Nameyên evînî – 128

Nameyên evînî – 128

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Ez bi çavekî wisa li hemû keç û jinan mêze dikim, ku ew dibêjin: -Çiqas ji xwe razî ye, çiqas pozbilind e. Lê nizanin, ku bi çavê hûn ber Nura min ne tiştek in li wan mêze dikim.

 

¤¤¤

Nizanim çi bêjim. Rewşa te a van rojan niha jî berdewam e. Bingeha wê rewşê çi ye, nizanim. Tiştê ez xwe efû bikim, nabînim. Bersîva vê peyama te a kurt ev e: -Ne wisan e, wek tu dibêjî. Dema ez dibêjim ez ne wek xwe me, qesta min ew e, ku ez ji qalibê xwe derdikevim, tu tiştekî naxwezim, tu karekî naxwezim bikim, ez ji xwe jî hez nakim.

Nikarim fêm bikim, ku tu ji ku van tiştan derdixî. Qey ez ewqas pîs im, ku tiştek ji te ra dibêjim, lê tiştek din dikim? Qey ez ewqas bi aqil im, ku dikarim bi mehan, bi salan derewên ewqas mezin bikim û di ser da jî te bidim bawerkirin?


Tiştê ez dixwezim ew e, ku tu ji wê rewşê derkevî. Zêde ne bo xwe dixwezim, lê bo te dixwezim. Van rojan min dixwest nameyek ji te ra binivîsim, lê min nenivîsî. Naveroka wê nameyê wê ha bûya:


-Nura min, di pêwendîyên min û te da pirsgirêkên xwe em gerekê bi hev ra çareser bikin. Nabe em bêy hev, bi serî xwe biryaran bidin. Lê dibînim tu bêy min, bi serî xwe biryara pêwendîyên me didî. Tu tenê wê demê dikarî biryaran ser pêwendîyên me bidî, dema tu bi serî xwe bî, ango tu ne a min bî.


Min ev name ji te ra ne nivîsî û ne şand. Sebeb jî ew bû, ku min ji xwe ra got:
-Belkî jî niha Nura ne a te ye, tuyê bo çi nameyeke ha binivîsî û jê ra bişînî?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev