ENVERÊ KEREM NADIROV

ENVERÊ KEREM NADIROV

Ahmedê Hepo: Keda Mamostayekî meyî mezin

 

Dibên, her tişt rinde di wedê xweda. Lê gellek cara merî nikare di wededa xwestina xwe emirda mîyaserke.

Enverê Kerem hê salên 30-î dest bi nivîsara helbesta kirîye. Hinek helbestê wî wan sala “Rya teze”da hatine weşandinê. Paşê rîya nefîkirinê, neheqî, buxdantî, girtingeh dibine para wî û ew nikare helbest û bîranînên xwe biweşîne.

Naha gava ew mecal heye, naha gava me qelem hildaye rêdaktorîyê kitêba wî dikin, me nexwest nivîsar-efirandina salên 30-î bînin derxine dawîya sedsalîya XX-a. Kitêb bi zar-ziman, bi bîn-buxsa wan salan va hatîye nivîsarê. Me gellek cîya wêra gav da, her tişt usa da xayîkirinê, çawa heye.

Mirov hene hatinê dunê, dibine mezinê malê, berekê, êlekê, eşîrekê, yanê jî dibe serokê gel û ala gelê xwe dixemilîne. Enverê Kerem Nadirî ji wan kesan e, yê ku ji avbeza dewrê ra derbaz dibe û dijwarîya jîyanê pêpes dike, dibe piştovanê beşekî gelê xwe, bîn- buxsa bi sedan mirovan bi wî dertê.

Ew sala 1922-a li gundê Tonyê, qeza Wanê (Kurdistana Bakur) tê dunîya ronahî. Gava Enver hê tê derdixist reş çiye, sipî çiye, alîyê çepê, alîyê rastê kîjane, sala 1926-a bavê wî – Keremê Hecî Nadirî boy nav-dengê axatîyê û pirsên netewîyê digirin û dişînine girtingeha Izmîrê.

Hema wê salê bi hezaran malbetên kurdan ra tevayî mala wan jî ji Tirkîyayê direvine welatê Sovêtê, li Nexçivana Azirbêcanê bi cîh dibin.

Keremê Hecî sala 1929-a ji girtingehê aza dibe, tê digihîje malbet û êla xwe. Lê li vira jî nahêlin ew rehet bisekine. Dîsa cîyê sekinî wî digirin. Ew sala 1930-î hetanî sala 1933-a girtingehê da dimîne. Rev-bez, neheqî, buxdantî, salên girtingehê ji wede zûtir sala 1936-a emirê mêrê nav û deng – Keremê Hecî duqusîne, ew diçe ser heqîya xwe. Mala rengîn. Malbeta giran dikeve halekî nemir-nejîyînê. 12 nefer sêwî û stûxar dimînin. Bi serkarîya Stalîn, bobelateke nûh tînine serê kurdên bê cî-war; ewana têne nefîkirinê. Malbeta wana bi hinek malên kurdaye mayîn ra tînin derdixine Qazaxstanê û li Sari-Sûyê bingeh digirin.

Alava xwendinê Enver timê nerehet dike. Lema jî çend meha pey nefîkirinê ra, dizîkava tê dertê Yêrêvanê, ku xwendina xwe bidomîne. Ey, way dunyayê!

Têxnîkûma kurdî hatibû dadanê. Enver digot qey hemû derge ber wî hatine dadanê! Lê mirovên ku bi meremê qenc, yên ku ne tenê derheqa xweda mitale dike, xwedê dergekî ser wîda digire, wî diceribîne, paşê tê hewara wî û berê wî dide ronkayîke mayîn.

Enverê Kerem vedigere Qazaxistanê, dijwarîya wan salan ra şerkarîyê dike, diçerçire, ser xwe dixebite, dixwîne û dergê dersdarîyê ber wî vedibe, dibe dersdarê matêmatîkayê. Ev dersdarî sal bi sal ji wî ra destanîna tîne. Nexşe, aqara cîyê dersdarîya wî êpêceyî fire, mezin, çawa dibên, çargoşeye. Heylo, ji çîyayê Qeretaûyê dest pê dibe tê digihîje hetanî Bûdyonîn, Aqşuqîr, Qaraşat, Qasqebûlak, Yç-Aral, Qaratawîyê û Aqkûl, Ernazar, Bostandik, Uyuk û gund-avanên mayîn. Salên ku îdî Yektîya Sovêtê da av dipalîya, zelal dibû, hewalê kurdên nefîkirî jî qenc dibû, gellek bendb ser wan dihate hildanê. Enverê Kerem van gişka ra gav dida, dersdarê do, îro dibe dîrêktor-serokê mekteba navîn.

Nava gellek şagirtên ber destê wî ulimdar, karmendên mexlûqetîyê, mirovên bi nav û deng hebûn, wek: Akadêmîkê Akadêmiya Qazaxstinêyî ûlma, akadêmîkê gelê kurdayî yekem Nadîrê Kerem Nadirov, ku birê wî ye. Serpêhatîya Enverê Kerem bi belgê sipî va kim- kimî ne. Yek jî ew e, ku bi pêşnîyara wî, sala 1967-a wan dest pê kir dersê zimanê kurdî da. Ew qewimandineke pirr – pirr mezin bû, ewê yekê pêla kurdhezîyê di nava kurdên Qazaxîstanê anî. Gotî ew jî bê gotinê, ku kirina wî nehate bîrkirinê, ew bi çend mêdal û ordêna va hatîye xelatkirinê, navê “Dersdarê emekdar” dane wî. Lê xelata here bilind bona wî ew e, ku hemû kurdên Qazaxistanê wî ra dibên: mamoste! Xênî ji xebathizîyê keremeteke mayîn jî bal Enverê Kerem hebû. Ew jî ew bû, gava ewî têxnîkûma kurdan da dixwend, helbest dinivîsî. Wan sala helbestên wî rojnama “Rya teze”-da dihate weşandinê. Enverê Kerem bi qelema xwe derheqa wan salada silsileta dahatîra nivîsîye, efirandîye. Ew çi ku bona wî bîranin bû, sibê wê bibine belgeyên dîroka kurdên nefîkirî. Wek wî digot: “Bîranîn jî dîrok e”.

Çi ku Enverê Kerem berê qelema xwe ra derbaz kirîye hewaskar e, dilşewat e. Warên em belgê kitêba wî yeko bi yek bixwînin, bibine şirîkê dilşewatîya wî, wan salên bobelat bîr bînin û xwe ji xwe ra bêjin: “Hetanî em bi xwe nebine xwedanê welatê xwe, emê timê girtingehan da bin, bêne nefîkirinê, bêne zêrandinê”.

Enverê Kerem Nadîrov sala 2002an çû ber dilovanîya Xwedê.

 

Ew helbesta rehmetîyê Enverê Kerem Nadirov derheqa binçevkirina wan çil mêrên kurd da ne, ku piştî ji alîyê dewletê da sirgûnkirina ji Qafqasîyayê ber bi Qazaxîstanê nivîsîye.

ÇIL MÊR

Holik ber tava havînê,

Qimitî, qelya, him pijya.

Dergûşek wê dike şînê,

Reş grêdaye bi serejpya

Sî tune xwe bavêjine bin,

Zaroka deyîla dê girtine,

Qilincin, dê dûr nalivin.

Ne xênî deylê star tune.

Sufetê wê qamprûk kirî,

Kirme kirme ji derd-kula

Nade caba pirsa pirskirî

Dilorîne zara mila….

Dora holikê holik in

Ser wan esmanê vekirî

Ehlîyê wan jin û zarok in

Ji gişka tê deng girî.

Koçeran reş girêdabûn mîna

Dergûşa bê îlac mayî,

Dorê civîyan kirin şîna..

Çil mêrê saxî undabûyî:

“Dayê dêranê, bigerîne,

Bûkê rebenê, bilorîne,

Xwedêyo ca derge veke

Kerîyê mêra vegerîne”.

Xeber usa dilşewitî bûn

Şûna hêsira dibarî xûn.

Ji wê gerandina jina

Ev cûmlê bîra min neçûn:

“Edetê kurda barkirine

Zorê va nigê me girêdan,

Nizê tûj va tepisandine

Vagonê bara, çewa heywan.

Sala sî hefta êşalone,

Em hilşandne ser berfê

Hê êyanbû min dêranê

Emê bikşînin pir cefö.

Ev şeş meh in em anîne-

Heq hêsîrê Qazaxistanî

Hê yek me yekî dibîne,

Kê ev zulma mera anî?

Qeretawê vê gêdûkê,

Civandin em nolî kurma,

Hildan birin zavê bûkê

Bûka xêlî perdê da ma.

Kê bihîstîye ji xelqê din?

Êlê hotkin nolî holê

Serîya zorê jêkin bivin,

Cendek bavêjne çolê.

Ev daxa dilê me naçe,

Kerî mêr girtin birin:

Çil beranê sere sîçe

Ne deyndar in, ne xûndar in.

Dayê dêranê, bigerîne,

Bûka ber perdê, bilorîne,

Vê xerîbistanê kes nema

Halê meda biqorîne,

Pêz dişînine qesabxanê

Dikevine nav dijbêrin.

Qesab qesabê Dîwanê

Bijartine wan çil mêr in.

Ca bavêjine ser van sîyara,

Sîyar birin em man ser wera,

Lê heyfa min tê wê yekê,

Qe kesek nema heyfa ra.

Herek êzîzê malekê,

Herek wan çira dayîkekê

Kesê îna neke jêkin.

Koka koma mêran şevekê.

Nifira pîs sirgûntî ye,

Birîn ser dilê me dax in,

Ne dibên berîya jî gotîye:

“Nemerd jî ketîya naxin”

Kî dibîze deng lavayê

Van kom komê jinebîya?

Kî dibîze deng recayê

Kom komê hûrik sebîya?

Dayê dêranê, bigerîne,

Bûkê rebenê bilorîne,

Xwedêyo, ca were hewarê

Lokê mêra vegerîne,

Çîya banîno, Hewar! Hewar!

Teyr-tûno Hewar! Hewar!

Xênî we em bê xudan in

Derdê me tenê hun zanin.

Hewar dikin, hewar nayê

Gazî dikin gazî nayê.

Те dêranê lê lê dayê..

Gura çîyanê lê lê dayê..

Hewar! Hewar! Daykinga ERD!

Tu maka kullî ruhbera_

Ava me jehr e, Xurê me derd

Delîl halê me koçera.

Dayê dêranê, bigerîne,

Bûkê rebenê, bilorîne,

Xwedeyo, ca were hewarê

Lokê mêra vegerîne…”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev