Bêbextîya me û bextê kûçik…

Bêbextîya me û bextê kûçik…

Arif Tamtaş

 

Xwedîyê nivîsê pêşnîyar kir em carina nivîsên wî di malpera xwe da çap bikin.

Me çîroka wî a pêşin xwend û jê ra got.

-Sipas û tu ser çavan ra hatî! Dema hûn jî vê çîroka delal bixwînin, hûnê jî bêjin Sipas!

 

Êvar e, piştî şîvê û nimêja eşayê ye. Hêdî hêdî, li nav berfê, bi lingên cemidî, bi destên qerimî, di nav mij û berfê de ji mala hevalekî xwe yê li gund vedigerim holika xwe ya li aliyê din ê gund.

 

Li ezmên stêrk tune ne. Li erdê, ji xeynî dengê ketina berfê û dengê bayê, dengê nefesa min a sar tê min. Di ber kavilên xerabe û xaniyên vala re derbas dibim. Ji girê bilind ê gund ronîya çirayê mizgeftê xuya dike. Çirayê mizgeftê aramiyeke rûhanî dibexşîne dilê min. Ava ji ber sermayê ji pozê min diherike, ji nav simbêlên min tê ser lêvên min û tameke şûr dide ser zimanê min. Di nav berfê de, destên min ên cemidî di bêrîka min de, bi gavên fereh, bi çongên xwe berfê diqelêşim û ber bi holika xwe ve dimeşim.

 

Li gund nêzîkî pazde mal hene. Piraniya gundiyan havînê tên gund li nav mal û milkên xwe û payîzê jî diçin metropolên xwe yên qelebalix. Em çend malên li gund dimînin jî bi pez û dewaran re mijûl dibin. Malbatên ku payîzê ji gund diçin, heta vedigerin gund mifteyên xaniyên xwe emanetî cîranên xwe yên li gund dimînin dikin. Ji ber kêfa min ji tenêtiyê re tê, min holikeke biçûk ku ji odeyekê pêk dihat ji mala bavê xwe dûr, li serê zeviya taxa jêr çêkiribû û bi tena serê xwe li wir dimam.

 

Ji berf û bagerê encax pêşiya şûna lingên xwe dibînim. Her der ji ber berfê sipî ye û di mij û moranê de ye. Dema li ber maleke terikandî yê vala re derbas dibûm, li pêşîya derîyê darîn ê malê, çavên min li reşahiyeke ku êdî di nav berfê de wenda dibû ketin. Ji nav reşahiyê dengê cewrikên biçûk dihatin guhên min.

 

Ez ber bi dengê li aliyê deriyê xanî ve çûm, min dît dêlika belek a gund derikîye, şeş cewrikên biçûk ên bi qasî kefa destekî kirine bin xwe û ji serman dilerize. Dêlikê ji bo cewrikên xwe lê bisitirîne ciheke din nedîtibû. Her şeş cewrikên xwe kiribû ser şîpanderê derî, ji bo wan ji sermaya berfê biparêze laşê xwe yê lawaz wek lehîfekê kiribû ser cewrikên xwe. Ji bo lê bisitirin, li gund bi dehan xanîyên vala hebûn. Lê gundîyan deriyên hemûyan bi qiflên zexim asê kiribûn.

 

Min bi hemû hêza xwe milê xwe li deriyê xanî da, zincîr ji qiflê şikand û cewrikên dêlikê birin hundirê xaniyê vala. Çar cewrikên dêlikê reşbelek bûn û didû ji wan jî gewr bûn. Min dêlik û cewrikên wê kirin hundir û derketim çûm holika xwe ya ku min jê re digot Qesta Arif Begê.

Roja din, serê sibê bi dengê qêjîn û qareqarekê ji xew rabûm. Bi tena derpê û kiras hatim ber derî, min lê nêrî cîranê me Tahirê Berhem bêrek girtiye destê xwe û ketiye ser pişta dêlik û cewrikan bi bêrê li wan dide. Ez bi bayê bezê ber bi wê hêlî ve bezîm. Tahir li aliyekî pişta dêlikê dide ber bêran û li aliyekî di ber xwe de dide dijûnan. Cewrik yekû yekû dike ser bêrikê û ji hundirê xanî davêje nav berfê.

 

Heta ez gihîştimê, Tahir cewrik û dêlik ji hundir avêtibûn. Ji hêrs û acizîya ser rûyê Tahir, mirov digot qey yekî li ser pişta xanimê zeft kiriye.

 

-Çi ye Tahir? Tu şerim nakî? Ev çi qeşmerî ye? Ma mirov weha li van heywanên Xwedê dike?

-Segbavekî duh deriyê mala Şakiro şikandiye û ev seyên heram kirine hûndir. Mêrik mifteya mala xwe teslîmî min kiriye. Van seyan mala mêrik herimandin. Ka dema Şakir ji bajêr vegeriya gund, ez ê çi cewabê bidim Şakir?

 

Ne sûçê wî bû, divê min ev pêşbînî kiriba. Li gorî gundîyan se/seg/kûçik heram in. Zilamên gund, cahil û nezan in. Nedibû min xwe bida ber bayê wî. Min cewrikên li nav berfê yek bi yek kirin ber himbêza xwe û da rêya holika xwe. Tahir li pey min dida xeberan: “kafirê bê dîn û îman, çawa xwe bi cewrikên seyan re diherimîne.”

 

Min cewrik anîn malê û kir nav teştikekê ku min tê de serê xwe dişûşt. Teştik danî paş sobeya agir. Piştî bêhnekê min dît yek ji cewrikan ji ber derbên bêrên Tahir mirîye.

 

Dêlikê ji biharê ve li ber pezên gundîyan bû, lê zivistanê ji bêbextîya gundîyan ji bo cewrikên xwe lê bisitirîne cihek peyda nekiribû. Li hundirê holikê, kevirekî binî kûr wek şkeftekê hebû. Min hinek ka ji kadînê anî, li nav şikeftê cihê cewrikan çêkir û cewrik li şikeftê bi cih kirin.

 

Piştî saetekê bavê min bi hêrsa xwe hat ber derî got:

-Ew çi qêra te û Tahir bû, qarqara we dihat nava gund! Te ev cewrikên seyan anîne nav nivînên xwe çi? Ev tu yê tu carî baqil nebî? Te deriyê xelkê şikandiye û mala xelkê herimandiye! Xwezî tu keçeke kor bûya, li paş tenûrê li benda qismetê xwe yê kor û topal bimaya! Te ez di nav gundîyan de nedama şermê. Hey heywanê çalî balî!..

 

Bavê min dema ji min hêrs bibûya digot “heywanê çalî balî”. Ez hîn jî nizanim heywanê çalî balî yanî çi. Tevî min serî li ber tiştên qebûl nedikir radikir jî, ez bi kesî re nediketim nav nîqaşan. Piştî demekê bavê min dîsa devê xwe vekir. Lê vê carê hinekî nerim bibû.

 

-Kurê min! Mala ku se lê be, milyaket nakevin wê malê.

-Bavo! Ma milyaket hat ket hûndir ez û milyaket em ê çi li hev bikin. Ji xwe bi zorê zikê xwe têr dikim, îca milyaketên Xwedê jî ji kîs xwe têr bikim?

-Qasî tu û şeytan bi hev re ne, milyaket ji xwe rêya mala te jî ji bîr kirine. Here tu û kûçikên xwe çi gûyî dixwin bixwin.

 

Şeytên qe nebe hin şevan dihat xewna min, bi min re dikenî. Lê milyaket bihata xewna min jî, min ê ji tirsa Xwedê çi bi milyaket bikira.

 

Min heta biharê her pênc cewrik di holika xwe de xudan kirin. Gurzo, Reşo, Temez, Gewrê û Gurêx. Gurzo, Reşo û Gurêx nêr bûn, Gewrê û Temez jî mê bûn. Biharê gundîyên xudan pez hatin ji min cewrik xwestin lê min ew cewrik nedan gundîyan. Min her pênc cewrik bi xwe re birin zozanên Televêrê teslîmî koçerên li zozanan kirin û ez hatim gund.

 

Dema ez hatim gund, min dît Gurzo berî min xwe gihandiye gund û li pêşiya malê li benda min e. Gurzo ji bo min ji xuşk û birayên xwe veqetiyabû û hatibû gund.

 

Wê salê ez û Gurzû em bûn şivanê pezên gundîyan. Payîzê min pereyê şivanîyê kir bêrîka xwe û çakêtê xwe avêt milê xwe û ji gund veqetiyam. Gurzo li gund ma, ez hatim Stenbolê. Payîzê heta biharê, bi qasî şeş heft mehan ez li Stenbolê mam.

 

Dema biharê ji bo çend rojan vegeriyam gund, Gurzo ji her kesî zêdetir bi dîtina min şa bû. Sê rojan li ber deriyê min li ba min ma. Heta ez şûn ve vegerîyam Stenbolê Gurzo sê rojan li gund hevaltîya min kir…

 

Niha, piştî salan çi bi Gurzo hat nizanim, Tahir du sal berê çû rehma Xwedê. Çend wêneyên min û Gurzo bi hev re hebûn, min li ser fêysbûkê belav kiribûn, êdî ew jî nemane. Bavê min hêj jî li gund e, wêneyên min bi bavê min re jî tune ne. Li gorî bavê min girtina wêneyan guneh e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev