
Yûcel Aslan (Koçer)
Ev hezaran sal in li ser Şengalê û li ser şêniyê li wê deverê qal û ceng heye, Êzdiyên li wê heremê heta birînekê nakewînin, birîneke din rû dide.
Wek tê zanîn Şengal ji bo Kurdên me yî Êzdî ne tenê wek cîh û war e, ew der devereke olî ye, şop û kevneşopiya hezaran salan li wir heye, ziyaret, cîh û warên pîroz li wir hene, bi sedan bûyerên mêrxasiyê û qehremaniyê li wir qewimîne, heryek hêjayî destanekê ye, divê ev deverên pîroz bên xweykirin û bên parastinê.
Vê sedsala han da şermeke pir giran e, em çil mîlyon Kurd nikarin cîh û warên xwe yî pîroz biparêzin.
Çawa Meke û Medîne ji bo misilmanan pîroz e, çawa Vatîkan ji bo Mesîhiyan pîroz e, Şengal jî ji bo Êzdiyan wisa pîroz e, divê Şengal û gelê heremê bên parastin û dûrî siyasetê bimînin û nekevin binê nîrê tu partiyê, ne leşkerî, ne jî siyasî, Şengal wek Vatîkanê bibe herêmeke serbixwe û bibe simbola ola Êzdiyatiyê.
Şengal bibe cîhê geşt û guzarê (tûrîzmê), hersal mêhrîcanên çandî û olî lê bên darxistinê, rojnamevan, nivîskar, hunermend û lêkolînerên biyanî bên wexwendinê, êdî wext hatiyê Kurd vê dîroka xwe û ola xwe nas bikin û bidin pênasekirin, ev ol û ev dîroka heta kengê yê veşartî û nenas bê dîtin.
Dema dibêjin Şengal – rev, bez, şîn, girî û hewar dikeve bîra mirov, bila êdî Şengal bi asayî, aramî û edlaya xwe va were bîra me û nifşên teze.
Bila Şengal nebe meydana şer û kesek hêza xwe lê necêribîne, partiyên siyasî jî bila gotinên xwe yî hercar dubare nekin, êdî bes e, ew der ziyaret e, yê rojekê xenîmî neheqan be, hela kêngê…
Riataza