Berhemên kurdzanên me – 221

Berhemên kurdzanên me – 221

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Serhildana li navça Araratê (1927-1931)”. Em wêya dikin 4 beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa sisîyan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Serhildana li navça Araratê (1927-1931) – 3

 

Rojnama “Milliyet”, pey hincirandina wê ocaxa serhildanê, li ser goristana çiyayê Araratê, li ser kevirê gorê-papaxê ya kurdî wêneyek weşand. Li ser kevir ev gotin hatine nivîsîn : “Li vira Kurdistana xewnerojk hatiye binax kirin” (120, r. 76). Karikatura ha tenê zêna rojnamevanê tirk nîşan dida, lê ne ku rewşa Kurdên rasteqîn, yên ku nenihêrî zordestiya sext terka têkoşîna bona razîkirina mafên xwe yên millî ne kir. Eskerên Tirkan ku siyaseta gelkujiyê berdewam dikir çensed şervanên Kurdan kuştin. Wan neferên çend malên Kurdan ku dîl girtibûn bi hovîtî kuşt, gunehê xwe li kalemêran, pîrejinan û zarokan ne anî. Sala 1930, li Qahirê bultena doktor Behleç Şêrko hate weşandin û tê da navnîşana pêşmergên dardakirî anîbû û navên gundên Kurdanku bi destê cezakirên tirk hatibûn wêran kirin û şewitandin dabûn rêzê.

 

Ş. S. Aydemir, ku di derheqa qewimandinên wêdemê da û di siyaseta Kemalîstan a di derheqa pirsa Kurdan da dipeyive, dinivîse : “Nexwestina pêkanîna rêformên aborî Û civakî yên dû serhildana sala 1925 gihand wê yekê ku dîsa xwîn wek çem kişiya. Vê carê navça Agirî rabû qal û cengê. Gelek xwîn hat rêtin, gelek şehîd ketin. Li herderî xelayî û sexîrî bû. Û dîsa jî wan dixwest ku hemû problêman bi mecalên admînîstratîf û eskerî hel bikin (116, r. 399).

 

S. Gavan xût di derheqa wê siyaseta Tirkiyê di hindava Kurdan da ewha nivîsiye : “Li gundan saxesax dişewitandin û … zarok dikuştin, herweha jin û mêran jî. Piraniya mêran di nava şerr da şehîd dibûn, an jî direviyan çiya. Hukûmeta Tirkiyêsiyaseta xwe ya bi herdemî kuştina Kurdan ûtirkkirina wan derbas dikir. Bi hezaran Kurd mihacirîAnatoliya Roavayê dikirin. Zimanê kurdî bi resmîqedexekirî bû, lê weşanên kurdî berhev dikirin ûdişewitandin. Gotinên “Kurd” û “Kurdistan” jî jipirtûkên dersan derxistibûn, li vir divê ji Kurdanra bigotana “Tirkên çiyayî”. Kurdistan ji cihanêhatibû birrîn û bona mirovên biyanî riya wê girtîbû” (162, r. 26).

 

Nehru ku siyaseta komên Tirkiyê yên serokatîkirdi hindava Kurdan da qîmet dikir, di nava pirtûkaxwe ya “Dîtinek li ser dîroka hemcihanê” da nivîsiye :”… Kemal têkoşîna Kurdan bi hovîtî hincirand û”mehkemeyên serbest” ên xusûsî çê kirin ku mehkemahezaran Kurd kirin. Serokên Kurdan, Şêx Seîd,doktor Fuad û gelekên mayîn hatin dar da kirin.Gava ew dihatin dar da kirin, di dema jiyana xweya dawîn da bang dikir ku Kurdistana serbest bêçê kirin”.

 

“Bi vî awayî, Tirkan, ku bi xwe van demên dawîn jibo serbestiya xwe şerr dikir, Kurdên ku wek wanji bo serbestiya xwe şerr dikir hincirandin. Tiştekî ecêb e ku nasyonalîzma xweparastinê warguhêzî nasyonalîzma agrêssîf dibe, lê şerkariya bona azadiyê warguhêzî şerkariya zorbetiyê dibe ji bo ku hukm li ser xelk bikin. Di sala 1929 da, Kurdan tevger çê kir û dîsa, rast e, ji bo demeke kurt, ew hat hincirandin. Lê gelo ew dikarin heta-hetayê dengê milletekî ku dixwaze azad be û hazir e bona wê azadiyê her tiştî, hetanî canê xwe jî, bide bidin birrîn ?” (99, r. 93).

 

Hovîtiya di hindava pêşmerên Kurdan bona Daşnakanbû bingeh ku bîr û baweriya mexlûqetiya Awropaû Amerîkayê bicivînin ser hev, bona ku pirsa Kurdanderkeve meydanê. Wan agahdarî di derheqa qewimandinênli Anatolya Rohilatê da didan weşana burjuwaziyê,bi belgan pêş da dihatin û pere û tiş t berhevdikirin bona alî pêşmergên Kurdan bikin. Daşnakgelek caran ber bi Entêmasyonala Sosyalîst bûn.Di nava raporeke buroya xwe ya giranbeha da wannivîsî : “Dewletên kapîtalîst li ber qewimandinên biqetl çavê xwe digirin û wek dîtindarên dengbirîxwe diparêzin. Wan peymana Sêvrê ku tê da diderheqa otonomiya Kurdistanê da tê gotin piştguhê xwe va avêt” (82, No 2, r. 39).

 

Pirsa Kurdan, ku li plênuma buroya EntêmasyonalaSosyalîst ku di 22-25 tebax 1930 da li Zurîxê hatderbas kirin, dihate enene kirin û herweha biryaraku wê buroyê qebûl kiriye hêjayî guhdariyê ye ûgelek hewaskar e. Kêlm û peyvên li plênumê, usajî bîr û baweriyên tevgelên wê, gelek hewaskar in.Di nava banga buroyê da dihat gotin : “Pirsa Kurdan bona Entêmasyonala me gelek giring e, ji ber ku eger ew pirs nesafîkirî bimîne, ewê qeziyake mezin be bona aşîtiya li Rohilata Nêzîk … Casûsên Komîntêmêdicedînin ku şerkariya Kurdan bikin binhukmê xwe … ew cêribandinên wan gihîştine hinekbiserketinan, ji ber ku Kurd li her deran xwe bêdost û heval dibînin. Eger Entêmasyonala me piştgiriya Kurdan bike, ewê ne bi dilê wan kesên ku li Kurdistanê xwe di hindava Entêmasyonala Moskvayê da tebiya dijiminayiyê girtine be”.

 

Sedrê Komîta karkirinê “De Broucker”, ku bersivakêlmdar da, ewha got : “Me guh da wê doklada hewaskar û nuha em divê derbasî enenekirina wêbin. Lê, berî wê, ku em gilî bidin hevalan, ezdixwazim wan dijwariyên ku di dereca azirûkirin zelalkirina tebiya me di hindava pirsa Kurdan dadibe ku bi kêrî me bên bidim nîşan dan. Dijwariyên yekemîn ew in ku … em divên xwe mukur bên kufikirandina me ya bi cûrê awropî li ber me didereca helkirina pirsên bi bingehên xwe ne yênawropî da asêgehan çê dike û dikare biqewime kuem şaşîtiyan bikin. Dijwariya duduyan ew e ku didilê me da tirs heye ku şerkariya Kurdan li Iraq,Farisistan û Sûriyê jî belav be û ewê bibe sebebêsextbûnên navneteweyî di nav dewletan da”. “Raste – De Brouckerê ku ketibû heyr û goriya empêryalîstangotina xwe dûmayî kir – ji me ra dibêjin kuîro têkoşîna Kurdan tenê dijî Tirkiyê ye, lê kîdikare bi hêvî be ku sibê ew li welatên jorgotîewê neyê belav kirin … Kemala dijwariya sisiyanbona me gelek bingehî ye. Entêmasyonal, ku parastvanamafên milletan hesab dibe, lê tevî wê yekêher car ew fikir gotiye ku ew dijî wê yekê ye mafbi destê çekan û xwînrêtinê bê dest anîn … Geloem dijî tebiya xwe ya bingehî demakevin – DeBroucker kire gazî – eger em piştgiriya têkoşînaKurdan a çekdarî bikin ? Dijwariya çaran ew e -wî gotina xwe berdewam kir – ku em bi çi awayîdikarin alîkariya Kurdan bikin. Cûrê herî nêzîkîaqilan ew e ku em bi destê Koma Milletan hukmli ser Tirkiyê bikin. Lê hûn gişk jî dizanin ku ewrêxistina navneteweyî çiqas bêçare ye bona hukmkirinabi wî awayî … Ez nikarim fehm bikim ku tevbûname ya nava pirsa Kurdan xwediya çi kemala bingehîye ?”.

 

Raportor, ku bersîva De Broucker da, Iazimiyatevbûnê ewha şirove kir : “Min êdî gelek caran ewferqiya mezin daye nîşan dan ku di wê derecê dadi navbera Entêmasyonala me û ya 3yan da heye.Wê çaxê, gava Entêmasyonala sisiyan ne tenê biguhdarî dîna xwe dide her têkoşîneke millî, lê usajî bi zorê şerkariyên bi wî awayî li wan derên kuew tu nene saz dike, li her derên topa dinyayê yên dûr jî em hîç naxwazin xwe biêşînin jî, ku di pêşda nasiya xwe bidin her tevgereke millî, heya wêdemê, gava ew ewqas pêş va diçe, ku bona cihanêqeziyayê pêş da tîne”.

 

Paşê Mênşêvîkê demekê bi Abramovîç ra peyivî. Wîbi ruhdarbûn çend gotinên “çep” gotin û li dawiyêjî ewha temam kir : “Helbet, em nikarin bîr ûbaweriyên xwe di derheqa serbestiya Kurdistanê dabêjin, ji ber ku haya me ji fikra xebatkarên kurddi wê pirsê da tu neye; di hêla din jî, em nizaninku serbestiya Kurdistana Tirkiyê ewê çawa hukm liser danûstendin û eleqetiyên dewletên cîran, angobi gilîkî mayîn gotî, li ser Ingiltere û Fransayêbike” (117, 1932, No 13-14, r. 18-20).

 

Li dawiyê ji peyvên tevgelên plênumê xuya dibû kuew di bingehê da ne dijî têkoşîna Kurdan dijîhukûmeta Tirkiyê ne, lê ew ditirsin ku ewê dilêdewletên Roavayê yên Empêryalîst bikeve. Lêjênosîda (gelkujî) di hindava Kurdên Tirkiyê daewqas bi hovîtî bû ku buroya EntêmasyonalaSosyalîst jî “dijî wan hovîtiyan derket”. Di navarêzolusyonê da, ku di tebaxa 1930 da hat qebûlkirin, dihat gotin : “Buroya karkirinê … guhdariyacihanê datîne ser wan xerabkariyan û kuştina kuhukûmeta Tirkiyê pêk tîne, ne tenê bona ku Kurdênku bona serbestiya xwe rabûne qal û cengê qirbike, lê usa jî dixwaze bineciyên Kurdan am ûtam, ku qet tevî serhildanê jî ne bûbûn, bizêrîne.Bi van kelegoziyan va, hukûmeta Tirkiyê dixwazewê ecêba ku anî serê Ermeniyan bîne serê gelêkurd” (76, r. 18).

 

Lê ew “dijderketin” û agahdariyên sosyal-dêmokratan,ku bi bingehên xwe va yên taktîkî bûn û ku jialiyê komên Tirkiyê yên rêkasyonêr dihatin pêkanîn, nikaribû bextê Kurdan ê trajîk biguherînin.

 

Burjuwaziya Tirkiyê, dema serhildana Kurdan,siyaseta xwe ya helandinê ya şovînîst di hindavagelên welêt ên biçûk da dida xurt kirin. Ewha, di30 tebax 1930 da, serekwezîr Ismet Paşa, ku demavekirina xeta hesin li Sîvasê peyivî, got : “Tenêneteweyê tirk iznê wî heye ku de’wa mafê êtnîkî ûirq bike. Tu milletekî mayîn destûra wî ji bo wêyekê tu neye” (216, 31.8.1930).

 

Wezîrê edaletê Esat Beg, dema ku li Ödemişê liber bijartiyên xwe pêş da hat, hîn berktir peyivî :”Em li Tirkiyê – welatê herî aza li cihanê – dijîn.Parlementerê we, ku di derheqa baweriyên xwe dagelek eşkere ji we ra dibêje, nikaribû li tu ciyîxelkên wek we bidîta. Loma jî ezê hesînên xweveneşêrim. Tirk – ew maqûl û xwediyê welêt êtek-tenê ye. Tirkên bi eslê xwe va ne paqij li vîwelatî xwediyê tenê mafekî ne : xulamtî û qûltiyêbikin. Bira ev rastî hem dost, hem jî neyar bizanibin,hela bira çiya jî bizanibin” (216, 19.9.1930). WeşanaTirkiyê jî bi wê giyanê nivîsî. Di 10 tebaxa sala1930 da, rojnama “Hukumeti-milli” nivîsî : “Tukesşikber nîn e ku me de’wkariyên bi wî awayî (diderheqa serbestiya Kurdistanê da – M.H.), yên wêperaniya (kerî, kom) hovên beyanî laqirdî-henekhesab dikir. Bona wî milletê ku di ferhenga wî daserhevdu 200 gotin hene … ciyê tek tenê, ku ewdikarin tê da otonomiyê bistînin, di navbera Afrîkayan jî beristaneke wê ku tê da nîvmeriv û nîvmeymûndijîn e. Lê Asya, ku darinde-dîroka pêşketinê ye,nikare iddiayên ewha qebûl bike. Ew kesên ku dîsabehsa wê bikin, hêjayî wê yekê ne ku boy navêbêqeziyabûna gişkî bên zêrandin û nizm kirin, û birastî jî, bi wî awayî ber bi wan dibin” (117, 1932, No 13-14, r. 73).

 

Dema vebûna meclisê di 1 cotmeh 1930 da, MustefaKemal, dema tehlîla rewşa siyasî ya hundirî, gotku qewimandinên li rohilata Tirkiyê “qeziyabûnbona serbestiya me” (114, r. 349).

 

Bi vî awayî, şerkariya Kurdan bona naskirina mafênxwe yên millî ji aliyê komên Tirkiyê yên serokatîkirwek destdirêjayiyên di hindava serbestiya Tirkiyêda dihat lênihêrandin. Ji van yekan, dijwar nîn e kumeriv bê ser wê baweriyê ku ji bo çi Kurd bi herteherî dicedand ku ji hukumdariya Tirkiyê xelas bin.

 

Qewimandinên rex Araratê bingeh daye dîwanaTirkiyê ku êrîş li ser Dersîmiyên ku dest pê kirpiraniya wan (eşîrên Seyid Riza û yên Koçelan) dibehara sala 1930 da ber bi Erzincanê bibin, bonaku bên hewara serhildana Araratê, bike. Di vanqewlan da, hat biryar kirin ku mecalan qebûl bikebona hincirandina eşîrên Dersîmê. Anegorî biryarahukûmetê, Wezareta parastina millî ferman jiqumandariya korpusa Erzincanê ra şand û tê dadihat gotin : “Divê bineciyên gundên Aşgirik, Daxbeyû Xersê, yên navça Danzigê (qezayê Pûlûmûrê), yênku naxwazin baca dewletê bidin û sa jî zagonênhukûmetê yên mayîn bendî tiştekî hesab nakin,ceza bikin” (136, r. 167). Waliyê wilayeta Erzincanêjî ji wezareta karên hundir biryar usa stend : 10alayên peya bi 15 top û 10 firinde şandin dijî Kurdan,herweha hêzên cendirman, yên wilayetên cîran jî pêra (126, r. 256).

 

General-major Ruştî Beg qumandarî li eskerênTirkan dikir. Rast e, eskerên Tirkan bi jimar ûtêknîka xwe va gelek bi ser Kurdan bûn, lê Kurdan,xwezma yên Pûlûmûrê, bi mêranî li ber xwe da.Wê demê qumandar Ruştî Beg bertîl da çendserokên Kurdan û wan jî ji eşîrên wilayetên Erzincanû Erzurûmê yên kurd mîlîsên ku rind hay ji cîû wargan hebû teşkîl kirin, û ew hêz li pêşiyaeskerên Tirkan xistin û dijî Kurdên Pûlûmûrêderxistin. Di 26 oktobr 1930 da, eskerên hukûmetêketin navbenda naçva Denzigê. Rojtira mayîn wangundên Daxberg, Xarsî û Aşgirik şewitandin (136, r. 170).

 

Hema wê rojê, Dersîmiyan êrîşî tebiyên Tirkan kirû di ruyê wan da batalyona eskerên Tirkan a Uan,tevî qumandarê xwe Surrî Beg, teslîm bû û ew dîlhat girtin. Ev serketin bi saya alîkariya ku SeyidRiza da Kurdên wê navçê hat de st anîn. EşîrênBrîman, Heyderan û Demnan mêraniyeke bêhempakir (126, r. 257).

 

Di 7 cotmeh 1930 da, alaya 3mîn bi qumandariyaXalis Paşa gihîşt eskerên Ruştî Beg ku ji navça Araratê vegeriyabû. Cezakirên Tirkan êrîşeke nuhbir ser Kurdan. Wan, dema pevçûyînê, gelek eskerhunda kirin, lê dîsa jî bi wan ra li hev hat kugundê Gurkê zevt û wêran bikin. Lê serketina wanbi wê yekê va xelas bû. Di nava rapora xwe da,Xalis Paşa bi pesndarî da zanîn : “Jimara qaçaxan,ku xwe li şkeftan û di nava berfê da veşartine, ji40 kesî derbas nabe. Dema pevçûyînên 11 û 12novembr, ji qaçaxan weke 100 mirovên ku wammecbûr kir ji hev belav bin şehîd bûn” (136, r. 171).

 

Rast e, wî pesna xwe dida, lê berxwedayîna Kurdanbi mêranî di wê zivistana sur-serma da Tirk mecbûrkirin ku vê carê jî paş da vekişin. Pey çûyînaeskerên Tirkan, Kurd vegeriyan gundên xwe.”Kurd, ku ocaxên wan hatibûn şewitandin û hedimandin- waliyê Erzincanê Elî Kemalî dinivîsî – …vegeriyane cî-warên xwe, koxikên xwe yên sade kuji çar dîwarain û banekê bûn çê kirin, û di wanqewlan da dijîtin ku qet ferqa wan û yên berê tunebû” (136, r. 171).

 

Behara sala 1931, serhildana Kurdan li Araratê dîsa”serê xwe bilind kir”. Bona ku pêşiya wî şerrîbigire û ew şerpeze bike, di destpêka gulana 1931da hukûmeta Tirkiyê navça Araratê wek navçaqedexekirî îlan kir (185, 2.5.1931). Bilî qulixçiyêneskeriyê, iznê tukesî ne dida ku here wira. Bonahincirandina şerrê nuh li navça Araratê, hukûmetaTirkiyê diviya gelek esker bike nava şerr û çenddeh milyon lîra xerc bike.

 

Rojnama “Zarya Vostoka”, ku di derheqa mecalênhukûmeta Tirkiyê yên cezakirinê da dipeyive, dihejmara xwe ya 20 adar 1931 da nivîsiye ku eskerênTirkan kême-kêm 200 wargên Kurdan ên jiyînê ûkonên koçeran xerab kirine, û usa jî çend hezarpêşmergên Kurdan kuştine. Tevî neferên malan,jimara şehîdan digihîşt 10-15.000 (117, 1931, hejnmr12, r. 14). Bi salixên partiya “Xoybûn”, desteyênTirkan ên cezakirinê 660 gund wêran kirin û 15.206mal şewitandin (103, r. 73) (31).

 

Dû 30 salan, zanyarê Kurdan ê bi nav û deng,Ismet Şerîf Wanlî, nîşan da ku serhildana salên 1927-1931, ku barêgeha wê li rexê Araratê bû, jiserhildanên Kurdan yên herî demdirêj bû. Ew şerrêji bo serbestiyê bû ku “bi hûrgilî ji aliyê rêxistinaeskerî-siyasî, Xoybûn, hatibû amade kirin û kuserokatiya wê Ihsan Nûrî Paşa û zabitên wî yênnavdar dikir” (173, r. 11).

 

Serhildana Araratê ya gelî bû, hêzên wê yên siyasîû bingehî gundiyên koçer û reat bûn.Tukes nikare teqsîr bike ku wek berê qeflên gundiyanên pirr tevî serhildanê dibûn – kovara komunîstênTirkan “Inqilab yolu” dema serhildanê dinivîsî -.Eger usa nebûya, eskerên hukûmetê ewê mecbûrnebûna ku mecalên cezakirinê ku gelek meh kişandbi kar bînin, û qewimandin ewqas bi qeziye nedibû. Rast e, rojnameyên burjuwa pir agahdariyêndi derheqa “qaçaxan” û “desteyên cerdbaşiyan” da dinivîsîn, lê tiş tek isbat e ku binecî bi hevra bi firetî dijî siyaseta hukûmetê derketine (211, 1930, No 1-2, r. 10).

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev