
Ali Gurdilî
Li gor mîtolojiya yewnan, jina Laertesê qralê Îthakayê û diya Odysseusî ye. Keça Autolykosî ye, ku Autolykos di civakê de wekî mirovê herî fêlbaz û kone, hatiye nasîn. Autolykos, pêzên Sisyphosî dizî ye û ji ber vê yekê, Sisyphos jî çûye qesra Autolykosî û li wir maye.
Li gor gotinan dibêjin ku Antikleia wê demê bi Sisyphosî re şa bûye û piştre jî, bi Laertesî re zewicî ye. Lewre li gor hinek efsaneyan tê gotin ku Odysseus, kurê Sisyphosî ye. Antikleiaya diya Odysseusî, piştî kurê wê diçe sefera Troyayê û venagere, ji hesrata kurê xwe xwe dikuje.
Beşeke vê destanê ku di Odysseiayê de hatiye gotin (XI, 85) û ku hevdîtina dê û kur vedibêje, wiha ye:
”Ji nişka ve min dî, ku ruhê diya min hatiye min bibîne,
rihê Antikleiaya keça Autolykosê gewremend,
dema ez çûme Îlyona pîroz, hê ne mirî bû,
dema çav pê ketim, ez gelekî pê êşiyam, gelekî girîyam.”
Odysseus ji xwîna ku miriyan zindî dike, pêşî dide Teiresiasê kahîn û piştre jî, behsa çûyîna xwe ya Hadesê dike. Antikleiaya diya wî jî, behsa serboriyên xwe yên qesra Îthakayê dike. Bi hesret û berîkirineke bêpayan dipeyîvin û di dawiya axaftinê de, Odysseus dixwaze ku diya xwe himêz bike (Od XI. Z03):
”Ew wiha axivî, lêbelê dilê min tiştek tenê dixwest.
Min dixwest ez ruhê diya xwe himêz bikim,
Sê caran min xwest ez wê himêz bikim,
min go ax tenê carekê xwezî min karibûya te himêz bikira.
Her sê caran jî himêza min firîya û çû.
Her sê caran jî bû sîyek, bû xewnek,
Û jana dilê min, her çû girantir bû.”
Çavkanî: Ferhenga Mîtolojiyê
Riataza