”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 28

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 28

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, êdî bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bûne.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN”.

Em îro para wê a heyştan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

M. Rewendî-Fedaî

PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN -8

Merasîmên dawetê cem êzdîyan

Eger di nava kurdên din da jin bi karê zewicandina gencan va mijûl dibin, lê cem êzdîyan kal û bavên malbetê ciwana dizewicînin.

Lêkolîner Birgül Açıkyıldız merasîmên dawetê yên êzdîyan bi vî awahî şirove dike: “Rojekê berî dawetê bûkê bo “şeva desthineyê” amade dikin. Ew serê xwe dişo, xwe dixemilîne û tê odeya ku mêvana lê rûniştine. Destên bûkê û destên hevalên wê hinekirî ne. Merasîma bi kilam û reqasan va tevaya şevê dikişîne. Rojtira dinê bûk kincên dawetê li xwe dike, xêlî davêje ser rûyên xwe, lê xûşka wê a axiretê kembera sor bi pişta wê va girê dide (qesta wê erf û edetên li deverekê ne. –Not ya L. M. Rewendî-Fedaî). Merasîma dawetê wê demê dest pê dibe, gava bûk bi rêberên xwe ra tevayî berê xwe dide mala zavê. Eger dawet li gund tê derbazkirin, dema ku bûk ji mala bavê derdikeve û digihîje ber derê zavê, li ber şêmîka mala xwe a teze cêreke bi fêkîyên şekir va şîrinkirî dişkêne, dû wê ra mîya qurbanê tînin ber derî. <…> Di dema dawetê birayê axiretê yê zava rêberîya wî dike. Kesên vexwendî direqisin, şîrinayî di nava mêvanan da belav dikin. Di rojên me da êzdîyên ku li bajaran dijîn, pir caran dawetê li serayên nûjen yên zewac-mêrkirinê da dikin, lê gorî edetê bûk gerekê piştî dawetê heft rojan ji mal dernekeve, tu kes gerekê rûyê wê nebîne û tenê piştî heft rojan ji odeya xwe derdikeve”29.

Gorî gotinên T. F. Arîstovayê, merasîma zewacê ha derbaz dibe: ”Cem êzdîyan berî dawetê herdu ciwan diçine odeya taybet… şêx tê wira, duayên êzdîyan dibêje, paşê hinek toza ji mezelê Şêx Adî dide bûk û zavê, û zava û bûk ji hev diqetin, her yek diçe mala xwe… Di dema dawetê, dema bûk nêzîkî mala zavê dibe, gerekê ser berana serjêkirî ra derbaz be, paşê bikeve hundurê malê. Di eynî wextî da şêx tilîya di xwîna berên da dike û bi wê xwînê deqekî datîne ser enîya bûkê, ku tê maneya daxweza serketinê di şeva zewacê a pêşin da. Kincên bûka êzdîyan pir caran di rengê sor da ne”30.

Ji bo hevcihêbûnê mêr lazime ji jinê ra tenê van gotinan bêje: ”Tu şêxê min î” (an ”pîrê min”, an ”diya min” an ”xwîşka min”) û ji hev diqetin, ango hev berdidin. Jin jî dikare ji mêrê xwe biqete.

Di êzdîtîyê da zewaca bi kesekî/e ji dînê din qedexe ye, lê dîsa jî zawacên wisa bûne. Ji ber ku kesekî/e ji dînekî din nikare bibe êzdî, wê demê eger zewaca bi şiletê ra pêk bê, wê demê ew kes ji koma Êzdîxanê tê derxistin. Zewaca bi çend kesan ra ne qedexe ye, lê nayê pejirandinê û piranî giregirên êzdîyan dikarin xwedî çend jinan bin. Mîr, serekê êzdîyan yê ruhanî, dikare di eynî wextê da xwedî ewqas jinan be, çiqas ku dilê wî dixweze, û hemû jinên wî bi nav dikin wek dayê. Gorî qanûnê, tu kes nikare bi jina Mîr a berê ra bizewice. Ew heta dawîya jîyana xwe di mala Mîr da dimîne.

Wek ku cem kurdên musulman, herwiha cem kurdên êzdî jî pevguhastina jinan – berdêlî (an jî berdilî) – heye, pir caran ew mecalê dide xwe ji qelen xilaz bikin. Bo nimûne, xwîşka zavayê paşdemê anegorî lihevkirinê dikare bi birayê bûka paşdemê ra mêr bike.

Merasîmên dawetê cem ”evdên heqîyê” (ehl-î heq)

Şertê sereke bona zewaca kesên ji bawermendîya ehl-î heq razîbûn-lihevkirina bûk û zavê ye, Qanûn destûrê nade derkevin dijî daxweza wan. Merasîmên zewacê sade ne. Meriv berevî cemxanê – mala civîn û şahîyan – dibin, lê bûk gerekê ne li wir be. Dawetvanî dua dikin, nezir (gûz, fêkî, şîrinahî, ku bo merasîmê anîne) tahm dikin û zewacê pîroz dikin. Piştî wê bûk û zavê nûzewicî diçine cem melleyê musulmanan.

Di dema merasîmên dawetê reqasên dawetê yên gelek cûreyan direqisin. ”Di roja dawetê a pêşin da genc bi sazbendan ra tevayî berê xwe didine mala bavê bûkê,- kurdzan T. F. Arîstova dibêje.- Sazbend di pêşîya hemûyan da diçin, dû wan ra pênc keçên nîşankirî bi rûyên girtî va diçin, dû wan ra jî çar mêr diçin, ku dudu ji wan neynik girtine, lê du mêrên din mûmên vêxistî di destê wan da nin, ango serhevdu donzdeh jin û mêr. Di dawîya wê heyteholê da du komên ji mêvanan govend girtine, direqisin, di her yekê da 30 kes. Bûk bi siyarî tînine mala zavê; rûyê bûkê bi xêlîyê va girtî ye; hostayên reqasê rêverîya wê dikin. Zava ber derê malê pêşwazîya bûkê dike, wê hildide destê xwe û dibe hundurê malê”31.

Êtnograf, doktora zanyarîyên dîrokê, L. B. Paşayeva ya bi esilê xwe va êzdî merasîmên dawetê cem kesên bi dînê xwe va ehl-î heq li Pişkavkazê ha şirove dike: “Bo herdu alîyên kesên bi hev ra dizewicin peymana zewacê – mahr birîn – pir giring e. Melle li mala bûkê bi hazirîya şahidan peymanê dinivîse, li wir navê wan hediyayan dide rêzê, ku zavê dîyarî bûkê kirîye, cema pereyan ku ew dide wê, tê hesibandinê wek milkê bûkê yê şexsî, ku ew bi xwe ra tîne mala zavê. Melle sê caran peymanê dixwîne û ji mêr û jinê paşerojê dipirse ka ewana razî ne. Di dema xwendina peymanê jinek şekir li xêlîya serê bûkê dixe, ku du jin (baştir e xwîşkên bûkê bin) ser serê bûkê ra girtine. Li piş bûkê mûmeke hingivîn vêdixin, gulîyên wê dikine nava guldanka bi avê dagirtî. Ev hemû tê kirinê boy navê xweşbextîya jin û mêrê paşerojê. <…> Zava û bûka ku wê bibin jin û mêrê hev, di bin dengê şabûna amadekaran da îmzeyên xwe davêjin bin peymana zewacê. Hemû li dora wana direqisin, şîrinayî û qurûşên zîvîn serê serê wan da direşînin.”32.

Pirjinî di nava ehl-î heq da pir hindik e. Jihevcihêbûn jî di nava binemala ehl-î heq da pir kêm caran dibe û ew yek tenê bi daxweza herdu alîyan dikare pêk bê. Di dema girêdana peymana zewacê nayê destnîşankirinê ka dema mêr û jin ji hev biqetin, para jinê wê çiqas be. Lê cem musulmanan ew yek didin ber çavan. Cem ehl-î heqan eger jin dixweze ji mêrê xwe biqete, wê demê mêr biryarê dide ka wê çiqas milk para jinê bikeve. Lê eger mêr dixweze ji jina xwe cihê be, wê demê jin biryarê dide ka behra mêr wê çiqas be.

Gerekê bê destnîşankirinê, ku jinên kurd, çi dînî dibin bira bibin, xwedî milkê arizî ne, ku di wextê xwe da ji malbavanê xwe an jî ji mêrê xwe sitendîye. ”Dê û bavê keçikê çend heftêyan piştî dawetê keça xwe teglîfî malê dikin, ango dibin zeyî,- S. A. Yêxîyazarov dinivîse.- Her miroveke wê tiştek wek hediya dide wê: hinek mîyekê didinê, hinekên din bizinekê didinê, lê dê û bav çend mîyan an jî çêlekekê wek dîyarî didinê. Ji van hediyayan ra şkert dibêjin”33. Şkert, herwiha xemil û xişirên wê hesab dibin malê jinê, ku heqê tu kesî tune têkilî wan be, xênji wê. Lê hemû berên pez û dewarên malê, ku dikevine nava şkertê, dibine mal û milkê tevaya malbetê.

Mêr tevî wan karan nabin, ku bi hebûna jinê va girêdayî ne û nikarin wana bifiroşin, jin bi xwe biryarê didin ka dixwezin çi bi milkê xwe bikin. Lê pir caran jin ji mîrata mala bavê para xwe nastînin, lê çi ku para wan dikeve, didine bira an jî merivên xwe yên bi qismê mêr.

(JÊRÊNOT)

29) Acikyildiz, Birgul. Yezidis, The History of a Community, Culture and Religion. London, 2010. P. 101.

30) Аристова Т. Ф. Очерк культу-ры и быта курдских крестьян Ирана // Переднеазиатский этнографический сборник. М., 1958. Вып. 1. С. 246.

31) Dîsa li wir.

32) Пашаева Л. Б. Позитивные и негативные элементы в свадебных обычаях и обрядах курдов Грузии. Тбилиси, 1987. С. 15.

33) Егиазаров С. А. Краткий этнографический очерк курдов Эриванской губернии, с приложением текстов и словаря // Записки Кавказского отделения Императорского русского географического общества. Тифлис, 1891. Вып. 2. Т. 13. С. 215.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev