Beyana DIAKURDê

Beyana DIAKURDê

Me bi xemgîniyek mezin bihîst ku 17 Cotmeha 2020, roja şemîyê hejmarek ji alîgirên Heşda Şeibî êrîşî avahiya Liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê kirin û agir berdane avahî. Alîgirên Heşda Şeibî, her wa ala pîroz a Kurdistanê pêpes kirin û şewitandin.

Kiryara li hember remza herî pîroz a gelê kurd, ala Kurdistanê û li hemberê Partiya Demokrat a Kurdistanê hatiye kirin, kiryareke tirsonek e û dijminahiya gelê kurd û Kurdistanê ye.

Ala û sembûlên pîroz dîrok û hebûna gelekê dihewîne.

Destdirêjiya li ser van sembûlan, destdirêjiya li ser hebûna wî gelî ye. Divê ev destên gemarî bêne şikênandin.

DIAKURD vê êrişa teroristî bi tundî şermizar dike.

Bila dijminên gelê kurd bizanin ku gelê kurd û ala pîroz a Kurdistanê her dem wek kelemek dê di çavên neyarên Kurdan de bimîne.

DIAKURD

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev