Serxweşîya malbeta Salih Çete bo kirasguhastina Bavê Şêx

Serxweşîya malbeta Salih Çete bo kirasguhastina Bavê Şêx

Di vî wêneyî da hûn li ber dergehê Lalişa Nûranî du kesên bo dînê me û bo welatê me giring dibînin – parastvanê dînê Êzdayetîyê li tevaya cihanê rehmetîyê Bavê Şêx (Şêx Xurto Hecî Îsmaîl) û piştgirê gelek karên bi dînê miletê me û welatê me va girêdayî karsazê navdar Salih Cete.

 

Zêdeyî 25 salan pêwendîyên binemala Salih Cete û eşîreta wî a Dawûdîyan-Reşîyan bi binemala Bavê Şêx ra heye, neferên malbetên wan bûbûn merivên ber dilê hevdu ezîz. Û wek ku birêz Salih bi xwe dibêje, Bavê Şêx xwesma tesîreke mezin li ser şexsê wî kirîye, him di hêla bawermendîyê da, him jî di hêla welatparêzîyê da. Lema jî ew di jîyanê da bi kar û helwesta xwe va bûye hezkirîyê gelê xwe û gel jî bo henûnîya wî qedir û hurmeta wî bilind digire.

 

Ji karûbarên gorbuhuşt Bavê Şêx yên pirhejmar karê herî pîroz bo Êzdîxanê ew bûye, ku bi fermana wî biryar hate girtin, ku ew keç û jinên Êzdîxanê ku ketibûne destê Daîşa xwînxwar, dikarin wek êzdî vegerin welatê xwe û wê di hêla dîn da tu cudatîyê nexine nava wan û hemû kesên bi dînê xwe va êzdî.

 

Ev wêne di roja Referandûma bo serxwebûna Kurdistanê hatîye girtin. Birêz Salih Cete ji alîyê hukumeta Herêma Kurdistanê bi fermî hatibû ezimandin bona di wê roja ji bo miletê me û welatê me giring da alîkarîya wan bike. Hilbet, wext dîtîye here serê xwe ber ocaxa dînê xwe jî dayne û bi duayên Bavê Şêx wî, malbeta wî, eşîra wî biparêze.

 

Wisa xuya ye ku duayên Bavê Şêx gihîştine Xudanê êzdîyan, wî jî ji birêz Salih Cete ra bû pişt û alîkar û wî jî piranîya qazanca xwe kire xizmeta gelê xwe: li Lalişa Nûranî mezîleke mezin da temîrkirinê, bû sponsorê çend cildeyên stiranên Radyoya Kurdî a Rewanê, piştgirîya wan bûk û zavayên teze kir, ku destteng bûn, pereyekî mezin wek alîkarî ji Rojava welatê me ra şand, di nav êzdîyên Şengalê da gerîya, derd û kulên wan pê hesiya û gorî quweta xwe ji wan ra jî bû alîkar, bo çapkirina 2 pirtûkên kurdzanan yên bi wergera kurdî alîkarî kir, li Almanîyayê çend xanîyên bi navê Mala Êzdîyan da avakirinê.

 

Û birêz Salih Cete rojekê jî ne xwest ku milet haj ji alîkarîya wî hebe, carekê jî bo xwe tiştekî taybet ne xwest. Lê îro daxwezeke wî tenê heye: Yekî ji binemala Bavê Şêx bikeve dewsa wî, ji ber ku kesê wisa ber destê serokê ruhanî yê dînê me mezin bûye, perwerdehîya xwe sitendîye û haydarê rê û rizmên gelê xwe bûye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev