Kurdên rastî êrişa Qazaxan hatin, digotin: “em dê Kurdan serjê bikin”

Kurdên rastî êrişa Qazaxan hatin, digotin: “em dê Kurdan serjê bikin”

Li parêzgeha Saratovê a Rûsyayê qazaxan êrişî gundê Kurdan ê bi navê Têmonîno kir. Kurdên ku nehiştin ew bikevin gund dibêjin, qazax dixwazin wan ji deverê derxînin. Kurdekî niştecihê deverê dibêje, “Digotin, `Ecem, Qazax, Tirk birayên hev in, em dê Kurdan serjê bikin.”

Êrîşkar hemû xortên ji 18 ta 25 salî ne û çend kes ji ber ra wan rêve dibe. Bi emir û ferman tev digerin.  Kevir û ber û dar û kêr davêjin ser Kurdan û hewil didin wan dorpêç bikin û têkevin gund.

Nadirê Elî, şêniyê gundê Têmonîno dibêje, “Me pêşiya wan girt. Gelek bûn. Me zext kirin, polîs hat.”

Tewrata Mecîd, şêniya gundê Têmonîno dibêje, “30 kes çûn pêşiya 275 kesan.”

Kurd pêşiya êrîşkaran digrin, nahêlin ew bikevin gund û lêkdaneke giran di nava wan de rû dide.  Pênc Kurd bi sivikî birîndar dibin.

Hejmara birîndarên Qazaxan du caran zêdetir e û birîna wan jî zexttirin. Şêniyên gund tekez dikin ku, Qazax bi rêxistinkirî bi ser wan de girtine,  ji xwe armanca wan ew e ku Kurda ji herêmê derbixin.

Hesenê Barî, şêniyê gundê Têmonîno dibêje, “beşek ji wan ji Qazaxistanê derbasbûne hatine. Dibêjin, Ecem, Qazax, Tirk birayên hev in, em dê Kurdan serjê bikin.”

Kubara Firqo, şêniya gundê Têmonîno diyar dike, “Em ji sala 90î ve li vê derê dijîn, em ji Qirgizistanê hatine, berê şerên biçûk çê dibûn, ev cara yekem e Qazaxan bi vî rengî bi ser me de girt.”

Polîsa herêmê lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin. Li gorî agahiyên  dawî vê gavê  5 xortên Kurd, ên ku birîndar bûbûn û nêzî 15 Qazax hatine desteserkirin.

Rêveberiya nehiyê Dêrgaçî, ku gundê Têmonîno pê girêdayîye, tevî israra tîma Rûdawê, ne xwest li ser bûyerê daxuyanî bide.

Husênê Rostem, Berpisekî diyaspora Kurdên deverê dibêje, “Ev organîze bûne û hatine, Saratov wek erdê xwe hesab dikin, ev tiştek veşartî nîne, dixwazin Kurdan derxînin.”

Niha rêveberiya parêzgeha Saratovê hewil dide civata Kurd û Qezex li hev bîne. Lê Kurd dilgiranin, ku hem bûne hedefa êrîşeke rêxistinkirî, hem jî gundiyên wan hatine desteserkirin.

Şêniyên vê gundê ji wan Kurdan in ku sala 1937 Stalîn ew ji Ermenistan û Azerbaycanê sirgunî  çolên Kirqizistanê kiribû.  Salên 90 jî ew, ji ber zordestiya kirqizan reviyane Rûsyayê, û li çend gundan bicih bûne.

Ev herêm  nêzî sînora Qezexistanêye. Piraniya nişteciyên vê deverê jî Qezex in. hejmara Kurdan bi giştî dora 6 hezar e.

records Source:https://www.rudaw.net/kurmanci/world/291020207?fbclid=IwAR1-ZIDDAdqp0OqKCe3i7TKMEKlytb0zxekxVL1ZB5hpikNnAG9wbKlJPzo

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev