
Federasyona Kurdên Sovyeta Berê û Yekitiya Kurdên Qazaxistanê “Berbang” xemgîn in
Em ji Xwedê hatine, emê herin ba Xwedê.
Me bi dilekî xemgînî bihîst ku Rêberê Rûhanî yê Êzîdiyan Şêx Xirto Hacî Îsmaîl (Baba Şêx) li paytextê Kurdistanê Hewlêrê rehma Xwedê kiriye.
Baba Şêx mirovekî henûn, dilsoz, aştîxwaz û civathez bû ku ji hemû ol û neteweyan hurmeta kesan jê re hebû. Em bixwe jî şahidê vê yekê ne ku ew dilşewatekî milet bû. Îro miletê me rêber û rêzanekî xwe, ewled û pêşewitiyekî xwe winda kiriye. Bila serê gelê kurd bi tevahî û serê civaka kurdên me yên êzîdî bi taybetî sax be.
Ez li ser navê Yekitiya Federasyona Komeleyên Kurdan li Seranserê Sovyeta Berê û Yekitiya Kurdên Qazaxistanê “Berbangê” ji malbata wî, hemî xelkê me yê êzîdî re sersaxiyê dixwazim.
Xwedayê Dilovan bila Baba Şêx bi behişta xwe ya baqî şa bike.
Sed korayî…
Kinyazê Îbrahîm,
Akademîsyen û Profesor
Serokê Federasyona Kurdên Sovyeta Berê
Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê “Berbang”