Jibo Bîranîna 35 saliya koçbariya dawî

Jibo Bîranîna 35 saliya koçbariya dawî

Me Zaniyarekî zimanzanî mezin winda kir *

 

Prof. Dr. Qenatê Kurdo  

 

Roja 31 ê çirya pêşîn (oktober) sala 1985 an rewşenbîriya Yekîtiya Sovyetî û ya kurdî bi koçberiya dawî ya zimanzan, Profêsor Qenatê Kurdo ê ku nêzîkî 76 sal jiyabû, li bajarê Lênîngradê, jar û lawaz bû!

Jiber cih û pileya zanistî a ku Q. Kurdo di jiyana zanistî ya Sovyetî de, û bi taybetî di Înstîtûta Rojhelatnasiyê de li Lênîngrad ê, roja veşartina laşê wî hetanî 8 ê meha çirya paşîn (November) bidernegî xistin, daku hejmareke mezin ji zaniyar, şagirt, dost, xizim û mirovêd wî bikaribin xatirê xwe yê dawî jê bixwazin û wî ber bi heqiyê ve bi rê bikin.

Jibo vê bûyera dilêş, bi koma xelk ji timamiya Yekîtiya Sovyêt hatibûn Lênîngrad ê; ne tenê hatina xelkê, belê herwise jî bi sedan name û birûskên sersaxiyê ji zaniyar û kesêd navdar ji timamiya Sovyêt, Kurdistan û cîhanê hatibûn şandin.  Di nav wan birûskan de, ya herî dirêj ya Akadêmiya zanistî a Yekîtiya Sovyêt bû; têde ked û xizmetkariya Kurdo jibo pêşdebirina çanda miletên Sovyetistanê û bergiriya wî li destkeftên sosyalîzmê, bi navkiribûn…

Jibo tevdêriyên (merasîmên) xatirxwestin û veşartinê, Înstîtûta Rojhelatnasiyê komîteke taybet bi serokatiya serokê beşê

        Foto: Ibrahîmê Mehmûd, Lênîngrad 31.10.1985

Rojhilata Navîn di Înstitûtê de, Akîmûşkîn Olêg Fyodorovîç, damezirandibû.

Roja veşartina laşê wî, li avahiya înstîtûtê ahenga xatirxwestinê ji zaniyarê me yê mezin re li darket û gelek gotin hatine xwendin; ji wan Gotina înstîtûta Rojhelatnasiyê, cîgirê înstîtûtê dîrokzan Dr. Kîzakof Yevgênî Ivanovîç xwend. Gotina beşê (Kabînêt) Kurdî li înstîtûtê, mezina lêkolînvanan Yûsûpova Zara Alîyêvna xwend. Gotinek, şagirta Qenatê Kurdo zimanzana navdar û xebatkara beşê kurdî Smîrnova Î.A. xwend, herwise gotineke hevbeş a çend rêxistinên partiyên siyasî yên kurd li Sovetê: PDK –Iraq, Partiya Gel a dêmoqrat/ Iraq, partiya sosyalîst a Kurdistan/ Iraq, Partiya hevgirtina gel a kurd li sûriyê, partiya dêmoqrata kurd li sûriyê (al-Partî) û Tevgera rizgariya Kurdistan (kuk) hate xwendin. Herweha gotinên komela xwendevanên kurd li europa (navenda Prag), a xwendevanên kurd li bajarê Lênîngrad ê, a yekîtiya sosyalîst yên gêncên Kurdistan û gelekêd main hatine xwendin ê. Gotinbêjan bi giştî li ser jiyan, xeyset, ked û xizmeta Kurdo a zêdetir ji nîvsedsalê, axavtin û bi bîranîn…

Bêgoman Kurdo baş hatibû naskirin; nav û dengê wî weke zaniyarekî mezin netenê li Yekîtiya Sovyêt, belê herwise li seranserî Kurdistanê û hemû cihên ku kurd lê dijîn, hatibû belavkirin; jiblî ku ew endamê Korî zaniyarî kurdî li Iraqê bû û yek ji damezirvanê înstîtûta kurdî a Parîs ê bû jî, ew herweha, tevî ku ji Kurdistanê dûr bû jî, weke welatparêz û milethizekî ji dil û can dihate naskirin.

Di hevpeyvîna xwe de bi min re, serokê komîta tevdêriya cenazê Akîmûşkîn O.F. bi van gotinan Q. Kurdo danasîn: “Q. Kurdo di xebat û rabûn û rûniştina xwe de mirovekî gelekî mezin bû, ew xwedî axlaqekî (moral) bilind bû û herwise jî karakterekî dirûst û hişk bû jî…Ma gelo kerakterê hemû mirovên mezin hêsanin?! Sirûştê aqilekî mezin û talanteke (behremendî) fereh dabû wî…Başiyên wî li ser min gelekin; di salên 60 î de, dema ew sekretêrê rêxistina Partî bû li înstîtûta me, wî endametiya min di Partiya Komûnîst de qebûl kir! Di qonaxa 35 salên xebata min bi wî re, min rojekê bi tenê jî nedît ku qelsî xiste karê xwe de; yanjî çareseriyên nîvco (kêm) ji problêman re danîbû! Wî ji durûtiyê (kompromîsê) hez nedikir; di hukmidariya xwe de gelekî dadperwer (adil) bû; ew li ser prensîpa Lênînî a ku dibêje: “Berî ku ti hukum bikê, têbighêje” diçû û bi me re li ser vê prensîpê dan û standin dikir…”.

Qenatê Kurdo 54 sal ji salên jiyana xwe dane zanistiyê. Wî gotara xwe ya yekemîn sala 1931 ê li ser zimanê kurdî nivîsandibû û ji wê çaxê de û hetanî roja dawî ji jiyana xwe jibo xizmeta vê armanca pîroz to kêmasî nexiste hêza laş û mêjiyê xwe de. Wî gelekî guh dida çanda Rojhelat bi giştî û şehrzayê wê bû; di derheqa vê yekê de, Akîmûşkîn wise digot: “…Q. Kurdo weke Rojhelatnasekî mezin tê hejmartin; wî yek deqe jî ji wextê xwe li boşê berneda, timî bilez û xar bû, bêwestan xebat dikir; û bi rastî jî wî çand û rewşenbîriya Rojhelatê bi ferehî û ji henû aliyan ve: weke dîrok, zimanzanî, êtnografiya, edeb u.hw. dizanî bû…”.

Belê wise eşkere dibe, ku Qenatê Kurdo pirr çalak û çeleng bû, netenê di xebata zanistî de, belê herwise jî di têkiliyên xwe yên civakî û rêxistinî bi xelkê re; nîşana vê yekê jî ew bû, ku ew çend caran û bi dirêjahiya salan weke sekretêrê rêxistina Partiya Komunîst ya înstîtûta Rojhelatnaisiyê a Lênîngrad ê hatibû helbijartin (1). Ew Markisî-Lênîniyekî rastteqîn bû, û bi dirustî û ji dil jibo serketina sosyalîzmê xebat dikir; ez dikarim bêjim ku vê yekê ew ji doza gelê xwe yê bindest nêzîktir dikir; di vî warî de Akîmûşkîn wiha digot: ” Kurdo hemû kes neçar kiribû, daku hurmet û qedrê wî bigrin; jiber ew welatbarêzekî dilsoz bû. Wî bi hemû zanebûn û hêza xwe xizmeta ziman û çanda kurdî dikr; wî di axavtin û pêwendiyên xwe de timî li ser vê babetê tekez dikir û bibîrtanî… kurd û Kurdistan herdem li bîra wî bûn, yek kêliyê jî jibîr nedikirin; wî bi her haweyî hewil dida, ku bi şêweyekî zanistî û li ser bingeha Markisîzimê diyar bike, wekî miletê kurd miletekî bi serê xwe ye, ew xwediyê zimanekî dewlemend, dîrokeke dirêj û serfiraz e û jiber wê jî mafê wî jî weke ê hemû miletan heye, ku serbixwe û azad bijî…Ez neşaşim, heger bêjim, ku wî hertim kesên li hember xwe di derheqa vê pirsê de bi qinyatkirin dida û bi serdiket!”.

Raste wî gelekî ji millet û welatê bav-bavbîran hez dikir, lê vê yekê qet ji hezkirina wî a ji welatê Sovyetê re jî kêm nedikir! Kurdo ev yek di demên tengasiyê de û di praktîkê de îsbat kiribû; wî di şerê niştimanî yê mezin de, ango yê cîhanê duyemîn de, bi rezamendiya xwe dest avête çek, şerê Elemaniya nazî kir û bergiriya welatê xwe yê sosyalîst û destkeftên wê kirbû!

Kurdo sal û nîvê di abloqeya (dorpêç, blokada) bajarê Lênîngrad ê de mabû û piştî wê çû meydana şer li Prîbaltîk ê û bi mêranî hetanî serkeftinê sala 1945 an şerê faşîstan kir; hêjayî gotinê ye, ku jibo mêrxasî û qedirgirtinê, ew bi çend xelatên sovyetî ve hatibû nîşan kirin.

Di derheqa vê yekê de, Akîmûşkîn wise digot: “…Hezkirina Q. Kurdo ji welatê wî yê sosyalîst re, nekêmî hezkirina wî ji Kurdistan ê re bû! Hetanî vê kêliyê jî gotinên wî di guhên min de weke zingil lê dixin: Di salên 60 î de û dema min ew jibo parastina nama wî ya dektora ku bi pileyeke bilind kota kiribû pîroz kir, wî wise ji min re got: “ Olêg! Birastî ez îro pirr şad û bextewerim; ne jiber ku gelek gotinên  xweş yên hevalan     di derheqa min de hatine gotin, yan jibo pesindana min, na! Belê ez bi desthelatdariya me ya sovyetî serbilindim! Bîr bike? Wê zarokekî sêwî, belengaz, nexwende û ji gundekî çiyayî yê dûr çi bikra, heger destheladariya me ya sovyetî a payeberz û partiya me ya Lênînî rêber, nebûna…?!”. Hetanî ku ez bijîm, ez burcdarê wî me…Mirovên weke wî tucarî nayên jibîr kirinê! Ma gelo di nava si’etekê û rojekê de, mirov di derheqa mirovekî wise mezin de, weke Q. Kurdo çi dikare bêje?! Bi dîtina min gereke bi dehan pirtûk li ser vî kesê payebilind werin çêkirin ê…”.

Bi van gotinên sade û ji dilderketî, zaniyar û rojhelatnasê navdar, pisporê destnivîsarên Iranî yên sedsalên navîn Olêg Fiyodorevîç Akîmûşkîn hevdîtina xwe bi min re bi dawî anî.

Tiştê din ku hîn Qenatê Kurdo mezintir û qedirbilindtir dikir, nefspiçûkiya wî bû! Weke ku tê gotinê: bi mezinan re mezin bû û bi piçûkan re jî piçûk bû!

Sala buhirê, ez çend caran rastî wî hatim (Min dixwest filîmekî dekûmêntî – Portrêt- li ser wî çêbikim… Mixabin ew wê çaxê pirr nexweş bû, derfet qet tinebû… Ev çîrokeke dirêj û xembare jibo min, ezê li ciyekî din bass bikim), bê mûbalexe hercara ku min ew didît, ji min were eva bi dehê salane, ku ez wî nas dikim; bi gotinên xwe, bi beşûşî û rastiya hestên xwe, mirov digot belkî ew bi gundiyekî çiyayî sade, saf û ruhsivik re rûniştî ye, neku bi zaniyarekî mezin weke Kurdo re!! Bêgoman koçbariya wî jibo millet ê meyî kurd, ziman û çanda wî zirarekeke mezin bû!

Di wê dema ku em sersaxiyê ji xizim û xwediyên wî re û ji xwe û hemû gelê kurd re jî dixwazin, ez bi pêwistî û erk dibênin, ku em hemû li berhem û afrandinên wî yên edebî, dîrokî û bi taybetî zimanzanî, xwedî derkevin, bi parêzin û bidin nasandin.

Li jêr, ezê pirr bi kurtî çend qonaxên jiyana Prof. Qenatê Kurdo jibo xwendevanan rêz dikim:

  • Qenatê Kurdo 12 ê Ilonê (September) sala 1909 an li gindê Sûsiz ê, qeza Qersê li Kurdistana bakur di malbateke çotiyar de hatiye dinya yê.
  • Sala 1918 an malbata wî tevî gelek malbatên kurdên êzîdî û Ermenî, jiber zilm û zordestiya Roma reş (Tirkan) ber bi Yekîtiya Sovyetê ve reviya…Destpêkê li Ermenistanê û piştre jî li bajarê Tiblîs ê, paytexta Gurcistan ê bi cih û war bû ye… Di wê serdemê de, hîn desthelatdariya sovyêt nû û lawaz bû; welat hemû ketibû nav şerê navxweyî de; Qenat û malbata wî jî weke hemû kesêd penaber (mihacir) derd û êşa hejarî û belengaziyê dîtibûn! Piştî hatina Tiblîsê bi demeke kurt Dê û bavê wî çûne ser heqiya xwe, ew bi tenê mabû. Di hevpeyvîneke xwe de bi min re, berî mirina xwe bi demeke kurt, Q. Kurdo di derheqa vê yekê de wise got: “…Dema Dê û Bavê min mirin ez hîn piçûk bûm, bitenê mabûm…Min dest bi kar kiribû…Gelek kar kiribûn, hetanî bi yê qirêj jî, daku ez bikaribim xwe xweyî bikim… Ez bi roj dixebitîm û bi şev jî min dixwend…Min jiyaneke gelekî dijwar derbas kir…! Bikeservedanê re: Pirr çetine ku ez bi gotinan bêjim…”.
  • Sala 1928 an dibistan li bajarê Tiblîs ê kota kir û di heman sale de jî tevî 7 kesên din yên kurd, li ser biryara Komîta Nawendî ya Partiya Komûnîst a Ermenistanê hate Lênîngrad ê, daku xwendina xwe ya bilind temam bike.
  • Ji sala 1928 an ve û tanî sala 1931 ê, wî xwendina xwe li Kolêja aborî-Civakî ya ser bi înstîtûta zimanên Rojhelatê yên zindî li Lênîngrad ê kir.
  • Ji sala 1931 ê tanî sala 1936 an, wî li înstîtûta Lênîngrad ya dîrok, fîlosofî, ziman û wêje xwend.
  • Ji sala 1932 an ve û tanî 1936 an, wî weke dersdar di nav netewên hindik (piçuk) de yên Rojhelata Yekîtiya Sovyêt, kar kir.
  • Ji sala 1933 an ve û tanî 1936 an, wî dersê zimanê kurdî li kolêja Edebiyatê ya ser bi zanîngeha Lênîngrad ê ve dane xwendevanan.
  • Ji sala 1936 an ve û tanî 1939 an, xwendina xwe ya bilind (aspîrantura / Dektora) li kolêja Edebiyatê ya ser bi zanîngeha Lênîngrad ê domand.
  • Sala 1939 an parastina bawernama dektora ya bi sernivîsa “Avakirina bêjeyên lêkerî di zimanê kurdî de “.
  • Ji sala 1939 an ve û tanî 1941 ê, mezinê lêkolînvanan di nawenda lêkolînên zanistî de li înstîtûta êtnografî ya ser bi akadêmiya zanistî ya Sovyetistan ê ve.
  • Ji sala 1941 ê ve û tanî 1942 an, dîrêktorê (mûdîr) beşê hatûçûyên di karxana (fabrîk) “Zariya” de li Lênîngrad ê.
  • Ji sala 1942 an ve û tanî 1943 an, xwendevanê dibistana leşkerê, beşê topberdanê.
  • Ji sala 1943 an ve û tanî 1945 an, şer li dijî faşistên eleman kir.
  • Ji sala 1945 an ve û tanî 1951 ê, mezinê Mamosteyan di kolêja Rojhelatnasiyê de ya ser bi zanîngeha Lênîngrad ê ve.
  • Ji sala 1947 ve û tanî 1951 ê, weke Dotsênt (2) di kolêja Rojhelatnasiyê de ya ser bi zanîngeha Lênîngrad ê ve.
  • Ji sala 1950 î ve û tanî 1985 an, mezinê lêkolînvanan di nawenda lêkolînên zanistî de li înstîtûta Rojhelatnasiyê ya ser bi akadêmiya zanistî ya Sovyetistan ê ve.
  • Ji sala 1959 an ve û tanî roja dawî ji jiyana xwe, sala 1985 an, serokê beşê (girûp, kabînêt) kurdî ya li înstîtûta Rojhelatnasiyê li Lênîngrad ê (3).
  • Di sala 1968an de, cara duhemên pileya Dektora di zaniyariyên ziman de wergirt. Babeta bawernama wî:“ Daneberheva giramera zimanê kurdî li ser bingeha kurmancî û soranî “ bû.
  • Ji sala 1928 an ve û tanî 1939 an, ew bû bû endamê Komsomola Lênînî (rêxistina gêncan a Partiya komunîst).
  • Ji adara 1945 an ve endamê Partiya komunîst ya Sovyetistanê bû.

Belê, zaniyarê mezin, zimanzan û dîrokzanê navdar yê kurd ê Sovyetistanê Qenatê Kurdo bi gewdê (laşê) xwe ji nav me barkir, lê ewê bi berhem û afrandinên xwe ve timî di dil û jiyana çandî ya kurdan de bijî, jiber wî bi dil û can xizmeta miletê xwe kiriye û bi hisreta welatê bav-bavbîrên xwe bû: “Ax ez li xerîbiyê mirim!” ev bûn gotinên dawî yên berî mirinê, ku ji nav lêvên wî derketibûn.

Oxir be Qenatê Kurdo…Wê Kurdistan hemû bi çiya û deştên xwe ve, bi gul û daristanên xwe ve, bi av û kaniyên xwe ve te weke mêrxasekî xwe bi bîr bênin…Wê bîranîna te bibe ronahî û hêz jibo yekgirtin, azadî, aştî, dêmoqratî û sosyalîzm ê, lewra te tanî roja dawî ji jiyana xwe, jibona vê yekê xebat dikir!

Hezar silav li ruh û cane te yên pak be…Wê bîranîna te hertim di dilê me de bijî!

_____________________________________

Têbînî:

* Ev nivîsar, min bi zimanê erebî û bi navê xwe (wê çaxê) yê nehênî „ Azad “ yekser piştî vegera min ji ser mezelê Q.K. nivîsand û ew ji Rojnama „Gel“ re şand. Rojnama „ Gel “ organa Partiya Gel ya dêmoqrat a Kurdistan -Iraq- ê bû, lê ew bi derengî di hejmara (21) Nîsana 1986 an de hate weşandin ê. Min ew weke ku wê çaxê hatibû weşandin, wise jî wergerand ser zimanê kurdî.

 

  • – Qenatê Kurdo ji destpêka salên 50 î û hetanî nîveka salên 60 î sekretêrê rêxistina Partî bû.
  • – Dotsênt: Tîtilekî (nazvekî) zanistî ye, jibo mamosteyên zanîngehan.
  • – Girupa (Kabînêt, Beş) kurdî sala 1959 an bi alîkariya Akadêmîk Orbêlî Î. A. mamosteyê Q. Kurdo li Înstîtûta Rojhelatnasiyê li Lênîngrad ê bi şêweyekî fermî hate damezrandin. Inîsiyatîv (pêşniyaz, mubadere) ya Qenatê Kurdo bi xwe bû.

Mosko, çirya paşîn – 1985        

 

———————————

                    Serdana gora apê Qenat, havîna 2017 Sankt Petrsburg (lênîngrada berê) I.M. 

 

Gotina rêxistinên partiyên kurdî di ahenga tevdêriyên (merasîmên) xatirxwestinê ji Qenat ê Kurdo *

 

Hevalno!

Iro em xatirê xwe ji zaniyar ê mezin û navdar yê kurdê sovyêt ê, Profêsor Kanat Kalaşovîç Kurdoyêv ** dixwazin!

Kanat Kalaşovîç bi drêjahiya salan xebat jibo pêşdebirina çand, ziman û êtnografiya kurdan kiriye.

Foto: Ibrîmê Mehmûd (dema xwendina gotinê), Lênîngrad 31.10.1985

 

Weke ku ji me ve eşkereye, Kurdoyev jiyaneke sext û dijwar jiya ye, lê tevî wê jî ew bê hêvî nebûbû û hîn di salên xortaniya xwe de, gelek hêz û zanebûna xwe da xwendin û pêşvebirina zimanê kurdî!

Wî 53 ê sal ji jiyana xwe daye zanistiyê; bi drêjahiya wan salan, wî bi sedan gotarên zanistî nivîsandine, 7 pirtûkên zimanê kurdî jibo dibstanên kurdan afirandine, pirtûk li ser dîroka wêjeya kurdî nivîsandine û herwise jî ew xwediyê danîna ferhengên zimanê kurdî-rûssî û rûssî-kurdî ye. Bi kurtî, em dibêjin ku Kanat Kalaşovîç bi xizmeta xwe, ziman û çanda miletê me bi pêşve biriye û dewlemend kiriye!

Bêgoman mirina wî zirareke mezine jibo miletê me bi giştî û jibo ziman û kultura me bi taybetî. Ne hesane ku em hemû ked û xizmeta wî jibo miletê xwe, bênin ser ziman, lewra navê wî netenê li Yekîtiya Sovyet ê, belê herwise li seranserî Kurdistanê jî hatiye naskirin!

Kanat Kalaşovîç zêdetir ji 20 zaniyarên kurd yên xort, ku navê wan îro di nav gelê me de bilinde, amade û perwerde kirine; û em piştrast û bawerin, ku wê ew şagirt xebat û ramanên mamosteyê xwe berdewam bikin û bi pêşde bibin!

Ji bilî wê, Kanat Kalaşovîç Kurdoyev mêrxas û dilsozê welatê xwe yê sosyalîst bû jî. Wî jî, weke her mirovekî sovyetî yê bi şeref û dilsoz, di şerê niştimanê yê mezin*** de, bi mêrxasî dijî faşiyan hetanî serkeftina sala 1945 an şer kir; Jibo têkoşan û mêrxasiya xwe, ew bi gelek nîşan û xelatên niştimanî hatibû nîşan kirin!

Weke mirovekî komûnîst û hezkiriyê welatê xwe, ew bûbû yek ji çavkaniyên propaganda prensîpên Marksîzim-Lênînîzimê jibo gelê kurd.

Hevalno!

Em dikarin bi dilniyayî bêjin, ku Kanat Kalaşovîç hînjî dikarîbû xebata xwe berdewam bike û xizmeta gel û çanda wî bike, lê mixabin nexweşiyê ew zû ji nav me bir…!

Ew îro êdî ne di nav me deye, lê em baş dizanin ku bîr û ramanên wî wê jibo me weke nemûne û îdiyalên bilind bimênin û wê demeke pirr dirêj jî, di dil û hişê gelê me de bijîn.

Oxir be mamosteyê me yê qedirbilind û dilovan; ti yê hertim di bîr û dilê me de bijî!

Em, rêxistinên partiyên siyasî yên kurdisatnî li Yekîtiya Sovyêt ê: Partiya Dêmoqrat a Kurdistan (Iraq), Partiya Hevgirtina Gel ya kurd li Sûriyê, Partiya Gel ya Dêmoqrat a kurdistan (Iraq), Partiya sosyalîst ya kurd (Iraq), Tevgera rizgariya Kurdistan (KUK- Turkiya) û Partiya Dêmoqrat ya kurd li Sûriyê (Al-Partî) soz û peymanê didine te, ku emê hemû hewlidanên xwe bikin, daku hêvî û daxwazên te jibo hevgirtin û jihevnêzîjbûna tevgera kurdî, jibo jiyaneke serbixwe û bextewer jibo miletê xwe û pêşverûyên cîhanê, bi cih bênin!

Em sersaxî û aramiyê ji malbat û xêzana xwedê lê xweşbûyî re dixwazin!

Tevî rêzdariya me û sipas jibo guhdariya we!

rêxistinên partiyên kurdî li Yekîtiya Sovyêt, Lênîngrad, 8.11.1985

__________________________________

Têbînî:

* Ez bextewer bûm (tevî ku ew kêlîk dilşewat bû jî), ku Partiyan ez weke nûnerên xwe destnîşan kirim û min şandine Lênîngradê. Roja 8.11.1985 an min ev gotin bi navê wan li ser termê wî mirovê hêja bi zimanê rûssî xwend!

** Navê Kurdo yê fermî bû û ew li Y.S. wise dihate nivîsandin û xwendin!

*** Li Yekîtiya Soveyêt şerê cîhanê yê duyemîn wise dihate naskirin!

P.S.: wêne min bi xwe girtibûn û ji arşîfa minin; jiber wê belavkirina wan bêyî bi navkirina çavkaniyê, qedexe ye! I.M. 

 

 

 

 

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev