Ji nimûneyên zargotina me – 223

Ji nimûneyên zargotina me – 223

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûbîstûsisîyan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema îro tê binavkirin: ”KULFET, BER, QEBÎL-EŞÎRETÎ, EMIRJÎYÎNA WAN”. Em beşa wê a duduyan çap dikin, beşa pêşin me heftêya buhurî çap kiribû

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

KULFET, BER, QEBÎL-EŞÎRETÎ, EMIRJÎYÎNA WAN -2 

Bi serkarîya jina malêye sere qîz û bûk usa dihatin terbîyetkirin, wekî ewana timê di gura malxwê û mêrê malêda bin. Gerek ewana rûnerm bûna, bin bandûra mêrêd xweda bûna.

Mala kurdda cîyê pêşin digre hurmeta mezina. Ew hurmetgirtin tenê mezinayî û çûktîyêra ne grêdaye, usa jî grêdaye pizmamtîyêra, pizmamtîya merîyêd bera, qebîla, eşîretara, wekî sal û zemana hebûye û paşmayînêd wê nha jî hene. Nav temamîya kurdada, her cîya, hizkî malda, wexta berevbûna mêra otaxada, odada (berê), nha jî klûbada, li derva, cvatada timê hurmeta mezina digirin, cîyê pêşin didin wana.

Gelek cara hurmeta rûspî nav kulfetda, cînarada aqasî blind nîbû, lê çawa emrê xweda mezin, dîsa hurmeta wî digirtin, ber radibûn piya, alî dikirin, dixwestin hurmeta wî nav der û cînarada blindkin.

Ew qanûn nav jinada jî hebû. Wexta rûdiniştin dora texte nan dixarin, fera xarinê pêşîyê gerek bidana ber yêd mezin, paşê yêd emrda biçûk. Wexta razanê, bûkê berê ewlin cîyê mezinê malê dadanî, paşê yêd neferêd malêye din. Xort û bûkêd malê şerm dikirin, ku pêş mezinava herin rûyê zarêd xwe. Xortê malê ber mezina navê jina xwe hilnedida, bûkê ber mezina, hizkî mêr bûya yan jî jin, yeke, xeber nedida. Ew bûkêd xezûr, xasî û neferêd malêye mezinra xeber didan, ewana “bêar” hesab dikirin.

Awa, him wexta xeberdanê, him xarin-vexarinê, rûniştinê û gelek derecêd mayînda berê ewlin hurmeta serek, malxwê û mêrêd malêye din digirtin.

Hurmeta malxwê, usa jî ya jina sere, temamîya xweva mala kurdda pir bû. Ew hurmet girêdayîbû kal û bavara. Derheqa wê yekêda emê paşê binvîsin: pizmamtîya kurdara girêdayî. Hurmetgirtina malxwê û mêra malda girêdaîye qanûnêd agnatîyêra. Ew qanûn jî ewin, wekî berêda, hilbet pey matrîyarxatêra, jin diha destûrdaya mêr bû, gelek derecada extîyarîya wê tunebû him malda (himberî mêra), him jî nav cmaetêda, ew bindest bûye, halê wê xirab bûye, niqs bûye. Nav jinêd kurdada ruhekî usa hatiye qalkirin, wekî gerek mêr timê pêşbe, ji jinê blindtirbe.

Carna bira li xûşkêd xwe dixistin, xûn ser dixistin, lê xûşka dey ne dikirin. Xûşkê tirê çawa edet gerek timê usa bûya, destûrdayî bûya, xûşkê tenê bi girîyê xwe tesîleyî ser birê xwe dikir.

Eva yeka nav cmaeta gişkada hebûye û kanîya wê zelûlîyê zemanê berê bûye, wexta matrîyarxat batmîş bû, dewsê girt patrîyarxatê, wê prosêsêda jin hindik-hindik niqs bû û ket halê qûltîyê. Wexta F. Êngêls derheqa matrîyarxatê xeber daye, wêra grêdayî derheqa halê jinêda gotîye, wekî:

“Batmîşbûna extîyarîya dê altbûna cinsê jinêye hemdinyayê terîqî bû. Mêr serkarîya malê jî kir bin destê xwe, û jinê tebîya xweye hurmetlî unda kir, bû qûl, bû tenê qûla xwestinêd wî û haceta zaruanînêye sade”(8). Wexta patrîyarxatê jî hasil bûne qanûnêd agnatîyê, wekî nav kurdada jî hebûne û heta îro jî nav kurdêd welatê me derda paşmayînêd wê hene.

Berê, wexta mêrê jinê dimir, bûk mala mêrê xweda, bal malxwê û tîyê xwe dîsa destûrdayî bû. Vê derê pir hindikî xûn-qinêtîyê alî bûka kinêz dikir. Ewê himberî bûkêd din kirî xwe aza hesab dikir, çawa kinêz, qîza wê malê, wekî mêrê wê ji wê malê bûye.

Bi qanûnêd agnatîyêra grêdayî, extîyarîya jina kurd ne ku tenê malda, usa jî ji mal der tunebû, çi ku hebû jî kêm bû. Malda xênji kinêza edet bû, îzna wê tune bû mêrara xeberda, aza qise bikira. Bûk tevî şuxulê cmaetê nedibû, lê nav wanda hebûn jinêd qoçax jî, mêranî, wekî ne ku tenê serkarî li malê, usa jî li berê û qebîla dikirin, organêd hukumetêra diketin dewê û yêd din.

Mêrêd malê bûkêd xwe ji xwera xûşk hesab dikirin eger merîkî dereke xirab li bûka binhêrîya, wî çaxî bo wê yekê tîya wê xûn birêtana, kuştinê biketa ortê. Bûka jî qedrê tîyê xwe digirtin. Lê îzna tîya, xênji yê lapî mezin, tunebû bûkêd malê bidana xebatê. Wê şûnda, bo pakbûna neferêd mala kurd gelekî ferz bû pevgirêdana bûka û qîzêd malê. Çawa me li jorê got, mêla kulfet timê li alîyê kinêza bû, hilbet, kinêzêd baş, lê jin û qîzêd xeyset xirab kinêzayî jî bîr dikirin, malda hevra şer dikirin û gelek cara bira ji hev didan qetandin. Ser hîmê edet, gerek bûka biçûk gura ya mezin bikira, qedrê wê bigirta. Lê hebûn bûkêd usa jî, wekî usa nîbûn, lema jî malda nerazîbûn, qalmeqalm pêşda dihat. Eger em hildin bûka û qîza, pevgirêdana wan hevra diha baş bûn, wê zûtirekê mêr bikirana, biçûna malê mêrêd xwe, yekê jî çawa cahil gerekê bi wanra pak derbaz bikirana.

Bûka ber tîyêd xwe rûnermî dikirin. Çawa edet bû, bûkê bi kur, qîz, zarêd malê gişkara xeber dida, lê mezinara na. Ew yek edetê kal û bava bû. Gelek sal dihatin, derbaz dibûn, paşê bûkê hindik-hindik bi neferêd malêra xeber dida. Wexta bûkê dixwest merîkî malêyî mezin bida serwextkirin, du cûre mecal dida xebatê. Ya pêşin ew bû, wekî lap nimiz xeber dida, aqasî deng diçû merîyê pêşberî wê, ya duda gilîyê xwe zarara digot, zara jî hindava xweda ew gilî merîyê pêşberî bûkêra digot. Bi wî teherî mêr û bûkê hevdu didan serwextkirin.

Pêşdahatina vê qewmandina cmaetîyê – bi mêrara xebernedan, ser hîmê gilîyê Êngêls, bi temamîya halê jinêra tê girêdan, lê wexta pêşdahatina patrîyarxatê ew yek axirîyê dibe deb, hurmetgirtin.

Bi ulmî, vê qewmandinê (xebernedana bûka bi mêrara) em dikarin wa şiroekin, wekî ew yek grêdayî bû emrê jinêyî bêextîyarra, ku patrîyarxatêda destpê bûye.

Bûkêd kurd borcdar bûn nav xelqêda, malda, ne ku tenê qedrê mezina, lê usa jî yê tîyê xweye çûk û yêd mayîn blind bikirana. Gelek bûka jî ne dixwestin, wekî xwesî-xezûrêd wan hebûna, çimkî wana malda bêyî xwesî-xezûra xwe aza hesab dikirin, pêş xwesî-xezûrava mêrêd xwera xeber nedidan, serbest nîbûn, glîyêd wan derbaz nedibûn û yêd din.

Xênji wê yekê bûka bi merîyêd serera xeber nedidan, usa jî bi wanra xurek ne dixarin. Pey hazirkirina textera wana xwe didan alîkî, heta mezina (mêra) nan dixarin, derdiketin, paşê wana dest xarin-vexarinê dikirin. Hela carna jî xarin nedighîşt jina. Evî edetî halê jinê diha xirab dikir, çawa Êngêls dibêje, derheqa pêşdahatina patrîyarxatê: “jin dikir haceta zaruanînê”. Tîya jî, raste emrî ser bûkêd xwe ne dikirin, lê bo namûsa wan xwe dikuştin. Wê derecêda tîya firqî danedanîn nav kinêza û bûkêd din. Derheqa wê yekê emê paşê xeberdin, kengê em binvîsin derheqa heyfhilanînê nav ber û qebîlêd kurdada. Malxwê bûkêd xwe rind nas dikirin, timê haj ji wan hebû. Namûsa bûka gotî, bi navê wîra grêdayî bû, wekî xirabîya wan bidîta, wê bi destê kura ew bidana kuştin, çimkî bûk jî cûrekî hebûna malêye arizî dihatin hesabkirin, wekî bi qelan hetbû stendin. Çawa hemû neferêd kulfet, usa jî malxwê ser hîmê xûn-qinêtîyê ser wê fikrê bûn, wekî ewana him ji alîyê hebûnê, him jî ji terefê moralê yekin, ser fikrekêne, ya rast jî usa bû. Neferêd wê malê, cîyê ku lazim bûya, gerek bo hev bihatana girtin û kuştin, çawa me jorê got serkarîkirina malê destê malxwêda bû. Derheqa malxwê me nvîsî, em diha naxwezin biwekilînin.

Neferêd mala kurd berî rêvolyûsîya Oktyabrê nexwendî bûn.

Bi vî teherî kulfetêd kurdayî berê: bî malxwê xweyî patrîyarxatva, him ji alîyê malhebûnê, him jî alîyê kûltûrayê, him jî seyasetîyê paşdamayî bûn.

 

 

Eva gişk, çi ku me jorê nvîsî, hîmlî derheqa temamîya kulfetêd kurda zemanê berê bû, him Pişkavkazêda, him jî welatêd derekeda. Nha em çend gilîya bêjin derheqa kulfetê kurdêd Sovêtîyê.

Zemanê Sovêtîyêda gelek guhastin ketine nav kulfetêd kurdêd Pişkavkazê. Ew guhastin yêd usane, wekî kurdêd Pişkavkazê tarîqa xweda nedîtbûn. Ewana hemû pêşda hatin ser hîmê malhebûna cmaetîyêye tomerî, ya kolxoz, sovxoza, gunda, senayê û usa jî ser riknê efrandin û pêşdaçûyîna kûltûra kurdêd Sovêtîyê. Ew guhastin pêşda hatin berê ewlin nav neferêd malêda; orta jin û mêrada û neferêd dinda, grêdayî serkarîkirina malxwêra.

Nha gundada malêd biçûk û pir nefer hene, neferêd malêd pir nefer ancax dighîjin 15a. Malêd berêye lape mezin wextê meda tunene, wekî 60-70 neferêd wê hebûn. Ew malêd usa heta sala 1932a jî hebûn, lê wê salê şûnda bere-bere kêm bûn û hatin hilanînê.

Qewmandineke mezin, wekî nav kulfetêd kurdayî Sovêtîyêda pêşda hatîye, ew ewe, wekî nha heleqetîya neferêd malê mîna berê ser hîmê qanûnêd kulfetî patrîyarxal nîne, malda hatîye hilanîn dêspotîzma malxwê, tirs û xofa malxwê, nha heleqetîyêd neferêd malê ser hîmê femdarîya kûr û hizkirinê, bi hevra pak derbazkirinê hatine sazkirinê, wekî tradîsîonîye.

Mala kurdaye Sovêtîyêda wekehevbûna extîyarîya neferêd malê heye, wekî berê tunebû. Ew ji rûyê wê yekêye, wekî neferêd kulfet xebata tomerî-cmaetîyê kolxozada, sovxozada û cîyê dinda dikin, distînin rojheqêd xwe û wî alîda gelekî razîne. Bi wî teherî emirjîyîna derva, xebata cmaetîyê, kûltûrayê ruhê neferêd mala kurd dan guhastin, bi wêra grêdayî hat guhastin cûrê heleqetîya neferêd malêd kurdêd Sovêtîyê, nav neferada usa jî hat guhastin heleqetîyêd jin û mêrêd kurd.

Nha mala kurdaye Sovêtîyêda malxwê mîna malxwê mala mezin nînin, pirsa malê neferêd malê, ku tê danîn, neferêd malêye gihîştî gişk tevî qirarkirina wê pirsê dibin, hilbet, vêderê qedrê neferêd malêye mezin diha zefe, neferêd malêye din dixwezin gura wî bikin, lê rastî ew pirsa bi kolêktîvî tê qebûlkirin û xebera ewî neferê malê diha zû derbaz dibe, yê ku glîyê aqil dibêje.

Wextê Sovêtîyêda gelek guhastin ketine nav heleqetî û extîyarîyêd jin û mêra. Jin nha tevî xebata tomerî, mexlûqetîyê û seyasetîyê dibe. Çawa malda, usa jî nav cmaetêda heye azaya jinê, ewê wextê Sovêtîyêda extîyarîya qasî mêra dest anîye, azaye her alîyava. Evê yekê bi temamîya xweva tesîleyî ser neferêd mala kurd kirîye, nha heleqetîya jinê û mêr, usa jî ya jinê û temamîya neferêd malê ser hîmê hevduhizkirinê, prînsîpêd merivayêye eynî hatine sazkirinê. F. Êngêls wexta derheqa azaya jinê xeber dide, dibêje, wekî… Qewlê azaya jinê pêşin ewe, ku jin dîsa xebata tomerî bikin(9).

Ser hîmê glîyê F Êngêls, em dikarin bêjin, wekî mala kurd nha mala malhebûna tekane nîne, hebûn payê pirê ji xebata tevayî, ya cmaetîyê tê, hema ewê xebata kolêktîvî nav jin û mêrada hizkirin, hevdu femkirina kûr pêşda anîye.

Jina kurd nha azaye, tev mêra tevî xebata cmaetîyê û seyasetîyê dibe, lema jî blind bûye aktîvî û serbestîya wê him malda, him jî derva. Ew nha frêqet tevî serkarîya kolxoza, sovxoza, xebata kûltûrayê, terbîyetîyê û yêd mayîn dibe, bi xwe serkarîyê dike. Li nehîya Laçînê gundê Zêrtîya Jorinda serkara fêrma pêz jine, gundê Mînkendêda (Laçîn) û yêd mayînda jin xebata cabdare aktîv dikin û yêd mayîn.

Jinêd kurd, çawa jinêd cmaetêd Sovêtîyêye din, bi saya qanûnêd Sovêtîyê Sovêtêd Tewreblindda, yêd gund û bajarada, serwêrtîyêd kolxozada têne bjartinê.

Berî rêvolyûsîya Oktyabrê nav kurdêd Pişkavkazêda merivêd xwendî kêm bûn, ji hezarî ancax yekî xwendî bû, ew jî kurdê dewlemend bû. Wî çaxî jina nedixwendin, wanra şerm dihat hesabkirin. Hela bo eşîreteke kurdaye mezin-bo êzdîya xwendin gune dihate hesabkirin. Nha nexwendîtî hîmlî hatîye hildanê, gelek neferêd kulfetêd kurd xwendina wane orte heye, ji wan nefera hineka jî xwendina blind û ya profêsîyonal dest anîne, lema jî gelek guhastin ketine nav emrjîyîna wana. Neferêd malê kovara, gazêta distînin, diçin klûba, kêlma dibhên, lingê wana ji ktêbxana nayê birîn, timê guhdarîya radîoyê dikin, malêd gelek-gelekada radîohildanok û dûrdîtinok hene, diçin kîno-têatra û ocaxêd kûltûrayêye mayîn. Xwendin komekê dide blindkirina zanebûn-femdarîya neferêd kulfetêd kurd, zêdekirina merîfeta wana. Lê nav kurdêd Sovêtîyêda hela heye paşmayîyêd edetê kevnî patrîyarxal, wekî jina kurd himberî mêra kirî, pir-hindikî paşda dêxe, ew paşmayîn jî prosêsa hilanînêdanin.

Jin û mêr tevhev diçin civata. Jinêd kurd mîna berê xwe di şermêda nagirin, cvatada, pêş mêrava aza xeber didin, krîtîkayê dikin. Wî alîda cahil, başqe gotî qîzêd kurd gelekî serbestin, ji hevdu venakişin, bi hevaltî bo hilanîna kêmasîyêd xwe hevdu krîtîk dikin.

Saya pêşdaçûyîna malhebûna tomerî û kûltûrayê, qewmandineke teze jî ewe nav kurdêd Sovêtîyêda, wekî hurmeta jina çawa malda, usa jî nav cmaetêda gelekî blind bûye. Mqabilî berê, nha jin û mêr li cîkî, ser textekî xurek dixun. Ew yek diha zef kûr bûye nav cahilada û tiştekî rinde. Ev yek nîşan dide, wekî wextê me Sovêtîyêda jin jî ji halê qûltîyêyî berê derketîye, usa jî nêt û meremêd mêra derheqa jinê hatîye guhastin.

Ew nêta berê derheqa niqsbûna jinê, wekî nav mêrê kurdada hebû, hîmlî hatîye hildan. Lê hela hene merîyêd emrê xweda mezin û yêd paşdamayîye usa, wekî ser fikrêd xweye kevnin. Hilbet, ewana zef hindikin û hukumê wan tune. Pêşîya wê paşdamayînê cahilêd me rind şer dikin û her mecal û mikana dest tînin bona blindkirina hurmeta jina kurd him malda, him jî nav cmaetêda.

Wextê meda ev qewmandinêd mexlûqetîyê, pêşdaçûyîna kûltûrayê gelekî tesîleyî ser guhastina heleqetîya neferêd kulfetê kurd kirye, bi ruhva, xeysetva ew daye guhastin, hilbet, ser sidqê qencîyê. Mesele: eger berê bûka kinêz malda cîyê pêşin digirt, nha usa nîne, vê demê ew bûk ya pêş tê hesabkirin, ya ku xwendîye, pêşekzane, ne kubare, ne şerûde, xebatçîye û xeysetbaşe Wê şûnda, ji nav kurda pir jinkirin jî hat hilanîn. Ew dêspotîzma berê ji alîyê mêr berbi jinê hatîye hildan. Nha mêr gelekî hurmeta jina digirin, ewana bi xwe şer dikin mqabilî edetê kevn, pêşîya paşmayînêd patrîyarxalîyê. Jinêd kurd kara xwe bi kara cmaetêra dikin yek, malda xebata xweye arizî usa teşkîl dikin, wekî bi kirin û xebata tomerî, ya cmaetîyêra bê grêdan.

Guhastineke êtnografîyêye din jî, wekî ketîye nav neferêd malê, ewe ku ew şerê berê mala kurdda diqewimî, nha hatîye hilanîn, çimkî berê gelek malêd mezin hebûn. Malda jina, zara seba her tiştekî ne hêja şer dikirin, başqe gotî bo bûka, bo xwestinêd wana ji alîyê kinca, xebatê û yêd mayîn.

Berê temamîya jina hindikî tev şuxulê malxwê dibûn. Hela cîna jî xênji jina sere, qe tev nedibûn, lê nha usa nîne, neferêd malê hizkî jin yan jî mêr, gelek cara bi kolêktîvî pirsêd malêye ferz tînin sêrî, hevra qayîl dibin, paşê çi ku lazime dikin.

Eva saya wê yekêye, wekî kurdêd Sovêtîyê her alîva pêşda çûne, emirjîyîna wana hîmva hatîye guhastin. Nha jin him heval, him komekdar, him xebatkar, wetenhiz û terbîyetdar tên hesabkirin.

Qewmandineke teze jî ewe, wekî nha bûk gelek cîya, başqe gotî bajarada, bi tîyê xwera xeber didin. Vêderê diha glî namîne, merî bêje derheqa xûn-qinêtîyê, kinêztîyêda, çimkî ji rûyê femdarîya kurda ew momênt (xebernedana bûka) ji ortê hatîye hilanîn, wekî tiştekî başe emrjîyîna kurdada. Hilbet, eva yeka nîşan nade, wekî nav tîyada, neferêd kulfete mayîne dinda tunene merîyêd usa, wekî paşdamayîne, hela bi jin û bûkêd xwera, ser hîmê edetê kevn xirab derbaz dikin.

