XWEDÎ LI MUZEXANEYA KURDÎ Û DEZGEH Û MALPERA KURDISH BOOK BANK-SARA DERKEVIN !

XWEDÎ LI MUZEXANEYA KURDÎ Û DEZGEH Û MALPERA KURDISH BOOK BANK-SARA DERKEVIN !

Banga serokê ocaxeke kurdî a pir dewlemend û giring

 

Goran Candan, rêvebirê Muzexaneyê

 

Îroj min kirêya sê heyvan bo CARA DAWÎN da. Ev tê wê wateyê, ku piştî sê heyvan min êdî çi dirav nîn in, ku ez kirêya lokalê bidim. Ev 7 heyv in ku min hemû lêçûn ji kîsê xwe dida.

 

Ev tam 7 heyv in ku min ji ber rewşa Corona’yê pirtûkek jî nefirotiye.

 

Hemû navendên perwerdeyî û dezgehên millî û dewletî yên ku xerîderên (muşteriyên) pirtûkên kurdî yên li KURDISH BOOK BANK-SARA’yê ne, êdî qet sîparîşên mezin nadin.  Berê KURDISH BOOK BANK-SARA li nav salekê, ji bilî pirtûkxaneyên li Swêdê, bi kêmanî sîh hezar dolaran tenê eksporta kitêbên kurdî dikir bo Amerîkayê û pirtûkxaneyên din ên navneteweyî/cîhanî.  Lê bi Corona’yê re HEMÛ kar bi carekê ve rawestiya.

 

Wek min li jor nimand, van lêçûnên li van 7 heyvên dawîn, hemû ji kîsên min çûn.  Nuha ez hatim DAWIYA riyê. Paşê ji min lome nekin û nebêjin ÇIMA ev dezgeha 35 salan hat girtin.  Min 35 salan li ber xwe da. Heger civaka kurd jî bikaribe bo salekê xwe bide ber, hingê xetera nemanê ji holê radibe.

 

Her bimînin şad û bextiyar û

 

Di Gel Slavên Germ û Gurr ! 

MUZEXANEYA KURDÎ YA DÛRÎYÊ

KURDISH BOOK BANK – SARA

www.kurdishmuseum.org


Ev jî linka Muzexaneya Kurdî ya Stockholmê ye.

https://chuffed.org/project/support-kurdish-book-bank-sara-its-website-sara-distribution

 


 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev