Çepgiriya Neteweyê Serwer

Çepgiriya Neteweyê Serwer

Fuat Onen

 

”Çepgirên neteweyê serwer”, heta ku wek çepgirên neteweyê serwer bimînin dê nekarin xwe ji îdeolojî û psîkolojiya serdest bifilitînin. Pêkan e ku hûn dikarin hergav vê hişmendiya kolonyal di têkiliya wan ya ku bi neteweyê bindest re datînin de, bibinin. Nimûneya vê ya herî diyar jî ev e; tevî ku li pêşberî wan neteweperistiya tirk, ya şoven û kolonyal ya wek dêwê sekinîye, (bêperwa) êrîşî neteweperweriya kurd dikin. Ev hinek jî pêşdetir çûne, erkekê dane ser milê xwe da ku kurdan ji neteweperweriya kurd paqij bikin.

 

Em ji wan kesan re, yên ku benê xwe ji çepgiriya neteweyê serwer qetandibin û xwe azad kiribin re komonîst dibêjin. Em li yên wiha bigerin jî nikarin peyda bikin. Hejmara wan hindik e, lê bandor û qalîteya wan bihêz e. Sedemê herî giring ya nekarîna çepgirbûyîna li Tirkiyeyê ew e ku çepgirên neteweyê serdest têkiliya dewleta tirk ya dagirker û jenosîdal ku bi Kurdistanê re ava kirine, di hindur xwe de hezim kirine. Ev qelsiya hemû çepgirên neteweyên serdest e lê di çepgiriya Tirkiyeyê de kangren e.

 

Heke bi awayekî pir hêsan mirov bibêje:

Em ne Anadoluya rojhilat-rojavayê vê dewletê ne. Em pêkhateyekî tirk an Tirkiyeyê qet nîn in. Em ê bi hîle nebin ”neteweyê demokratîk” jî. Rasteqîniyeke me heye ku em neteweyek û welatekî cida ne. Hûn, tenê li ser vê rasteqîniyê dikarin bi me re têkiliyeke şoreşgerî û enternasyonalîst danin. Dema ku we li ser vê re gav avêt, hûn bi kîjan cilûbergî li hember me bisekinin em di nav wî de kesaniya koloniyal dibinin.

 

Ji ber nivîsa li jêrê, keçeke bi nave Nedja ji alî feysbûkê ve hatiye cezakirin. Feysbûk ji alî komeke olîgark ve tê rêvebirin ku ew jî ji alî neteweyên serwer ve pêk hatiye. Ez pir meraq dikim ka feysbûk wan nivîsên ku neteweperestiya şoven, jenosîdal yên tirk, ereb û farisan ku di xwe de dihewîne ceza dike, gelo?

 

Bê guman em ê derfetên vê medyaya civakî bi kar bînin. Em neferên dozeke meşrû ne. Em ê li her derê wek xwe bimînin.

 

Nivîsa Nedja ev e:

 

“Rewşenbîrekî firansiz bi van gotinan deng li yekî reşik dike û dibêje:

”Man, there is no way, you cannot be a negro, nor a party member; you are just a java neandertal which we had thought extinct. You cannot get anything other than eating, drinking, have a crap and breed with imbecile if you can find one and continue your way of living grassy, shitty in your cave. People such as you will not be able to establish a party; you could only be a part of herd for whirling around the fire waving his own dick and grinning with yellow teeth. Lick and shallow now your spit, snot, sperm you spilled on my page and fuck off!” 

Kurmanciya wê: 

”Kuro, tu qet ne dikarî bibî yekî reşik û ne jî bibî endamê partiyekê; tu tenê yekî java neandertal î ku nesla wê ji navê rabûye. Tu di şikefta xwe de ji derveyî xwarin, vexwarin, gûkirin û heke peyda bikî bi yeke xirexav (evdal) re hev niyandinê bi kêrî tiştekî nayê û jiyaneke rezîl û giyawarî didomînî. Mirovên wek te nikarin partî ava bikin; hûn tenê dikarin bibin parçeyê keriyekî (revdeyekî) ku li dor agirekî kîrê xwe bihejînin, bizivirin û diranên xwe yên zer qîç bikin. Gilêz, çilm (lîk) û avika (sperma) ku te rijandiye li ser rûpela min, bialêse, dabelîne û biqeşte here!”.

 

Bi rastî jî wiha bûye, nayê zanîn. Rewşenbîrekî firansiz ji yekî cezayîrî re wiha gotiye, an rewşenbîrekî/e tirk ji kurdistaniyekî/ê re, ev nayê zanîn…

 

Ronahiya zêde çermspiyan ewqas kor dike ku di tarîtiya şikeftê de aciz dibin ku nikarin wan tiştên ku em dibînin, ew jî bibînin…

 

Di eslê xwe de ew çîroka duh jî hinek bi vê rewşê ve eleqedar e.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev