WATEYA PEYVA ”NEZAKET”Ê

WATEYA PEYVA ”NEZAKET”Ê

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner 

Peyva ”nezaket”ê di Ferhenga Medreseya Kurdî de cihgirtî ye û rojane jî tê bikaranîn.

Vê sibehê biraderê me Mamed Cimo ku bi nasnavê Osman Sebri Apo tê naskirin, nameyek bo min hinartiye û gotiye:

”Bi nêrîna min tu tiştekî firehtir li serê (nezaket) binivîsî wê rind be.”

Min jî weha reşbelekiye honand û va ye pêşkêşê we xwişk û birayên hêja dikim:

Peyva NEZAKETê ji van her çar tîpên bêdeng afiriye: N+Z+K+T.

NEZAKET ji birra peyvên kurdî yên dupeyvî ye û ji peyva NÊZê û lêkera KETinê çêbûye. Yanî nêzê min ket, nêzê min bû…

Niha jî rojane di kurdiya kurmancî de weha tê gotin:

 

. Filankes merivekî baş e, hertim NêZîKayî dide meriv

. Bêvankes, merivekî dilnêz/nêzdil e

 

Îcar hin peyvên ku ji van çar tîpan afirîne û di ferhenga min de (Ferhenga Bêjebêjê) jî bi cih bûne, ev in li jêrê:

 

Naz/m. sergiranî, gulê naziyan meke

Nazbelişk/n. nazbalgîvê bi nexş

Nazê/m. navê jinan.

Nazdar/m. kesê naziyan dike

Nazenîn/m. xweşikbûna lihevhatî, di klasîkan de pir hatiye bikaranîn.

Nazhewîn/m. şên

Nazîdar/m. naziyan dike

Nazik/m. xweşik, şêrîn, şirîn, kubar, sergiran, efendî, nişmiya ku rind hatiye xwedîkirin

Nêzîk/m. (nêzing) ne dûr e

Nûz/m. destpêka girînê lê deng nayê fêmkirin.

Nûzî/m. Tiştekî dixwaze, lê ne zelal e ka çi dixwaze.

 

Ev peyv, zêdetir di zimanê evîndaran de têne bikaranîn.

Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser peyvên wisa, her şad û serkeftî bin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev