
Berhemeke delal di nav weşanên APECê da derket
Ji klasîkên dunyayê berhemeka drama ya Euripides a bi navê Medea di nav weşanên APECê hat weşandin.
Ev berhema klasîk bi kurmancîya Mêrdînê ji alîyê M. Alî Kut ve hatîye şirovekirin.
Medea nûnera nirxên ecêb ên lehengên yewnanî ye. Û bi toreyên civaka yewnanî ya kevnare ve têkildar e.
Pêşin ji ber ku ew jin e û rûmeta xwe diparêze. Ev helwest di civaka yewnanî ya kevnare de, ne pêkan bû û kesekî jî ji jinekê tiştekî welê nedipa. Wê ji ber Jason malbata xwe terk kiriye û xwe xistiye nav rewşa xwe ya tirsnak de.
Riataza