkovnîkyêyî 14 bilind bûye, gelek ordênêd hukumatêva hatîye rewakirinê“.

„Ev neme Eskerê Boyîk sala 1970 êyî 6 ê meha adarê ji Marșal stendîye „.

Ahmed pirtûka xweda dinivîse: „Ji pey vê nemê ra, neh sal șûnda minra li hev hat rastî Marșal bêm. Li bajarê Yêrêvanê Înstîtûta Marksîzm-Lênînîzmê da ya rex komîtêya merkezîêye patîya Tifaqa Sovêtyêye komûnîstîyê rasthatin hatibû teșkîlkirinê tevî Marșal. Li wir ber gelek giregiran min jî pirs dayê, ku sala 1918 șerê Serderebadê da, șerê miqabilî eskerê Tirkyayê kurdên Êzdî ҫawa dikirin șer? Marșal hahanga caba min da û min dengê wî li ser qeytana magnîtafonê nivîsî. Ewî got, wekî Șemo Têmûrov rind șer dikir, gazî êzdiyan dikir, ku mêrbin, revê li dijminxin „.

„Wî ҫaxî êzdiya digot: „Ermenî padșa, êzdî rezedilvan“. Di nav șerkariya êzdiyaye miqabilî dijmin Șemo Têmûrov șuxulekî mezin kir“14. 

Cavkanî:

1.Feyzo beg, maqûlekî êla Hesinya, binelyê gundê Șamîranê, kurê apê Șemo Têmûrov, dibistana Zorê da tev xwendibûn. Salê 1965-1970 î min ew dît, emrê wî 70-salî derbas bû.

2.Ahmedê Gogê, Dengê kal-bavê me, Êrêvan, 1997, rû 63; 64.

3.Hovhanês Baxramyan, ewledê gelê Ermenî, yek ji serfermandarê dewleta Sovêtyê yê herî mezin, Marșalê welatê Sovêtê, Mêrxasê welatê Sovêtê yê ducare. Xêrxwezekî gelê me. (1897-1982).

4.X.M. Ҫatoyêv, Kurdê Ermenistana Sovêtê, bi zimanê rûsî, Yêrêvan 1965, rû 37. N.X. Maxmûdov „Gelê Kurd“ bi zimanê Ermenî, Yêrêvan, 1959. ru 228.

5.X.M.Ҫatoyêv, Șorișa Oktyabirê û Kurdê Yekîtîya Sovêtê, Welat û gelê rojhilata nêzîk û navîn, Berevoka gotara yaVII a ya Înstîtûta Rojhilatzanyê ya Akadêmîya Ermenistanê, Yêrêvan 1975, rû 20.

6.X. M. Ҫatoyêv, Beșdarbûna Kurdê Yekîtîya Sovêtê șerê wetanyê yê mezin 1941-1945, Yêrêvan, 1970, rû 69.

7.Ҫavkanîya 2, rû 67.

8.Eskerê Boyîk, Bi kurtayî dîroka Êzdiyên Ermenistanê, Weșenên J&J, Ankara, 2016, rû 188.

9.Ҫavkanîya 6, rû 67.

10.N. Maxmûdov, Gelê Kurd, bi zimanê Ermenî, Lêkolîna dîrokî, Yêrêvan, 1959, rû 243.

11.Ҫavkanîya 6 a, rû 69

12.Dîsa li wur.

13.Rûsa wusa Marșal Baxramyan nav dikirin.

14.Çavkanîya 2 a, rû 64.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev