Wergereke kurdî ji kitêba dersan ya sala 1936an

Wergereke kurdî ji kitêba dersan ya sala 1936an

Vê yekşema buhurî di vîdêobloga malpera ”Riataza” da behsa tîpguhêzîya kitêbên kurdî yên bi latînîya kurdên Sovyetê, herwiha yên bi tîpên kîrîlî, ku ji sala 1929an heta niha çap bûne, hate kirinê. 

Ew bername bala kurdekî Bakur birêz Mistefa Kilicaslan kişandibû û gerîyabû ka ev pirtûk li kîderê hene û çi di wan da hene. Yek ji wan kitêban, ku wî peyda kir, ya bi navê ”Kitêba zimanê kurmancî, bona dersxaneya 4an” ûå, ku zanyarê mezin Emînê Evdal hazir kiribû. Di wê da gelek wergerên edebiyeta cihanê ya dewra pêşîn: salên 1928-1937 hene. 

Birêz Mistefa Kilicaslan ji wê kitêbê xwesma çîrokeke nivîskarê rûsan yê navdar Anton Çêxov ya bi navê ”Razanê dixwezim” eciband û tîpguhêzî latînîya îro ya Celadet Bedirxan amadekirî, kir. Hilbet, çîroka Anton Çêxov dirêjtir e, lê bo zarokên dersxaneya 4an kurt kirine. Kerem bikin, em wî karê pîroz raberî we dikin.  

 

RAZANÊ DIXWAZE

Anton Çêxov

Tercima ji zimanê Ûrisîyê: Emînê Evdal

Tîpguhêzî: Mistefa Kilicaslan

 

Varka qîzeke sêzdeh salî bû, ewê bêşîk dihejand û pê ra hêdîka distra:

Ez ji te ra lûrî dibêjim,

Ez kilamê dibêjim.

Zarok digirî, ew zûda digiriya, lê Varka dixwaze razê, çevê wê dihatine girtinê, serê wê berjêr dibû, stuyê wê diêşiya.

— Ez ji te ra lûrî dikim, ewê ancax lêvê xwe ji hev vedikir û xeberdida.

Xweyê (axaê) wê otaxa kêleka wê da raza bû. Varkaê dixwast razê, lê emir tunne bû, wekî Varka raza, eger Varka bihênijiya, axê wê lê xista.

Varka bêşîkê dihejîne, dihênije, ewê xewnê da dê bavê xwe, gund didît. Bavê wê nexweşxanê da miribû.

Nişkêva yek lêdixe, ew çevê xwe vedike, dinhêre axa ye.

Ew dibê,—tu çi dikî?—zarrok digirî lê tu razayî?

Ew şemaqekê bin guhê wê dixe; Varka serê xwe dihejîne dîsa xewnê da dê bavê dibîne, dihênije, ewana bi hev ra nin, diçin bajêr, bona biheq bixebitin.

Dê reca dike—nan bidin.

Varka dengekî nas dibihê,—ka zarrokê bide min. Dîsa ew dengê îcar diha bi hêrs,—ka zarrokê virdake.

—Razayî?

Varka vedcêniqe, dinihêre eva jina axê, li orta malê sekiniye, ew çiçik dide zarê. Varka radibe disekine û jina axê dinihêre.

Jinik dibêje, zarokê hilîne.

Varka zarokê hiltîne, dike bêşîkê û careke din dest pê dike dihejîne.

Lê dîsa mîna berê ew dixwaze razê, xewa wê îcar diha pir tê.

 

II

Axa ber derî dike gazî—Varka rabe sovê dade, wekî usane herdu rabûne, diha wexta xebata wana ye.

Varka ber bi merekê dibeze, bona dara bîne, ew gelekî şadibû, çimkî wexta meriv radibe rê diçe, digere, wî çaxî xewa merîya zef nayê, ew dara tîne û sovê dadide…

Jina axê dike qîrrîn—Varka samavarê dade.

—Varka agir davê samavarê.

— Varka kaloşê axê bişо.

Ew li erdê rûdinê kaloşa dişo û difikire çiqa rinde, wekî ewa serê xwa bike hundurê kaloşê û heveki razê.

Varka pêpalînka bişo.

Varka pêpalînka dişo, sovekê dinê jî dadide û ber bi dikanê dibeze, xebat рire.

Lê çetine meriv timê ber textê kartolê kûxniyê bisekine û temiz bike.

Serê wê ser texte da xar dibe, çevê wê têna girtinê, kêr ji dest dikeve erdê.

Lê jina axêye qalime bi hêrs tê ber ra derbaz dibe û lê dike qîrrîn.

Çetine meriv wa ber xarinê here bê, çetine meriv bidrû, çêke.

 

III

Êvarê mêvanê axê tên.

Jina axê dike qîrrîn —Varka samavarê bavê, samavara axê çûçike, lazime çend cara samavarê bavênê.

Pey çayê ra êmanê sihetekê Varka ser piya disekine, li mêvana dinihêre û dibê—çika wê kengê emir ke, çika ezê çi bînim.

— Varka, zûke, here pîvoê bîne.

Varka banz dide, bona xewa wê bireve. Varka diçe avê û şixulê mayin dike.

— Mêvan çûn, axa vedleze, bona razê.

Jina axê dike gazî—Varka zarrok digirî, bihejîne.

Varka dîsa dest pê dike—lurî, lurî, lurî can Lê zarrok disa digirî û nahêle, bona ew razê.

Riataza

 

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev