Ji berhemên kurdzanên me – 223

Ji berhemên kurdzanên me – 223

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa bi sernavê Pirsa kurda li Sûrîyê di salên 50-80î dawergerandîye kurdî û amade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan. 

Ev berhema me ya 184an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Pirsa kurda li Sûrîyê di salên 50-80î da

Hêzên kurda yên miletîyê-dêmokratîk bi aktîvî tevî tevgera dijî împêrîyalîstîyê ya li Sûrîyê bûn jî û keda xwe kirine di nav karê bidestxistina serbestîyê da, lê dîsa jî rewşa kurda xweştir nebû. Hela xirabtir jî bû. Bêmafîya kurda ne ku wek berê ma, lê hela serbara ser da jî zêdetir bû. Eger di dema mandatîyê da (dema Sûrî bin destê Fransîyayê da bû) hinek mecalên bona pêşxistina jîyana kurda ya miletîyê-çandî hebûn, lê dema ku nasyonalîstên ereb hatine ser hukum, ew jî ji dest kurda çû. Sîyaseta ku derdikete dijî her daxazeke tevgera kurda, rengê eşkere wergirt. Di alîkî da zordestîyên di hêla miletîyê-sîyasî da, di alîkî mayîn da jî dijwarîyên aborî, binecîyên kurd kiribûne di nav rewşeke nemir-nejî.

Ji ber ku di mentîqên kurd lê diman da dibistan tunebûn, ji ber wê jî weke 90 selefê (%) kurda nexwendî bûn. Kurd gelek cara hîvî ji hukumetê kirine, ku ji bo wan dibistana vekin, lê ew hîvîkirin bê bersîv mane. Binecî ji kêmxwerinîyê, rewşa nesanîtarîyê (qilêrîyê), tunebûna xizmetkarîya di hêla tundurustîyê da, dizêrîya. Pirsa agrarîyê jî nesafîkiriî bû. Bi salixên resmî, di sala 1949a da weke 60 selefê xwelîya rêj (ya ku tê bêcerkirinê) li Cizîrê û 90 selefê li Cebil-Ekradê di dest çend milkedaran da bû. Rewşa sîyasî ya hundur li Sûrîyê ne baş bû. Di salên 1949-1951ê da welêt da çar derbe hatine kirinê (welgerandina dewletê). Ew yek pêwendîyên bi kurda ra dane sertkirinê. Ji bo nimûnê, di dema hukumdarîya Husnî ez-Zaîm da, ku bi eslê xwe va kurd bû, çend karmendên kurd di serokatîya welêt da cî girtin, heta serekwezîr jî Muhsîn el-Berazîyê kurd bû. Wana rewşa gelê kurd nedane xweşkirinê û ew bûyer hatine bikaranînê bona propoganda dijî kurda.

Piştî sala 1951ê dîktatûra Adîb Şîşeklî ji ser text hate avîtin, di welêt da desthilatdarîya hinekî dêmokratîk hate testîqkirinê. Di dawîya salên 50î dihate texmînkirinê, ku tevgera kurda ya miletîyê-dêmokratîk neyseyî hatîye aktîvkirinê. Di wan dema da (xwesma di nîveka duda ya sala 1957a da) xetera şerê Tirkîyê dijî Sûrîyê hebû. Di kampanîya bona teşkîlkirina berxwedana himberî destdirêjayên Enqerê da, kurd ji geleka aktîvtir bûn.

14ê tîrmehê sala 1957a Partîya Dêmokratîyê ya kurdên Sûrîyê hate damezirandinê. Di bernama wê da pirsgirêkên şerkarîya bona bidestxistina mafê binecîyên kurd bi serketinên şerkarîya hemdêmokratîyê li welêt va dihatine girêdanê. Partîya ser wê bawerîyê bû, ku daxazên derheqa qedirgirtina mafên gelê kurd, erf-edet û taybetîyên miletîyê da gerekê bi konstîtûsîyayê bêne testîqkirinê, gerekê kurd jî tevî hilbijartinên di organên dewletê bibin û rêxistinên civakî da cî bigrin.

Piştî ku di sibata sala 1958a Sûrîya û Misir bûne yek dewlet – Komara Ereba ya Yekgirtî (KEY) – serokên kurda bi serokatîya wê li hev kirin, ku destûrê bidin pirtûk û kovarên bi zimanê dayîkê biweşînin, herweha li wan navça da dibistanên kurdî vekin, ku piranîya binecîyan kurd in. Ji hezîrana sala 1958a ji wê dewleta nûsazbûyî destbi belavkirinên radyoya kurdî bûn, ku di temamîya Kurdistanê da guhdarî lê dikirin.

Kurdên Sûrîyê bi ruhdarbûneke mezin va (bi dil û can) behsa derheqa şoreşa 14ê temûzê sala 1958a li Îraqê qebûl kirin. Dêlêgasyona hêzên kurda yên dêmokratîk, xwesma gencên wê, elamî serokatîya komara Îraqê kirin, ku hazir in bi her awayî piştgirîya sîyaseta wê bikin, ji ber ku di wê sîyasetê da pirsa wekehevtîya ereba û kurda cîkî giring girtibû.

Lê zûtirekê ew nerazîbûnên, ku di navbera KEY û Îraqê da pêşda hatin derheqa pirsa rola serkêşîyê li Rohilata Erebîyê da, gîhandine wê yekê, ku pêwendîyên di navbera Qahîrê û Bexdadê da bi carekê va hatine sertkirinê. Ev hemû, xwesma jî hilweşîna KEY, ku di rûyê wê yekê da bû, ku Sûrî jê derket, tesîra xwe li ser rewşa kurdên Sûrîyê kirin. Di îlona sala 1961ê da destpêkirina şerê çekdarîyê li Kurdistana Îraqê yê ji bo otonomîyê, sîyaseta Demişqê (Şamê) hindava kurda da lap da guhartinê. Hukumeta Sûrîyê her tişt dikir bona pêşîgirtina aktîvbûna tevgera kurda ya miletîyê li welêt. Her cûre mîtîng û civînên kurda hatine qedexekirinê; gelek kurd girtin, kirine hebisa; di dibistana da destûr nedidan bi kurdî bipeyîvin. Li ser sînorê bi Îraqê ra kontrol hate berkkirinê. Her tişt dihate kirinê bona salixên derheqa bûyerên li Kurdistana Îraqê derbazî Sûrîyê nebin.

Di çirîya paşin sala 1962a hukumetê li ser bingeha dêkrêta hejmara 93a ya 23ê tebaxê sala 1962a li mentîqa Cizîrê hesabkirina binecîya da derbazkirinê û bêlî bû, ku 120 hezar kurd ne hemwelatîne û ji mafên hemwelatîyê hatine mehrûmkirin. Di salên piştî wê jî mafên kurda dihatine pêpeskirinê. Kurdên usa ji ser axa xwe derdixistin û dewsa wan ereb dianîn û bi cî dikirin. Li Cizîrê “zincîra erebî” hate sazkirinê, ku dihate wê menê, ku li wira tenê ereb dikarin bijîn. Ew sîyaset apartêîdê tîne bîra meriva.

Di adara sala 1963a, mehekê piştî welgerandina dewletê li Îraqê, bûyerên usa li Sûrîyê jî bûn. Beesîyên Sûrîyê hatine ser hukum, yên ku 17ê nîsanê elam kirin, ku dixwezin Misirê, Sûrîyê û Îraqê bighînine hev û bikine yek dewlet. Sîyaseta hukumeta Salih Bîter ya dijî kurda rengekî berk û sert wergirt. Berî destpêbûna şerê li Kurdistanê di hezîrana sala 1963a da dêlêgasyona hukumeta Îraqê bi serokatîya cîgirê serekwezîr Elî Saedî hate Demişqê bona li ser pirsa bi tevayî amadekirina karê dijî kurda li hev bikin. Hukumeta Sûrîyê rasthatina bi çend serokên kurdên Sûrîyê ra da teşkîlkirinê, yên ku “li ser tevgera bi serokatîya Barzanî” sekinîn û elam kirin: “Em îdî bûne ereb û emê wetenê xwe – Sûrîyê biparêzin”. Di dema bûyerên bi xwîn li Kurdistana Îraqê di havîn û payîza sala 1963a, dema desthilatdarîya Bexdadê dîsa destbi şerê giran kir himberî gelê kurd, hukumeta Sûrîyê, wek ku îdî hatîye gotinê, piştgirîya Bexdadê kir. Di çirîya pêşin sala 1963a alaya Sûrîyê ya peya û kome balafirvan (firindeçî) şandine Kurdistana Îraqê bona dijî tevgera kurda şer bikin. Serokatîya Sûrîyê ne tenê li welatê xwe her daxazeke kurda, ku tevgerê bikin, bi mêtodên here hov dida sekinandinê, lê heta derdikete himberî her cûreyî çareserkirina pirsa kurda li Îraqê jî. Elametîya hukumeta Sûrîyê, girêdayî peymana 29ê hezîranê sala 1966a di navbera serokatîya PDKê û hukumeta Ebdil Rehman Bezzaz da ya derheqa helkirina pirsa kurda da, pir balkêş e. Di elametîya xwe da Demişqê bi awakî berk her cûre hevraxeberdanên aşîtîyê bi otonomîstên kurda ra rexne dikir û kurda bi nav dikir wek “casûsên împêrîyalîzmê”. Hêzên kurda yên nasyonalîst li Sûrîyê ser wê bawerîyê bûn, ku şerkarîya bona razîkirina mafên kurda di wî welatî da gerekê bi cûrê sîyasî bê derbazkirinê, lê hukumet dixweze ewê pirsê bi destî çeka safî bike.

Pêşîyê pêşengîya tevgera kurda ya miletîyê PDK Sûrîyê dikir, lê ew dubendîyên, ku desthilatdarîya ser hukum di navbera wê da çê dikirin, derbeke xedar gîhandine wê.

Dubendîyên di nav cêrgên PDKê (Îraq) da li sala 1964a, tesîr li ser rewşa PDK Sûrîyê jî kir. Partîya bû du beşa. Sala 1965a xênji PDK Sûrîyê (el-Partî), du partîyên dinê jî çê bûn: Partîya kurda ya dêmokratên pêşverû û Partîya kurda ya çepên dêmokrat (eva dawî sala 1980î navê xwe guhast û bû Partîya Kurda ye Hevgirtina Gel li Sûrîyê – PKHGS).

Di salên pey wê ra li Sûrîyê çend partîyên mayîn yên biçûk jî saz bûn.

Dema ku Hafiz Esed hate ser hukum, di salên 60-70î da di sîyaseta hukumeta Sûrîyê ya hindava kurda da çend guhartin bûn. Demişq wek berê heyetîya pirsa kurda welêt da înkar dikir. Lê bi wê ra tevayî zordarîya li ser kurda hinek hate nermkirinê. Ya sereke jî ew bû, ku serokatîya Sûrîyê ya nû hewl dida partîyên kurda yên ku hindava Bexdadê û Enqerê da di opozîsyonê da bûn, ji bo berjewendîyên xwe bi kar bîne. Di wî alî da ewê xwesma alîkarîya “Partîya Karkerên Kurdistanê” dikir, ku li Tirkîyê şer dikir, lê temamîya serokatîya wê li Sûrîyê bû û hema bêje bi hemû partîyên kurda ra, yên li ser axa temamîya Kurdistanê, di nav dijberîyê da bû. Demişq (wek ku Enqere û Tehran), wek her cara, derdikete dijî bi her cûreyî safîkirina pirsa kurda li Îraqê. Ew bi wê yekê va eşkere tê ber çeva, gava Sûrîya piştî bûyerên li Devtenga Fariza bi Tirkîyê û Îranê ra tevayî tevî kar û barên sîyasî-dîplomatî yên dijî kurda dibû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev