Gotinên pêşiyan ên belûçî (Wişên wetenê milî Belûçistan)

Gotinên pêşiyan ên belûçî (Wişên wetenê milî Belûçistan)

Di vê nivîsa delal da zimanê kurdîyî şîrin û dewlemend,

zargotina gel, aqilmendîya civaka me govendeke giran girtine

û di sergovendîyê da zaneyê me Umîd Demîrhan e,

ku hêza xwe ji nêzîkaya xwe ya bi ruhê Ahmedê Xanî ra hildiçine.

 

Amadekar: Reşîd Raçar

Tîpguhêzî û watedayîna kurmancî: Umîd Demîrhan

 

Pêşek

Heta weşandina nusxeya Kurdgalnamekê ya kurdî piraniya kurdan nizanibû ku belûç kî ne û welatê wan ê bi navê Belûçistanê li ku ye. Hinekan wekî herêmek ji herêmên Îran, Efganistan û Pakistanê dizanîbû; hinekan jî wekî eşîrek ji eşîrên di navbera van her sê welatan de belavbûyî.

Piştî wergerandina kurdî û weşandina Kurdgalnamekê, derkete holê ku Koç û Belûç di heyama Dewleta Medyayê de wekî parêzvanên sînorên rojhilatî yên împaratoriyê li Tûran û Mekranê hatine bicihkirin; bi destî hêzên belûçî devera rojhilatî ya welêt ji hêzên Afrasyabê tûranî hatiye rizgarkirin û kurdên belûç li wê derê (Tûran û Mekranê) heta îro jî mane.

Îro Belûçistan di navbera sê dewletan de hatiye parçekirin (Îran, Efganistan û Pakistan), wekî kurdan çand û zimanê wan hatiye qedexekirin. Me ji parêzerekî gelê belûç cenabê Reşîd Raçar xwest ku hinek nimûneyan ji zimanê xwe ji me re bişîne; wî jî dosyeyeke nivîskî û dengî ya van gotinên pêşiyan ji me re hinartin. Piştî guhdarîkirina gotinan, vereşandin û wergerandina tekstê em gihiştin wê qinaetê ku bi rastî jî pêwendiyeke xurt di navbera me kurdan û belûçan de heye. Wekî nimûne gava belûçiyek bibêje “pîr bê, mîr nabê” hemû kurd fêm dikin ku çi dibêje, yan jî gava belûçiyek bibêje “sar birot, belê kol merot”û wateya wê nîşan bide mirov dê bibêje qey ev kurmanciya aliyê Semsûrê yan jî Çorimê ye.

Bi weşandina van gotinên pêşiyan me hewl da ku pireyeke çandî-zimanî di navbera her du birayên qedîm de ava bikin. Bila ev xebata me jî bibe şahidê dîrokê ku em li birayên xwe yên hevqeder belûçan xwedî derketine. 

Sipasî ji bo amadekarê nivîsê û desteya weşanê ya malpera Ria Taza.

U.D.

 

  1. Uşter bibû dûr biçar, her mebû surombe meçar.

uşter: hêştir; bibû: bibe; dûr: dûr; biçar: binihêre; her: ker; mebû: mebe/nebe; suromb: pê; meçar: nenihêre.

Bibe hêştir li dûr binêre, nebe ker li pêyên xwe nenihêre. (Pêşbîn û dûrbîn be, nêzikbîn û tengbîn nebe. Ramana xwe berde asoyan û jê re sînoran çêneke, li paşerojê binêre, tenê bi dema xwe ya niha re mijûl nebe.)

 

  1. Baz heber dîwanê tama bart.

baz: gelek; heber: xeber, axaftin; dîwan: dîwan; tam: tam (tehm), çêj; bart: dibe

 Xeberdana zêde, tehma dîwanê bir. (Axaftinên qerase tehma kom û civatê winda dikin, direvînin. Pir axaftin kêf û berdewamiya sohbetê dilewitîne.) 

 

  1. Bîr pe dîr nerot.

bîr: tol, heyf; pe: ji ber;bi sedema; dîr: dereng; nerot: neçûye

 Tolhildan ji ber derengiyê winda nabe, naçe.(Heke tu dê tola xwe ji dijminê xwe hildî, eveza xwe jê bistînî û heyfa xwe jê re nehêlî wisan e ne dereng e. Doza tolhildanê bi domana demê re nakeve.) 

  1. Pîr bê, mîr nabê.

pîr: kal, pîr; bê: dibe; mîr: zengîn, mîr; nabê: nabe.

 Pîr be jî, nabe mîr. (Heke rewişt û xisleta yekî ne qenc be, ew heta kalbûnê jî şopên wê bi xwe re digerîne.)

 

  1. Mimir pa amay kê mirît par to.

mimir: bimire; pa: ji bo; amay: wî/wê (ew kes); kê: ku; mirît: dimire; par: ji bo; to: tu

 

Bimire ji bo kesê ku ji bo te dimire.(Jana wî kesî bikêşe ku jana te dikêşe, merhemetê li wî kesî bike ku li te rehmê dike. Kesê ku ji bo te xem û azarê nakêşe, tu jî nekeve tatêla wî û serê xwe di ber de neêşîne.)

 

  1. To bicen tajn o bibend botam, pa guşag weşnam o nebît bennam.

to: tu; bicen tajn: tinazeyan dikî; o: û; bibend: dikî (li hev tînî); bohtam; buhtan, îftira; pa: ji ber, ji bo; guşag: gotin; wişnam: xweşnav; o: û; nebît: nabe; dennam: bednav, navxerab

 

Tu tinazeyan dikî û buhtanan li hev girê didî, lê bi gotinan (kesê) xweşnav nabe bednav. (Ji ber xûy û xisletê min ên baş tu tinazeyan bi min dikî û îftirayan diavêjî min; lê bizanibe ku ev kirina te nikare navê min xera bike. Heke ez kesekî xweşnav bim, tinaze û îftirayên te bêbandor in û tu nikarî min wekî bednav nîşan bidî.)

 

  1. Birat ega kor ent, goar omîtvar ent.

birat: bira; ega: eger, heke; kor: kor; ent: e (lêkera bûyînê); goar: xwişk; omîtvar: omitwar, umîdwer, hêvîdar

 

Bira eger kor e, xwişk omitwar e.(Bira kil û kor be jî hertim çavên xwişkan li alîkariya wan e; xwişk bi çavên parêzvanan li birayan dinêrin, birayan wekî xwedî û penageh dihesibînin û guh nadin kêmasiyên wan.)

 

  1. Tokelê merda Huda yar ent, ya himetê merda medetê Huda.

tokel: wêrekî; merd: mirov; Huda: Xweda; yar: yar, heval; ent: e; ya: yan; himet: xîred; medet: meded, alîkarî

 

Xweda ji wêrekiya mirovan re yar e, yan jî alîkariya Xwedê ji ber xîreda mirovan e.(Xwedê alîkariyê dide mirovê wêrek, zîrek û bixîred; kesê tirsonek, teral û bêxîred nagihêje piştgirî û alîkariya Xwedê.)

 

  1. Çe murtegî şêra zendegî rûbah gêtir ênt.

çe: ji; murtegî: mirî; şêr: şêr; zendegî: zindî; rûbah: rovî; gêtir: çêtir; ênt: e

 

Roviyê zindî ji şêrê mirî çêtir e.(Çiqasî biheybet be jî şêrê mirî bêziyan e, ziyana roviyê zindî zêdetir e. Her wiha tiştekî biçûk î kêrhatî ji tiştekî mezin î bêkêr çêtir e.)

 

  1. Çem wetî êyba kor ent.

çem: çev; wetî: xwe; êyb: eyb, şerm; kor: kor; ent: e

 

Çav korê eyba xwe ye. (Mirov kêmasiyên xwe nabîne û hertim li pey kêmasiyên xelqê dikeve; çav li xwe nanêre, hertim li tiştên pêşberî xwe dinêre û dinirxîne.)

 

  1. Çokê bedel çok ent, belê birasê bedel gar ent.

çok: zarok; bedel: bedel, bergind; ent; e; belê: lêbelê; biras: bira; gar: winda

 

Berginda zarokî zarok e; lêbelê berginda birayî winda ye, tuneye.(Şûna zarokekî bi zarokekî din tê dagirtin; lêbelê şûna birayan vala dimîne û nayê dagirtin. Dayîk hertim xwişk û birayan nayînin, kêmasiya wan ne mîna kêmasiya zarokan e.)

 

  1. Çemdarî koçek e segiteg.

çemdarî: çavdêrî; koçek: kûçik; segiteg: rewa, meşrû

 

Çavdêrî ji bo kûçikan rewa ye. (Çavên kûçikan li kûtekî ne, lewre ji bo vê mebestê çavdêriyê ji xelqê re dikin û ev xizmeta wan rewa û asayî ye. Kesê jêhatî divê serbixwe be, çavê wî li deriyan nebe û ji bo têrkirina zikê xwe muhtacî destan nebe.) 

  1. Dategî dadanî pada namerd cenent.

dategî: dayî, xelatkirî; dadanî: xelat, diyarî; pad: xwestin; namerd: nemerd; cenent: dibe

 

Xwestina diyariya xelatkirî karê nemerdan e.(Nemerd ew kes e ku ji bo berjewendiyekê xelatekê dide û piştre berdêla diyariya xwe dixwaze. Gava xelat hat dayîn, divê li pişt wê xelatkirinê daxwaza berjewendiyê neyê kirin ku navê wê xelatê nebe bertîl, xap û nêçîr.) 

  1. Dast go hera neresît kurregadalît.

dast: dest; go: ku; her: ker; neresît: negihişt; kurreg: kurî, dehşik; dalît: lêdide 

Destê ku negihêje kerê, li kurriyê (dehşikê) dide. (Destê ku bi mezinan nikare, hêrsa xwe ji biçûkan derdixe. Gava kesek bi te nikaribe, dê tola xwe ji zarokên te derxe; heke nikaribe li te bide, dibe ku li nevî-nevîçirkên te bide.) 

 

  1. Dirûg pe merd êyb ent.

dirûg: derew; pa: ji bo; merd: mirov; êyb: eyb, qusûr, şerm; ent: e

 Derew ji bo mirovî şerm (eyb) e. (Divê mirov vir û derewan neke; ji ber ku vir û derew kêmasiyeke mirovbûnê ne)

 

  1. Zamê tap rot, zibanê tap narot:

zam: şûr; tap: birîn; rot: dihere, pak dibe; ziban: ziman; narot: nahere (naçe), pak nabe.

 

Birîna şûrî dihere û pak dibe, birîna zimanî nahere û pak nabe.(Divê mirov parsenga dev û zimanê xwe bizanibe û kesî bi gotineke nerewa neêşîne; ji ber ku şûna lêdana şûran bi dermankirinê pak dibe, lê birîna ku bi gotineke rûmetşikên pêk hatiye pak nabe, şopa wê birînê winda nabe.)

 

  1. Sad amûda sadît ke bareg ent.

sad: bend, ta; amûda: ji wir; sadît: qut dibe, diqete; ke: ku; bareg: zirav, tenik; ent: e

 

Bend ji wir (ji wî cihî) diqete ku zirav (tenik) e. (Her tişt ji cihê lawaz, tenik, zirav, birîndar, zedegirtî tûşî xerabûn, şkestin, qetîn û birîndarbûnê tê. Gava te li yekî xist, di aliyê wî yê qels de lê xe; lê ji bîr neke ku cihekî te yî qels jî heye û ji bo te jî derba kuştinê û têkbirinê ji wir tê.)

 

  1. Sar birot, belê kol merot.

sar: ser, giyan, jiyan; birot: bihere, biçe; belê: lê belê; kol: soz, gotin, qewl; merot: nahere, naçe.

 

Ser dihere (diçe), lê belê qewl (soz) naçe.(Soz û raz ji bo veşartin û parastinê ne; divê mirov ji bo sozê dayî wêrek û cidî be. Hin soz û axaftin hene ku dibine qiraskê serê mirovî; lewre parastin û veşartina wan ji bo silametiya serê (ruhê) merivan pêwistiyeke jiyanî ye. Ji bo sozê dayî heke pêwist bike jiyana xwe jî biavêje xetereyê.) 

  1. Sabrê pad donbag ent.

sabr: sebr; pad: encam; donbag: dûv, boçik, dawî; ent: e 

Encama sebrê dûv û dawî ye. (Gava tu ji seriyî dest pê bikî û karê xwe bê tengezarî bidomînî tu dê bigihêjî dawiya wî karî; wisan a encama sebr, tebat û hedûrê serkeftin e, bidestxistin e, dawîkirin e.) 

  1. Kabrana kelempok man nêst.

kabrana: gor, qebr (pirjimar); kelempok: darik, textik; man nêst: ne tijî, ne dagirtî 

Gor ne tijî darik in. (Di goran de darik û textik tunene, lê termên miriyan hene; lewre pêwist nake ku mirov ji mirinê bitirse. Ji mêj ve ye gelek kes mirine, zindiyan ew di goran de çal kirine û ev yek ji bo her mirovî kevnoşipeyeke vê jiyanê ye.) 

  1. Kelag şot kebgê rewaca, wetî rewacî bêyal kurta.

kelag: qijik; şot: teqlîd kir; kebg: kew, kevok; rewaca/rewacî: rev, meş, rêveçûn; witî: xwe; bêyal kurta: ji bîr kir 

Qijikê rêveçûna kevokê teqlîd kir, rêveçûna xwe ji bîr kir. (Gava zindiyek tevgera zindiyekî din teqlîd bike, ji eslê xwe dûr dikeve û vedigere zindiyekî din. Gava mirov ziman, çand, kevneşopî, urf-edet û tevgera nifş û nijada xwe bihêle û bide ser şopa hinekên din, wê hingê mirov ji eslê xwe dûr dikeve û dibişêve)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev