Ziyanpirsiya neteweyî ya kurd û Kurdistanê: Ber bi stratejiya neteweyî ya berhevkirina zanyariyan

Ziyanpirsiya neteweyî ya kurd û Kurdistanê: Ber bi stratejiya neteweyî ya berhevkirina zanyariyan

Umîd Demirhan

 

Pêşek

Ji tevgera kurdan a ramanî xuya ye ku heta vê saetê jî kurdan ji zivirîna cîhanê tiştek fêm nekiriye; lê kurdên qedîm ên ku pergala hebûnê wekî “gerdûn” bi nav kiriye û zayenda wê jî wekî “mêza” diyar kiriye dizanibûne ku jiyan berdewam e, wekî çerxekê dizivire, wekî beraşê aşekî çi dikeve ber dihêre. Piraniya pêşengên kurdan dizanibûye ku sitemkariyek li kurdan tê kirin; lê tênegihiştine ku tenê pergaleke ji bo kurdan avakirî dikare kurdan biparêze û tenê kurd dikarên vê pergala xwe ya avakirî biparêzin.

 

Herwiha hê hê jî gelek kurdan fêm nekiriye ku avakirina pergalekê bi amûrên pêwist mumkin e; bi kaxez, pênûs, mor, hesin, pola, lek, şûşe, genim, ceh, giya, dar, xwelî, av û hewayên kurdî mumkin e. Çepgirên kurdan ên ku di suhbetên xwe yên şevane de dewletekê ava dikin û çend dewletan bi carekê ve dirûxînin, fêm nekiriye ku rola banqe, poste, kolan, lewheyên agehdariyê, fîşên marketan, peyamên telefonan, marqeyên tiştan nîşaneyên çi ne. Neteweperwerên kurdan fêm nekiriye ku pergala wan a neteweyî li ser kîjan zanyariyan ava dibe, ev zanyarî çawa tên amadekirin û çiqasî kurdperwer in, çiqasî berbelav in, li hemberî reqîban çiqasî xurt in. Oldaran kurdan fêm nekiriye ku tunebûna zanyariyên bi kurdî gelê wan ê belengaz mehkûmî ziman û pergaleke biyanî dike; dibe ku hê hê jî nebihîstibin ku pêxemberekî qala qiyametê kiriye, mereqdarekî jê pirsiye ku roja qiyametê kengê ye û wî wiha bersiv daye: te ji wê rojê re çi amade kiriye?

 

Dostên kurdan jî fêm nekiriye ku pergala Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dêw û ejdehayekî wisa afirandiye ku her roj bi mêjiyê kurdan zikê xwe têr dike, ev rêxistina ku her roj gazî aştiyê dike qet rojekê dewletên endam gazî aştkirina rewşa kurdan neciviyaye. Di heyameke ku şirîkê vê rêxistinê yî herî mezin Amerîka wê bi sîxuriya Çînê tawanbar dike, bala dostên kurdan nakêşe ku ev rêxistin sîxurê dijminê kurdan e jî. Bi rişweta ku ji van endamên sitemkar distîne kurdan serkut û dijkurdan serbilind dike.

 

Bi kurtî bibêjim ku li gelek welatên Ewropa, Asya û Efrîqayê geriyam; ji bilî paytextan û bajarên pîşesaziyê piraniya bajarên wan hema hema bê mirov in, kolan vala ne. Lêbelê avahiyên fermî lê hene, karmendên li van avahiyan hene, derhata van sazî û karmendan ji xaka wî welatî tê bidestxistin. Li bajarên kurdan jî geriyam; derziyê biavêjî erdê ji ber qalebala mirovan nagêje erdê, ji bo rûniştinê cihekî nikarî peyda bikî, li kolanan dimeşî û qe nebe bi çend mirovan re li hev dikevî, ji her temenî mirovan dibînî ku bi tiştekî re mijûl in. Lê dîsa jî ev gelhe bi navê xwe tuneye, bi zimanê xwe tuneye, ji bilî başûr û beşeke rojhilatê bi nîşane, cil û bergên xwe tuneye, ji bilî başûr û rojava navê wan di deftera mişkan de jî tuneye.

 

  1. Paşperdeya dîrokî ya têkçûnên pergala kurdî: Med, dagirkeriya Skenderê Kodeman, cengên şahînşahiyê, futûhatên îslamê, êrişên tirkên şamanîst, damezrandin-rûxîna dewletên îslamî yên kurd, xezayên bimbarek ên osmanî-sefewiyan, kurd li cîhana nû ya piştî avakirina Kombenda Neteweyan û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî

Me di nivîseke pêştir de sedemên têkçûna pergala kurdî ya Madistanê aşkera kiribûn. Piştî dewleta Madê xanedana Axamenî ya bi pêşengiya Kûriş (Cyrus) federasyona medoparsî damezrandibû û piştre sînorên wê yên bakurê rojavayî gihiştibûn Makedonyayê û yên başûrê rojavayî gihiştibûn Tûnisê. Li  vê derê divê bê zanîn ku beriya îslamê Şam û Bexda tu carî nebûne deverên erebî. Di demeke ku dewleta medoparsî lawaz bûye, Lexmiyên ereb li rojavayê çemê Ferêt dewletek ava kiriye û paytexta wê Hîre bûye. Her wiha Xesaniyan jî li başûrê Şamê dewleteke nîv serbixwe damezrandiye, ayîna filetiyê pejirandiye û di xizmeta grekoromayiyan de maye. Hêjayî gotinê ye ku ev erebên ku li bakurê Girava Ereban dewletên Xesanî û Lexmî ava kirine, koçber û penaberên yemenî yên ereb in ku di heyamên lawaziya medoparsî û grekoromayiyan de derfeta serxwebûneke demkurt dîtine û piştre ketine bin serweriya bîzansî û sasaniyan. Ji vê nexşeya jêrîn jî diyar e ku sînorên medoparsiyan gihiştine kê derê.

 

Di heyama Skenderê Kodeman de tevahiya welatê medoparsî ketiye ber pêla dagirkeriyê ya grekoromayiyan. Kurdgalnamek êrişa mezin a Skenderî wiha vedibêje: “Welatê Yûnanê ji giravên biçûk û mezin pêk hatiye; her giravek ji aliyê desthilatdarekî ve hatiye rêvebirin û yekîtiya wan a navendî tunebûye. Paşayê eyaleta Makedonyayê Philippos xwestiye ku yekîtiya welatê xwe damezrîne û li dijî Mad û Parsê êrişekê li dar bixîne; lê belê ji ber pirsgirêkeke navxweyî Philippos tê kuştin û kurê wî yê bi navê Aleksandrus Codamanus derdikeve ser text. Skenderê Kodeman bi mebesta berdewamkirina projeya bavê xwe sala 334ê beriya zayînê berê xwe dide dagirkirina welatên Asyayê; di destpêkê de Sûriya û Misirê dagir dike û piştre berê xwe dide xaka Mad û Parsê. Di encama vê êrişa mezin de tevahiya welatê Mad û Parsê dagir dike, digihêje Hindistanê û ji wir jî vedigere Bexdayê, li wir jî dimire. Piştî mirina Skenderê makedonî demekê parêzgarên wî welatên dagirkirî bi rê ve dibin; lêbelê medoparsî dîsa dest bi avakirina dewleta xwe dikin. Di encamê de xanedanên Eşkanî û Sasanî piştî şerên dirêj ên şahînşahiyê nîvê welatê medoparsiyan ê kevn ji destê grekoromayiyan derdixin; lêbelê cara pêşîn Kurdistan di navbera bîzansî û sasaniyan de tê parvekirin.” Nexşeya jêrîn sînorên bîzansî û medoparsiyan ê beriya futûhatên îslamî nîşan dide.

 

 

Wekî ku ji nexşeyê diyar e, beşeke mezin a welatê kurdan û Kafkasyayê, her wiha tevahiya xaka Îraqê di destê medoparsiyan de ye; ji wê zêdetir tevahiya xaka welatên Kendavê heta Musqatê û beşeke girîng a Yemenê di bin serweriya medoparsiyan de ye. Aliyê rojavayî yê Madê Mezin di destê bîzansiyan de maye û serweriya wan li ser vê deverê heta heyama xelîfeyê duyem Umerê kurê Xetabî berdewam kiriye. Gava mirov li axaftinên serok û berpirsên Şam û Iraqê guhdariyê dike, kenê miriyan tê; ji ber ku ev desthilatdarên dagirker kurdên ku li ser axa xwe ya dîrokî dijîn wekî penaber, koçber û mêvan dihesibînin. Di rastiyê de ew bi xwe koçber û dagirkerên welatê me ne; ji bo veşartina vê rewşa xwe gelê me wekî tawanbar destnîşan dikin.

 

Piştî wefata Pêxemberê Îslamê, xelîfeyê yekem mijûlî şerên navxweyî bûbû; lê belê xelîfeyê duyem pergala xelîfetiyê vegerande împaratoriyekê, pêşiyê dewleta rûxand û piştre berê xwe da bîzansiyan.  Di serdema xelîfeyê sêyem de tevahiya xaka Kurdistana medoparsiyan a rojhilatî û beşeke girîng a Kurdistana bîzansiyan a rojavayî jî ketin destê ereban. Kurdan cara pêşîn di bin alaya ereban de qedera bindestan pareve kir; bi rastî faydeyeke vê bindestiya hevpar jî ev bû ku sînorên di navbera kurdan de rabûn û kurd bi giştî bûn welatiyên dewleteke biyanî.

 

Piştî ku futûhatên îslamî berbelav bûn, sînorên dewleta erebî yên bakurî gihiştin Konstantînopol, Kurdistan, Kafkasya, Xoresan, Çîn û Hindistanê; her wiha sînorên rojavayî bi ser Misir û bakurê Afrîqayê re gihiştin Endelûs (Spanya) û qeraxên Îtalyayê navenda dewleta erebî tûşî şerekî navxweyî bû; di dawiyê de di dibistanên ramanî derketin holê: qureşiyên emewî li ser beşa rojavayî  welêt desthilatdarî kir û paytextê wan bû Şam her wiha qureşiyên haşimî jî li ser Girava Ereban û beşeke welatê medoparsiyan desthilatdarî kir û wekî paytext Kûfe hilbijart. Piştî gelek şerên desthilatdariyê haşimî têk çûn û welat ji emewiyan re ma; lê belê vî pariyê gir ê gewrîdir zikê desthilatdariya emewiyan qelişand. Ebasiyên haşimî giraniya tevgera xwe li rojhilatê dewletê li dar xist û di dawiyê de bi alîkariya medoparsiyan dawî li desthilatdariya emewî anî. Piştî serkeftina şoreşa ebasiyên haşimî, desthilatdaran pêşiya pêşîn şer li dijî binemala xwe da destpêkirin; tevgera kurdoparsî ya Ebû Muslimê Xoresanî û Bermekiyan di têkbirina muxalifan de roleke girîng lîst, lê piştî wê dora tasfiyekirinê hate wan jî. Vê carê ebasiyan pişta xwe bi koleyên xwe yên tirk ve girêda û hejmareke bêhesab ji Yecûc û Mecûcên Çîn û Maçînê guhastine Rojhilata Navîn.

 

Tîmûçînê tatarî yê şamanîst (Cengîz Xan) ji bo tolhildanê li dijî pergala koledar a ereb şerekî nedîtî meşand, ji Asyaya Navîn heta Şam û Bexdayê her tişt qeland, rûxand, wêran kir û dawî li dewleta ereban a li welatên Anatolya, Kurdistan, Kafkasya, Xoresan, Azerbaycan, Medya û Persiyayê anî. Piştî mirina Cengîz Xanî, kurê wî yê bi navê Holagû heman wêrankarî meşand. Piştî cengîzxaniyan tîmûrî, îlxanî û selcûqiyên tirk welatê medoparsê zêrand, şêland û desthilatdarî kir. Di heyama ebasiyan de hinek mîrgehên kurdan ên wekî hesnewî, buweyhî, şedadî, merwanî, dostikî û eyûbî derketin holê. Di vê navberê de komên tirkan berê xwe dane welatê Bîzansê û medoparsiyan jî berê xwe da Xoresan û Îsfahanê; bi vî awayî terazûya desthilatdariyê ya misilmanan di navbera îslama emewî ya li Stenbolê û îslama şîe ya li Tewrêzê de hate parvekirin. Li vir hêjayî gotinê ye ku hinek nivîskar xanedana sefewî kurd dihesibînin[1] û mamosteyê ku Fatih Siltan Mihemed gihande textê Stenbolê zanayekî kurd ê bi navê Melayê Goranî ye ku gelek xebatên wî yên li ser Quranê hene.

 

Di destpêka avabûna dewletên Osmanî û Sefewî de Kurdistan di navbera sê dewletan de hatibû dabeşkirin: ji Kafkasyayê heta Amed û Bexdayê di destê Aqqoyûniyan de bû, ji Azerbaycanê heta Xoresanê ketibû destê Sefewiyan û Kolemendên Misirê (Memlûkî) jî li ser axa Eyûbiyan dewleta xwe ava kiribû. Di vê navberê de li hinek beşên Anatolyayê çend mîrgehên kurdan ên serbixwe hebûn ku Menteşayî, Germiyanî, Candarî, Amasyayî û Zulqadirî hinek ji wan in. Li vir divê mirov qala trajediya Eyûbiyan jî bike. Eyûbiyan bi pêşengiya Silhedînî hema hema nîvê gelheya kurdan di şerên xaçparêzan ên li dijî Quds û Filistînê de da qirê; di dawiyê de serkeftin bi dest xist û Quds, Filistîn, Misir û Şam ji destê wan derxist. Lê belê piştî mirina Sîlhedînî ereban piştgirî dan Kolemendan û dawî li dewleta kurdan anî.

 

 

Piştî bidestxistina Stenbolê, osmaniyan berê xwe da wêrankirina Kurdistanê û bi ser welatê kurdan re gihişte sînorên sefewiyan; osmaniyan bi domana demê re ji bilî xaka Kurdistanê ya yekparçe welatên Misir, Şam, Bexda, Filistîn, Kafkasyayê jî dagir kirin, kurdên van deveran jî derbasî bin serweriya xwe kirin. Li ser erdê kurdan ê di destê sefewiyan de gelek şerên osmanî-sefewî pêk hatin. Di dawiya dawîn de her du aliyan bi Peymana Qesra Şîrînê sînorek da navbera xwe û dabeşkirina Kurdistanê kirin belgeye fermî. Piştî kişandina xeteke sînorî, êdî mîrekiyên kurdan bûn armanca xezayên bimbarek ên osmanî-sefewiyan; osmaniyan carekê ber bi Balkanê artêşek radikirin, coleke koleyan berhev dikir, jinên kolekirî difirotin, mêrên wan dikirin yenîçerî (kesê teze hatî, leşkerên neperwerdekirî), ew perwerde dikirin, piştre dişandin ser mîrekiyên kurdan û hînî şerên biçûk dikirin. Her wiha sefewiyan jî ber bi Kafkas, Xoresan û Hindê artêş radikirin, kole berhev dikirin, bi wan koleyan dibûne qiraskê serê mîrgehên kurd, vê kêşmekêşa di navbera her du dewletan de heta sedsala 20an berdewam kir.

 

 

Di dawiya sedsala 19an de di encama şerê rûs û tirkan de beşeke bakurê Kurdistanê ketibû destê rûsan; rûsan hewl dida ku vî erdê dagirkirî baş nas bikin û piştre li gorî dewleta xwe bi rê ve bibin. Lewre gelek xebatên gelnasiyê (etnografîk), civaknasiyê û mirovnasiyê (antropolojîk) li ser deverên kurdan hatin meşandin; di vê navberê de gelek berhemên kurdan ber bi Petersbûrgê hatin guhastin, gelek êl-eşîrên kurdan ber bi Kafkasê hatin koçberkirin.

 

Di sedsala 19 û 20an de welatên Ewropayê çend şoreşên ramanî, siyasî û pîşesaziyê pêk anîn; wan dest bi avakirina dewletên neteweyî kir û di riya vê armancê de gelek şerên navxweyî rûdan. Helbet di vê navberê de hinek hewldanên aştîxwaziyê yên navmala ewropî jî derketin holê; ji bo  çareseriya pirsgirêkên parzemîna Ewropayê û berjewendiyên wan ên li cîhanê pêwistî bi damezrandina sîwanekê hebû. Bi vî awayî Kombenda Neteweyan (1920) wekî berhema van hewldanên siyasî û dîplomatîk gihişte hawarê; lê ev kombend ji aliyê hêzdar û piştxurtan ve hatibû avakirin, ava damezrîneran hevraz dipekiya û beşek ji neteweyên hejar tu sûdek ji vê saziyê wernegirt. Di van her du sedsalan de çend guherîn û bûyerên girîng di nava refên civaka kurd de jî qewimîn. Mihemed Elî Paşayê kurd (1769 – 1849) li Misirê desthilatdarî bi dest xist, kolemendên ku dawî li Dewleta Eyûbî anîbûn bi temamî ji holê rakirin û serweriya xwe li Misir, Sûdan, Erebistan û beşeke Şamê pêk anî; lê vê dewletê girîngî neda mafên kurdan ên neteweyî, wekî dewleteke ereban ji gelê Misirê re xizmet kir û beşeke ereban ji destê osmanî û fransiyan rizgar kir.

 

Li ser xaka yekparçeyî ya Kurdistanê jî hê di sedsala 16an de şoreşên kurdan dest pê kiribû. Li gorî lêkolîneke Kakşar Oremarî stratejiya partî, komele, sazî, xanedan û siyasetmedarên kurd ew bûye ku bi hilweşîna Dewleta Osmanî û mercên nû yên siyaseta cihanî re bibine xwedî dewleteke serbixwe; ji ber ku kurdan heta wê hingê li dijî osmanî, sefewî û qacariyan hinek serhildanên girîng li Kurdistanê li dar xistine. Evdal Xanê Bedlîsî li dijî osmaniyan (1574), Emîrxanê Lepzêrîn li dijî sefewiyan (Kela Dimdimê, 1609), eşîra Cîhanbegiyên Meletiyê li dijî osmaniyan (1765), eşîrên Reşkotan û Xerzan ên Sêrt û Amedê bi pêşengiya Ferho Axa û Qasimê Xerzî (1789) li dijî osmaniyan, eşîrên Zerkan û Tîrkan ên Amedê li dijî osmaniyan (1794), Evdirehman Baban li Silêmaniyê li dijî osmaniyan (1806), Ehmed Paşayê Baban li Silêmaniyê li dijî osmaniyan (1811), kurdên Sêwazê li dijî osmaniyan (1819), Mîr Mihemed Paşayê Rewanduzî li Soranê li dijî osmaniyan (1834), kurdên êzidî li Şengalê li dijî osmaniyan (1843), Mîr Bedirxan Begê Botanî li dijî osmaniyan (1846), Yezdan Şêr li Botan û Hekariyê li dijî osmaniyan (1853), Şêx Ubeydullahê Nehrî li dijî osmanî û qacariyan (1799-1800), Husênxanê Bedirxanî li Botanê li dijî osmaniyan (1879), eşîra Celaliyên Bazîd, Agirî, Mako û Îdirê li dijî osmanî û rûsan (1828, 1905, 1914), kurdên Mûsilê li dijî osmaniyan (1907), Şêx Ebdilselamê Barzanî li Mûsil, Behdînan û Barzanê li dijî osmaniyan (1912) şoreşên mezin pêk anîbûn; her wiha li gel van şoreşan gelek serhildanên biçûk jî li tevahiya xaka Kurdistanê rûdabûn. Hêjayî gotinê ye ku divê bê gotin di vê heyamê de xaka kurdan a yekparçe di navbera osmanî, rûs û îraniyan de bi peymanan hatibû parçekirin. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn jî hêzdarên vî şerî (Îngiltere û Fransayê) bi lihevkirineke veşartî ya bi navê Peymana Sykes-Picot (1916) beşeke başûrê Kurdistanê bi ser dewletên nû yên Iraq û Sûriyayê ve berdabûn; bi vî awayî kurd bûne pênc parçeyan.

 

Piştî salên 1920î li xaka Kurdistanê ya pêncparçeyî li Urmiye, Barzan, Amed, Agirî, Îlam, Silêmanî, Xorasan û gelek bajar û herêmên din ên Kurdistanê şer û xebat di kirasê serhildanên siyasî de dest pê kir.

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn dewletên rojavayî yên hêzdar dîtin ku Kombenda Neteweyan nikare derd û kulên aliyên şeran çareser bike; lewre wan saziyeke qaşo ji Kombendê pêşketîtir a bi navê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (1945) damezirand. Ji roja damezrandina wê heta niha vê saziyê bi awayekî cidî li rewşa kurdan nenêriye, komkujiyên dagirkeran ên li pênc parçeyan hertim pelpût kirine, biryarên xwe yên ji bo parastina hinek nirxên mirovahiyê yên li Kurdistanê nesepandine û bi vî awayî ji alîkariya kurdan zêdetir piştgiriya endamên xwe yên dagirker kiriye. Dîsa hêjayî gotinê ye ku îro Amerîka vê saziya navneteweyî bi casûstiya li ser hesabê hinek dewletan ve tawanbar dike ku divê kurd dersan ji vê yekê derxin. Mirovê asayî yê kurd jî bi rehetî dikare bibêje ku NY ji ber wergirtina rişwetan ji dagirkeran çareseriya bêdewletbûna kurdan asteng dike. Lewre divê kurd ji saziyên navneteweyî yên huqûqî û dewletên dost hilweşandina vê rêxistina paşverû bikin, piştgiriya wê ya li zilmê bînin rojevê û tawanbarkirina Amerîkayê bi awayekî cidî bixwînin. Her wiha di destê kurdan de gelek belge hene ku doza xwe pêşkêşî saziyên huqûqî yên navneteweyî bikin: Komkujiyên Zîlan, Agirî û Dêrsimê di heyama Kombenda Neteweyan de pêk hatine; dîsa rûxandina Kurdistana Sor û surgûnkirina kurdên Kafkasê li ber çavên wê pêk hatiye. Her wiha komkujiyên Barzan, Mehabad, Helebçe, Hema, Şengal û Kobaniyê di heyama Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de pêk hatine ku êş û azarên wê hê hê jî berdewam dikin; dîsa li ber çavên vê rêxistinê bajarên kurdan ên dîrokî Samsat, Sûra Amedê, Cizîr û Heskîf bi bihaneyên curecureyî ji holê hatine rakirin, hatine rûxandin, hinek parçeyên wê hatine guhastin ku RNY bangî civaka navneteweyî nekiriye, ev helwestên dijmirovane nedane rawestandin û maf daye kurdan ku wê rêxistinê bi casûsî, gendelxurî, sitemkariyê tawanbar bikin.

 

  1. Ziyanpirsiya neteweyî ya kurd û Kurdistanê

Li gorî zanyariyên tomarkirî yên dîrokî, cara pêşîn Skenderê Kodeman tevahiya xaka medoparsiyan dagir kiriye, qeyûmên xwe danîne ser deverên dagirkirî û vê rewşê demeke dirêj kişandiye. Piştre ev rêbazên wî yên dagirkirinê bûne bingehê hemî dagirkirinên paştir. Lewre divê kurd çend guhartoyên ziyanpirsiyê amade bikin; ziman, çand û dîroka kurdan li gorî wê ji nû ve binirxînin. Di destpêkê de divê Ziyanpirsiya Neteweyî ya Giştî (Natoinal Damage Assessment) were amadekirin, li ser du beşan bê dabeşkirin û ji bo vê mebestê du malperên înternetî bên sazkirin: kurd û Kurdistan, em bibêjin ku bila navên wan kurdpedia.net û kurdistanpedia.org bin. Her wiha divê ji bo rêvebirina van her du projeyan du deste (komîsyon) bên avakirin

Desteya ‘kurdpedia.net’ê dikare ji aliyê zimanî, çandî, civakî, derûnî û mirovnasiyê ve li kesayeta kurd binêre; bersivê bide pirsên wekî. Zimanê kurdan çawan bûye ewqas zaravayan, devok û bindevokên her zaravayî çi ne? Çanda kurdan a resen çawan e, ji ber sedemên dagirkeriyan çawan guheriye, ayînan çawa çanda kurdan guherandiye, erênî û neyîniyên van guhertinan çi ne? Kesayeta kurdan a civakî çawan e, dînamîkên kesayeta kurd çi ne, xurtî û qelsiyên civaka kurd çi ne? Pêvajoya kurdan a bişaftinê çawan pêk tê, bişaftina xwezayî-dilsozane-zorî çawan dimeşe an jî tê meşandin? Derûnînasiya kurdan a kesane û civakî çawan e, bandora bişaftin û stemkariyê ya li ser kesayeta kurd çi ye? Li gorî rêbazên mirovnasiyê yên hevçerx û çanda gelêrî ya kurdî kurd çito kes e an jî pergala organîk a civaka kurd çawan e? Helbet xwenda û pisporên kurdî dikarin numûneyên Japonya û Almanyayê bidine ber çavên xwe. Almanyayê piştî têkçûna di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de projeyeke bi navê “Demjimêra Almanyayê” da destpêkirin; her dilsozê alman li gorî pisporî û şiyanên xwe navê xwe di beşeke projeyê de tomar kir, bi qasî demjimêrekê xizmeta welatê xwe kir û ji bo vê yekê heqdestek wernegirt. Dibêjin saeteke xebatên projeyê ji karê rûtîn ê karmendiyê kêrhatîtir bûye ku îro ev dewleta têkçûyî ketiye rêza yekem a dewletên herî biprestîj. Japonyayê jî piştî Bobelata Hîroşîma-Nagasakiyê projeyek daye destpêkirin ku berhemên herî girîng ên cîhanê wergerandine zimanê japonî û li ser bingehekî zanistî gihiştine teknolojiya xwe ya îroyîn.

 

Desteya ‘kurdistanpedia.org’ê jî dikare Wikipediyayê model bigire; derbarê Kurdistanê de zanyariyan li vê malperê bar bike, li gorî belge-agehiyên nû zanyariyan rojane bike. Helbet zanyariyên derbarê dîrok, civaknasî, erdnîgarî, çandiyarî, endazyarî, siyaset, leşkerî, serwetên sererd-binerd, ragihandin, huner, tevn-destkarî, pîşeyên gelêrî-kevneşopî, rêbazên hizirînê, sembolên neteweyî, kêş û hewa, tevgerên dagirkeran ên li Kurdistanê, îstatîstîk, reheknasî (flora û faûna) û hwd li ser ekranên vê malperê peyda bibin.

 

Mebest ji van xebatan ew e ku çarçoveya giştî ya kesayet û civaka kurd derkeve holê; bingeha ansîklopediyeke kurdî bê avakirin. Ziyanpirsiya Neteweyî ya Giştî dê hem kurd û Kurdistanê derxe holê, hem dînamîkên kurdî û dînamîtên dijminan xuya bike hem jî asoyekê ji kurdan re veke.

[1]     F. Daftary, “Intellectual Traditions in Islam”, I.B.Tauris, 2001. r. 147; her wiha binêre: https://iranicaonline.org/articles/ebn-bazzaz

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev