“Baskekî PKKê ji Kurdistanê re bûye pirsgirêk”

“Baskekî PKKê ji Kurdistanê re bûye pirsgirêk”

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavdêrên siyasî dibêjin, PKK bi berdewamî pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê re dirust dike û heta niha bi hezaran gundên Kurdistanê bi sedema PKKê vala bûne û xelkê wê nikarin vegerin û mal û milkên xwe avedan bikin.

PKKê giraniya xwe ya partîtî û leşkerî xistiye ser Herêma Kurdistanê. Ew jî di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê, herêmeke azadkirî ye û xwedî sazî û dezgehên fermî ye û ji aliyê civaka navdewletî ve mikur lê hatiye kirin.

Çavdêrê siyasî Medhet Silêman ji K24ê re got: “Baskê netewperestan ê PKKê miyanrew e. Lê baskê wê yê çepgiran ku piraniya wî ElewîErmenî û çepgirên Tirk in, bûye pirsgirêk li ser pirsa Kurdî ya rewa li bakurê Kurdistanê. Di heman demê de jî, li ser Herêma Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê jî bûye bela.”

Wî çavdêrê siyasî got jî: “Tiştê ku PKK dike, anîna artêşa Tirkiyê nava başûr û rojavayê Kurdistanê ye. Meydana xebata PKKê li bakurê Kurdistanê ye, bila biçin wir rizgar bikin.”

Bi sedema hebûna PKK li çiya û navçeyên Herêma Kurdistanê, artêşa Tirkiyê sînorê Herêma Kurdistanê derbas kiriye û wan navçeyan bombebaran dike. Ewê dibe qurbanî jî, xelkê sivîl ê Herêma Kurdistanê ye.”

Çavdêrê siyasî Weidî Mizûrî dibêje: “Her kesek bi dadwerî li PKKê binêre, dizane ku PKK ji bilî ziyanê, tiştek negihandiye netewa Kurd û Kurdistanê.”

Piştî rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê di navbera Herêma Kurdistanê Bexdayê de, PKK bi aşkere nerazîbûna xwe ji wê rêkeftinê derbirî, ji ber ku barêgehên wê li Şingalê ne, yek ji xalên rêkeftinê jî ew e, derxistina hêzên biyanî ji Şingalê û îdareya Şingalê bikeve destê xelkê wê ye.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev