
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Vê carê Nura Şane bersîva pirsekê wek henekeke xweş da.
Pirsa Derwêşê Şengalî û bersîva Nura Şane
Hilbet, em carina bersîvên ne standard dibînin, ew jî bo wê ye, ku tehmeke cuda bidine vê beşa malpera me.
Ka mêze bikin ji pirsa xwendevanê me û bersîva min çi derket…
Pirs: – Dema xaçparêz ser xwe xaç dikin, tê çi maneyê?
Te dî, pêşî destê xwe didin milê xwe yê çepê, paşê milê rastê, paşê enîya xwe û paşê jî zikê xwe.
Ji bo xwendevanên me di roja yekşemê da hinek bikenin û roja wan bi kenê destpê bibe, min bersîveke ha dît:
Bersîv: – Şiroveya wê ha ye: -Çep û rast nenihêre, hişê te heye, zikê xwe tije bike.
Riataza