Ew paşmayîn tên hilanîn, çimkî baza wane malhebûnî û moralî nha tune. Derheqa wê yekê me jorê gotîye û em diha naxwezin biwekilînin. Serî ewe ku ew guhastinêd malêd kurdada ketine nav fûnksîyayêd kulfet û nîşandayîna wanaye cmaetîyê pire, îro bi celebê qenc tesîleyî ser neferêd kulfetê kurd kirîye. Eva açixîye.

Pirsa din, wekî nîşandayîna wê mezine bo heleqetîya neferêd mala kurd, ew cihêbûne, ku sal-zemana hebûye û nha jî diqewime. Eva jî atrîbûteke kulfetêd kurdayî Sovêtîyê dine, wekî tradîsîone. Neynesîya vê yekê tê şrovekirin ne ku bi xirabbûn, paşdaçûyîna malêra, çawa berê bû, lê nha bi blindbûna malhebûn û kûltûra kurdara grêdaye. Nha her nefereke mala kurd dixweze diha frêqet bijî, mesele, jin û mêr, zarêd xweva dixwezin başqe, diha kûltûrî bijîn.

Hilbet, menîyêd cihêbûnêye din jî hene, lê ew yêd hîmlî nînin.

Neferêd cihêbûyî, bi alîkarîya kolxoz-sovxoza xwelîya xweye nêzîkî malê bêcer dikin, hebûna xwe, zmêrê zvistanê didin ser hev. Ew bira û kurapêd ku ji hevdu chê dibin, gelek ser hîmê tradîsîyayêd berê, para birê mezin, kurapê mezin zef dihêlin, yanê birê mezin, wekî bi edet gerek malda bimîne, para wî ji para bira û kurapêd wî zeftir dimîne. Ev yek nha jî heye, ew paşmayîna edetê kevne.

Wexta cihêbûnê mala kal û bava ji birayê mezin, kurapê mezin yan jî ji malxwê malêra dimîne. Ser hîmê xûn û qinêtîyê dîsa hene merî, yêd ku cihê dibin, dizwezin, wekî mala xwe nêzîkî malêd pizmamêd xwe çêkin, diha nêzîkî hevbin, rex hev bijîn, eger plana çêkirina gund îznê dide, çimkî fikra çêkirina avayî bi cûrê patronomîya hatîye hilanîn.

Evan îzbatîyêd hana, ku me anîn ortê, derheqa heleqetîya xûn-qinêtîyê bûn, lê çi ku derheqa cûrêd malêd kulfetêd kurdêd Sovêtîyêye, em nanvîsin, me derheqa wê yekê nvîsîye ktêba xweye “Andrkovkasyan krdêrî kênsaxi“-da (binhêr rû 165-169).

Eger berê, organêd padşayê Ûrisêtê malxwê bi silsilet û mezinbûna wîra grêdayî nas dikirin, lê nha usa nîne. Sovêta gund yan jî organêd me Sovêtîyê din, serkar yan jî wekîlê malê nas dikin wî merî, yê ku diha bi aqile, diçe cvata, aktîve û glîyê wî her cîya, çawa malda, usa jî nav cmaetêda derbaz dibe, dikare xwestinêd kulfet biqedîne, lê eva yeka nîşan nade, wekî malxwê kal gerekê malxwêtîyê neke. Na xêr, malxwê dîsa ser hurmeta xweye, glî derheqa kirinêd rojêye praktîkdane.

Derheqa alîhevkirina neferêd kulfetêd Sovêtîyê, tev wan jî ya jinê, G.M. Svêrdlov rast dibêje, wekî “heleqetîyêd orta neferêd kulfetda hatin teşkîlkirin, ser hîmê alîhevkirinêne. Meriv dixwezin komekdarîya qinyatî û moralî bidin merîyêd xwe: jinê, mêr, dê û bavê, zara, bira, xûşk û terefê xweda yê paşin jî komekê didin wan”(10).

Zemanê meda, eger malda, eger nav cmaetêda, jin roleke mezin dilîze, ew nha bindest û sexîra berê nîne.

“Jin nha bi aktîvî tevî şuxulê hukumetê, malhebûnê û kûltûrayê dibin. Partîya bolşêvîkîyê bo jinêd welatê me daye bêxofkirin mecal-mikanêd pêşdaçûyîna wane efrandare bê sînor, û jina Sovêtîyê gîhandîye blindayîke usa, wekî jinêd welatê kapîtalîsta naghîjin wê derecê”(11).

Belê, kirina jinê nav cmaeta meda, him malda, him jî ji malê der gelekî mezine.

Berê, pey mirina malxwêra, eger mêr malda tunebûna, wî çaxî (xênji jina sere malda) merîkî pizmam, ji xûn-qinêta wê malê shabî li mala mêrê mirî dikir. Nha pey mirina mêrra jin shabîtîyê û serkarîyê li mala xwe dike, pizmam her komekê dikarin bidin wê, temamîya kulfet. Rast gotî malxwêtîya kulfetê kurd mîna berê nîne, lap sist bûye, lê bi wê sistbûna xweva malxwêtî hela heye.

Van salêd paşin ger û xebata me nehîyêd Ermenîstanêda, Adrbêcanêda û Gurcstanêda nîşan dan, wekî nha nav kurdêd Sovêtîyêda rola serkarîkirina cahila çiqas diçe, aqas zêde dibe.

Bi wî teherî, cûrê serkarîkirina malxwêtîya berêye berk nav kulfetda hatîye hilanîn û eva destanîneke başe, wekî wexta meda mala kurd dest anîye.

Destanîneke kulfetê kurde din jî bi ruhê Sovêtîyê terbîyetkirina zarane. Nha zarêd kurda, çawa zarêd cmaetêd Sovêtîyêye din, malda, mektebada, ocaxêd kûltûrayêye mayînda bi ruhê komûnîstîyê, Sovêtîyê tên terbîyetkirin.

Usa jî ji alîyê terbîyetîyê tesîletîya bajara ser kurda heye, çimkî gelek kurd bajarada dijîn, ew kurdêd ku bajarada dijîn, hîmlî xeysetê xweyî patrîyarxal guhastine. Bajarlî hîmlî dixwezin tenê (jin û zarêd xweva) başqe bijîn, bajarada hela kulfetêd kurdaye pir nefer jî kêmin.

Van salêd paşin wekî kolxoz û sovxoz ji alîyê malhebûnîyê diha rind pêşda diçin, diha qewîn dibin, halê gundîya çiqas diçe xweş dibe. Bi xweşbûna halê cmaeta mera grêdayî ji alîyê hebûna malê, kûltûrayêda diha pêşda diçe û qewîn dibe mala kurd. Bi wê yekêra grêdayî malêd berêye mezin: yêd patrîyarxale xûn û qinêtîyê ji ortê zûda hatine hilanîn. Wê şûnda pirsa sisîya ewe, ku şer û dewê berê ser hebûna malêye arizî û glîyêd din ku dihatin kirin, nha lap kêm bûne.

Çawa me jorê got, cihêbûn heye, lê pey cihêbûnêra heleqetîya xûn-qinêtîyê nha jî ji hev nayê qetandin. Ewana ne ku tenê çawa pizmam, usa jî çawa bajarvan û meriv, him ji alîyê malhebûnê, him jî ji terefê moralîyê alî hev dikin. Vêderê cîyê pêşin pizmamtî nagire. Ew bira, kurapêd ji hevdu diqetin, avayêd cûrê bajaraye teze çêdikin, mîna bajarlîya jî otaxêd xwe dixemilînin. Lema jî kurdêd Sovêtîyê carna derheqa xwe dibêjin: “em diha bûne şeherlî”. Ew glî raste, çimkî wexta diçî gundêd kurda ber çevê xwe gelek otaxêd tezeçêkirî dibînî. Lê wexta diçî hundurê otaxa, dibînî demûdezgêd teze, xemla teze, wekî qet nikarî himberî otaxêd wane berêkî.

Bi glîkî, heleqetîya xûn û qinêtîyê ji hevdu nayê qetandin, lê çend sala şûnda ew heleqetî bere-bere sist dibe, çimkî neferêd herdu kulfeta jî pir dibin û ew jî axirîyê ji hev diqetin.

Berê ji rûyê tunebûna xwelîyê neferêd kulfetêd kesîb berê xwe didan xerîbîyê, terkeserî dinyayê dibûn. Nha usa nîne, nha mecal-mkanêd kurdaye xebatê hene, ewana kolxozada rojheqa qazanc dikin, sovxozada, fabrîka, zavodada jî aylixê distînin. Bo xebatê ewana berê xwe nadin xerîbîyê.

Em zanin, berê gema terbîyetkirina zara hîmlî destê bavê, malxwê, kalikêda bû, nha usa nîne, bo terbîyetkirina zara jin jî xwe cabdar hesab dike.

Bo terbîyetkirina zara malda, usa jî cabdarin tîyêd bûkê û neferêd malêye qird.

Çawa ser riknê xûn-qinêtîyê, usa jî yê blindbûna kûltûra neferêd kulfetê kurd, morala wane komûnîstîyê eger jin, yanê mêr, hazirin komekê bidin hev.

Awa, heleqetîyêd jin û mêra û neferêd kulfete din, nha ser hîmê yekextîyarîyê, wetenhizkirinê, ji hevduhizkirinê, alîhevkirinê, hûmanîzmê têne sazkirinê. Malda ew berkbûna berê ku bo zara hebû, nha ji ortê hatîye hilanînê, usa jî kutana wan û jina. Ew rêzûltata pêşdaçûyîna kûltûra neferêd kulfetê kurdayî Sovêtîyêye, wekî ne ku tenê nav kurdada, usa jî nav miletêd Sovêtîyêye mayînda heye.

Zaru malda, mektebêda usa tên terbîyetkirin, wekî ji tebîyetê hiz bikin, hurmeta neferêd malê, dersdara, mezina bigirin, xebathizbin, wetenhizbin, întêrnasîonalîstbin, şerkarîyê bikin bo çêkirina komûnîzmê, usa jî heval û hogirêd heve başbin. Bo wê yekê jî, çiqas diçe nav neferêd kulfetêd kurdada ji hev hizkirin, alîhevkirin kûr dibe. Çi ku derheqa pevgirêdana biraye, birêd hev bi tradîsîya yan jî heyetîya xûn-qinêtîyê hevra başin.

Bira ji alîyê hebûnê, xebatê û derecêd mayîn timê alî hev dikin, ew tradîsîyaye. Bira timê dest didin destê hev, dixebitin bo xweşbextîya kulfetê xwe, cmaeta dora xwe, mqatî hevin.

Tesîletîya wekîlêd qurna kevn, malxwê, kalik û pîrika ser neferêd malê mîna berê tune, sist bûye, cîna jî ew malxwêtî tune.

Ji alîyê xûn-qinêtîyê usa jî hewaskare heleqetîya dê, bavê û zarêd nehelal.

Hela nha jî hene hinek dê û bavêd nehelal, wekî firqîyê datînin orta zarêd xweye nehelal û yêd helal (zarêd bira, ap, kurapêd wî, wekî êtîm mane). Lê firqî ewe, wekî nha dê û bavêd nehelal, mîna zemanê berê zarêd nehelalra xirab derbaz nakin, hatîye hilanîn. Hukumet, temamîya mexlûqetîyê bona zarêd êtîm mayî hemû macala saz dikin, wekî ewana tefekûrîya tu tiştî nekişînin, ji zarêd mayîn paşda nemînin.

Berê malda zarêd nehelal gelekî didan xebatê, dizêrandin, wana horîk dajotin, gayêd nîr şev diçêrandin, gom, tewlêd pêz, dêwêr temiz dikirin, berxêd malê diçêrandin û yêd mayîn.

Bi wî teherî raste, nha nav kulfetêd kurdaye Sovêtîyêda paşmayêd edetê kevn hene, lê ew nîşan nade, wekî kulfetêd kurdaye nha paşdamayîne, na xêr – kulfet, neferêd mala kurd him ji alîyê malhebûnê, usa jî ji terefê kûltûrayê û derecêd mayînda gelekî pêşda çûne û ew yek tenê dikare welatê me Sovêtîyêda bibe. Kurdêd welatê dereke wî alîda hela dergêd tengdanin û xwezila xwe bi cmaeta me tînin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev