TEYRÊ BAZ, BAVÊ SÊWÎYA KUŞTIN

TEYRÊ BAZ, BAVÊ SÊWÎYA KUŞTIN

Ev nifira pêşîyên me li vê nivîsa diltezîn tê:

”Belkî bextê bêbextan lê welgere” 

Kurdish Diaspora

 

Serê malbata Seyîd Beşîr Huseyîn Gorya, civaka Êzîdî û hemû netewa Kurd sax be. Aramgeha cenabê wî bilind, prensê bihuştê be.

 

Cenabê birahê min, ronahî ya çavên min, bavê sêwî û belengaza, karmendê serkeftî, kak Beşîr Huseyîn Gorya, dema ji şîna Bavê Şêx yê nuranî ji Şêxanê, Başurê Kurdîstan vegerîya, ji hêla xayînan ve hat gûllebarankirin.

 

Ez zor û zor xemgîn im ku civaka Êzîdî mirovêk wisa qedirgiran wenda kir.

 

Cenabê wî mirovêk Xwedayî û canfidayekî sêwîyan bû. Cenabê wî 360 zarokên sêwî ku ji Şerê Şingalê de li ser kolanan bêxwedî mabûn, xwedî derket, ji wan re sêwîxane vekir û bi her hewcetîyên wan re mijul bû. Ka em çend Kurd rewşa wan zarokên sêwî û bêxwedî zanin an xwedî derdikevin?

 

Ew xayînên ku destên xwe dirêjê vê mirovê serkeftî kirin binerd bin, mala wan xera be, xêrê nebînin înşellah, Xwedayê dilovan edaleta xwe zû bighîjîne.

 

Hêvîya min ji Hukumeta Herêma Kurdîstanê ew e ku kuştina cenabê kak Başîr Huseyîn Gorya bêxwedî nehêle û cezayê herî giran bide mêrkujan.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev