
1- Pirsgirêkên zimanan tu carî tam çareser nabin. Tenê bi dewletbûn û bi pewerdeyê digihîjin asteke bilind.
2- Li ser pirsgirêkên zimên hewceyî bi niqaşan, niqaşên kêrhatî û bi danûstandinan heye. Nabe ku em ji niqaşan, ji rexneyan biwestin, bikerixin û bêzar bibin. Bêzarî qelsî ye.
3- Hewceyî bi avakirina saziyên zimên heye. Divê ku siyaset jî ji bo wan saziyan alîkar be, ne ku kontrol bike. Û divê ew sazî hedefa wan ne ticaret, tene xizmeta ji bo zimên be.
4- Ji bo çaresekirina pirsgirêkan tu kes û tu sazî nikare xwe otorite îlan bike. Meseleyên ziman bi ”çû û qediya” yan hel nabin û berovacî girantir dibin. Her kes û her sazî tenê dikarin pêşniyar û xizmet bikin. Ziman bi xwe organizmayekî zindî ye, ferzkirinên li ser xwe red dike. Mirov tenê dikare rê li ber xweş bike û pêşî li mudaxeleyên tehrîbkar bigire.
5- Yên ku ji bo zimên xizmet dikin, divê ku ji rexneyan re vekirî bin. Rê li ber niqaşan vekin û rexneyan wek ”reşkirin” nebînin û tenê li hêviya pesindayînan nebin.
6- Her devok parçeyekî ji zimên e, ziman bi devokan pêk tê û temam dibe, her devokek giringî û taybetiyeke xwe heye. Çênabe, bi bahaneya standartkirina zimên ku em devokan piştguh bikin. Jixwe yên ku li dij devokan in devokên wan bi xwe hene.
7- Her mirovekî/e kurd dikare ji bo zimên bibe referans. Pîvane tenê ew e ku ew mirov di bin bandora zimanekî din de nebe. Dê û dapîr jî, şêx û mela jî, şivan û gavan jî û çîrokbêj û dengbêj jî û hwd. Hem jî referansên xurt in.
8- Arîşeyên zimên bi zimanekî zelal, sade û kurt tên şîrovekirin da ku her kes têbigihîje. Ne rast e, ji bo ku em alimtiya xwe nişan bidin, peyvên giran, têgihên biyanî tevlî şîroveyên xwe bikin.
9- Ne rast e ku em di niqaşên xwe de, mirovan bi hejmara xwendina pirtûkan sûcdar bikin. Jixwe heta niha tek referansa me ya li ser arîşeyên kurmanciyê, Celadet Bedîrxan e.
10- Divê ku kedkar û evîndarên zimanê kurdî ji hev hez bikin û ji hev re hurmet bikin.
Wêne: Nura Şane
Riataza