”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 27

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 27

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, êdî bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bûne.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN”.

Em îro para wê a heftan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

M. Rewendî-Fedaî

PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN -7

 

Şahîyên di dema dawetê

Êtnografa Sovêtîyê T. F. Arîstova daweta kurdan li Îranê di sedsala XX da ha şirove dike: “Roja dawetê, berbangê mêvan û merivên zava ji mala zavê derdikevin, berê xwe didine mala bûkê. Di pêşîya hemûyan da sazbend bi zurne û diholê diçin, dengê awazên mûzîka wan her kesî hayadar dike, ku dawet wê di demeke kurt da destpê bibe. Berê bona bûk û zavê fayton dianîn, ku du an çar qantir pê va girêdayîbûn; niha ew edet hema bêje ji holê rabûye; eger mala bûkê nêzîk be, ew bi peyatî diçe mala zavê, lê eger mala wê dûr be, ew bi siyarî diçe. Ew edet ji ji holê radibe, dema nêzîkî mala bûkê dibûn, ji tivingan û demançeyan gulle dikirin. <…>

Hevalên bûkê, piştî xwerina hinek tametîskan, kincên bûkê yên dawetê lê dikin, wê ji mal derdixin, heta mala mêr rêberîyê lê dikin. Di pêşîyê da yek ji siyarîyan balgîyê bûkê dibe. Siyarîyên din dû wî ra diçin, bona balgîyê bûkê ji destê wî derxin û berî hemûyan wê bigihînine mala zavê. Yê serketî ji zavê dîyarî destine… Ew edet jî îro ne li her deran maye, ango ew jî li ber windabûnê ye.

Bûk di mala zavê  da ji hemû mêvanan dîyarîyan distîne (dezmalên rengorengî, xemil û xişir, qumaşên bo fîstanan, kemberên ji rîs û h.w.d.); di wê demê da ew bêdeng li odeyeke taybet cudakirî da rûdinê. Li ser rûyê wê laçika rengîn – xêlî heye… Heta bûk li wir be, jineke ku bi taybetî teglîf kirine û kurd jê ra ”berbûk” (ango, ”ber bûkê”) dibêjin, wê diparêze û xizmetî wê dike.

Piştî mêvanhezîyê û xizmetkirina mêvanan, destbi berevkirinaa pereyan dibe, ku wek alîkarî didine bûk û zavê, wek dibêjin, didine ”herdu gulan”. Kesê ku pereyan berev dike, her carê bi dengekî bilind navê kesê pere daye dide û dibêje ka wî kesî çiqas pere da. Hinek kes dewsa pereyan mî, bizin, canege, çêlek an jî hesp didin. Pereyên berevkirî didine malbeta zavê bona mesrefên ku bo dawetê kirine.

Li rex mala zavê an jî di hundurê malê da di bin dengê def û zurnê govend digere. Şahîyên di dema dawetê ji sê hetanî heft rojan dikişînin”26.

Lê li Kavkazê, gorî hinek malûmatîyan, kurd berê xelkê gazî dawetê ne dikirin, digotin: “Kê bihîstîye, yê bi xwe bê” an jî “Kê ku qedirê me digire, wê bê”. Lê bona merivên xwe û dostên ku dûr dimînin, dawetnameyên taybet dişandin, ku hinek kes jê ra dibêjin “topayî”. Bi gotina rohilatzan N. A. Smîrnovayê, di roja kivşkirî da hemû mêvan berevî mala zavê dibûn; heta dema xwerinê govend digerandin. Paşê mêvan berê xwe didan mala bûkê, bûkê bi hevalên wê ra tevayî dianîn mala zavê. Rûyê bûkê bi xêlîya rengê sor girtî bû. Zava wî çaxî di çêm da an di kanîyekê da avjenî dike, bi hevalên xwe yên din ra tevî leyîstokan an jî pêşbirkan dibe. Dû ra zava bi serketîyan ra tevayî berê xwe dide mala xwe, li wira keçik bi stiranan pêşwazîya wî dikirin. Êvarê melle erefata zewacê pêk tîne. Piştî wê bi van gotinan va bûkê li dora ocaxê dizivirînin: “Me tu anî vira û tu gerekê heta deqeya dawî xizmetî vê malê bikî”. Piştî çend heftêyan bûk careke din vedigerîya mala dê û bavê xwe û ji wira êdî vedigerîya mala xwe a arizî. Hema ew edet – bûkê li dora ocaxê bizivirînin, cem wan kurdan jî hebû, ku li ser axên din diman.

Di destpêka sedsala XX, bi gotina lêkolînerê ermenî A. A. Arakêlyan, ku demeke dirêj li Kurdistana Îranê maye, berbanga sibê, piştî taştê him mêr, him jî jin berê xwe didane mala bavê bûkê. Hinek peya diçûn, hinek li keran an qantiran siyar dibûn, hinek jî bi erebeyê diçûn. Di pêşîya wan da sazbend li defê û zirneyê dixistin, bona her kes bizanibe, ku zûtirekê wê dest bi dawetê bibe. Pey wan ra xortên bi tîr û kevanan diçûn. Dû wan ra li ser du-sê qantiran textrewan dibirin, ku bi qumaşên buha yên rengorengî va hatibûn xemilandin. Bi wê bûk û zava paşda vedigerîyane mala zavê. Ew şahî bi gulleyên ji tivingan û qirmeyan derbaz dibû.

Li Kurdistana Îraqê di dawîya salên 1950î, gorî lêkolînên H. H. Hansen, dewsa erebeyan êdî erdeka makîneyên kirêkirî bi kar dianîn û bi wana mêr berbangê siet şeşan diçûne mala bûkê. Ya balkêş ew e, wek ku Hansen dibêje, di nava wan mêran da gerekê bavê zavê ese hebûya, lê zava bi xwe tunebûya.

Cem kurdên koçer yên Kurdistana Tirkîyê di sedsala XIX da, bi gotina dîrokzan-êtnograf Mela Mehmûd Bayezîdî, edetekî ha hebû: eger xwedîyê dawetê merivekî dewlemend bû, wê demê ewî her kesê ku gazî dawetê dikir ra serîkî mezin qend (şekir) dişand. Lê yê teglîfkirî (ezimandî), gorî rewşa xwe ya aborî, ji mîyekê heta deh mîhan ji xwedîyê dawetê ra dişand. Eger xwedîyê dawetê merivekî feqîr bû, ew jî wek hemûyan bo şahîya zûtirekê şa dibû, ji ber ku hemû kesên ezimandî gelek hediya jê ra dişandin. Jinan cuda ji bûkê ra tiştek dianîn: xalîçe, çente, gorên rîs.

Gorî edetê tu daweteke kurdan bêy stiranên govendê derbaz nedibû. Dengbêjên gelêrî ew sitiran digotin, lê yê amadekar govend digirtin û bendên stiranan lê vedigerandin. Zava û bûkê hinekî derengtir dianîn nava govendê, û hemûyan, kê dikaribû, ser serê wan ra şabaş didan. Her eşîreteke kurdan xwedî sazbendên xwe bûn, yên ku dikaribûn li defê, kemançê, meyê û tenbûrê xistana.

Tûrikekî bi hineyê va dagirtî didane destê zava, dû ra ciwanan ew tûrik ji destê wî direvandin û didane bûkê. Piştî wê jî keçên genc ew hine ji destê bûkê direvandin: wisa bawer dikirin, ku ew dikare ji xortên nezewicandî û keçên mêrnekirî ra bextewarîyê bîne û di nava demeke kurt da ewê jî bizewicin an jî mêr bikin.

Gava dem dihat bûkê bibine mala zavê, eger rê kurt bûya, du mêrên ji merivên zavê diketine binê mile bûkê, ew dibirin. Eger mala bûkê dûr bûya, wê demê ji mala zavê berbû diçû ew dianî.

Li Kurdistana Tirkîyê, dema bûk dihate ber şêmîka mala zavê, zava pere ser wê da direşand, paşê zaro û kesên feqîr ew pere ji bo xwe berev dikirin. Eger bûk hatibe ber şêmîkê, lê ji derî ra nadikete hundur male an jî hundurê kon, wê demê xwedîyê dawetê xelatek diyarî bûkê dikir, piştî wê bûk dikete hndur.

A.A.Arakêlyan di destpêka sedsala XX bi awayekî hûrgilî şirove dike ka pîrozkirina dawetê li Kurdistana Îranê çawa dihate derbazkirin: “Eger di navbera mala bûkê û mala zavê da malên merivên wan an dostên wan hebin, dawetvanî li ber derên malên wan disekinin û ji wana hediyayên cûre-cûre werdigrin (dezmal, xalîçe, kember, canega, hesp, ker, çek) bona bûk û zavê û xwerinê – bona dawetvanîyên ku derketine pîrozkirinê. Lê eger li ser riya xwe rastî mala serekeşîr bên, ew jî ji bûk û zavê ra hediya dişîne, û ew hediya jî bi dereceya dewlemendîya wan va û ka xwedî çi karî ne girêdayî ye”27.

Dawetvanî dema ranêzîkayî mala bavê bûkê dikin, ji qirmeyan û tivingan gulle dikin, bi wê yekê va îşaret didin, ku zava hatîye. Û ji mala bûkê jî sê caran gulle berdidin, ew jî nîşana evînê û aşîtîyê ye, ku dixwezin bêjin ewana amade ne mêvanan ser çavan qebûl bikin.

Piştî wê yekê ji mala bûkê direvin, derdikevin derva, bona pêşwazîya zavê bikin. Paşê du ciwan (yek ji alîyê zavê, yê din ji alîyê bûkê) şûr û mertalên xwe hildidin, bi hev ra dikevine nava pêşbirkê. Ew merasîm sîmvola wê yekê ye, ku zava bi destî şûr jinê qazanc kir û jinik nîşana serketina wî ye. Zava bala xwe dide pêşbirkê û helanan dide nûnerê xwe, piştgirîya wî dike. Kesê ku ji alîyê bûkê ketîye pêşbirkê, eger ji reqîbê xwe xurttir be jî, ber wî dadixwe, û wê demê nûnerê zavê wek serketî îlan dikin, lê bûk dibe malê zavê yê herî giranbuha. Hinek caran nûnerê bûkê naxweze pêşbirkê winda bike, wê demê bav an jî apê zavê dikine gazî: “Bes e!” – û dawî li pêşbirkê tê.

Wê demê dest pê dikin li mala zavê şahîyeke bêhempa dikin. Bûk li ser textrewanê rûdinê, lê bavê wê pereyên hesinî yên ji sifir, zîv û zêr ser serê wê da direşîne û kesên feqîr wana berev dikin. Kesên destteng kişmîş û fêkîyên hişkkirî direşînin ser serê bûkê. Dema dawetvanî tên mala zavê, wê demê jî gulle berdidin, lê berî textrewan amade bikin, canegeyek, gayek, golikek an jî teyredeyek wek qurban serjê dikin. Piştî wê dest bi xwerin û vexwerinê dikin. Bi wê ra tevayî di kon da an jî di odeyeke cihê da cî-nivînên şeva pêşin ya bûk û zavê amade dikin. Odeya wan bi xalîçe, çek û h.w.d. yên wek hediya sitendine, dixemilînin. Û yek ji amadekaran ji nişkêva dibêje: ”Ji bûk û zava ra rehetî lazim e”, lê paşê mêvan dibêjin: ”Bira bûk û zava tenê bimînin”. Herdu gulên ku mirazên wan pêk hatîye, dibine odeya ji bo wan amadekirî, ji derva derî li ser wana digirin, ango kilît dikin, û ji hevalên zavê çend kes wek nobedar hildibijêrin. Gerekê çavên wana lê be, ku tu kes mêze neke ka di hundur da çi diqewime, tu kes bilind xeber nede, herwiha nehêlin ku xwedênekirî tu kes êrîşî li ser odeya şeva pêşin bike.

Dema zava û bûk ji odeyê derdikevin, zava destê xwe datîne ber dilê xwe û ji haziraran ra dibêje: ”Ez bi navê Xwedê sond dixum, ku jina min bakîre bû” an jî ”Xwedê şahid e, û ez testîq dikim, ku jina min paqij derket”. Piştî van gotinan du-sê mêvanên qedirgiran diçine mala bavê bûkê, bona caba xêrê bigihînine wî: ”Keça we bi namûs derket” an jî ”Kaçe we nanê helal xwerîye”.

Gorî gotinên rohilatzan N. A. Smîrnov, ”meriv nikare bêje rewşa bûka teze di mala mêr da giran e. Bûka teze heta berê pêşin bide, ango heta cara pêşin zaro bîne, her kes di hindava wê da dilovan û xemxur e. Di tevaya wî wextî da weke ku wê mêvan dibînin. Pişta zara pêşin tîne, ew êdî dibe nefereke malbetê…”28.

(JÊRÊNOT)

26) Аристова Т. Ф. Очерк культу-ры и быта курдских крестьян Ирана // Переднеазиатский этнографический сборник. М., 1958. Вып. 1. С. 246.

27) Аракелян А. А. Курды в Персии // Известия Кавказского отдела Императорского русского географического общества. Тифлис, 1904. Т. 17, отд. 1. С. 26.

28) Смирнов Н. А. Курдская женщина. М., 1927. С. 37.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev