Evîndarê ax û erdnîgarîya welatê xwe

Evîndarê ax û erdnîgarîya welatê xwe

Berhemeke delal: “Erdnîgarîya Kurdistanê – I: AGIRΔ

Fuat Önen

 

Abdurrahman Önen (Evdirehmanê Mahmûd) evîndarê axa xwe û erdnîgarîya xwe ye. Ev ax bi navê şêrîn Kurdistan e. Bi salan bi tirkî, mamostetîya erdnîgarîya Tirkîyê kir. Lê her dilê wî bi erdnîgarîya Kurdistanê re bû. Xeyala wî ew bû ku bi kurdî dersên erdnîgarîya Kurdistanê bide. Heta bi nuha ev xeyal pêknehat. Lê wî weke amadekarîya wî karî di destpêkê de Ferhenga Têgihan Erdnîgarîyê nivîsand. Niha jî piştî xebateke dûr û dirêj pirtûkên erdnîgarîya Kurdistanê amade kiriye. Îro ji rêzepirtûkan ya yekem hate çapkirin. Ev pirtûk li ser erdnîgarîya Agirî ye. 

Li jêr nirxandina ÎBW û Mewlut Oguz bi we re parve dikim. Sipas ji Evdirehman û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî re.

“Kitêba Abdurrahman Önen ya bi navê “Erdnîgarîya Kurdistanê – I: AGIRΔ ji nav Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî derket.

 

Di kitêbê de, navên mezre, gund û navçeyên Agirî yên Tirkî û Kurdî; çem, gol, çîya, deşt, zozan û hwd. yên Agirîyê, nexşeyên fîzîkî yên erdnîgarîya Agirîyê; hejmara nifûsa navend, navçe, gund û mezreyên Agirîyê; wêneyên erdnîgarî û gelek cihên Agirîyê hene.

Emrekî li dû xeyalekê

Rêzdar Abdurrahman Önen, digel xebatên xwe yên teorîk bi salan e gund bi gund, bajar bi bajar li Kurdistanê digere û der barê erdnîgarîya wê de agahîyan berhev dike. Ev pirtûka li ber destê we, pirtûka yekem a wan rêzepirtûkan e ku di encama vê xebatê de hatîye amadekirin. Ked û hewldana bêhempa ya li dû vê berhemê ji naveroka pirtûkê û pêşgotina nivîskar dîyar e, lewma teqdîr ya xwendevanan e.

Xebata mamoste Önen bi qasî naveroka xwe, bi çîroka li dû xwe jî gelek muhîm e. Birêz Önen, bi xeyala ku zarokên Kurdan bi zimanê xwe dersa erdnîgarîyê bixwînin dest bi vî karî kirîye. Pirtûk bi qasî ku pirtûkek erdnîgerîyê ye, ew qas jî çîroka berxwedana mirovên erdnîgarîyekê ye ku tê xwestin bêmejû û bêrabirdû were hiştin.

Kolonyalîst ji bo erdnîgarîyekê heta hetayê bikin a xwe, ji çeman bigire ta çîyayan, ji dar û beran bigire heta gîyanewerên li ser dijîn, her tiştî ji nû ve bi nav dikin. Bi vî awayî dixwazin gel ji erdnîgarîya wî û ji çîya, çem û xwezaya wî ya ku ji evîn, bawerî û têkoşînên wî re bûne wargeh bi dûr bixin.

Li hemberî vê yekê, bi sedan nivîskarên Kurd jîyana xwe di ber lêkolîn û nivîsandina dîroka Kurdistanê, erdnîgarî û çanda wê re derbas kirîye û li dijî vê sîyaseta bêmejûkirin û bêkokkirinê têkoşîyane. Lê mixabin digel vê keda mezin a ku wan daye, ji ber ku li xebatên wan nehatîye xwedî derketin, gelek ji wan kesan tevî xebatên xwe di rûpelên bi hizn yên dîroka me de bi wendabûnê re rû bi rû mane. Hin ji wan bi zor û zehmetîyên mezin xebatên xwe gihandibin astekê jî di weşandin û gihandina wan a gel de, bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû mane. Îro hê jî gelek lêkolînerên jin û mêr yên bi van zehmetîyan re rû bi rû ne hene. Gelek kesan bi derfetên xwe lêkolînên xwe kiribin û dabin weşandin jî mixabin xebatên wan têra xwe nehatine teqdîrkirin.

Bi wesîleya vê pirtûkê, em di şexsê mamoste de, ji van mirovan, çi yên em navên wan dizanin, çi yên nizanin tevan re spasîyên xwe pêşkêş dikin.

Em wekî Weqfa Îsmaîl Beşîkcî spasîya wan kesan dikin ku tevî ku eleqeya heq dikin nedîtine, bêsekn û westan li dû xeyalên xwe meşîyane. Em dixwazin xwendevanên me bizanin ku dema em polîtîkaya xwe ya weşanê pêk tînin, em vê mijarê tim li ber çavan digirin û em ê hewl bidin ku keda wan kesan bidin xuyakirin.

 

Rêveberîya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî derbarê Abdurrahman Önen de

 

Ji navçeya Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Di 24.02.1956an de hatîyê dinê. Dibistana seretayî û navendî li Dêrîkê, ya amadeyî (lîse) li Mêrdînê û zanîngeh li Stenbolê xwendîyê. (Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Wêjeyî, Beşa Erdnîgarîyê)

Piştî xwendina dibistana amadeyîyê sê salan li Dêrîkê cotkarî kirîye. Di sala 1976an de li Stenbolê bi cî bûye, ji sala 1976an heta 1980yî xwendina zanîngehê û karê tekstîlê bi hev re meşandîye. Di payîza sala 1980yî de, li Midyadê (navçeya Mêrdînê) dest bi mamostetîya erdnîgarîyê kirîye. Piştî deh mehan, ji ber hin sedemên sîyasî dev ji mamostetîyê berdaye.

Di sala 1984an de, car din li mamostetîyê vegerîyaye. Heta sala 2008an li Stenbolê li gelek dibistanan mamostetîya erdnîgarîyê kirîye û di sala 2008an de malnişîn (teqawît) bûye.

Çend salan mamostetîya dersa Kurmancî û dersa kompîturê jî kirîye. Di destpêka salên 1990î de, hewldaneke mamosteyên Kurd a ji bo birêxistinbûnê dest pê kirîye. Mamosteyên ku xwestine di nav mamosteyên Kurd de xwendin û nivîsandina bi Kurdî geş bikin, ev armanc danîne ber xwe:

 

Pêkanîna arşîv û pirtûkxaneya perwerdeya bi Kurdî.

Wergera pirtûkên dersan ên bi tîpên Kîrîlî û Erebî ya ji bo tîpên Latînî.

Pêdekirina hemû pirtûkên ku li ser Kurdan hatine nivîsandin.

Xebatên ji bo nivîsandina pirtûkên dersên Kurdî.

 

Di vê çarçoveyê de, wî jî biryar daye ku ji bo erdnîgarîya Kurdistanê bixebite da ku wekî mamosteyekî Kurd Karibe dersa erdnîgarîyê bi Kurdî bide.

Di encama van xebatan de, di sala 2008an de pirtûka wî ya bi navê Ferhenga Erdnîgarîyê hatîye weşandin.

Ji sala 2013an ve gera xwe ya li Kurdistanê didomîne. Ji xeynî vê pirtûkê, pirtûkên wî yên li ser erdnîgarîya Wan, Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî ji bo çapê amade ne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev