
Ali Husein Kerim
Di zimanê kurdî de gelek peyvên kevn hene ku îro jî kurd wan bi kar tînin. Lê, ji piraniya kurdan wêtrê, ev peyvan nû ketine ware bi kar înanê, yanê van salên dawiyê ji ber dewlemendkirina zimên hinekan derxistine hole. Ji wan peyvan yek jî navdêrê bijîşk e. Heçkû peyva bijîşk pir kevn e, heta di nivisarên Sansikrît û Avestayê de jî bijîşk, bijîşkî û bijûndarî wek navdar, renkdêr û lêker hatiye bikarînan.
Dema mirov bala xwe bide diyarkirin û şîrovekirinên li jêr, rastiya dewlemendiya zimanê kurdî baş pêdihese.
Ji aliyê peyva bijûndarî û tenduristiyê ve peyva bijîşk:
Proto-Hînd-Ewropî bhā-2 ‘axaftin, başbûn1’, Sansikrîtî bhişaj ‘timarker, dermanker’2 Avesta zimanê medan bišazka ‘tîmarker/sihiye, bijîşk/doktor’, Avesta nû baešaza ‘bijîşkî, tip’3, bišaz, ‘dermenkirin, tîmarkirin’, bišiš fremato ‘fêrhatiyê/jêhatiyê bijîşkê’, paiti.bišî ‘pêdivîtiya bijîşkiyê, pêdiviya bijûndariyê’4; pehlevîkî bešazak ‘bijîşk’5, soxdî byk ‘bijîşk’6
ûriskî zlechivat ‘timarkirin, dermankirin’; sirbî izlečiti; slavonî ozdraviti, zdravnik ‘bijîşk’; bohemkî vyléčit; bulgarkî izlekuva; polonkî uzdrowić; slovakî liečiť; makedonkî isceli, lîtvankî išgyti, gydytojas ‘bijîşk’ letonkî išgyt ‘tenduristî’
Ji aliyê peyva zindîbûnê ve bijîşk:
Proto-Hînd-Ewropî *gᵚei-, (*gᵚeya-, *gᵚyē/ō-), *gᵚǐwo 7, cejwō8, *u̯ es-‘jiyan’, horîkî suyuri/šuhuri 9‘jiyan, hitîtî huisu-, huiswai- “zindî”; luwîkî huit-, tiyat; sansikrîtî jīv-, jīvya-, jīvant-; jīvana-, jīvita-, asu-; avestî. jīv-; jiva-, jīvya-, gaya-, jīli-, jyātu 10;
pehlewî zī(wi)stan, zivandak11; toxariya. A so-, toxariya B sau-, sai-; hindi jīnā; gurcî ts’khovrobs; ermenîkî goy; farisi zîstan, zinde; erebî hiy (حي ,(ayiş, kurdiya kevn (medkî) gaêtha ‘hebûn’; kurdiya nû jînî, zindî, candar, ganî, geş, gihandar, giyandar, giyanewer, gur, jîndar, jînde; jîn, jiyan, jiyîn, jiyanî.
ChSl. žiti, živu, životŭ12; dzvǐba; SCr. žvijeti, živ; život, žice13; ûrissî žit; živac; žizin; polonî zyc, zywy, zyjacy; zycie, zywot; bohemkî žiti; žvy, ž , vouci; žvot: bulgarkî traja; lithvankî gyvas buti, gyventi; gyvas; gyvastis, gyvenimas; lettonkî dzǐvout; dzīvs, dzīviba.
Yewnaniya kevn ξώ, ξών, ζωή (zoeh); yewnaniya nû ζωή, βίος (bios), latînkî vīvere, vīvus,; vīta; italîkî vivere, campare; vivo, vivente; vitî; fransikî vivre; vivani, vif; vie; îspanyolkî vivir, vivo; vida; romenkî trăi; viu, in viaţă; viaţă.
İrîşî am bēo, maraim; bēo, im-bethu; bethu, bēo, welşkî byw: bywed; bretonkî beva, beo, buhez.
Gotkî liban; gius; libains; ON lifa; līf, fjor14; Danîmarkî leve; levende, i live; liv; siwêdkî leva; levande, i livet; liv; ingiliziya kevn libban, lifian; lebbende; līf, forh; ingiliziya nû live; living, (a)live; life, holandkî leven; levend, in leven; leven; almankiya bilind a kevn lebēn; lebendic, lebende, quec, līp; Almankiya bilind a nû leben; lebend, lebendig; leben.
Di zimanê kurdî û yên hemû Hînd-Ewropî de peyvên li derbareyê jiyan û zindîbûnê, her çendî bilêvkirinên xwe cûdabin jî hema hema gişt wekhev in. Bingehê wan jî peyva Proto-Hînd-Ewropî *gᵚei- e, paşê jî bihevhatina Skt. jīv-, jīvya-, jīvant-; jīvana-, jīvita-, Av. jīv-; jiva-, jīvya-, jīli-, jyātu bûne bingehê navdêra bijîşk. Dema mirov bala xwe bide kemperandina rêzezimanên li jor ev rastî pir zelal xûya dike.
Bêguman bijîşk peyveke xalisûmuxlîs15 a kurdî ye. Ji hezaran salan pê ve heye û dê hetahetayê jî hebe.
1J. Pokorny, 105-6:2 ‘Ji aliyê tendirustiyê ve başbûn’/ Julius Pokorny, Indogermanisches etymologisches W örterbuch . Vol. I-II. Bern: Francke, 1959
2EWAia II 264= Manfred Mayrhofer, Etymologisches W örterbuch des Altindoarischen (Indogermanische Bibliothek, II. Reihe: Wörterbücher). Vol. I: ADH , 1992. Vol. II: N-H , 1996. Vol. III: Vorbemerkungen , J üngere Sprache , Register , 2001. Heidelberg: Carl Winter.
3Nyb: 48)= Henrik Samuel Nyberg, Hilfsbuch des Pehlevi . II: Glossar. Uppsala – Leipzig: Lundequist. 4Yaşt: 10.18.
5AEF: 237
6SOD: 117
7 Walde-P. 1. 668f. Ernout-M. 1118 f.
8Fernando López-Menchero, Proto-Indo-European Etymological Dictionary.
9URARTU šeheri ‘canlı, alive’
10 J. POKORNY: 467
11 BQT: 606, 1038
12slaviya kevn a dêrê
13sirb û kurwadî
14 Bakûrkiya kevn
15 Xalisûmuxlîs ‘xwerû’.
Riataza