Xwedê ez star kirim!

Xwedê ez star kirim!

Paşa Brodrêj

 

Bi hezaran însan li dora dikê civîyabûn û xwe li ber dengê musîka ”kardeş türküler”, yanî bi zimanê kurdî ”stranên xuşkûbirayan” hêl dikirin.

Ji bo giregirên PDG (Partîya Gelan ya Demokratîk)ê, sê rêz sendelî li ber dikê hatibûn bi cîh kirin.

Hecî Ahmed, bi fermî ne rêvebir û ne jî endamê Partîyê bû lê beşdarî  her babet civîn, meş û mitîngên Partîyê dibû. Ji ber wê yekê bû ku ji alî endam û alîgirên Partîyê ve dihat naskirin.  Dema Hecî Ahmed gihaşt ber dikê, organîzatorên civînê, pêşwazî lê wî kirin da ku ew li ser sendelîyek rûne.

Hecî Ahmed, pêşî silav da wan û dû re herdu tilîyên xwe ber bi jorê hilda û got her bijî û li cîhê xwe rûnişt

Polêsan, meydana civînê dorpêç kiribûn. Zilamekî bi kincê taxim û xanimekê bi cilûbergê gelêrî tev bi hev re hilkişîyan ser dikê û çûn li pey kursîya qisekaran sekinîn. Li pey wan, di destên wan de alayên piçûk yên sêgoşeyî, çend keç û xort jî hilkişîyan ser dikê. Dema çavê qelebalixê bi wan ket dest bi çepika kirin.

Zilamê ku kincê taxim lê bû, ji bo milet dawî li çepikan bîne, herdu destên xwe du-sê caran rakir hewayê û danî jêr. Dengê çepikan hêdî hêdî kêm bû û temirî.

Zilam, bi  zimanê kurdî xêrhatin li miletê kir û bi zimanê tirkî dest bi axiftinê kir.

Êdî bese, got. Bi têkoşîn û xebata xwe ve emê vê hikûmeta zor û zilmê biruxînin!

Bi aşitî, biratî û wekhevîtîyê emê dûzaneke demokratîk û bi edalet ava bikin. Ji bo maf û daxwazên we, ji destê me çi were emê texsîr nekin!

Zilamê bi kincê taxim, ji Tirkîyê destpê kir û çû Asyayê,  çû Efrîqayê û ji Emerîkayê derket û axiftina xwe ya dûr û dirêj, bi du tilîyên xwe yên hildayî û bi gotinên li jêrê dawî anî:

-Di vê hilbijartinê de me ji rayên xwe bêpar nehêlin da ku em bikaribin di meclîsa Tirkîyê de jî têkoşîna maf û daxwazên we bikin!

Her bijî biratîya gelan!

Qelebalixa li meydanê jî ev slogana wî dubare kirin. Hecî Ahmed jî rabû ser pîyan û heta dest lê sor bûn çepik lêda.

Îcarê xanima ku cilûbergê gelêrî lê, li pêş mîkrofonê cîh da xwe û dest bi axiftinê kir. Wê jî bi berfirehî û kurahî behsa her tiştî û her kesî kir û qiseyên xwe wiha girêda:

-Em ji bo makezagonek demokratîk, demokrasîya herêmî û komara demokratîk têdikoşin! Li hemberî dîktatorî û despotîzmê em pluralîzmê û demokrasîyê diparêzin! Em ne ji bo cudatîyê lê belê ji bo yekîtîya gelan dixebitin! Bê serok jîyan nabe!

Dema wê ev slogana hanê bi lêv kir, keç û xortên ku li ser dikê yên ku li dor kursîya qisekaran sekinîbûn, resmên serok ji paşila xwe derxistin û hejandin. Beşdarên din yên li meydanê jî wisa kirin. Slogana ”Bê serok jîyan nabe!”, li qada civînê deng veda.

Hecî Ahmed jî rabû ser pîya û qirîya:

-”Bê serok jîyan nabe!”

Meydan, bi çepiklêdan û sloganan çeqaçeq li hev ket,. Polêsan, destên xwe li ser sîlehên xwe şidandin. Amîrê Emnîyetê, komsêr û çend polês li gel wî, xwe gîhandin rêvebirên Partîyê û ji wan re gotin, ev slogana hanê û ev resmên wî terorîstî li dijî qanûnê ye! Eger hûn wan resman ranekin, emê civîna we belav bikin!

Yek ji rêvebirên partîyê, bi qîrîn got, Amîr efendî ses gelmiyor! Ne istiyorsunuz?

Amîrê emnîyetê jî bi tilîya xwe resmên serok nîşan da o qîrîya, resmê wî terorîstî demildest rakin!

Xanima bi cilûbergê gelêrî, bi hêrs ji ser dikê daket û hat cem polêsan.

Terorîst hûn in, got. Serokê me ne terorîst e! Ew aşitî û biratîya gelan dixwaze!

