KITIK, SIVORÎ Û ÇÊJIKA KÊRVOŞKÊ

KITIK, SIVORÎ Û ÇÊJIKA KÊRVOŞKÊ

Kerem bikin, nimûneyek, ku li Bakurê welatê me

zimanê kurdî jî heye, helbestvan jî hene, welatparêzî jî heye!

 

LA FONTEN

Lêanîn: Memê Miksî

 

Ev çêjika kêrvoşkê

Malxwê bû li vê koşkê

Lê wê sivorîka zer

Sibehek dest danî ser

Çi qurnaz bû çi qurnaz

Du ewqas jî hîlebaz

Ku dît kes nîne mal da

Lê rûnişt tê da pal da

Hêj di berbangê ew roj

Kêrvoşik çûbû beroj

Dema ku ewê têr xwar

Berê xwe da cih û war

Çi hate li ber derî

Dît di mal da sivorî

Gotê: Ev mala min e

Karê te li vir tune

A niha dernekevî

Dê bînim mişkan tevî

Sivorîkê jî gotê:

Qet neke gotegotê

Ne hewce ye bikî zirt

Mal ya wê ye ku kê girt

Ez mame heyret û mat

Gelo kîjan malmîrat?

Tapiya evê malê

Daye dest vê ajalê

Kêrvoşkê dayê cewab

Got: Mal ji bapîr û bab

Ji min ra maye bizan

Ez nakim karê dizan

Ez bi zagon û qanûn

Malxwê malê me lê hûn

Hatine bi hovane

Dagir dikin maxane

Hema bi wijdana te

Ya dikî edalet e?

Sivorîkê got îcar:

Bes e dirêj bû mijar

Were desnimêj bişo

Biçin lik Seyda Pişo

Bila veke kitêbê

Ka şerîet çi dibê

Seyda kitikek qer bû

Cibek sipî li ber bû

Gava ku wî dîtin ew

Pir keyfxweş bû êdî hew

Li bin ewê şaşa kesk

Dibişirîn çavê kusk

Got: Zarokno ka werin

Guhê min hinek kerr in

Her wekî seyda xwestî

Rûniştin li ber destî

Xwe nişkê ve li wan da

Her du man di lepan da

Mezinên me pir caran

Evan biçûk û zaran

A wiha diedilînin

Berî wan li hev bînin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev