Îskoyê Desinî cara duduyan hate hilbijartin wek endamê Parlamentoya Gurcistanê

Îskoyê Desinî cara duduyan hate hilbijartin wek endamê Parlamentoya Gurcistanê

Di hilbijartinên Parlamentarîyê da ku berî du rojan li Gurcistanê hatine derbazkirin, sîyasetmedarê kurd Îskoyê Desinî cara duduyan hate hilbijartin wek endamê Parlamentoyê.

Kurdê êzdî Îsko Desinî di hilbijartinên sala 2016an da ji Partîya Desthilat “Xeyala Gurcistanê” kete Parlamentoyê.

Partîya Desthilat ya Gurcistanê “Xeyala Gurcistanê”, gorî hesabkirinên pêşin yên Komîtêya hilbijartinan ya Navbendî, êdî pêşîya gişkan ketîye, û ev yek rê ber wê vedike bona bi serî xwe hukumetê damezirîne.

Di Parlamentoya Gurcistanê da 150 parlamenter hene. Bona avakirina hukumetê lazim e ku piranîya parlamenteran erê bikin.

Îskoyê Desinî sala 1958an 30ê adarê li bajarê Tbîlîsîyê ji diya xwe bûye. Sala 1985an fakûlteya hiqûqnasîyê ya Zanîngeha Tbîlîsîyê ya dewletê temam kirîye. Ew herwiha Konsûlê Şerefê yê baylozxaneya Moldovayê ye.

 

Desteya Rêvebir ya Malpera RIATAZA ewledê gelê xwe yê şîrhelal, welatparêzê mezin Îskoyê Desinî bona vê serketina mezin bimbarek û pîroz dike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev