ŞAŞIYA GOTINA ”FILANKESO DI BINÊ TESÎRA FILANKESÎ DE BÛ”YÊ

ŞAŞIYA GOTINA ”FILANKESO DI BINÊ TESÎRA FILANKESÎ DE BÛ”YÊ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Gelek car di Medyaya Kurdî de tê dîtin û bihîztin, dema behsa helbestvanekî sedsala bîstî dibe, weha dibêjin: ”Filankeso ketiye binê tesîra filankesî.” Ev gotin şaş e û gelek jî çewt e, ji ber van du sedeman:

 

1). ”Dema em bêjin ku Seydayê Namî ketibû binê tesîra Ehmedê Xanî…”, em ji bîr dikin ku ew çand û toreya ku nemir Ehmedê Xanî jê re xwedan bû, Seyda Namî jî herwisa xwedanê wê çand û toreyê bûye.

 

2). Dema ku Melayê Cizîrî bi peyvên erebî bêje: ”Sebah-ul Xeyr…” û ez jî bi peyvên kurdî bêjim evîndara xwe: ”Siba te xêr bitin canan…”, ez ne ku ketime binê tesîra Cizîrî. Çimkî Kurd rojane ji hevûdu re dibêjin: Siba te bi xêr û dibêjin Rojbaş… Ez jî xwedanê wê tore û wê çandê me.

 

Lê tewrekî din heye, kes zêde li serê ranaweste. Ew jî ev e:

Hin şair û helbestvanên me hene ku di serê sedsala bîstî de jiyane û hinek ji wan hetanî 1980-90î jî mane û çûne. Îcar dema meriv hin malik ji helbestên wan dibîne, diyar dibe ku wan çend malik ji helbestên helbestvanên klasîk kopî kirine û di her malikekê de peyvek an du peyv guhertine, herwekî helbest ya wan be, wan afirandiye û weşandine, şaşiyeke mezin e.

 

Binerin biraderekî me bi navê Zeynelabidin Demir heye, bawer dikim neviyê zanayên Findikê ye. Ew berhemên kurdî pir dixwîne. Hin caran malikên ku ji Cizîrî, ji Xanî û hinekên din hatine kopîkirin, bi malikên orîjînal re rûqal dike û diweşîne.

 

Dema meriv wê rewşê dibîne, meriv naxwaze ku bawer bike. Çendî ku rastî tehl be jî, divê meriv daqurtîne.

 

Lê devera mixabiniyê ye ku bête gotin, niha jî kopîkirina nivîsan bi riya Internetê pir çêdibe û hinek nivîsên kesên din li ser navê xwe diweşînin.

 

Gelek car min dîtiye ku hin kes nivîsên min kopî kirine û li ser navê xwe weşandine. Lê ez deng nakim û naxwazim wan şermezar bikim.

 

Niha eger kesên salxur kopîkirinên wisa bikin jî, em deng dernaxin. Lê hêvîdar im ku ciwanên me tiştên wisa nekin.

 

Bêguman di mirovan de hunereke pir mezin heye. Eger zanîna li dinyayê tev têkeve mejiyekî, tenê %17 tije dibe û %83 hêj vala ye.

 

Her şad û serkeftî bin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev