Koronayê rê li ber pêşangeha pirtûkan a Frankfurtê jî girt.

Koronayê rê li ber pêşangeha pirtûkan a Frankfurtê jî girt.

Husên DuZen

Koronayê îsal rê li ber pêşangeha pirtûkan a Frankfurtê jî girt. Di van rojên ku vê rastiyê bêhn li min diҫikand de du berhem wek diyarî ji min re hatin: „Jiyan û Helwest“a Fuad Onen û „Roter Staub“ a Îsabela Figueiredo. Spas ji kek Fewzî re, ger ne ji wî ba dê „Jiyan û Helwest“ wisa zû bi zû bi dest min neketa.

 

Figueiredo, keҫa elektrîkçêkerekî portegizî ye ku di dema mêtinkariyê de li Mozambîq dijiya. Nivîskara pirtûkê sala 1963 li Lourenço Marques, Maputoya îro ҫê dibe. Heta 13 saliya xwe li wir dijî, dibe şahidê gelek kiryarên bavê xwe yên ne mirovane yî mêtinkarî. Ew bavê li mal bavekî baş, xwedî hestên hezkirinê, lê li derve mirovekî ne mirovane.

 

Sala 1975an Mozambîq serxwebûna xwe bi dest dixe. Keҫa 13 salî Îsabela bo Portekîzê tê şandin. Bavê wê temiyê lê dike ku ew li wir bahsa kirinên ku desthilatdarên nû li dijî mirovê spî dikin, bike. Figueiredo vê nake. Rastiya ku wê di 13 salên zarokiya xwe de dîtibûn ji rastiya ku bavê dixwest bahs bike cûda bûn.

 

Ew bi wan bîranînên xwe dimîne heta ku bavê wê dimire. Sala 2009 romana ku li ser bîranînên wê ava bûye li Portekîzê derdikeve. Bi vê pirtûkê rûyê mêtinakriya Portekizê ya li Mozambîqê li ber ҫavan tê raxistin. Gelek guftegoyên dorfireh bi xwe re tîne. Îsal jî bi wergera Almanî bû yek ji wan pirtûkên herî balkêş li Almanyayê.

 

Di salên 1970yî de ez wek ciwanekî xwedî vîzîyon yek ji piştgirên tevgerên rizgarîxwaz li Angola, Gîne û Mozambîqê bûm. Fuad Onenê bi ҫend salan ji min meztir di nav tevgera dijmêtinkariyê de xwedî gotin bû. Ez niha pirtûka Onen û ya Figueiredo bi hev re dixwînim, ji ber ku beşek ji pirtûka Onen jî û romana Figueiredo jî bahsa heman dema ku ji bo min zahf giring bû dikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev