
Me bi dilekî kovan behsa derheqa qedemguhastina rêberê ruhanî yê êzdîyan Baba Şêx (Xurto Hecî Îsmaîl) bihîst.
Ew bo bawermendan mînakekî dilovanîyê û dilrehmîyê bû, ber Xwedê duaçîyekî rasteqîn bû.
Qedemguhastina wî derbeke giran bû bona hemû bawermendên dînê êzdî li tevaya cihanê û herwiha bo temamîya gelê kurd.
Ewî bi helalî û serbilindî qulixî miletê xwe kir, dû xwe ra şuxulên qenc hîşt, ku wê herdem jî ji mirinê xurttir bin.
Bîranîna wî ya geş wê heta-hetayê di dilê wan hemû kesan da bimîne, ku wî nas dikirin û karê wî yê pîroz qîmet dikirin.
Baba Şêx di nava gelê kurd yê pir olî da sîmvola yekîtîya gelê kurd bû, nîşana berbihêrîyê, dilovanîyê û hevgirtinê bû.
Baba Şêx di rojên oxirmên giran da bo olka êzdîyan hêvî û piştovan bû.
Ezê tu caran rasthatinên xwe yên bi wî ra li Moskvayê û Kurdistanê jibîr nekim. Me derheqa pirsgirêkên êzdîyan û rêyên çareserkirina wan da gelek xeberdaye. Ewî rind derc dikir, ku lazim e di dînê êzdîtîyê da çend rêforman bikin. Germaya destên wî wê herdem bi min ra be. Ji wî gûl û nûr dibarî.
Ez serxweşîyê didim hezkirîyên Baba Şêx, hemû êzdîyên cihanê, tevaya gelê kurd.
Rêvebirê Civaka Piştevanî û Hevkarîyê bi gelê kurd ra – Yûrayê Şamil Nebîyev