Komsêr got, dibe ku ji bo te ew ne terorîst be, lê belê li gorî qanûnên dewletê wî karên terorîstî kirîye û ji bo wê jî cezaye miebedê dane wî!

Beşdarên civînê pêşî ji dûr ve temaşeyî vê teşqeleyê kirin lê dema têgihîştin ku rewş aloz dibe, xwe nêzî wan kirin. Hecî Ehmed jî ji cîhê xwe rabû û xwe nêzî wan kir.

Xanima bi cilûbergê gelêrî, bi hêrs got, hûn heqeretê li me dikin! Em xwe qurbana Serok dikin! Ew serok û serbilindîya mileta me ye! Em ji canê xwe dibuhirin lê ji wî nabihurin!

Polêsên ku li gel Amîrê Esayîşê û komsêr rawestyabûn, bi walkî-talkîyê xwe ve dîrektîf û talîmat didan rêvebirên din yên ku li dor meydanê rawestîyabûn.

Keç û xortên ku li pey xanima bi cilûbergê gelêrî sekinîbûn, tîliyên xwe weke nîşana zaferê, yanî bi şiklê herfa V (Victory, bi îngilizê mahna wê zafer e) hildan û dest bi slogana kirin.

Bê serok jîyan nabe! Bê serok jîyan nabe!

Gotinên xanima bi cilûbergê gelêrî û rêvebirên esayîşê li nav hev ket. Herdu alî jî diqîrîyan lê belê dengê wan nediçû hev. Amîrê Esayişê, komsêr û polêsên gel wan, hêdî hêdî xwe bi paş de vekişandin û bi walkî-talkîyê xwe ve fermana belavkirina civînê dan hêzên li dor meydanê.

Polisên li dor meydanê, dest bi avêtina bombeyên gazê kirin. Xelk li nav hev ket, bes keç û xortên wêrek  bi paş de gav neavêtin, hinekan ji wan bombeyên gazê ji erdê rakirin û bi paş de avêtin nav polêsan, hinekên din, kevirên rê û peyarêkan rakirin û bi ser polêsan de reşandin.

Dûmanek tarî daket ser meydanê. Qîrînên hewarê, sloganên keç û xortan, dengê bombeyan, nalîn û axîna însanan, sîrenên ambûlans û erebeyên polêsan û stranên xwuşkûbirayan yên ku hêj dewam dikir, dîmenên qiyametê dianîn bîra merîya.

Hecî Ahmed mêze kir, rewş bi alîyekî nedîyar ve diçe, vir de wê de hewil da xwe ku ji meydanê derkeve lê berê xwe da kîjan alîyê rastî polêsan hat. Çavê wî pir û pir dişewitî, di destê wî de şûşeyek av hebû, ava şûşê bi ser çavê xwe de kir, lê şewata çavên wî kêm nebû. Eger min pêşîya xwe bidîta dibe ku min ji xwe re rêyek peyda bikira, lê ev bombeyên gazê çav li merîya kor dikin, got di hişê xwe de.

Di wê navberê de, çend polês bi kevirên xwepêşanderan birîndar bûn, dema Amîrê Esayîşê dît polêsên wî birîndar bûn, fermana gulebaranê da polêsan. Bi sedan tifangên otomatîk, gule verişîn. Hinek ji polêsan, guleyên xwe berdidan hewayê, lê hinek ji wan tifangên xwe bi taybetî rastî wan keç û xortên ku kevir diavêtin dikirin û gule direşandin bi ser wan de.

Li tenişta Hecî Ahmed du xort bi nalînê ketin erdê. Bi qasî du mîtroyan wê de sekûyekî xuya dikir, dema çavê Hecî Ahmed bi sekûyê ket, eger ez xwe bigîhînim ser wî sekûyê dibe ku ez xwe ji kuştinê xelas bikim yan na rewş xirabe, fikirî ji xwe re.

Bi kefteleftê xwe bi erdê re kaş kir û xwe gîhand ser sekûyê. Wexta ezana esir bû, beyî ku li dora xwe mêze bike, şewqa xwe paşpêşkî danî serê xwe û rabû dest bi nimêjê kir. Çend kesan gava dît bê Hecî Ahmed bi çi mijûl dibe, pê de qîrîyan.

Di vê qiyametê de tu nimêja çi dikî! Weleh ewê te mîna çîvikan bikujin, bireve, nesekine!

Lê wî guh neda kesî. Vîzîna guleyan bûn, wî haya xwe ji her tiştî û ji her kesî birî û xwe li ser nimêjê konsantre kir.

Dema çavê polêsan bi wî ket, ji xwe re gotin, qey va ”Hecî Emî” rêya xwe şaş kirîye û ketîye nav vê qelebalixê û xwe têkilî wî nekirin.

Hecî Ahmed, ji wê qiyametê bê bela û qeza xelas bû û vegerîya hat mala xwe.

 

* * *

 

Encamê vê bûyerê ne bi carekê ve lê hêdî hêdî li ser Hecî Ahmed tesîra xwe rûda.

Qasî Hefteyek ji malê derneket. Hevalbend û hemşerîyên wî yên ku wê rojê li meydanê bûn, bi çavên xwe dîtibûn bê çawa Hecî Ahmed di bin wê gulebaranê de hilkişîyabû ser cîhekî bilind û dest bi nimêjê kiribû. Heta ji wan çend kesan jê re gotibûn, dev ji nimêjê berde, roj roja bazdanê ye, mesekine bireve! Lê wî guh nedabû wan û nimêja xwe domandibû.

Gelo wan çima heta nuha tiştek negotibû?

Wan bi çavên xwe dîtibûn, bê ez çawa hilkêşîyam ser cîhekî bilind, min çawa dest bi nimêj kir, min çawa guh neda îqazkirinên wan û nimêja xwe dewam kir!

Yekî dikarîbû bigota, Hecî Ahmed, bi nimêjek sexte xwe ji kuştin û girtinê xelas kir!

Bi wê nimêja derewîn polês jî xapand!

Ne tenê polês, wî ji Xwedê Teala re jî firildaq çêkir!

Me jî digot qey ew zilame, lê pûç derket!

Na na, qethîne kesî, ne rêvebirên Partîyê û ne jî hevalbend û hemşerîyên wî yên ku bûbûn şahidê vê yekê, tiştek xerab derheqê wî de negotibûn.

Bi ser de jî dema sip û saxlem hat gîhaşt mala xwe, gelek însan hatin serdana wî.

Mala wî, bi nas, dost û xizman ve tije bû. Yek dihat yek diçû.

Jin diçûn odeya ku xanima wî lê rûniştibû û yên mêr jî dihatin odeya ku ew lê rûniştibû. Keçikên malê xizmeta odeya jinan û pis û pismaman jî xizmeta odeya mêran dikirin. Ji mêvanan re coca-cola, fanta û çay dihat îkram kirin.

Her kî dihat, pêşî digot, kefaret be û dû re jî dipirsî ka va çi bi serê wî de hatibû.

Wî jî bivê nevê, tiştê ku bi serê wî de qewimî bû, bikitekit tekrar dikir.

Dema wî çîroka xwe xelas dikir, mêvanan digot.

Xwedê tu star kirîye!

Xwedê li gunehê zarokên te mêze kirîye!

Roja sêyan, şêxekî zana û navdar jî hat serdanê wî. Wî jî mîna her kesî got, kefaret be û jê pirsî, ka bûyer çawa qewimî bû.

Hecî Ahmed, ji wî re jî ji sêrî heta dawîyê, bi tefsîlat behsa bûyerê kir.

Şêxê zane û navdar qasî bîstek bêdeng ma, rîha xwe mist da û dest bi axiftinê kir.

Wî jî mîna her kesî got, Xwedê tu star kirîye. Kesên ku dîn û îmana wan temam be ne hewce ye ji tîştekî bitirsin! Ji ber ku Xwedê Teala wan diparêze.

Ezê ji we re behsa Pêxember Hezretî eleyselam bikim da ku hûn xweş fahm bikin, ka ez dixwazim çi bêjim.

Erê, dijminên Hezretî Efendî eleyselam zahf bûn. Gelek caran hewil dan ku wî bikujin, lê tu car bi ser neketin. Ji ber ku Rebî Alem, ew diparast û lê xwedî derdiket.

Bêguman gelek ji we, serpêhatîya Hezretî Mihemed û tevnepîrokan dizanin. Hezretî Mihemed xwe di şikeftekê de vedişire, dijmin şopa wî diajon û tên ber devê şikefta ku Hz Mihmed xwe tê de veşartîye. Dema yek ji wan dibîne ku pîrokan tevnê xwe li ser devê şikeftê hûnandine, ji hevalên xwe re dibêje, ne hewce ye em têkevin hundir. Ka li vê tevnê pîrokan binêrin! Dêmax ji zûva ye kes neketîye hundirê vê şikeftê!

Carekî dî jî dijmin dixwazin, wî li malê bidin kuştin. Hz Mihemed bi rêya Hz Cebarîl bi vê yekê dihese. Di eslê xwe de Xwedê Teala vê yekê dibîne û bi rêya Hz Cebraîl agahdarî dide Hz Mihemed.

Dema tîma qatilan xanîyê Hz Mihemed eleyselam dorpêç dikin, ew Hz Alî dixe nav cîyê xwe û jê re dibêje, dema ku ew bibînin ku di şûna min de tu di nav cîya de ye, ewê te nekujin.

Tavilê Hz Mihemed ji hundirê malê derdikeve der, ji erdê kulmek herî radike û bi ser qatilan de direşîne.  Çavê qatilan tê girêdan. Hz Mihemed bi xwendina ayetan ji ber wan dibuhure û diçe.

Gelek hadîseyên bi vî awayî bi serê wî de diqewimin, lê belê her carî jî Xwedê teala bi rêya Hz Cebraîl wî ji kemînên dijminan agahdar dike û diparêze.

Yanî gotina min ewe ku gerek mêrêkê misilman baş bizanibe ku Xwedê Teala li her derî hazir û nazire û me ehlî misilmanan ji bela û qezayan star dike.

Yarebî yarebî! Tu me ji rehm û kerametên xwe bipar nehêlî!

Temamê mêvanan destên xwe ber bi hewayê hildan û gotin, amîn!

Her çuqas miletê digot, Xwedê tu star kirîye jî gumana ku dilê Hecî Ahmed de hebû, hizûr nedida wî.

Nimêja xwe dikir, zikata xwe dida, rojî digirt, çûbû Hec û şeytan kevir kiribû û her wiha wekî misilmanekî baş her şertên misilmantîyê lo gor hukma xwe anîbû cîh, lê belê roja ku polêsan gule bi ser wan de reşandibûn, bê çima wî di orta wê teşqeleyê de dest bi nimêjê kiribû, wî bi xwe baş dizanîbû, bes bi tu awayî nikarîbû vê sirê xwe ji yekî din re eşkere bikira.

Ji Xwedê eyane, ew pir û pir tirsîyabû. Ji bo xwe ji kuştin yan jî ji girtinê xelas bike, wî dest bi nimêj kiribû. Li gor hîsaba wî, dema polêsan bidîtana ku kalemêrekî nêzî heftê salî, bi şelwer û rîhê sipî hilkişîyaye ser sekûyê û nimêj dike, dê jê ji xwe re bigotana, wî kalemêrî rêya xwe şaş kirîye, eman dîqet bikin, bila zerar negîhîje wî.

Hîsabê wî yan jî texmîna ku wî kiribû rast derketibû, polêsan bi tu hewayî xwe têkilî wî nekiribûn, ne gule li ser wî barandibûn û ne jî ew girtibûn. Bi wê nimêjê, min hem polês xapandin û hem jî Xwedê teala, got Hecî Ahmed di hişê xwe de.

Yek carna dixwest ji yekî re behsa vê sirê xwe bike û bêhna xwe fireh bike lê belê kesekî ku pê bawer bike peyda nedikir. Kesê ku herî nêzîkê wî, kesê ku merîya dikarîbû sirê xwe pê re parve bikira jina wî bû, lê wî bi jina xwe jî bawerî nedikir. Ji ber ku jina wî nikarîbû zimanê xwe zeft bikira, kê jê re çi bigota, demildest di nav xizm û cîranan de belav dikir. Zarokên wî jî devsist bûn, li dêya xwe çûbûn, bi wan jî bawerî nedibû.

Hecî Ahmed di hişê xwe got, eger xelk gava bi vê sirê min bihesin, wê bêjin, law ev Hecî Ahmed çi yamane! Dek û dolab li serê polêsan gerand û xwe ji kuştin û girtinê xelas kir!  Wê qerf û henekên xwe bi min bikin. Cîhekî mîna Girê Sor de dema merî bibe mijara qerf û henekên qelkê, ne qîmet dimîne û ne jî rûmet, ji mirinê xirabtire!

Fikirên bi vî awayî di hişê wî de viz dibûn û xewê şevan lê heram dikirin.

Her şev kabûs didît û di xwêdanê de dima. Şevekê dêya wî hat xewna wî, sirê xwe ji dêya re got. Dêya wî gelek eciz bû û jê re got:

_Ahmed Ahmed, ma tu ma ra çi wazenê! Ma merdî şî, tu xwe rê sekenê wînê bikê!

Şevekê din bavê wî hat xewna wî. Bavê wî jî gopala xwe bi ser wî de hejand û got:

-La no raştî to rê mendo! Kam raşto ku tu jî wazenê raşt bê hii? Şo Keko Mewlo het wa torê aqil bido!

Keko Mewlo yek ji ewlîyayê Girê Sor bû, êdî bi çi awayî bûbû ewlîya em nizanin lê belê xelkê Girê Sor rûmet û hurmetek mezin nîşanî wî didan. Kesên ku xwedîyê derd û kulan bûn, diçûn gel wî û dixwestin ew ji wan ra aqileq bide..

Sibetirê Hecî Ahmed çû çarşîyê ji bo Keko Mewlo bibîne. Dîtina Keko Mewlo jî evqas ne hisa bû. Cîyê mala wî belî bû lê dema ji malê derdiket cîhê wî ne dîyar bû. Di nav bajêr de wisa difitilî, li cîhekî belî yan jî sabît rûnedinişt. Heta nîvro Hecî Ahmed şopa wî ajot û dawîya dawî di Kuçeya Şeytên de ew qefat. Dema silav da Keko Mewlo, Keko Mewlo silava wî girt lê nesekinî, meşa xwe domand. Hecî Ahmed, bi lez sirê xwe jê re got û li gel wî meşîya.

Keko Mewlo, qet li alîyê wî mêze nekir û di ber xwe de got:

-To gî vila kerdo! Vengê xwe meke!

Keko Mewlo meşa xwe domand, Hecî Ahmed req di cîhê xwe de sekinî.

Qisa Keko Mewlo, ”vengê xwe meke!” mîna zingila têlefonê li ber guhên wî deng veda.

Hem Bavê min û hem jî Kek Mewlo, ji erdê heta ezmanan rast dibêjin. Ma kî bê qisûr e! Gelek ji rêvebirên Partîya me, çi dek û dolabên mezin li serê xelkê gerandine, ez xweş dizanim!

Xwedê zane di tirûkê wan de çi heye û çi tuneye! Mîna ku Keko Mewlo got, ezê devê xwe bigirim û sirê xwe ji kesî re nebêjim.

Şênî û esnafên çarşîyê mêze kirin, Hecî Ahmed xwe bi xwe qisan dike û dimeşe, serê xwe hejandin û ji hev re gotin:

-Bê lome be, di vê  germahîya havînê de merî hişê xwe winda dike!

Hecî Ahmed, qet guh neda şênî û esnafên bajêr, mîna ku barekê giran li ser milê wî rabûbe, bi dilekê rehet û gavên sivik hat malê. Heta gihîşt malê, di ber xwe de bênavber tekrar kir.

Xwedê ez star kirim, Xwedê ez star kirim, Xwedê ez star kirim!

Ji wê rojê pê ve Hecî Ahmed li ku derê rabû û rûnişt, behsa bûyera gulebaranê kir. Gelek tiştên nû li bûyerê zêde kir û guherand. Li gorî gotinên wî, polêsan demançe û tifangên xwe li ser wî rast kiribûn û gule bi ser wî de reşandibûn lê hemû guleyên wan vala çûbûn. Xwedê teala, sîwana xwe li ser min vekir. Vizîna guleyan bûn lê yek gule li min neket, digot.

Li kîjan qewxaneyê rûnişt, beşdarî kîjan civat û cematê bû, ev çîroka xwe ji nas û nenasan re bi dilxweşî behs dikir û digot Xwedê ez star kirim Xwedê!

Piştî demekê, neferên malbatê jî ev çîroka wî di nav nas û xizmên xwe de belav kirin. Qîzikên wî yên ku unîwersîte xwendibûn, bi vê çîroka bawê xwe bawerî anîn û ji derdora xwe re behsa vê serpêhatîya bavê xwe kirin. Bi taybetî yek ji qîzikên wî dema behsa vê bûyerê dikir, digot; welehî bîlehî bûyer mîna ku ez dibêjim, qewimîye! Eger ez derewan dikim, bila Xwedê çavên min kor bike!

Bi vî awayî, di dirêjihîya meh û salan de qedir û qîmeta Hecî Ahmed hem di nav dîndaran de û hem jî di nav kom û grûbên laîkgeran de û bêguman di nav Partîyê de jî her ku çû zêde bû.

Bes niqteye girîng ya ku nedihat bîra Hecî Ahmed ew bû ku di cîhekî mîna Girê Sor de merîya nikarîbû sirên xwe yên şexsî yan jî malbatî dûr û dirêj veşire. Bi demekê şûn de sirê merîya derdiket ortê û li çayxane û qehwexaneyan da paşgotinî dest pê dikir. Rû bi rû kesî ji Hecî Ahmed re tiştek nedigot lê belê paş pişta wî de çîroka wî ya gulebaranê û nimêjê, bi berfirehî dihat nirxandin.

Bi taybetî, Fexrîyê kevneşoreşger û wefadarê CHP (Partîya Komara Gel)ê Eloyê Kinik, gava suhbet doş dibû doş dibû dihat ser Hecî Ahmed, diranên xwe digizandin û digotin:

-Em baş dizanin ew ne zilam e, lê milet naxwaze fahm bike. Ma em nizanin ew çawa tevlî sîyasetî bû!

 

* * *

Çayxaneya Baba Hemze odeyeka kenardirêj bû. Herî zêde panzdeh mişterî dikarîbûn li hundirê çayxanê rûnin. Şeş-heft kes li alîyê rastê û şeş-heft kes li alîyê çepê rûdiniştin. Yên ku li alîyê çepê û rastê rûdiniştin, bivê nevê li hev mêze dikirin û nikarîbûn bi lîstikên kaxiz, tewle yan jî domîno mijûl bibin ji ber ku cîh tunebû.

Dezgeha çay li dawîya odê bû. Baba Hemze bi çêkirin û dagirtina çay ve mijûl dibû. Sê lawên wî jî li ber destê wî dixebitîn û ji mêvan û esnafên derdorê re çay belav dikirin.

Li bajarê Girê Sor, temamê mişterîyên qehwexane û çayxaneyan, mêr in. Ew derana cîhên mêran in û tenê ew dikarin li wan deran hevdu bibînin û danûstandina bikin.

Piranîya mişterîyên Çayxana Baba Hemze, demirbaş bûn. Ji xeynî mişterîyên demirbaşan, kesên ku ji Baba Hemze hez dikirin jî dema derfet bidîtana dihatin çayxanê. Ji wan yek, Mûsoyê Şivan bû, yê dî Husênê seydvan bû ku jîyana xwe bi seyda kergûşan derbas dikir. Kesekî fikirazad û henekbaz bû.

Ji mişterîyên demirbaşan yên herî balkêş Fexrî  û Eloyê Kinik bûn. Fexrî însanekî pir orîjînal, piralî û jîr bû. Di xortanîya xwe de aktîv beşdarî tevgera şoreşgerîyê bûbû. Nuha emrê wî li ser şêst salî bû lê hîna jî dev ji şiûr û fikirên xwe yên netewî bernedabû.

Eloyê Kinik tam tersê, wî bû. Wî jî di xortanîya xwe de bi salan ji bo CHP (Partîya Komara Gel)ê xebitibû. Dema yekî qala Kurd û Kurdistanê bikira, digot, şima kominîstê! Şima kurtçî yê! Lê dema hewce bikira jî şoreşgerên Girê Sor ji alîkarî û piştgirîya xwe bêpar nedihîşt.

Meha rojîyê ne di nav de, Çayxane sal yanzdeh meh vekirîbû. Ne ku mişterîyên Baba Hemze dîndar bûn û rojî digirtin, lê belê dîndarî li Girê Sor derketibû asteka wisa ku mişterîyên Baba Hemze ji tirsa dîndaran newêrîbûn di meha rojîyê de bên çayxanê û li ber çavê dîndaran çay vexwin û cixareya bikşînin û lewma jî Baba Hemze mejbûr dima ku çayxane xwe meha rojîyê kilît bike.

Asta niqaşên Çayxanê yek caran bilind û yek caran jî pir nizm bû. Her babet mijar dihat nirxandin û niqaşkirin. Li gel fesadî, paşgotînî, nûçe, pirsegirêkên sîyasî û civakî, heta heta pirsegirêkên felsefîk, gerdûnî û yên hebûn û tunebûnê jî dihatin niqaş kirin.

Pirî cîran niqaş û nirxandinên mişterîyan sor dibûn û vediguherîn pevçûnên devkî. Di rewşên wiha de Baba Hemze, mişterîyên xwe yên hêrsbûyî bi qehweya mirra û titûna semsûrê aram dikir û hizûr û hevahengîya civatê bi paş de vedigerand.

Lê roja ku serokê PDG (Partîya Demokratîk ya Gelan)ê û li gel wî Hecî Ahmed bêhemd hatin Çayxanê, Baba Hemze nema dikarîbû hizûr û hevahengîya civata çayxanê biparasta.

 

* * *

Wê rojê, weke hemû rojên din Baba Hemze li gel her sê lawên xwe, çayxane xwe vekir, çaydanên xwe bi avê dagirt û danî ser ocaxê. Lawên wî jî pêşmalên xwe girêdan şûn de, pêşî hundirê çayxane û dû re jî pêşîya çayxanê bi avê şuştin û kursîyên li ber herdu dîwaran dan dûzanê.

Mişterîyê ewlî ya wê rojê Mûso bû. Rûn û penêrê xwe yên firotanê danîbû ba dikandarê xwe û hatibû çayxanê. Baba Hemze bi hatina Ûso pir kêfxweş bû.

Mûso însanekî balkêş bû. Radibû û rûdinişt û digot, Xwedê aqil daye me, mejîyê me însanan ji ker û kûçikan mezintire. Ma Xwedê bileheq ev mejîyê mezin daye me! Cenabê wî mejîyekî wiha mezin daye me ku em mejîyê xwe bikar binîn. Digot ez çi hîn bûme, ji heywanan û ji tebîetê hîn bûme. Însan jî mîna heywanan ne, tenê ferqa me ewe ku aqilê me ji wan hinek zêtire.

Bi bîstek şûn de, bi hatina Fexrî, Eloyê Kinik û mişterîyên din suhbeta çayxanê dest pê kir û geş bû.

Mûso û mêvanan silav dan hev û silavên hevdu wergirtin. Baba Hemze, çaya teze da wan û ji xwe re jî qedehek çay danî ser masê û li tenişta Mûso rûnişt.

Mûso, du heb şekerên li ser tebaxê xist nav qedeha çayê û bi kevçîyê tev da.

Xwedê bike hûn gişk sax û silamet in, got û dewam kir:

-Li bajêr çi hey çi tune?

Fexrîyê kevneşoreşger berîya gişka bersîv da û rê le ber Mûso girt:

-Xalê Mûso! Tu sê meh zivistan ji gund dernakevî  û tu dixwazî em raporan sê mehan bi carekê ve bidin te! Ma wir dibe!

Ji hêla dinê Eloyê Kinik got:

-Bê seçim (hilbijartin)î çîyê çinîyo! Fina Partî û Hecî Ahmed şarî mîyan dê geyrenê û îna xapînenê!

Fexrî got:

-Tu çima yê xwê nabêjî! Te jî têra xwe xelk xapand!

Elo, şewqeyê xwe ji serê xwe danî û li çoga xwe xist:

-Ma kes nêxapand! Ma qandê demokrasî, cumhûrîyet û halklarin kardaşlixê girweyayê! Çîyo ku min o çax vatê, nîna nika vanê! Nîna jî vanê demokrasî, vanê demokratîk cumhûrîyet û vanê halklarin kardaşligi!  Ma kesîrê nêvatê şirê koy ser! Nîna gencî nêverdayî genc!

Di wê navberê de serokê PDGê, Hecî Ahmed û çend kesên din li pey wan ketin hundir.

Baba Hemze bi rûkenî xêrhatin li wan kir û cîh dan wan, ji wan re çay anî, mêvanan yek bi yek silav dan û bi meraqdarî li wan mêze kirin.

Serokê Partîyê Mûso xweş nas dikir, berê xwe da Mûso û jê pirsî:

-Wey tu bi xêr û xweşî hatî Xalê Mûso! Li gund çi heye çi tune?

Mûso kenîya:

-Bê dizan tiştek tune!

Îcar Hecî Ahmed ji Mûso pirsî:

Ma tiştek birin?

Mûso got:

-Pênc mîhên min birin û çûn!

De hadê kefaret be, got Hecî Ahmed. Înşelah tu yê îcarê rayê xwe bidî partîya me!

Mûso got:

-Kî pezên min ji dizan biparêze ezê rayê xwe bidim wan!

Hecî Ahmed got:

-Tiştê ku tu dixwazî yê nebûyinê ye! Encax Xwedê teala dikare merîya biparêze û star bike!

Serokê Partîyê got:

-Em pezên Xalê Mûso teslîmê Xwedê teala bikin, bila Xwedê wan star bike!

Mûso bi rûkenî got:

-Ez ji we reca dikim, ne min û ne jî pezên min hewaleyî wî merîyê nekin! Ji wî camêrî teselîya min ketîye!

Çav li Hecî Ahmed beloq bûn.

-Êstafilah êstafilah! Mûso Mûso te xwe şaş kirîye, tu çima qiseyên wiha dikî, gunehe, got.

Mûso got:

-Na lo! Eciba giran, divê emrê xwe de ezê çawa xwe şaş bikim! Min û wî camêrî me hevdu pir ceriband! Dawîya dawî mêrêk eşkere eşkere ji min re got:

-Law ehmaq! Mejîyê herî mezin min da we însanan ku hûn bi aqilê xwe tevbigerin! Lê ez çi bikim, însanên mîna te ehmaq û sergêj guh nadin min! Ma te nizanîbû ku gava tu rakevî dizên werin pezên te bibin!

Hecî Ahmed got:

Qiseyên wiha mebijê, gunehe! Aha bi van herdu çavên xwe min dît bê Xwedê teala merîya çawa diparêze!

Hela ji min re bibêje bê te bi wan çavên xwe çi dît, got Mûso.

Hecî Ahmed got:

-Çar sal berê, eynî weke nuha dema hilbijartina bû, ji ber wê yekê li bajarê Curnê Reş me civîneka hilbijartinê li dar xistibû. Belkî tu pê nehesîyabî, lê ev kesên ku li vê derê rûniştine baş dizanin, polêsan li ser me gule barandin. Di wê gulebaranê de ez rabûm nimêjê, tu guleyek wan rastî min nehat!.

Hecî Ahmed, bi bawerîyeka mezin vegotina serpêhatîya xwe dawî anî û weke her dem got, Xwedê teala ez star kirim!

Wisa xuya dikir ku di nav wan çar salên borî de, Hecî Ahmed bi rastî jî îna dikir ku Xwedê teala ew ji gulebarana polêsan parastibû.

Eloyê Kinik, bêhemd got:

-Qiseyên wina qet nêkewno serê min!

Hecî Ahmed, bêhna xwe teng kir. Hindik mabû ji Elo re bibêje, wexto aqilê to çênibo odo senî dekewo serê to, lê dengê xwe nekir.

Mûso got:

-Tiştên ku tu dibêjî dûrî aqilane! Kî radibe di bin gulebaranê de dest bi nimêjê dike, ez tênagihîjim!  A nuha agir bi çayxana Baba Hemze bikeve yan jî pêl li me rabe yan jî erd bihêje, emê çi bikin! Emê birevin wey! Gava agir bi çayxanê bikeve kî yê rabe dest bi nimêjê bike hii! Tiştê wer dibe!

Hecî Ahmed bi hêrsbûyî got:

-Yê ku gule lê barîn ez bûm! Yê ku ji mirinê filitî, yê ku Xwedê sitar kir ez bûm! Ma hûn çima bi qiseyên min bawerî nakin!

Mûso got:

-Texmîna min ewe ku gava polêsan dîtin ku tu nimêj diki, xwe têkilî te nekirin. Tu çi dibêjî?

Êêê dema însanên fena te rabin kerametên Xwedê teala înkar bikin,  merîyê çi bibêje, got Hecî Ahmed.

Kerametên ku tu behs dikî ne kerametên Xwedê ne, kerametên te ne, got Fexrîyê kevneşoreşger. Tiştê ku ez tênagihîjim ewe ku di sîyasetê de her kî qala mafên miletê kurd bike, zerarê dibîne lê te qet zerar nekir. Qapîyê sîyasetê ji te ra bû qapîyê xêrê û bi ser da jî tu bûy Hecî!

Hecî Ahmed, ne li benda qiseyên wiha nebû. Piçek xwe tev da û bi awayekî sersar got:

-Tu qiseyên vala dikî!

Fexrî eciz bû, çavê xwe li ser çavên Hecî Zîq kir û got:

-Tu caran te xwe li neqeb û bendan neqeliband, dema astengî û talûke xuya kir te çiv da xwe. A ew nimêje ku tu pir behs dikî ku goya tu ji gulebaranê parastîye kerametekî wiha ye!

Husênê seydvan got, hûn çima evqas dirêj dikin! Bila yek demançeyek bîne em biceribînin!

Serokê Partîyê got:

-Hûnê çawa biceribînîn?

Di şûna Husên de Fexrî bersîv da serokê Partîyê:

-Emê çend guleyan berdin Hecî Ahmed, ka em bibînin bê Xwedê çawa wî diparêze!

Mûso got:

-Hûnê mêrik bikujin!

Hecî Ahmed îtiraz kir:

-Heta Xwedê eala min biparêze kes nikare min bikuje!

Baba Hemze got:

-Eybe ji we ra! Hûn çima wiha dikin! Ka bisekinin ez ji we re qehweya mirra îkram bikim, bila piçek bêhna ve fireh bibe!

Hecî Ahmed, xwe diha zêde tûj kir.

Dîn û îmanê van tuneye, got. Hûn Xwedê înkar dikin! Berdin bila biceribînin!

Mûso got:

-Hecî Ahmed, Hecî Ahmed! Hişê xwe berhevî ser hev bike! Yek rabe demançeya xwe li ser te vala bike tu hew xelas dibî!

Hecî Ahmed got:

-Xwedê Teala heta nuha çawa ez parastime, vê şûn de jî wê min biparize!

Fexrî û Eloyê Kinik, tev bi hev ra gotin:

-Vaye camêr dibêje, erê! Ma çi bi we ketîye? Emê biceribînin!

Mûso got:

-Dev ji demançê berdin, em bi awayekî din biceribînin!

Mexseda Mûso ew bû ku xwîn nerêje.

Emê bi çetelastîkê kevirekî biavêjin Hecî Ahmed, eger Kevira min rastî wî nehat, wê çaxê emê ji Hecî Ahmed lêborîna xwe bixwazin û ji Xwedê teala re dia bikin da ku ew me jî biparêze.

Baba Hemze got:

-Çetelastîk ji demançeyê çêtir e. Belkî piçek canê merîya biêşe, lê ji mirinê baştire!

Fexrî û Eloyê Kinik jî gotin:

-Gotina Xalê Mûso qebûlê me ye.

Hecî Ahmed bi awirek tirş li Fexrî û Eloyê Kinik mêze kir û got:

-Ka em bibînin Xwedê mezine yan jî hûn!

Bi hefteyek şûn de mêvanên çayxanê yên ku wê rojê bûbûn şahidên vê şertgirtinê, bi texsî û erebeyan hatin rezê Baba Hemze.

Baba Hemze, mesafeyek sed mîtroyî di navbera Mûso û Hecî Ahmed de nîşan kir. Li serîyekî Hecî Ahmed sekinî û li serîyê din Mûso. Mûso çetelastîka xwe ji paşila xwe derxist, kevirek glover xist kefa çetelastikê, nîşan girt û avêt. Kevira Mûso mîna qurşûnî çû li  Hecî Ahmed ket.

Bi derba kêvir, Hecî Ahmed qîrîya û kete erdê. Gişk revîyan ser wî, pêşî Eloyê Kinik gihaşt ser wî û bi lezûbezî qirîya:

-Çiyê nêbîyo çîyê nêbîyo! Tenya çimê cê kor bîyo!

Rahiştin çeplê Hecî Ahmed, li nav erebê dirêj kirin û ew birin nexweşxanê.

Doqtoran got, nema em dikarin tiştek bikin, çavê wî yê rastê kor bûye.

Hecî Ahmed heta mirinê bi çavê xwe yê çepê îdare kir û carekê din li civîn û civatan, ne behsa gulebaranê kir û ne jî got ”Xwedê ez star kirim!”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev