DIAKURD şerê birakujîyê şermezar dike û aramkirina rewşê daxwaz dike

DIAKURD şerê birakujîyê şermezar dike û aramkirina rewşê daxwaz dike

Li  başûrê Kurdistanê li devera Amêdiyê di encama êrîşeke gerîlayên Partiya Krêkarên Kurdistanê (PKK) ya li ser Hêzên Pêşmerge, mixabin pêşmergeyek şehîd bû û du pêşmerge jî birîndar bûn. Ew bûyera ku di 4/11/2020 rû da, tirs û nîgeraniyek mezin xistiye dilê hemû Kurdistaniyan.

 

Herêm û desthilata başûrê Kurdistanê tenha cih e ku ala rengîna Kurdistanê bi fermî lê hatiye hildan û di qada navneteweyî de wek herêma Kurdistanê hatiye nasîn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê destkeftineke hemû Kurdistaniyan e, û erkê hemû Kurd û Kurdistaniyan e wê biparêzin. Hêzên beşên din yên Kurdistanê pêwîste hestiyariya deverê berçav bıgirin. Partiyên rojhilatê Kurdistanê nimûneyek ji wê hesta berpirsiyaretiyê ne. Gerçî ew bi salan e li başurê Kurdistanê bi cîh bûne, di hemû warên jiyanê de berjewendiyên başurê Kurdistanê parastine û rêz li serweriya başûrê welatê xwe digirin.

 

Peymana di nevbera hikumeta navendî ya Êraqê û Hukumeta Herêma Kurdistanê li ser rewşa Şengalê mafê rêveberiya Herêma Kurdistanê ye, mafê tu hêz û grubêk çekdar niye dijî wê derkeve. Şengal Kurdistan e, ne Êraq.

 

Her wiha teqandina lûleya nefta Kurdistanê, destdirêjiyeke li ser berjewendî û debara hemwelatiyên Kurdistanê û bi tu awayî nahête qebûlkirin.

 

Şerê birakujî û navxweyî tenê malwêranî ye û zererê dide hemû kurdan û hemû beşên Kurdistanê. Di rewşeke wiha de destkeftên başûrê Kurdistanê têne heder kirin, bandorekî xirab li ser pêvajoya lihevhatina aliyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê û her wiha tevgera Kurdistanî ya li rojhilatê Kurdistanê dike.

 

Daxwaz û hêvîyên me ew e ku ev şer dewam neke, berfirehtir nebe û rê li xeterîyên mezintir veneke. Divê hemû pirsgirêk bi rêyên dîyalogê bêne çareser kirin.

 

Em bangî rêvebirîya Partiya Krêkarên Kurdistanê dikin ku rêzê li hebûn, îrade, serwerî û biryarên perleman, hikûmet û serokatiya Herêma Kurdistanê bigirin.

 

Em bangî hemû sazî û rêxistinên Kurdistanî dikin, ku em bi yek helwestî rê li ber tûndûtûjîyê bigirin û ji bo rêyên diyalogê helwesteke yekgirtî bigirin.

 

Komîteya damezrandina Konfederasyona Kurdên Diasporayê (Diakurd)

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev