Ji Kierkegaard Guldesteyek Aforîzma

Ji Kierkegaard Guldesteyek Aforîzma

Mahmut Özçelîk

 

Kierkegaard felsefevanekî Danmarkî ye. Di navbera salên 1813 û 1855î de jiya ye. Kierkegaard wekî Franz Kafka zaroktiyeke di bin pest û pêkutiya bav de derbas dike.  Perwerdehiya xwe ya ewilîn li dibistana olî dibîne. Dû re li Kopenhagê li zanîngehê beşa îlahiyatê dixwîne. Di hemû jiyana xwe de dixwaze bibe xiristiyanekî baş. Lê mixabin çavdêriyên wî yên derheqê dêrê de dike ku rexneyên giran li rayedarên vê olê û li pewrevên wan bê kirin. Çimkî dibîne ku xiristiyaniya ew disêwirî û dixwest li dû biçe ji rê averê bûyî ye.

Ji bo vê yekê vê aforîzmaya xwe jî bilêv dike: ‘Alema xiristiyanan bêyî lê warqile dawiya xiristiyaniyê anî.’ Wî jî wekî îlahiyatnasê mezin Erasmus dixwest di ola xiristiyaniyê de hin guherîn bê kirin û ev ol xwe jinûve saz bike. Bi felsefeyê re jî bilî dibe. Felsefeyeke wî ya wekî ya Nietzscheyî bi rêk û pêk tune ye. Lê dîsa jî mirov dikare wî wekî fîlozofekî ewilîn yê “hebûnparêziyê” diparêze bi nav bike. Derheqê gelek babetan de fikrên xwe derpêş kiriye: Felsefe, ol, guman, guneh û Xwedê; tirs, tenêtî, endîşe, mirin, bêdengîtî û bêhêvîtî; hebûn û heqîqet, hêvî û hezkirin, bextewerî û eşq; zehmetî, nebaşî, êş, keder, diltengî û hizn…

Kierkegaard ji ber vê dinyaya tiliqûnîbûyî zêde nikare li ber xwe bide û di temenekî gelek ciwan de -di 42 saliya xwe de- xatir ji hezkiriyên xwe dixwaze. Di nava van çil û du salên bi tengasiyên derûnî û arişî ve dagirtî de, gelek berhem li dû xwe hiştiye. Min jî ji pirtûka ji aforîzmayên wî pêk tê û bi navê “Hezkirina ji xwe, jibîr nekin” hatiye weşandin, hin aforîzmayên wî hilbijart û ev guldesteya aforîzmayan derkete holê. Bi hêviya xwendineke bi kêf…

Xwedê ji nebûnê çêdike. Hûnê bibêjin çi tişteke xweş. Belê, yeqîn wisa ye. Lê Xwedê tiştek hêj ecayîptir jî dike. Xwedê; ji nav yên gunehkar, ezîzan jî derdixe.

Felsefe herdem ya zêdetir, ya ebedî û rasteqîn dixwaze. Halbûkî tişta lê digere ji bexteweriya lehzeyekê wêdetir ne tu tişt e.

Hêvî, azweriya bidestxistina ya mimkûn e.

Mirov ligel “azadiya ramanê”pir bi kar naînin jî, daxwaza “azadiya derbirînê” dikin.

Ez kî me? Çawa çêbû ku ez hatim vê dinyayê? Çima kesî ji min nepirsî?

Endîşe/xemgînî, sergêjiya azadbûnê ye.

Dia, Xwedê naguherîne lê kesê dia dike diguherîne.

Dema we gotinên Xwedê xwendin, her daîm vê bibîra xwe ve bînin: “Ev xîtabî min dike û derheqê min de qise dike.”

Dema mirov “rastî” qebûl kir, tê wê maneyê ku kesayetiya wî/ê kemilî ye.

Bawerkirin zor e, çimkî îtiatkirin bi xwe zor e.

Cihê em lê dijîn ne ew cih e ku em lê bêhna xwe digirin, ew cih e ku em lê bi taya evînê ketine.

Mirov ewqas ji min pir kêm fêhm dikin ku gazincên min ên derheqê fêhmnekirina min de jî fêhm nakin.

Du cureyên xapandinê heye: Ya hûn ê baweriya xwe bi ya ne rast bînin an jî hûn ê bawerkirina ji rastiyê red bikin.

Aciziya ji can, dayika hemû nebaşiyan e, neçariya redkirina xwebûna xwe ye.

Tiliya xwe li ‘hebûnê’ didim. Bêhna tu tiştek jê nayê! Ez li ku me? Ez kî me? Ev a ku jê re dinya tê gotin jî, kuder e? Ev dinya jî tê çi maneyê? 

Mirovên dahî eynî wekî brûskan in. Li hemberî bayê tevdigerin, hundirê mirovan diteqînin û hewayê paqij dikin.

Kêmnetewe herdem ji piraniyê bihêztir e. Çimkî kêmnetewe; exlebî, ji mirovên bi rastî xwedî ramanekê ne, pêktê.

Ji bo ez bi hezaran cinawirî re ku di kûrahiya kesayetiya min de ye, serî bikişînim, diçim nêçîra masiyan.

Ger min derheqê pirsgirêkên dinyaya modern de tenê yek çareserî dîtibûya, li reçeteyê min ê bêdengî binivîsanda.

Di çîlekêşiyê de aramî û rehetî heye.

Li cihê li hev kombûna qerebalixan, hûn nikarin heqîqetê bibînin.

Ger hûn ji destê ramangerî paradoksên wî bigirin hûn ê li hemberî xwe profesorekî bibînin.

Alema xiristiyanan bêyî lê warqile dawiya xiristiyaniyê anî. 

Guman, bêhêvîtiya ramanê ye, bêhêvîtî jî gumana kesayetiyê ye.

Hezkirina ji xwe, jibîr nekin.

Ger hûn dixwazin ji wan kesan bin ku Xwedê jê nefret dike, tevgera we ya bi şiklê komî bes e.

Di nava bêruhiyê de wendabûn, tişta herî xeternak e ku dê were serê mirovî.

Di Metnên Pîroz de ya te eleqedar dike ne pasajên xumam, pasajên te fêhm kiriye ye. Divê tu di zûtirîn demê de rîayetî vana bike. Di tevahiya Metnên Pîroz de tenê te yek pasaj jî fêhm kiribe, divê tu ewil pêwîstiya wê pêk bîne. Xwedê dê wê pasajê ji te bipirse. Ewil rûnenî û bi pasajên xumam re serê xwe neêşîne. Gotina Xwedê, ji bo tu li gorî wê tevbigere hatî gotin, ne ji bo tu di şîroveya wê de bibe pispor…

Ger du mirov hatibe cem hevdu li wir sextekariyek heye. 

Xemgîniya min heta vê lehzê eşqa min a herî sadiq/dilsoz e.

Ger we carê gava xwe avêt vê dinyayê, ji bo mirinê hûn êdî têra xwe kal in.

Hezkirina Xwedê nefretkirina ji dinyayê ye, hezkirina dinyayê jî nefretkirina ji Xwedê ye. Nuqteya qayişkêşanê ya dêwasa ev e: An hezkirin an nefret. Şerê herî erjeng divê di vira de bê dayîn.

Tengasî tenê mirovan naîne cem hevdu, hevaltiyên rind yên di dilên wan de jî tîne cem hevdu.

Pirê mirovan li pey bexteweriyê wisa bi dilperitînerî direvin ku “wê” ji nişka ve li pey xwe dihêlin.

Divê heqîqet herdem bi dinyayê re di nava nakokiyê de be. Dinya tu carî qenc nebû. Tu carî jî bi qasî ku piraniya mirovan daxwaza heqîqetê dikin, dê nebe cihekî qenc. 

Felsefe dadoka jiyanê ye, dikare bi me re bilî bibe lê nikare me dermale bike.

Ji hêla hebûna fizîkî ve pêwîstiya şexsî bi pir tiştî tune ye. Ji wê jî wêdetir bi kêmbûna pêwîstiyan re şexs dibe bêqisûr. Di têkiliya mirovan ya bi Xwedê re ev rewş belovajî ye. Şexs çiqas hewcedarî Xwedê be ewqas dibe bêqisûr. Hewcedariya bi Xwedê re ne tiştek şermînî ye, bêqisûrî bi xwe ye. Li dinyayê tişta herî bi êş, bêyî mirov lê warqile hewcedariya wî bi Xwedê heye, hemû jiyana xwe derbas kiribe!

Ji ber tirsa cezagirtinê em dikarin ji xerabiyan dûr bisekinin, eynî mîna koleyan. Ji bo xelatgirtinê jî em dikarin xwe ji xerabiyan dûr bigirin, eynî mîna nanxuran. An jî bi hezkirina ji Xwedê em ji xerabiyan direvin, eynî mîna zarokan.

Ger ez bijîşk bûma û yekî ji min re bigota “derheqê divê çi bê kirin de tu çi difikirî?” û min ê jî bigotabêdengiyê biafirîne, bêdengiyê bîne vê derê.”

Ewleyî, rewşa dema aniha ya hêviyê ye.

Cureyê hebûnê yê herî êşê dide mirov bibîranîna dahatûyê ye. Bi taybetî dahatûya ku em dê tu carî nebin xwediyê wê.

Di nav hizneke mezin de min ji jiyanê hezkir, çimkî ji hizna xwe hez dikim.

Bêdengî ji dil tê. 

Êşên min kişandiye kelehên min in.

Fêhmkirina hebûna tiştên dê neyê fêhmkirin peywîra mirov e. 

Evîn her tişt e; çawa ya her tiştî dide ew e wisa ya her tiştî ji me digire jî ew e.

Li bendergeheke bi ewle şîret lê kirin hêsan e. 

Keder, mîna tîreke di dilê mirovî de daçikilî ye. Gakûvî ji tîrê çiqas bi hêz bireve, derba tîrê jî ewqas kûr tê de diçe. 

Diltengî mirovî zeîf nake, hêza lê xwedîtiyê dike derdixe ber tîrêjên rojê.

Çîlekêşî bi Xwedê re parvekirina razekê ye.

Di vê mijarê de divê em durist bin. Em ji mirinê zêdetir, ji“heqîqetê” ditirsin.

Derheqê Rêwitiyên Pîroz de, gotineke seyr ya Gregoriyê Nisayî heye,” Bi guherandina cihê xwe ve tu nikarî nêzîkî Xwedê bibî.” Ax, na, eva aşkere ye ancax bi ‘xweguherandinê’ ve mimkûn e.”

Jiyana piraniya mirovî dişibe çîmenê/çayirê. Ya ku bahozê radiwestîne tenê dar in û gelek tiştan jî tecrûbe dikin; lê çîm hema hema tu tiştî tecrûbe nakin.

Feydeya şerkirina bi dinyayê re tune ye. Ji aliyê din ve mayîna di nava şerê xwe bi xwe de êpê qezencê tîne.

Ya herî hêsan mirin e. Ya çetin/zor jiyan e.

Tu wext bi qasî rojên ewilîn ên evîndariyê xweş nîne. Ew zemanekî wisa ye ku, her hevdîtin, her nêrîn tiştên mirovî bextewer dike, bi xwe re tîne. 

Nefret, hezkirina tûşî têkçûnê bûyî ye.

Qeder ji kederê wêdetir ne tu tişt e.

Hezkirina bêqisûr, hezkirina ji kesê ku ‘tu bedbext kiriye,’ ye.

Çavkanî: https://felsefevan.xyz/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev