
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûpanzdeyan me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend stiranên bi sernavê tevayî ”KILAMÊD GOVENDÊ” raberî we bikin. Îro em beşa wê a çaran çap dikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Lo dilo yeman
Lo dilo yeman, yeman
Ha li me çûne sal û zeman
Xelq zewicî, hîvîya te mam.
Xortê me çûne, kalê me man
Ji papaxreşa kes tê neman.
Lo, lo dilo, dilkê karê
Agir ketîye koka darê
Dişewite kirasê yarê.
Lo dilo, lo, dilkê berxê
Agir ketîye koka merxê
Dişewite kirasê Zelxê.
Lo, lo dilo, dilkê mîyê
Agir ketîye koka bîyê
Dişewite kirasê Zerîyê.
Lo, lo dilo, virda, virda
Çi serdilka serê dilda
Min ramûsa, çiqayî gul da.
Lo, lo dilo, aranîyo
Çîçike berfa zozanîyo
Ha li ser sîngê zer danîyo.
Sînê
Sînê mala xwe bar kir
Sînê, Sînê, Sînemê
Berê koçê berwar kir
Sînê, Sînê, Sînemê.
Sînê mala xwe bar kir
Sînê, Sînê, Sînemê
Qesta warê xwey par kir
Sînê, Sînê, Sînemê.
Dostê mala xwe bar kir
Sînê, Sînê, Sînemê
Qesta warê xwey par kir
Sînê, Sînê, Sînemê.
Dest şûşt û kofî girêda
Sînê, Sînê, Sînemê
Berda şirikê guhara
Sînê, Sînê, Sînemê.
Sînê mala xwe bar kir
Qesta mabû şûna wara
Ha dikim Sînê ramûsim
Gune situyê hevala.
Her çuxê
Her çuxê, çuxê, çuxê min
Çuxê min ji pirça berdîra
Min çux da serê tîra
Çux tenge, nagire pêsîra.
Çuxê min ji pirça karika
Her çuxê, çuxê, çuxê min
Min çux daye ser darika
Çux tenge, nagire memika.
Her çuxê, çuxê, çuxê min.
Got: Werda Şemo, 100 salî, gundîya Pampê, nehîya Aparanê.
Meyrikê
Meyrikê, Meyremê
Li erdikê rûmenî.
Çolbî bi dare
Gur hatî xware
Çevî li kare.
Çolbî bi merxe
Li erdikê rûmenî
Meyrikê, Meyremê
Gur hatî bi çerxe
Çevî li berxe.
Çolbî bi dare
Meyrikê, Meyremê
Li erdikê rûmenî.
Çolbî bi bîye
Gur hatî hêdîye
Çevî li mîyêye.
Meyrikê, Meyremê
Erdikê rûmenî.
Got: Werda Şemo.
Ez çûm
Ez çûm – derî dadayî
Keçik, tu delala dilê min
Ez çûm – derî dadayî
Keçik, tu qudûmê çokê min.
Derî zerze venabe
Keçik, tu delala dilê min
Derîngo, der piçûko
Keçik, tu qudûmê çokê min.
Jê derket qelfek bûko
Keçik, tu delala dilê min
Derîngo, der mezine
Keçik, tu qudûmê çokê min.
Jê derket qelfek jino
Keçik, tu delala dilê min
Jê derket qelfek jine
Keçik, tu qudûmê çokê min.
Rûvî
Rûvî, rûvî, rindiko
Serê dêlê kinciko
Tevire, bêre, mere
Hilde here
Tevire, bêre, mere
Hilde were
Hergê nebû bîst û çare
Serê min tera hişke dare.
Mişk
Evî mişkî çi kir, çi kir
Evî mişkî genim qir kir
Şirîtê bînin mişk bigirin
Kêrê bînin mişk şerjêkin
Tevşoya bînin hûr-hûr bikin
Rûvîya dirêj para qirêj
Rûvîya rêxê para axê
Hestuyê pîla şandine Fîle
Hestuyê hêtê şandine Xwêtê.
Her nayê
Har nayê, her nayê
Kuro, xewka min nayê.
Îşev şeva temûzê
Govend gerîya bin gûzê
Xew xweşe paşila qîzê.
Har nayê, her nayê
Kuro, xewka min nayê.
Îşev şeva sibetê
Govend gerîya bin tatê
Xew xweşe paşila Fatê.
Har nayê, her nayê
Kuro, xewka min nayê.
Îşev şeva havînê
Govend gerîya kadînê
Xew xweşe nav nivînê.
Har nayê, her nayê
Kuro, xewka min nayê.
Îşev şeva baharê
Govend gerîya bin darê
Xew xweşe paşila yarê.
Har nayê, her nayê
Kuro, xewka min nayê.
Wey, wey dîzê
Wey, wey dîzê, jerê dîzê.
Me şikestîye dîza sêvêre
Bira siyar bin hespê nêre
Wey, wey dîzê, jerê dîzê.
Cabê bibin nav Botika
Bira siyar bin boz-kindika
Wey, wey dîzê, jerê dîzê.
Me şikestîye dîza kiftane
Me dîz daye ser agirî
Ji nezerê çemil firî.
Her gulim
Her gulim, gulim, Gulîzer
Çing-çing çê dikim nexşê Mîrzo
Şev yeke, sitêr hezar.
Vî Erezî guşe-guşe
Ha li ber têye qale-qirşe
Şev yeke, sitêr hezar.
Memikê yarê sêvê tirşin
Çing-çing çê dikim nexşê Mîrzo
Şev yeke, sitêr hezar.
Vî Erezî hurme-hurme
Çing-çing çê dikim nexşê Mîrzo
Şev yeke, sitêr hezar.
Memikê kawê sêvê xurme
Çing-çing çê dikim nexşê Mîrzo
Şev yeke, sitêr hezar.
Mamer
Mamer, Mamer, Mamer
Hay Mamer, hay Mamer.
Hespê Mamerî boze
Pismamo, min xulam!
Gema sêrî pîroze
Hay Mamer, hay Mamer.
Meydanê radike toze
Pismamo, min xulam!
Hespê Mamer beşe
Hay Mamer, hay Mamer.
Gema sêrî bi nexşe
Pismamo, min xulam!
Hespê Mamer sore
Hay Mamer, hay Mamer.
Gema li serî more
Pismamo, min xulam!
Got: Rostemê Hesenîkê, 14 salî, gundîyê Pampê, nehîya Aparanê.
Riataza