Ji nimûneyên zargotina me – 222

Ji nimûneyên zargotina me – 222

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûbîstûduduyan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema îro tê binavkirin: ”KULFET, BER, QEBÎL-EŞÎRETÎ, EMIRJÎYÎNA WAN”. Em beşa pêşin çap dikin, beşên din emê di pêşerojê da raberî we bikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

KULFET, BER, QEBÎL-EŞÎRETÎ, EMIRJÎYÎNA WAN -1

Bona analîza teşkîlbûna cmaeta kurd (kulfet, ber, qebîl-eşîret) rind bidin, destê meda qinyatêd arxêologîyê tunene, lê hene qinyatêd êtnografîyê, folklora kurda û derheqa kurda lîtêratûra neşirbûyî. Xênji wan qinyata derheqa teşkîlbûnê em dikarin xeberdin, çimkî me hema emirê xweda, çawa dibêjin, rojêd xweye praktîkda jî ber, qebîl-eşîret û qewmandinêd nav wanda ber çevêd xwe dîtine, lema jî em derheqa wê dikarin aza bêjin û binivîsin, çiqas em zanin, çiqas tê bîra me.

 

  1. KULFET 

Wexta em dibêjin “kulfet yan jî “mal”, xênji neferêd malê tiştêd mayîn jî fem dikin. Berê ewlin wexta em dibêjin “Kulfet” fem dikin him jinê, him jî neferêd malê-koma neferêd malê, çika cumle derheqa kêdane: jinê yanê neferêd malê, mesele, wexta merîkî kurd dibêje-kulfeta min çû mala bavê xwe, rind tê femkirin, wekî jina wî çûye mala bavê xwe.

Xebera kulfet erebîye, nîşan dide: carî, nefera malê, nav kurdada koma neferêd malê tê femkirin. Eva xebera tirka jî ji ereba hildaye. Çawa nav meda, usa jî nav cimaeta wanda bûye xûn û qinêt. Evê xeberê usa jî gelek miletêd Rohilatêye din didin xebatê.

Bi femdarîya kurda, wekî xebera “Kulfet”- jin jî tê hesabkirin, bi texmîna me paşmayîna matrîyarxalîyêye.Ew femdarî ji zemanê bereka tê. Çawa dixuêne jina kurd jî êtapa matrîyarxalîyê derbaz kiriye: Ew aza bûye. Extiyarîya wê hebûye him malda, him jî nav cimaetêda. Ew serkar û alîkara bereka xwe, kulfetê xwe bûye, wexta şera jî çawa jina amazon, serkarî li şerkirê xwe kiriye, bo wê yekê jî, “kulfet” (temamîya neferêd malê) ser navê jina hatiye kivşê. Wexta gotine xebera “kulfet” berê ewlin jin fem kirine, usa jî neferêd mala wê, yanê koma wan merîya, yêd ku bin sihabîya wêde bûne. Ew femdarî heta îro jî nav kurdada heye, ew femdarî usa jî rind tê eyankirin folklor-mîfologîya kurdada.

Derheqa azayî, serbestîya jinêye wexta matrîyarxatê M. O. Kosvên nvîsîye.(1)

“Matrîyarxat zemanê terîqîyî pêşine, wekî wî çaxî emrê jinêyî wekehevbûnê hebûye. Nav cmaetê û malhebûnêda ewê serkarî kirîye, bi wêra tevayî eva yeka di prînsîpêd kûltûrayêda, dîn û îskûstvayêda eyan bûye”.

Wexta matrîyarxatê azaya jinêra girêdayî, em dikarin bêjin, wekî xebera kulfat, usa jî gelek navêd din, pêşdahatina wana grêdaye serkarîya jinêra.

Xebera din, wekî dîsa kulfet… nîşan dide, ew xebera “male”, wexta dibêjin “mal”, kulfet jî fem dikin: neferêd malê, lema jî kurd dibêjin:”mala bê jin mal nîne”, wekî usane, jin dîreka malêye, lê wê derecêda xebera “kulfet” diha qewîne bo eyankirina rola jinêye terîqî.

Ew ku dibêjin “mal” xênji kulfet, usa jî fem dikin avayêd merî têda dijîn, heywanêd malê, temamîya hebûna malxwê malê. Bo komêd neferêd malê, çawa têrmîn, diha rinde em bidin xebatê xebera “kulfet”.

“Kulfet” gotî bê xûn û qinêtî nava kurdada nayê femkirin. Wexta dibêjin “kulfet”, fem dikin merîyêd xûn û qinêtîyê, yêd alîyê xûnêva nêzîkî hevin, çawa kurdêd me dibêjin:ji hevin, “pizmamêd hevin”. Eva fikira xûn û qinêtîyê ji zemanê berê, yê berekîyê pêşda hatîye, gihîştiye me û heta niha jî heye nav milet, cimaet û qebîlêd dinyayê gîşkada. Wekî usane, cîyê ku lê tunebû xûn û qinêtî wêderê jî tunebû mal, kulfet, heleqetîya merîyaye pizmamtîyê.

Komêd wan berekaye nêzîkî hev, yekbûna wana hela wexta arxayîk hebûne, wexta teşkîlbûna bereka jinê, zemanê matrîyarxatê.

Kulfet gotî, formeke cimaetîyêye. Ew dereceke teşkîla cimaetêye. Zemanê berê, ser hîmê pêşdaçûyîna malhebûna cimaetê, pêşda tên kulfetêd biçûk û yêd mezin. Ew yek diqewime wexta batmîşbûna matrîyarxatê û pêşdahatina patrîyarxatê. Ew malêd mezin û biçûk heta niha jî nav kurdada hene, wekî em hesab nekin kurdêd Sovêtîyê, çimkî nav kurdêd Sovêtîyêda malêd mezine ji 30-70 neferî zûva ji ortê hatine hilanîn, hene malêd pirnefer.

Malêd kurdaye mezin tînin bîra merîya zemanê bereka. Berê hebûn kulfet yan jî malêd usaye mezin, wekî ji 60-70 neferî bûn, lê kulfetêd biçûk ji 2-20 neferî. Malêd usa qurna XIX-da pir bûn. Eva yeka nîşan dide, wekî zemanê berê nav kurdada jî hebûne berek, wekî cimaeta kurd jî mîna ermenîya, ereba, fariza kevne. Nha jî ewana li welatêd dereke: li Îranê, Tûrkîyayê û cîyêd mayînda jîyîna patrîyarxal-fêodalî derbaz dikin. Nav wanda bûrjûazîya jî heye. Pêşda tê snifa pala.

Jîyîn, pevgrêdana neferêd kulfet bi malhebûna malêra grêdayî bû. Neferêd malê bi ruh û can, bi koma xweva hebûna xwe xwey dikirin, zêde dikirin. Mala kurde mezinda çend silsilet hebûn, bal hev diman, lema jî neferêd kulfet pir bûn. Mala mezinda diman kalik û pîrik, kur û qîzêd wan, nevî û nevîçirkêd wan û yêd din. Malêd biçûkda tenê hebûn dê, bav kur, qîz, kalik-pîrikêd xweva.

Xûn-qinêtî û heleqetîya neferêd kulfetêd kurd evan xeberêd hana diha rind azuru dikin, mesele: kalik, pîrik, ap, kurap, qîzap, met, dê, bira, bav, kur, qîz, xûşk, birazî, xal, kurxal, qîzxal, kurmet, qîzmet û yêd din.

Êngêls nivîsîye derheqa xûn-qinêtîya îrokêzêd Amêrîkayê. Ewî navêd neferêd wana anîye ortê û îzbat dike, wekî ew nav yêd pizmamtî, xûn-qinêtî û yekbûna wanin.

“Îrokêz-dibêje F. Êngêls,-ne ku tenê ewledêd xwe helalra dibêje kur û qîz, lê usa jî ewledêd birêd xwera, ewled jî jêra dibêjin bavo. Zarêd xûşkêd xwera dibêje ewledê xûşkê û qîzêd xûşkê, lê ewana jî dibêjin xalo”(2).

Xeberêd usa, çawa nava îrokêzada, usa jî nav kurdada û miletêd mayînda nîşan didin, wekî nav neferêd kulfetda hebûye û heye xûn-qinêtî, pizmamtî. Ew yeka neferêd mala kurd rind fem dikirin. Ewana zanibûn, wekî ji pizmama kî diha pir nêzîk, kî jî dûrî wanin. Bi wî teherî, ew wê nêzîkayê û dûrayê nav pizmamada dişêbînin û hesab dikin alîkarîya xwe û çapa wê bo kulfetêd pizmamêd nêzîk û dûr. Vê derê gerek bê gotin, wekî destebirak jî dikevin tev bira, pizmama, eger ewana qelp nînin. Ser hîmê wê xûn-qinêtîyê jî kurda bi hevra derbaz dikirin, usa, çawa ku qeyde-qanûnêd pizmamtîyê dixwestin him ji alîyê qencîyê, him jî ji alîyê xirabîyêda. Eva qeyde-qanûnêd hana ne ku bê tenê nav hinek kulfeta, lê nav hemû kulfetêd kurdada hene, ji Kêrmanşahê destpêkirî heta Dêrsimê, ji Hemedanê destpêkirî heta Qersê, ji Bexdadê heta Soûcbilaxê û yêd din.

Hinek ulmdar, mesele, çawa Maklênan, Rîtêr û yêd mayî, navêd pizmamtîyêye usa bi hurmetêva grêdidin, yanê neferêd malê bo hurmeta hev bigrin, giva ew nav efrandine. Hilbet, ew yek rast nîne, ew nav ser hîmê ekonomîkayê tenê bi pevgrêdana xûn û qinêtîyê, pizmamtîyêva tên şirovekirin, bi berekêd zemanê berêva, wekî neferêd wan bi hevra timê grêdayî bûne, xebitîne, ji hev zewicîne, hebûye silsileta wana, çawa dibêjin, ji malekê bûne. Lema jî heta nha ew fikir nav kurdada maye, ewana dibêjin, em ji malekêne, ji silsiletekêne. Ewana emrê xwe bi kolêktîvî derbaz kirine Evî ruhê wanî kolêktîvî em dibînin nav cimaeta osda, wekî derheqa kulfetê wanî mezin Z.N. Vanêêv rast dibêje:

“Mala mezin, çawa dixuêne, li her cîya cûrekî bûye. Hebûye hebûna wane arizîye kolêktîv ji alîyê mecalêd deranînêda, hebûye deranîna kolêktîvî û xwestina wane kolêktîvî”(3).

Çawa Vanêêv, usa jî gelek avtorêd mayîn dibêjin, wekî nav sal û zemanada kulfetêd mezin hindik-ihindik çûk bûne, yanê neferêd mala mezin ji hev cihê bûne, hindik bûne.

Hilbet, ew avtor rast dibêjin. Me jorê got, wekî ew guhastinêd terîqî, ku ketine nav kulfetêd mezin, bi guhastina qewatêd deranîna malhebûna cimaetêra grêdayî bûn. Neferêd wê jî, yêd mala mezinbe yan jî ya çûk, yeke, ber hev borcdar bûn, ne ku tenê bo borcdarîyêd kulfetêd xwe, lê usa jî bo ber û qebîla xwe. Çimkî neferêd berê û qebîlê jî pizmamêd wan bûn. Derheqa pizmamtî û alîkarîya wanada – paşê.

Kulfetêd mezin cûrekî kulfetî usane, wekî zef zûda: hela zemanê berekîyêda hebûye. Cûrê kulfetî usa heta qurna XIX jî nav hindêd Amêrîkaîda, bnelîyêd ada Havayêda, xêvsûrêd gurcada, ermenîyada û nav yêd dinda hebûne.

Frîdrîx Êngêls sîstêma kulfetêd ada Havayê himberî sîstêma hindêd Amêrîkayê dike û datîne firqîya wana. Ji wan sîstêmêd kulfet usa tê kivşê, wekî cûrêd hindêd Amêrîkayê diha kevnin, nêzîkbûna wan ji alîyê xûn-qinêtîyê diha zefe. Êngêls derheqa kulfetêd wan hinda nvîsîye:

“Hela nîvê vê qurnêyî pêşin, li ada Sandvîçê (Havayê) hebûn cûrekî kulfet, wekî têda hebûn dê, bav, bira, xûşk, qîz, kur, xal û met, ap û xatî, ewledêd xatîyê, metê, ewledêd apê û xatîyê, usa çawa dixweze sîstêma Amêrîkayêye pizmamtîyê û sîstêma hindîyêye kevn. Lê merî metel dimîne. Sîstêma evê pizmamtîyê wekî hebû li ada Havayê, dîsa mîna cûrê kulfetê wêderê nîne (yê Amêrîkayê -E.E.). Serî ewe, wekî li wê, zarêd xûşk û bira gişk bê gilî-gotin, xûşk û bira tên hesabkirin…”(4).

Ji vê gotina Êngêls em dikarin bên ser wê fikrê, wekî cûrê kulfetêd Amêrîkayê diha kevne, koma wane berektîyê diha zûda teşkîl bûye, lê nha ew kulfet bi cûrê zewac û edetê xweva tune, her paşmayî hene.

Eva atrîbûtêd xûn û qinêtîyê gişk jî bal kurda hene, hela diha zefe, derheqa wan zêdaya emê bêjin wî çaxî, kengê em xeberdin derheqa zewacê, heyfhilanînê nav kurdada, derheqa qewmandinêd cimaetêye mayînda.

Vêderê pirsa hîmlî ewe, wekî ew nav, ew cûrê xûn-qinêtîyê nav wan kulfetada, usa jî nav kurdada, milet û cimaetêd mayînda, grêdayîbûne lêzimtîyêra, berêra, qebîlêra. Eva yeka nîşan dide, wekî zûda: hela zemanê berî qûltîyê hebûne berekêd kurda jî, nîşanêd wê yekê ewin, wekî hene navêd bereka yan jî bera û qebîla.

Vanêyêv ktêba xweye “Sêmêynaya obşçîna” da nvîsîye, wekî “Bi pêşdaçûyîna qewatêd deranînêva grêdayî, ya paşin (berek-E.E.) parî ser malêd mezin bûye”(5)

Hilbet, em bi vê fikra êtnografê gurcayî ezîzra neqayîlin. Wexta pêşdahatina bereka patrîyarxal, wekî wî çaxî jî hat danîn hîmê patrîyarxatê, wê berekêda pêşda dihatin him malêd (kulfetêd) mezin, him jî yêd biçûk. Bi malhebûn, emirjîyîna berekara grêdayî, kulfetêd mezin diha pir bûn, lê kulfetêd biçûk jî hebûn, wekî neferêd wan hindik bûn. Wî çaxî nav berekada êpêce sinet pêşda hatibûn, tekmerîya diha dikaribûn neferêd mala xwe xweykirana û dixwestin jin û zarêd xweva başqe derbaz bikirana.

Xaradzê rast dibêje, wekî “ew cûrê kulfetê mezin berî rêvolyûsîya Oktyabrê nav cimaet û miletêd Kavkazêda pir bûn”(6).

Kulfetê kurd bi serecema xweva berî rêvolyusîya Oktyabrê patrîyarxal bûyê, çimkî zûda, çawa nîşan didin qnyatêd êtnografîyê û folklora kurda, jinê mêrê xwe nas kirîye, mêr jî jina xwe, zara jî zanibûn kîne dê, bav, bira û xûşkêd wan. Eva yeka fakteke qewate destê meda, ser hîmê vê em dikarin bêjin, wekî kurd jî êtapa patrîyarxatîyê derbaz bûne, ber, kulfetêd wane mezin û çûk jî hebûne, malêd mezin, wekî 3-4 silsiletêd wan hebûne, hebûye malhebûna wane tomerî, paşê hebûna malêye arizî, mecalêd wane rêncberîyê, heywanetxweykirinê, sinetêd wan û yêd mayîn.

Kulfetê patrîyarxalî mezin nav emirjîyîna cimaetêda cîkî mezin girtiye. Kulfetê xûn-qinêtêyî mezin xênji kurda, nav miletêd maîynda jî hebûye, mala xû-nqinêtêye usa, wekî serkarê wê jî hebûye, nha jî nav slavonêd Panzerêda heye, wekî jêra dibêjin “zadrûga”. Eva malêd hana berê bi neferêd xweva aqas mezin bûne, wekî hinek ji wan qasî bera bûne. Malêd usaye mezin em dibînin Albanîyayêda, Çînistanêda, Farizistanêda, nav erebada û nav yêd mayînda. Nav cimaeta vêlîkorûsada kulfetê usara digotin “Bolşaya semya”, malêd ermenîye mezine usara ermenî dibêjin: “ Gêrdastan “.

Malêd mezinda malxwê û kevanîya malê serkarî li malê dikirin. Kevanîyê hîmlî serkarî li qîz û bûka dikir, ew yek tebîyetîye, wê şûnda bûka jî bi xezûrê xwera xeber nedidan. Ew xebernedayîna bûka bi xezûr, tîyara, bêfitîya grêdaye kulfetê patrîyarxalra.

Çi gilîyêd giran malda diqewimîn, malxwê mêrêd malêra, carna jî bi pizmamara û jinêd malêye serera razî dikir, paşê destbi şuxul dikir. Neferêd malêye emirê xweda biçûk, hindik tev şuxulê malê dibûn. Ew yek bo wan şerm dihat hesabkirin, lema jî kurda digotin-cîyê ku mezin lêye, gerek çûk xeber nedin.

Hurmeta malxwê malê girêdayîbû zanebûn, serkarîkirina wîra, başbûn û xirabîya wîra: Yê ku nikaribû serkarî malê bikira û bona bira-pizmama bêxem, bê xîret, bê kêr bû, wî çaxî ne ku tenê neferêd malê, usa jî pizmama dest jê dikişandin, guhdarîya wî nedikirin, lê wekî bi xîret bûya, usa jî bi aqil û kemal, wî çawa neferêd malê, usa jî der û dorê wî serê wî sond dixarin, ber cînara û yêd mayîn peyê wî didan, jê hiz ikirin û yêd din.

Şuxulê malxwê hîmlî ew bû, wekî ne ku tenê serkarîyê li malhebûn û emirjîyîna kulfet bikira, lê ji terefê kulfet nav cînarada û bi organêd hukumetêra glîyêd derheqa malêye ferz banîya serî. Çawa dibêjin, ew wekîlê malê dihat hesabkirin. Ew borcê malxwêa gişka bû. Malda, wexta malxwê li ortê bû, hîmlî pirs digihîşt wî, lê wexta malxwê li mal nîbûya û mêrêd malê din jî hinzûrê nîbûna, wî çaxî jinêd sere serkartî û wekîltî dikirin. Hebûn jinêd kurde usa, wekî ji mêra rindtir serkarî li malê dikirin, gilîyê mala xwe bê mêra dianîn serî.

Bi gilîkî, fikir û xwestinêd mala kurd malxwê eyan dikir. Malxwê, ser hîmê edet, gerek ji xûn û qinêta malê bûya. Merîyêd din, usa jî pizmamêd dûr nikaribûn malxwêtî bikirina. Eger malekêda malxwê dimir, jinê serkarî li mala xwe dikir yan jî pizmamêd lape nêzîk.

Malxwêd kurd navê malêd xwe blind xwey dikirin. Malda jî neferêd kulfet qedrê malxwê xwe zanibûn. Wexta sifrê, nanxarinê, neferêd kulfet li cîyê jorin, fêza texte malxwê didan rûniştandin. Malxwê ne dihatin bjartin, çawa em dibînin nav cimaetêd slavonda, çimkî nav cimaeta meda faktêd êtnografîyê, folklorê û yêd mayîne usa tunene, wekî îzbat bikin bjartina malxwê nav kurdada, lema jî em nikarin derheqa wê yekê glîkî bêjin. Lê em zanin, wekî gelek qanûnêd bereka, rabûn-rûniştandina kevn nav wanda mane, mesele: neferêd kulfet gişk borcdar bûn gura malxwê bikirana, timê bin bandûra wîda bûna.

Bal malxwê kurd kur û qîza, usa jî kal û pîra aza xeber didan, cahila jêra digotin “bavo” yan jî ”kalko”, jina serera yan jî kevanîyêra – “dayê”. Ewan navana nha jî tên gotin û hurmetê ra grêdayîne.

Bo diha rind safîkirina pevgrêdana kurdaye xûn-qinêtîyê yan jî pizmamtîyê, em çend glîya bêjin derheqa bûka ne kinêz û halê wê mala kurdada. Emirjîyîna kurdaye praktîk, qnyatêd êtnografîyê û folklora kurda nîşan didin, wekî eger bûk ji malê yan jî ji pizmama nîbûya, wî çaxî ewê xwe malêda xerîb hesab dikir, lê bûkêd ji xûn û qinêta mêrêd xwe bûn, wana xwe hesab dikirin “kinêz”, “qîzêd malê”.

Em ewê yekê dibînin nav qebîlêd Îraqêye kurdada: Begzadada, Dêbokrîyada. Mameşada, Pîranada, nav qebîlêd kurdêd Îranê: Xoranabadada, Mansûrada, Çobinkerada, Şêrêkîyada. Li Dêrsimê nav Ebasanda, Mîrasanada, Karabalanada, Rûanada, ji kurdêd Kavkaza jêrin: nav Hesenlerada, Talîşanda (Laçîn), Anqosîyada, Sitûrkada, Witîyada, Belada, Mixaîlada (Aparan) û yêd mayîn.

Gelek cara, wexta malda gilî derheqa tiştêd dizîkava: derheqa malê, qebîla bavê, bûkê û pirsêd din dibû, neferêd malê bûka xweye ne kinêzra ne digot, bo ewê xeber neghîyandana malbavana û merîyêd qebîla xwe. Hema ew jî neynesîk bû, wekî nav kurdada diha pir guh didan ser êndogamîyê nav mal, ber û eşîretêd xweda, wekî zemanê berektîyêda pir bû û paşmayînêd wê nha jî hene nav cimaetêd gelek welatada, lema jî gelek bûka malêd mêrê xweda xwe xerîb heseb dikirin, çawa ne ji xûn-qinêta wî kulfetî. Ew salêd pêşin bûn, lê paşê bere-bere hînî kulfet dibûn. Eva yeka ne gunê bûka ne kinêz bû, çimkî ser hîmê extîyarîya edet, kinêz borcdar bû her alîyava alî bera mala bavê xwe, pizmamêd xwe bikira, ew borcdarî bi ruhê pizmamtîyêva, xûn-qinêtîyêva grêdayî bû. Usa jî ne gunê kulfetê kurd û malxwê wê bû, çimkî başqe gotî malxwê gerek timê kara kulfetê xwe bixwesta, şerkira pêşîya her cûre qezîya û zirardarêd kulfetêd xwe.

Eger neferêd mala kurd pê bihesiyana, wekî bûka wane kinêz yan jî ne kinêz glî-gotinêd mala xwe dizîkava malbavanêd xwera gotiye, ew yek nemamî hesab dikirin. Bo bûka usaye glîgeroke nemam malda halekî xirab dihat efrandin, şer pêşda dihat.

Ruhê pizmamtîyê çawa nav mêrada, usa jî nav jinada qewîn bû. Bes bû, wexta digotin “kinêza me”. Evê xeberê nîşan dida pir nêzîkbûna jinê bi merîyêd mala bavê û bera wêra. Heleqetîya neferêd kulfetê kurd berî rêvolusîya Oktyabrê welatê meda û niha jî welatê derekeda, nîşan dide nîşanêd patrîyarxatêye gumreh emirjîyîna kurdada. Awa, mala kurdada pizmamtî, hîmlî alîyê mêrava dihat hesabkirin, çimkî wexta ji hevqetandina jin û mêra, zar dighîştin mêrê malê: bavê xwe, mala bavê xweda jî mezin dibûn: ya dudu serkarê mala biçûk tu cara xwe ji mala bavê xwe mezin, malxwê wê, silsileta wê nedida ayrîkirin. Ew timê ser pizmamê bera xwe dihat hesabkirin, çimkî ew ser hîmê extîyarîya pizmamtîyê, dîsa bin bandûra serkarê mala xweye mezine berê, bera xweda bû, dîsa xwe hesab dikir bindestîyê malxwê û xwe “xulamê” wî hesab dikir, dîsa derecêd giranda gilîyê malxwê berê diqedand. Malêd usa biçûk êpêce bûn û roj bi roj malêd çûke teze pêşda dihatin. Wana pey cihêbûnêra alî hev dikirin. Emê derheqa vê yekê binvîsin, kengê xeberdin derheqa mîratê nav kurdada. Ji malêd çûk û mezin pêşda dihatin ber. Bo serkarîkirina mala, nav mileta gişkada cîyê meşûr malxwê girtiye: malxwêd usa nav “famula” Hromê kevinda hebûn, wîra digotin ”Patre” nav ermenîyada ”Tantêr“ yan jî “Tanûtêr“. Ewana qasî emirê xwe, ruhê xwe cabdar bûn bo mala xwe, xweykirina moral û hebûna wê, heyetîya neferêd wê.

Gelek cara, ji rûyê malxwê xirab neferêd malê ji hev diqetyan. Wekî usane, çûkbûna mala kulfetê kurd, xênji teseletîya kapîtalê, dayîn-stendinê, kêmbûna xwelîyê, kesîbîyê û neynesîyêd din, usa jî ji rûyê kur, bûk, malxwê xirabda bû.

Herdu cûre malada jî, him mala kurdaye mezinda, him jî ya çûkda, malxwê û kevanîyê yan jî jina sereye jîr serkarî dikirin. Pey mirina malxwê û kevanîyêra, mêrê malê yan jî birê wî mezin, bûka malêye sere, eger ewe bi aqile jîr bû, serkarî li mala xwe dikirin. Eva yeka nav kurdada bibû extîyarî, edet.

Borcekî malxwê û kevanîyê jî ew bû, wekî gerek nehiştana mala wane mezin çûk bûya, neferêd wê ji hev biqetîyana. Lê ji rûyê tunebûnê, kesîbîyê neferêd mala mezin gerek ji hev biqetîyana. Hebûn malxwê, kalikêd mala kurde usaye bê merîfet jî, wekî sist bûn, nikaribûn serkarî li kulfet bikirana, lê bira û kurêd wan komek didan wan, pey mirina wanra bi serkarîkirina xweye teze mala xwe şên dikirin. Ev cyre serkarî nav malêd cmaetêd Pişkavkazê mayînda jî hebûye, mesele, em hildin mala usaye mezin. Derheqa wê Vanêyêv dibê, wekî “Angorî emrê xwe serkarî li kulfet dikirin bavê, kalikê, bavê kalikê, lê pey mirina kalikêra – birê wî mezin”(7).

Bi serkarîya wî pêşda diçû malhebûna kulfet û temamîya emrê kulfet dihat ser qanûnekê.

Kulfetêd kurd bi edet, gişk ewledê malxwê tên hesabkirinê, ewledê kalikê, pîrika malê. Ap kurê birê xwera bidêje “lawo” yan jî “kurê min”. Jina sere jî qîz û bûkêd malêra dibêje “ewleda min”, “qîza min”, kurara: “kurê min” û yêd din. Eva femdarîya hana bê glî-gotin bi xûn-qinêtîyêra grêdaye, lê ne hurmetêra, çawa dibêje Maklênan.

Malxwê kurd ne tenê bo kirinêd xwe, usa jî bo kirinêd her nefereke kulfetê xwe cabdar bû. Ew zirara ku wê bighîşta malxwê, usa jî dikaribû bighîşta her nefereke malê. Usa bû qanûna xûn-qinêtîyê, pizmamtîyê mala kurdada.

Wê şûnda malxwê cabdar bû, wekî rewaca neferêd malê bida razîkirinê, lê wekî neferêd malê jî gura wî nekirana, wî çaxî, ser hîmê extîyarîya edet, îzna malxwê hebû, ew nefer, eger bira bûya, kur bûya yan jî nebî û yêd din, bi riya icihêbûnê ji mal derxista.

Wexta ji neferêd malê mêrekî bi jin û zaro dimir, malxwê borcdar bû jin û zarêd wî xweykira: çawa ewledê malê, cegera wî. Çawa me jorê got, ew nesil ji alîyê agnatîyê nav kurdada dihat naskirin, lema jî malxwê zaru xwey dikir. Pey mêrkirina jinêra dîsa zarêd bavê (malxwê) dihatin hesabkirin. Ne qîz, ne jî kur pey mirina bavêra nedighîştin jinê. Wexta kalbûna malxwê, bira û kurêd wî alî wî dikirin, wekî kur û bira jî li ortê tunebûna, wî çaxî pizmama alî wî dikirin, lê malxwê aminîya xwe hîmlî bi pizmamêd xweye pêş dianî. Vê derê cînarêd ne pizmam û destebiraka jî alî malxwê kalbûyî û mala wî dikirin.

Wexta malxwê diçû cîkî, dereng dihat yan jî wexta nexweş diket, ewî serkarîya malê dispart bira yan jî kurê xweyî mezin. Birê malxwêyî mezin yan jî kurê wîyî mezin, wekîlê malê dihat hesabkirin, hizkî li sûda (dadgeh) bûya, li civata û yêd din.

Mêrkirina qîza malê, zewaca kura, bê malxwê û kevanîyê (jina sere) ne dibû, hilbet gilî ne derheqa extîyarîya edete. Lê hebûn kevanîyêd usa jî, wekî hurmeta wan malda tune bû, malda nefera gura wana nedikirin.

Malxwê çawa mêr, bi hukumê xwe serkarî li neferêd malê dikir, usa jî jina sere serkarî li bûka dikir. Gele cara zaru, neferêd malêye mayîn ji malxwê ditirsîyan, lê ji dê yan jî ji kevanîyê venedikişyan, tesîletîya malxwê ser neferêd malê diha pir bû, lema jî wexta zaru ji kevanîyê venedikşîyan, gura wê ne dikirin, wî çaxî jina sere ewana bi bavê, bi malxwê didan tirsandin, digot,-ezê bavê wera bêjim, wekî hûn gura min nakin, ezê malxwêra bêjim, ezê kalikê wera bêjim. Wekî em hildin dê, yanê jî kevanîyê, ewana malda sîmvola xebatê, terbîyetîyê û rûnermîyê tên hesabkirin. Dê timê dixebite û xwe nîşan dide çawa xebatçîke lape baş, bo neferêd malê jî çev bidin wê. Kevanîyê jî dikir ser qîz û bûka, bo ewana ji wê hînbin, mîna wê rind bixebitin, pêşeka hînbin, terbîyetbin, guhdarbin, wextêda şaşîyêd xwe rastkin, kinca bidrûn, pînekin, hirîyê birêsin, bişkinin, xalîça, bera, têra, xurca, benê pişta û yêd mayîn çêkin, hînî dadana tendûrê, nanlêxistinê bin, dotina heywanet bin, xurek çêkin û gilîyê din.

Ew kevanîya mêla hinek bûka nedikir, bi çevekî, bi dilê qenc hemûya dinhêrî, alî wan dikir, hizkirîya neferêd malê bû, lê wekî ewê firqî bikira orta bûka û zarêd malê, cenge nebûya, wî çaxî tu kesî jê hiz ne dikir, ji rûyê wê malda şer pêşda dihat, hela carna jî neferêd malê ji hev diqetîyan. Bûka ku ji qebîla zavê bû, kinêza zavê û kulfetê mala wî dihat hesabkirin, “kinêz” gotî, bi ulmî wa tê şirovekirin, wekî wexta bereka, usa jî bera, qîz-kinêza neferêd wan gişka dihat hesabkirin, lema jî gerek mêla merîyêd malê ser wê bûya, bawerîya xwe lê banîyana, çawa kinêz, ji xûn û qinêta wana. Eger kevanîya malê bimira yan jî pîr bûya, wî çaxî serkarîya malê ji terefê jina dighîşt jina mêrê malêyî lapî sere, hilbet wê jinê gerek karibûya kevantî bikira, îdî hesab ne dikirin, gelo ew jin emrê xweda hevekî cahile yan ahile.

Ewî edetî, çawa em zanin, neferêd malê, başqe gotî jin kiribûn qalibê qalbûnê, hizkî em hildin ji alîyê parevekirina xebatê, zewacê, namûsê û yêd dinêda her neferekî malê zanibû wê çi bikira. Qîz û bûk berî gişka borcdar bûn borcê xwe zanibûna. Bûk û qîzêd borcê xwe zanibûn, lê ne diqedandin, xasîyê, jina malêye sere yan jî kevanîyê wanra digotin: “rûreşin”, “ne tu tiştin”, “bê eslin”, “selexanene” û yêd din.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev