Ji nimûneyên zargotina me – 221

Ji nimûneyên zargotina me – 221

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûbîstûyekê me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema dawî a şeşan berdewama nivîsa ”RIKNÊ MALHEBÛNA BER, QEBÎLÊD KURDAYE BERÊ Û YA KURDÊD SOVÊTÎYÊ, CÛRÊ JÎYANA WANA” ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

RIKNÊ MALHEBÛNA BER, QEBÎLÊD KURDAYE BERÊ Û YA KURDÊD SOVÊTÎYÊ, CÛRÊ JÎYANA WANA -6

 

  1. TEŞKÎLKIRIN Û PAREVEKIRINA XEBATÊ

 

Berî şoreşa Oktyabrê nav kurdada, çawa me jorê got, xebata rêncberîyê û ya din bi mecalêd prîmîtîv dihatin kirin, yanê ser hîmê edetêd kevin. Wexta parevekirina xebatê her kurdekî zanibû, ku jin gerekê çi xebatê bike, mêr jî kîjanê.

Ne ku tenê nav kurdêd Pişkavkazê da, lê nav temamîya kurdada usa bû. Niha jî bal kurdêd welatê me der usane. Berê, wexta rêncberîyê û yêd din, çawa malda, usa jî derva, cûrêd xebata jinê pirî-hindikî ji ya mêra dihat ayrîkirin, lê bi wêra tevayî usa jî cînara, pizmama alî hev dikirin. G.Çûrsîn nav kurdêd Laçînêda xebata êkspêdîsyon kirîye, ewî nivîsîye, wekî kurdêd Laçînê pê mecalêd rêncberîyê, heywanetxweykirinê, heywanzêdekirinê, bêcerkirina şîr, birîna pêz, çêkirina avaya û yêd mayîn alî hev dikirin(22).

Alîhevkirina usara digotin “komekdarîya pizmamtîyê”. Alîlkarîya usa em dibînin nav qebîlêd Dêrsimê – Balanda, Keçelanda, Brîmanda, Mexsûdanda, Rêzkeviranda, Beytananda, Rezîkanda; li Îranê: nav Belekanda, Erdelanda, Kûrekada, Bêrêzada. Li Ermenîstanê di nav Sîpikada, Belada, Mehemdada; ji bera: nav Sitûrkada, Masakada, Witîyada û nav qebîl û berêd mayînda.

Derheqa bera, pevgirêdana wanada emê paşê bêjin, wexta em derheqa patronomîyêd kurdada, hevraderbazkirina wanda xeberdin.

Xênji komekdarîya pizmamtîyê hebûn “hevaltî” yan jî “pîgar” (pîgare). Wan hevaltîya yan jî pîgara, wexta xebata rêncberîyêye gumreh mecalêd rêncberîyê: cot, kotan, ga, gamêş digîhandin hev û bi sirê xwelîya xwe radikrin, nan davîtin. Pîgara bi hevra pez-dewar û heywanêd din jî xwey dikirin. Yê ku maşîna wîye nantemizkirinê hebûya dîsa dikir tevî hacetêd (maşînêd) pîgaraye rêncberîyê. Prînsîpa hîmlî nav hevaltîyada ew bû, wekî wana weke hev xebata xwe dikirin. Çawa gundîyêd nîvçe, usa jî yêd kesîb bi pizmamtî yan jî ne pizmam hevaltî bi hevra dikirin. Wan hevala ser hîmê pizmamtîyê yan jî cînartîyê komek didan hev, yê ku cotê wî tunebû, cot didanê, ga, gamêş tunebûna, ga û gamêş didanê bo xwelîya xwe rakirana. Ew merî tevî hevaltîyê nedibû, yê ku kotana wî arizî ji mal derdiket, dewletî bû. Wext hebû, wekî pîgara jî bi mecalêd xwe nikaribû wextêda şuxulê xweye rêncberîyê, heywanxweykirinê bianîna sêrî, lema jî ewana gelek cara hewceyî dewlemenda dibûn.

Xebata ku mêra dikir, jina ne dikirin yan jî hindik dikirin. Zemanê meda, wekî têxnîka gelekî pêşda çûye, gelek çiqlêd senayê û malhebûna gundîtîyêda jin diha bi aktîvî xebatê dikin, usa jî xebata seyasetîyê, kûltûrîyê dikin. Niha gelek jin hene, wekî kolxozada rind dixebitin, bo wê xebata xweye baş hatine rewakirin.

Xênji fêrmayêd kolxoza hene kolxozvan, wekî bi tarişê xweye arizîva diçin zozana, cînar pez-dewarêd xwe tevhev dikin, li zozana tev xwey dikin, lê wextê bêrîyê, dotinê, çawa berê, kulfetê her malekê pezê xwe didoşe, hasileta xweye arizî jî hiltîne. Bo hasilet zefbe, pakbe, zozanvan mîna berê şîr deyn didine hevdu. Seva çapkirina şîr feraqa lîtra didin xebatê.

Ji alîyê kirina xebatê kurd mîna berê nînin. Eger berê nêt, fikira wana, xebata wan tenê bo zêdekirina hebûna arizî bû, niha ser zêdekirina malhebûna tomerîye. Ruhê wan pêva hatîye guhastin, çimkî ewana ber çevê xwe dibînin, wekî çawa roj bi roj malhebûna kolxoz û sovxoza pêşda diçe, halê wan diha xweş dibe.

Wexta gumreh teşkîlkirina kolxoza: sala 1930-1931ê gundêd kurdada, ser hîmê xûn-qinêtîyê pizmama xwe didan alîkî, bi hevra dixebitîn, lema jî çi kêmasîyêd ku xebata wanda hebûya carna vedişartin, eyan nedikirin, çawa dibêjin pişta hev digirtin, qelpî pêşda dihat, lê paşwextîyê ji rûyê diha rind serkarîkirina teşkîletêd partîyayê û komsomola ew yek hate hilanînê, çiqas çû kolxoz qewîn bûn him ji alîyê malhebûna gundîtîyê, him jî alîyê tifaqa xebatçîyada. Gelek komek da vê yekê teşkîlkirina leca sosîyalîstîyê gundêd kurdada. Mezine kemala xebata leca sosîyalîstîyê bo guhastina ruh, xeysetê kolxozvana, hilbet berbi terefê qencîyê, bo pêşdabirina femdarîya wane sosîyalîstîyê, bo bilindkirina kûltûra wan.

Kolxozêd ku çiqlêd malhebûna gundîtîyêye başqe-başqeva mijûlin (çiqlêd mîna hev), bi hevra qirara sosîyalîstîyê girêdidin, awa: brîgad-brêgadara, fêrma-fêrmara, usa jî kolxoz-kolxozara, nehî-nehîyara û yêd din.

Qirara wa girêdidan wexta brîgadek bi yeke dinêra dikete nava leca sosîyalîstîyê, qirara xweye sosîyalîstîyêda konkrêt dinivîse çi wextî ew borc hiltîne ser xwe, çi wedeyîda gerekê biqedîne û brîgada din teglîf dike, wekî ew jî borcêd usa hilde ser xwe û biqedîne. Çawa edet gerek borcdarî ji planê zêdetirbe. Her brîgadek, kolxozek yan jî nehîk civatêd xebatkarada qewlêd leca sosîyalîstîyê dixûnin, yeko-yeko enene dikin. Ewana jî ser hîmê wan qewla qasî qewil-qirarêd xwe borcdarîyêd xwe dinvîsin. Wê şûnda kivş dikin wedê sibûtkirina leca sosîyalîstîyê. Bo sibûtkirinê hema ji leckira komîsîyayê teşkîl dikin. Neferêd komîsîyayê li xebatê, kara kolxoza dinhêrin, rêzûltatêd wê sibût dikin û tên ser fikrekê, çika çi hatîye kirin û çend niqitkêd leca sosîyalîstîyê mane, wekî biqedînin. Ew sibûtkirina wan jî hema mecaleke pevguhastina cêribandina pêşe. Sibûtkirinê şûnda, civatada xênji enenekirina rêzûltatêd wê, pêşvanêd malhebûna gundîtîyê derheqa mecal û xebata xweye kirî kolxozvanara hûrgilî şirovedikin.

Bi wî teherî leca sosîyalîstîyê çawa mêtoda xebatêye baş nav kolxozvanada bûye xûn û qinêt, edet.

Emirjîyîna deranînêye teze wexta xebata kolxoza û sovxoza, usa jî ya arizî rind tê eyankirinê. Em zanin, wekî xebata kolxoza û sovxoza tê parevekirin ser brîgada. Berê xênji brîgada usa jî hebûn xeleqok, li cîyê nanavîtinê, lê niha hîmlî li cîyê kûltûrêd têxnîkîyê (pembu, trî, titûn) hene, yekê jî cîyê ku lê kevir û kir hene. Her wan dera, çawa Laçîne, Kelbecare, brîgad belayî ser koma dibin, bi koma dixebitin, em bêjin kolxozekê yan jî sovxozekêda li cîyê kir nan avîtine, gerek bê dirûtin, ji rûyê kevir û kuçika pê kombaynê nayê dirûtin, wî çaxî kom yan jî brîgad pê kêlendîya, desa nan didirûn. Li cîyê usa nelazime temamîya neferêd brîgadê bixebitin, lazime xebata komekê. Xebata usa gelekî li nehîya Laçînê û Zengîlarê tê kirinê, ew jî pê desê û kêlendîyê.

Eger berê brîgad cîna sêzonî (heyamî) bûn, lê niha usa nînin, yêd niha him ji alîyê têxnîkayê, him jî ji alîyê emirjîyîna deranînê qewat bûne, cêribandin dest anîne, bûne brîgadêd hîmlîye pêş. Wext hebû, wekî hinek kurda bi dil-eşq dixwestin wê brîgadêda bixebitîyana, cîyê ku lê hebûn pizmam-lêzimêd wan, brîgadîr ji wan bû, çimkî wana dixwestin, çawa me go, brîgadekêda pişta hev bigrin yan teyfebazîyê bikin. Ew yek salêd pêşin hinek cîya diqewimî. Hela ji rûyê xûn-qinêtîyê, pizmamtîyê û teyfebazîyê carna koşada teyfebaza gilîyê xwe pêşda dibirin. Ewê yekê xirab tesîleyî ser xebat û malhebûna kolxoza dikir. Hebûn pizmamêd usa jî, wekî gura pizmamêd xweye brîgadîr nedikirin, brîgada xweda bi pizmamara yole nediçûn, çarneçar ji wê brîgadê derdiketin, diketin nav brîgadeke din. Menîyêd din jî hebûn, çawa mesele hevsûdî û yêd din, wekî neferêd brîgadekê diçûn nav brîgadeke din. Nava salêd derbazbûyîda bi pêşdaçûyîna welatê mera, kûltûra kurdara, malhebûna mera, dewlemendbûn-qewînbûna kolxozara girêdayî, edetêd kurdêd Sovêtîyê hatîye guhastin.

Niha kolxozvan diha zef guh didin ser hebûna tomerî, malhebûna kolxoza, wekî bo wane, paşê ser ya xweye malê. Ew yek pey temam teşkîlkirina kolxozara hate sêrî û di wê prosêsêda ew femdarîya derheqa hebûna kolxozada kûr bû, çiqas çû hizkirin ji hebûna arizî sist bû, em dikarin bêjin hate danîn ser plana duda. Niha wê derecêda em her paşmayîna dibînin. Niha heye xwelîya kolxozvanaye ber derê malê (xwelîya nêzîkî malê), wekî kolxozvan tenê bo kulfetêd xwe bêcer dikin. Usa jî hene heywanêd malêye arizî. Hene mal, wekî xwelîya wan lap nêzîkî malêye, mal jî hene, ku xwelîya wan qeraxê gunde.

Çiqas ku kolxoz dewlemnd dibin, halê kolxozvana diha xweş dibe û ewana deranîna kolxozê hesab dikin kanîya jîyîna xweye hîmlî û lema jê kemala hebûna wane komekdar (xwelîya ber malê, heywanêd arizî) bere-bere dikeve û lazimaya wê bere-bere tê hildanê.

Wexta xebatê her serkarekî kolxozê timê hesab dike, gelo çiqas xebatçî kolxozêda hene, ji wana çend merî dikarin bixebitin, çiqas na, gelo çi cûre xebat bidin kîjan neferê kolxozê, wekî him seba hebûna kolxozê, him jî bo saxlemîya nefsa wî neferî pakbe, xûn-qinêtîyêra jî girêdayîbe. Usa jî dikin. Ser hîmê qirara serwêrtîya kolxozê, kolxozvanêd ku xebat pê dibin, parî ser brîgada dibin. Derheqa wê yekêda Qanûnnema kolxozêda nivîsîye, wekî kolxozvana xwexwe ew qebûl kirine, ser hîmê wê jî serwêrtî qirarê derdixe, çika kîjan merî wê kîjan brîgadêda yan jî fêrma heywanetxweykirinêda û yêd mayînda bixebite.

Wexta parevekirina neferêd brîgada, bê gilî-gotin xwestina wana, xebatpêbûna wana hesab hildidin.

Brîgad ku teşkîl dibe, her yek zane wê çi xebatê brîgada xweda bike û çawa jî bike, wekî xebata wî her alîva pêşda here, nav û deng dest bîne û yêd din.

Heqîyata şivan-gavanêd kolxoza bi rojheqa tê hesabkirin, serkarê fêrmê ne ku tenê gundda, lê usa jî li zozana serkarîyê li xebata şivana, gavana, heywanetxweykirêd mayîn dike, bona xebata fêrmê hesab dide serkarîya kolxozê û kolxozvana. Çêlekdoş, çawa berê, hina jî hîmlî jinin. Eva yeka edetê kurdava girêdaye, hela mêra ji xwera nekirîye edet, wekî çêleka yan jî mîya bidoşin.

Çi ku derheqa parevekirina xebatêye nav neferêd kolxozêda, gerek bê gotin, wekî mêtodêd xebatê himberî xebata kolxozêye berê (salêd 1931-1940) kirî êpêce hatine guhastin, çimkî niha gelek prosêsêd xebata malhebûna gundîtîyê hatine mêxanîzasîyakirinê. Bo pêşdabirina vî şuxulî welêtda xebateke gumreh tê kirin.

Mêtodeke xebatêye din ya xeleqêd kolxoza bû, wekî hatine hildan (li cîyê hebêd nan davêjin).

Çiqlê malhebûna gundîtîyêye başqe-başqeda kurd bi birêd xweye ermenî, ûris, gurc û azirbêcanra tevayî dixebitin. Neferêd malê dikarin nava brîgad û xeleqêd başqe-başqeda bixebitin (fêrma, brîgadêd deştbêcerkirinê, yêd çêkirina avaya, mêxanîzasîyayê û yêd din).

Em zanin, ku nav neferêd mala kurdaye patrîyarxalda xebat bi destê malxwê malê û kevanîya malê dihat parevekirin. Gelek cara wan nefera ber malxwê û kevanîyê xeber nedidan, serê xwe dikirin ber xwe û diçûn şuxulê xwe, lê niha usa nîne; serwêrtîya kolxozê, ya ku ji alîyê kolxozvanada tê bijartin, xebatê parevedike û hesab dike, gelo kîjan neferê kolxozê dikare kîjan brîgadêda bixebite. Hilbet, vêderê hesab dikin xwestina neferêd kolxozê, bi jin û mêrtîyêra, bi cansaxlemîya wanra, mezin û çûktîya wanra girêdayî.

Qewil-qirarêd kolxozîyêda çiqas diçe cûrêd parevekirina xebatêye progrêsîv pêşda tên, lê xebat bi saya pêşdaçûyîna têxnîkayê diha hêsa dibe. Ew xebata pê desta nava neh-deh rojada tê kirin, maşîne rojekêda dike. Bi maşîna, êlêktrîfîkasîyayêra girêdayî prosêsêd xebatê kûr dibin. Gelek kolxozvanêd kurd sineta dest tînin, dibin kombaynajo, traktorîst, rind hînî agrotêxnîkayê dibin. Eva hîmlî ji rûyê wê yekêdane, wekî xwendin-kûltûra kurdêd Sovêtîyê bilind bûye, gundada komêd hînbûna agrotêxnîkayê, zootêxnîkayê zanebûnêd kolxozvana zêde dikin. Ew kom komekê didin kolxozvana, wekî ji nav wana hostêd malhebûna gundîtîyê pêşda bên.. Bo hînkirina wana li bajarêd merkezî: li Yêrêvanê, Tbîlîsîyê, Bekûyê kûrs vedibin. Ewana wan kûrsada hîn dibin û dibin pêşekzanêd malhebûna gundîtîyêye pêş.

Awa, zemanê Sovêtîyêda himberî zemanê berê kirî, nav kurdada ji alîyê bêcerkirina xwelîyê, heywanzêdekirinê, hilanîna hasileta pir, usa jî emirjîyîna wanada guhastinêd mezin pêşda hatin.

 

Çevkanî: 

  1. Zarubejnaya Aziya. Moskva, 1956, rûpel 85 (bi zmanê rûsî).
  2. Xaçaturov – Kurdi, çerti ix xaraktera i bita. Sbornik meterialov po opisaniyu mestnostey i plemen Kavkaza; vip. XX, 1894 (bi rûsî).
  3. Binhêr qinyatêd êtnografîyê yêd Înstîtûta tarîqîyê ya Akadêmîya Ermenîstanêye ulma.
  4. F.Aristova. Kurdi Îrana, 1953, rûpel 8.
  5. Nûrî Dêrsimî, Kurdistan tarihinde Dersim, Halep, 1962, rûpel 57 (bi tirkî).
  6. A.Yêxîyazarov – Kratkiy êtnografiçeskiy oçerk kurdov Êrivanskoy gubernii – Zap. Kav. Imp. Rus. Gêograf. Obşç-va. Tiflis, 1891, KN XIII, çapa 2, rûpel 24. (bi rûsî)
  7. Ew kitêb bi xwe, rûpel 19.
  8. Binhêr qinyatêd arxîva Înstîtûta terîqê ya ulma, RSS Ermenîstanê, rûpel 206.
  9. Binhêr S.A.Yêxîyazarov – ew kitêb bi xwe, rûpel 18.
  10. Yû.Lîps – Îrêrî sagûmi, Yêrêvan 1957, rûpel 27 (bi ermenî).
  11. Binhêr – ew kitêb bi xwe, rûpel 271.
  12. Yê.D.Filyanski – Anasnapahûtyan mteratvûtyan barzrasumi; Yêrêvan 1951, rûpel 90. (bi ermenî).
  13. Sîlosê hazir dikin ji korngan, kûkûrûzê negihîştî, ji oncê û yêd mayîn.
  14. Î.Ştêyman – Înçpês yê stexsvas Karavanoyî rêkordayin naxiri, Yêrêvan 1951, rûpel 148-149. (bi ermenî).
  15. Şahpazyan – Kyûrdo-hay patmûtyûn, K. Polîs, 1911, rûpel 118 (bi ermenî).
  16. Nîvê qebîla Celalîya pirê berî zemanê Sovêtîyê li dora çiyayê Grîdaxê (Masîsê) diman, yêd din jî li qeza Yêrêvanê bûn. Ewana him koçer bûn, him jî xwelî bêcer dikirin, lê pêşê wanî hîmlî koçertî bû.
  17. Got: Ûzoyê Evdî, binelîyê Golovînoyê, ji alîyê avtor hatîye nivîsandinê sala 1958a.
  18. Binhêr: Emînê Evdal – Andrkovkasyan krdêrî kensaxi, Yêrêvan 1958, rûpel 18. (bi ermenî).
  19. Bûlax – bi azirbêcanîye, yanê kanî.
  20. Çel – erd gulover dikolin, qasî du mêtra, lê dinihêrîn, eger avzayî nîbûya, timê hebêd nan têda xwey dikirin.
  21. Binhêr: S.Matoyan – Kartofîlî mşakûtyan mêkênayasûmi Kalînînoyî şrcanûm, Yêrêvan 1957, rûpel 7. (bi ermenî).
  22. Çûrsîn – Azêrbaydjanskîyê kurdî. Binhêr: “Îzvêstîya Kavkaz. Îstorîko-arxêolo-înstîtûta”, cild III, Tîflîs, 1925, rûpel 4. (bi rûsî).

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev