
Çend dersên jîyanê ku nivîskarê malpera me bo we amade kirine
Gird Elî
– Nêvî ji aqilmendîya dinyayê ne heskirin û ne nefret e, nêvîyê din jî hişbûn û bê bawerîbûn e.
– Hemû netew tinazan bi hevedin dikin û hemû jî rast in.
– Sedema hemû gumrehîyê ew e ku xwestekê zanist tepeser kiriye.
– Cidîyeta ku li paş henekan were veşartin mîzah e. Heneka ku li paş cidîyetê were veşartin tinaz e.
– Jiyîn jankêşandin e.
-Xwendin ew e ku tu li şûna yê xwe bi serê yekê din difikire.
– Çil salên pêşî ên jiyanê nivîs e; sîh salên li dû hemî şirove ne.
– Xwestina azad nîn e, lewra ku sedemek ji her tiştî re heye û ez nikarim sedeman îdare bikim, ji ber wê ye ku divê sedemek ji xwesteka min re jî hebe.
– Yê ku ji tenêtiyê hes neke ji azadîyê jî hes nake.
– Dostê her kesî, ne yê tu kesî ye.
– Xembarî beşek ji xwezayê bi xwe ye.
– Bi kirinên xwe em lê hay dibin bê em kî ne.
– Bi xêra yextyarîyê ye ku em bi bextewarî dikanin li jinekê temaşe bikin bêyî xwestekekê.
– Nefret ji dil, piçûkdîtin ji serî tê.
– Zeka (têgihiştin) navmalîya xwestekê ye.
– Jîyana bê jan bê mane ye.
– Jiyan dikanek e ku mesrefên xwe dernaxîne.
– Jiyan ne ji bo jiyînê, ji bo tehemulkirinê ye.
– Xemxurî bingehê hemî moralî ye.
– Wezîfa nivîskarê romanê ne ew e ku bûyerên mezin destnîşan bike, lewra ew e ku bûyerên piçûk balkêş bike.
Riataza